Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,321
Wêne
  123,357
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Di navbera berjewendiyên herêmî û navdewletî de 7 salên dijwar ên Sûriyê - 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Di navbera berjewendiyên herêmî û navdewletî de 7 salên dijwar ên Sûriyê - 2
YEHYA EL-HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Di çend salên dawîn ên aloziya #Sûriyê# de, êdî berjewendiyên hêzên ku destwerdana Sûriyê kirine, dijberî hev tên. Êdî rejîm bû girêdayî Rûsya û Îranê, muxalefet jî bû alava di destê Tirkiyê de û Tirkiye jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lê tenê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe rizgar kirin û terora ku bûbû belaya serê cîhanê, têk birin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ di aliyê erdnîgarî de têk bir
Piştî destwerdana li Sûriyê, hêzên derve Sûriye di nava xwe de dabeş kir û her aliyekî hewl da ku parçeyê herî mezin ji bo xwe bibe. Lewre dest bi civînan kirin, lê berjewendiyên wan ne wekî hev bûn. Ji ber vê yekê nakokiyên wan zêde bûn û di encamê de xwîna gelê Sûriyê hate rijandin.
Di nava salên aloziyê de, di bin sîwana hevpeyman û agirbestan de, nexşerêya kontrolkirina axa Sûriyê hate guhartin, bi wê re jî gelek hevalbendî hatin guhertin.
9 civînên Cinêvê û hewldanên têkçûyî
Heta niha ku 9 danûstandinên Cinêvê hatin lidarxistin, neghîştin tu encamekê. Tevî ku di her danûstandinekê de, bi gelek biryaran bi dawî bûn, lê ev biryar li ser erdê neketin meriyetê.
Danûstandina yekemîn a Cinêvê, di 30`ê Hezîrana 2012`an de li ser banga nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Kofî Annan û koma xebatê ya ji bo Sûriyê hate lidarxistin. Ji gelek sedeman ev civîn bê encam bû, ji wan ji ber ku nûnerên gelê Sûriyê nehatin vexwendin û gelek aliyên têkildarî aloziyê der barê xalên hevpeymanê taybet çarenûsa Esed de pêk bianiyana.
Danûstandina duyemîn a Cinêvê di 22`ê Çileya 2014`an de hate lidarxistin. Di vê danûstandinê de, nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Kofî Annan erka xwe radestî Exder El-Ibrahîm kir. Di vê danûstandinê de jî, nûnerên rast ên gelê Sûriyê û di serî de nûnerên Kurdan ku beriya danûstandinê bi rojekê, Rêveberiya Xweser li Bakurê Sûriyê ragihandin, nehatin vexwendin. Ev yek jî li gorî xwesta dewleta Tirk a ku hişt aloziya Sûriyê bi rêya desteka pereyan û vekirina sînorê xwe ji komên çete û terorîst re, kûrttir bibe, pêk hat. Ji ber van sedeman jî, danûstandina duyemîn jî têk çû.
Di danûstandina sêyemîn a Cinêvê de, careke din nûnerê navneteweyî ji bo Sûriyê hate guhartin û li şûna Exder El-Îbrahîm, De Mistura hate erkdarkirin. Beriya vê danûstandinê, Rûsyayê destwerdana aloziya Sûriyê kir û deng li ser erdê li gorî berjwendiyên rejîmê hatin guhartin. Piştî destwerdanê, yekser dewleta Tirk, Siûd û Qeter şandeyek ava kir û ev şande li bajarê Riyadê yê Siûdiyê di 10`ê Kanûna 2015`an de civîna xwe li dar xist û piştre navê wê kirin “Desteya Bilind a Danûstandinan”. Eseed El-Zubî bû rêveberê Desteya Bilind a Danûstandinan û ji fermandarên çeteyên Ceyeş El-Fetih Mihemed Elûş cihê xwe di danûstandina de girt. Ji ber ku nûnerê gelê di danûstandina sêyemîn a Civênê de ku di 29 Çile heta 3`yê Sibatê hate lidarxistin ne amade bûn, ev danûstandin jî têk çû.
Di danûstandina çaremîn a Cinêvê (23’yê Sibatê - 3`yê Adara 2017) de li ser çar xalan peyman hate çêkirin. Xalên ku li ser hatin lihevkirin ev in: Avakirina sîstemekê netaifî, danîna reşnivîsa destûra nû, pêkanîna hilbijartinan, danîna stratejiyekê ji bo têkoşîna li dijî terorê û ji hev bawerkirin”, lê yek ji van xalan tevlî ku 6 meh li ser re derbas bûn, pêk nehatin.
