Di 12’ê Adarê de çi rû da?
EKREM BEREKAT / NAVENDA NÛÇEYAN
Di 12`ê Adara 2004`an de rêjîma Sûriyê hewl da tevlîheviyê di navbera gelê Kurd û Ereb de derbixe. Lê komploya rêjîma Sûriyê têk çû û stad îro veguheriye yek ji qadên ku yekîtiya tevahiya pêkhateyên herêmê nîşan dide.
Di sala 2003`an de rêjîma Sûriyê piştî mudexeleya Amerîkayê hilweşî û Sûriye veguherî herêmek ji bo derbasbûna cîhadistanan da ku çalakiyan li Iraqê pêk bînin. Rêjîma Sûriyê desteka qaşo ku bi navê berxwedana Iraqê dihat binavkirin kir, tevî wê jî rêveberên rêjîmê yê berê hemêz kir da ku her pêşketinekê ya Amerîkayê ku bandore li pêşeroja Sûriyê dike asteng bike. Di destpêka 2004`an de gelek bûyer bi lez rû dan, rêjîmê hemû kesên ku di bin navê şerê cîhadê de ji herêmên Dêrazor, Hesekê, Şedadê û Reqayê piştî mudexeleya Amerîkayê kir leşker û derbasî Iraqê kir. Ji bo li dijî hêzên Amerîkayê şer bikin, dema vegerîn Sûriyê girtin û hemû xistin girtgehên Dêrazor û Hesekê.
Di wê demê de Hikumeta Herêma Kurdisatnê hikuma xwe ya xweser di 1`ê Adara 2004`an de ragihand. Rêjîma Sûriyê di 8`ê Adara 2008`an de şahiyek jinan bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li Qamişlo asteng kir û zext li hindek kesayetên siyasî, bi taybet endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk kir.
Di wê demê de rêjîma Sûriyê fikrên PYD`ê li ser xwe xeter dîtin, dema gelê Kurd li Sûriyê mafê xwe yê rewa dixwes ditirsîn. ji ber wê plana bûyerên stada 12’ê Adarê amade kir.
Beriya maçê
Li gorî hinek çavkaniyan, rêjîma Sûriyê beriya ku maça di navbera her du tîmên Cîhad a Qamişlo û Fitiwe ya Dêrazorê, tevahiya kesên ku di bin navê şerê cîhadê çûbûn Iraqê di 10 û 11’ê Adarê de serbest berdan.
Di sibeha roja înê 12`ê Adarê de, tirên ji Dêrazorê ber bi Qamişlo ve di saet 8:00`an de ketin rê û derdora saet 11:30`an de gihaştin Qamişloyê. Tirên bi ciwanên ku sloganên nijadperestî mîna `Hilweşin rêberên Kurdan û bijî Sedam Hisên` berz dikirin. Ew ciwan bi hinceta ku alîgirên tîma Fitiweyê ne derbasî Stada 12’ê Adarê bûn. Endamên rêjîma Sûriyê dest bi wan nedan berovajî wê alîgirên tîma Cîhadê tevahî kontrol kirin. Diviyabû ku alîgirên tîma Fitiweyê di beşa mêvanan de cih bigirin, lê rêjîma Sûriyê bi zanabûn ew tevlî alîgirên tîma Cîhadê kirin.
Beriya ku maç destpê bike, alîgirên tîma Fitiweyê sloganên nijadperestî mîna `Bijî Sedam Hisên, rêberên Kurd ên xayîn hilweşin’berz kirin û bi keviran êrîşî alîgirên tîma Cihad a Qamişlo kirin. Dema alîgirên tîma Fitiweyê û Cîhanê bi hev ketin, hêzên rêjîmê bi fermana Parêzgahê Hesekê Selîm Kebûl, yekser mudexele kirin û bê ser û ber gule li beşa alîgirên kluba Cîhadê reşandin. Ev tişt di dîmenên ku dezgehên çapemeniyê di wê demê de belav kiribûn diyar bû. Di encamê de 9 kes ku di nav de 2 zarok hebûn jiyana xwe ji dest dan.