Danûstandina pêncemîn di 23`yê Adara 2017`an de bi hevdîtinan dest pê kir. Di 27`ê Adarê de, jî bi civînên fermî bi amadebûna heman aliyên ku berê beşdarî danûstandinan bûne û nûnerên rasteqîn têde ne amade bûn, destpê kir. Di nîqaşa ku 8 rojan dewamkirî de, 4 xalên ku di danûstandina 4`emîn de hatin girtin de, hatin vegotin û her aliyekî nêrîna xwe der barê her çar xalan pêkêşî nûnerê navneteweyî Dê Mistura kir.
Danûstandina 6`emîn a Cinêvê di 16`ê Gulana 2017`an de bi amadebûna heman aliyên berê hate lidarxistin. Balkêş bû ku di vê danûstandinê ne, nûnerê navneteweyî hevdîtinên ne yekser di navbera nûnerên rejîmê û qaşo hêzên muxaleftê de pêk anîn. Lê gelê Sûriyê pişta xwe neda vê danûstandinê jî, ji ber ev danûstandinê jî têk çû.
Danûstandina 7`emîn a Cinêvê di 11`ê Tîrmeha 2017`a bi amadebûna heman aliyan(rejîma Sûriyê, muxalefat girêdayî derve) hate lidarxistin. Di vê danûstandinê jî, nûnerê rast ên gelê Sûriyê nehatin vexwendin. Danûstandin 4 rojan bê encam dewam kir. Tîma navneteweyî mijara têkoşîna li dijî terorê bi rejîmê re nîqaş kir. Her wiha bi Desteya Bilind a Danûstandinan jî mijara veguhstina siyasî nîqaş kir. Aliyên navneteweyî ji bo vê danûstandinê bê hêvî bûn. Beşdarên danûstandinê bi xwe jî, diyar kirin ku ev danûsandin tenê windakirina demê bû.
Di danûstandina 8`emîn a Cinêvê de(28`ê Cotmehê-14`ê Kanûna 2017`an) , nûnerê navneteweyî têkçûna danûstadinê ragihand û got: “Me tu danûstandinên rasteqîn pêk neanîn û hikumet hewl nade ku danûstandineke rasteqîn pêk bîne, ev cihê mixabeniyê ye. Şandeya rejîmê xwesst ku daxuyaniya “Riyad 2”li beramberî destpêkirina danûstandina yekser bi desteya danûstandinê re, were betalkirin.
Di danûstandina 9`emîn de, nakokiya Rûsya, Tirkiyêeû Îranê û gurkirina şer li Idlibê derket holê. Rejîma Sûriyê jî, belgeya ku ji aliyê 5 dewletên rojavayî û Erebî ji bo çareserkirina siyasî li Sûriyê li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an hatibû pêşkêşkirin, red kir.

Sûriye û hesabên desthilatdariyê bi rêya peymana Astanayê
Şerê li Sûriyê ne tenê sînor ji bo destwerdanê û şerê derve vekir, di heman demê de careke din mêtingerî û jinûve danîna nexşereya Sûriyê û cîranên wê, zindî kir. Ev mêtingerî jî pêwîstiya xwe bi sîwaneke siyasî hebû. Bi rêya hevpeymana Astana dewleta Tirk a ku qaşo dijminê rejîmê bû, bi awayekî veşartî bû koleyê rejîmê. Rûsya jî bi rêya peymana herêmên kêmkirina şer, hîşt ku rejîma Sûriyê bi alîkariya Tirkiyê careke din gelek erdîngariya Sûriyê bixe bin serweriya xwe.
Gelek danûstandinê Astana pêk hatin. A yekemîn, di 23`ê Çileya 2017`an de pêk hatin. Ev danûstandin tu çareserî ji êş û azarên gelê Sûriyê re neanî, berovajî wê berjewendiyên Rûsya, Tirkiyê û Îranê pêk hatin û bi rêya biryara herêmên kêmkirina şer, dagirkeriya Tirk û destwerdana wê rewa kirin.
Li gorî vê peymanê, Sûriyê di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de tê dabeşkirin. Hinek caran berjewendiyên van hêzên yek, lê hin caran jî berjewendiyên wan ne wekî hev in. Li parêzgeha Idlibê berjewendiyên Tirkiyê, Rûsya û Îranê wekî hev bûn. Dewleta Tirk piştî dagirkirina Ezaz, Cerablûs û Babê, xwest parêzgeha Idlibê jî dagir bike da ku Efrînê hîn zêdetir dorpêç bike. Rûsya jî dixwest li bajarê Dêrazorê DAIŞ`ê tune bike. Îranê jî dixwest bajarê Bûkemalê kontrol bike, da ku xeta bejahî ya navbera Tehran, Şam û Beyrûtê vebike û xeyala we ya Kevana Şiî bicih bîne.
Li ser vî esasî, dewleta Tir beşek ji Idlibê dagir kir û li ser sînorê bi kantona Efrînê bicih bû û bi vê yekê dewleta Tirk kantona Efrînê di aliyê Idlib, Ezaz û sînorê Tirkiyê de dorpêç kir. Rûsya û Îranê jî dest bi şerê li dijî DAIŞ`ê kirin. Hevpeyaman Astana piştî gelek lihevkirina û ya herî dawî jî radestkirina Xûta Şerqiyê beramberî Efrînê bû, dewam kir. Dewleta Tir hîşt ku çete tevî malbatên xwe ji Xûta derkevin û Xûta radestî rejîma Sûriyê bikin, ev yek jî li beramberî dagirkirina Efrînê ku di 20`ê Çileya 2018`an de dest bi êrîşê kir.
Hevpeymana Astanayê û herêmên kêmkirina şer ber bi ku ve diçin?
Piştî ku Rûsya ji herêmên kêmkirina şer sûd wergirt da ku rejîm careke din gelek erdîngariya Sûriyê bi dest xist, êdî berjwendiyên van dewletan li dijî hev dibin û nexasim li Idlibê. Dewlet Tirk ku destek dida komên terorîst li Idlibê xitimî. Dewleta Tirk hewl dide çeteyên xwe bixe nava rêxistinên nû da ku beşdarî komîteya destûrî bike, lê Rûsya vê yekê red dike û dixwaze ku dewleta Tirk van rêxistinan ji hev bixe û cihê wan radestî rejîmê bike.
Tirkiye di navbera Rûsya û DYA`yê de winda bûye
Di çirava Idlibê de, rewşa dewleta Tirk ku diçe kembaxtir dibe, carne dibe hevkarê Rûsya û carne jî dibe hevkarê Amerîka. Divê dewleta Tirk biyara xwe bide, yan bibe hevkarê Amerîka û bi vê yekê wê hebûna xwe li Idlibê û Sûriyê giştî winda bike, yan jî bibe hevkarê Rûsya û bi vê yek jî wê hêviyên xwe yên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bibin.

Nermbûna zimanê herêmî û navneteweyî li dijî rejîmê û gurkirina li dijî Îranê
Piştî bûyerên ji aloziya Sûriyê me bibîr xistin, em dibînin ku hewldana dewleta Tirk a rûxandina rejîmê, têk çûn. Lewra berê çek û çeteyên xwe dane Kurdan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha helwesta piraniya dewletên Kendavê û rojavayî hatiye guhartin. Daxwaza rûxandina rejîmê ji nava daxuyaniyên wan rabûne. Di demên dawî de jî, nêzikbûna dewletên erebî ji bo Şamê hene.
Di heman demê de, bi nêzikbûna dewletên Erebî ji Şamê re, nakokiya Rûsya û Îranê derket holê. Li gorî çavdêran Îran ji siyaseta Rûsya aciz e. Tê gotin ku Rûsya wê destûr bide da ku Îran hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

DAIŞ’a ku gef li cîhanê dixwarin, îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk diçe
Tevî van hemû bazarên siyasî yên qirêj, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewş gelekî cûda bû. Pêkhateyên vê herêmê şerê li dijî terora ku gef li hemû cîhanê dixwar berdewam kir. Ev serkeftin li xweşiya Tirkiyê naçe, lê mohreke xwe ya dîrokî li tevahiya cîhanê ku êdî nayê jibîrkirin, hişt.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê serkeftinên leşkerî bidestxistin, di heman demê de di encama keda hatî dayîn de, Rêveberiyên Xweser li herêmên rizgarkirî ava kirin û li gorî pirbûna gelan û taybetmendiyên wan, qanûnên jiyanê danîn.
Di 6`ê Îlona 2018`an de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke nû ber bi azadiyê ve avêt. Meclisa Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo meclisên sivîl û Rêveberiyên Xweser ava kir.
Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên Sûriyê yên herî zêde ku ewlehî û pêşketin tê de heye û bûne hêviya hemû gelên Sûriyê.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 494 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 24-03-2025
Gotarên Girêdayî: 71
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 15-03-2019 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 24-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 25-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 25-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 494 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.141 çirke!