10 roj û serhildan berdewam e
Di roja duyemîn de ya Serhildana Qamişlo de, rêjîma Sûriyê derketina derve qedexe kir û artêşa ku ji Reqa, Dêrazor û gelek herêmên din anîbû li bajêr belav kir. Artêşa Sûriyê êrîşî kerwana oxirkirina 9 şehîdên Stada 12’ê Adarê kir û bê ser û ber gule li şêniyan reşandin. Ji ber wê gelê Kurd hêrs bû û serhildan gihaşt Serêkaniyê, Amûde, Dêrikê, Girkê Legê, Hesekê, Kobanê, Efrîn û heta bajarên Sûriyê Heleb û Şamê. Gel dest danî ser gelek saziyên sivîl.
Di roja duyemîn de ji Serhildana Qamişlo yanî di 13`ê Adarê de 24 kes di nav de jin û zarok jî hebûn şehîd bûn, piştre rêjîmê dest bi hemleya binçavkirinê kir û zêdetirî 2 hezar û 700 kes girt.
Rêjîma Sûriyê di roja sêyemîn a Serhildana Qamişloyê de siyasetên xwe yê çewisandinê berdewam kirin, bi sedan kes girtin û gelê Kurd ê ku li Rojava bi xirabker û hinceta dixwazin bi desteka Amerîkayê ji Sûriyê qut bibin tewambar kir. Her wiha oxirkirina şehîdan bi merasîmên girseyî qedexe kir. Di 16`ê Adarê de şêniyên kantona Efrînê ji bo şermezarkirina siyasetên rejîma Sûriyê herikîn qadan, lê rêjîma Sûriyê gule li sivîlan barand û di encamê de 5 sivîlên din şehîd ketin. Bi vê yekê hejmara şehîdan gihaşt 38 kesan.
Serhildan 10 roj bênavber berdewam kir. Tevahiya gelê Kurd beşdarî serhildanê bûn. Hinek şêniyên ji pêkhateya Ereb jî beşdarî serhildanê bûn. Ev isbat dike ku komplo yan jî plana rêjîma Sûriyê têk çû, ji ber hevgirtina gelê Kurd û Ereb çêbû. Gelek êl, rûspî û kesayetên Ereb piştgirî dan Serhildana Qamişlo.
Li girtîgehan çi qewimî?
Hemû girtî, di girtîgehên rêjîma Sûriyê de rastî hovantirîn îşkenceyên derûnî û bedenî hatin. Bi dehan ji wan şehîd ketin û hindek din jî cezayên hovane li wan hatin birîn.
Di dema Serhildana Qamişloyê de Kurd tevahiya xetên sor ku rêjîmê danîbûn, derbas kirin û gotin em dest ji rûmeta xwe bernadin. Piştî 15 sal di ser Serhildana Qamişloyê re derbas bûn, Stada 12’ê Adarê ya ku rêjîma Sûriyê hewl dida wê biguherîne stada fîtneyan, bûye stadek ku tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemêz dike.
Niha stad ji hêla rêveberiyeke ku ji pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan pêk tê di bin çavdêriya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê de tê birêvebirin.
Endamê rêveber ê Stada 12’ê Adarê Delîl Ebas diyar kir ku stad bûye cihê tevahiya pêkhateyên herêmê û deriyên wê ji hemû çalakiyên werzîşê re vekirine û got: Tevahiya pêkhateyên herêmê çalakiyên xwe yên neteweyî û niştîmanî li stadê li dar dixin. Rêveberiya stadê gelek beş vekirin jê beşek taybet ji bo zarokan.
Ruxmî hewldanên rêjîma Sûriyê ji bo belavkirina fîtneyan di navbera gelê Kurd û Ereb de lê hewldanên wê ji ber hevgirtina pêkhateyên herêmê ji berê ve têk çûn. Di daxuyaniyeka berê de ya rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Til Hemîsê ji ajansa me re, yek ji rûspiyên êla El-Cewale Ebdulrehman El-Hemîd diyar kir ku pêkhateyên herêmê di nav hevgirtin, ahengî û yekrêziyê de jiyan dikin. Ebdulrehman got: “Ev jî bi saya kalûpîran e. Ji berê de têkiliyên di navbera gelê Kurd û Ereb de xurt e. Gelek aliyan hewl da ku tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derbixin lê nikarî û dê nikaribin.”
Ji destpêka serhildana 12`ê Adara 2004`an ve heya roja me ya îro, gelên herêmê vê rojê bi rêya vêxistina mûman li kolanên bajêr û dîwarên malan di şeva serhildanê de bi bîr tînin. Di roja serhildanê de jî tevahiya pêkhateyên herêmê ji bo şehîdên 12’ê Adarê di saet 11:00`an de li kolanan deqeyek rêzgitrin disekinin.
[1]