Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,597
Wêne
  124,251
Pirtûk PDF
  22,111
Faylên peywendîdar
  126,163
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Sûcên li Efrînê: Qirkirina Êzidî, Xiristiyan û Elewiyan-2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Sûcên li #Efrînê# : Qirkirina Êzidî, Xiristiyan û Elewiyan-2
NAVENDA NÛÇEYAN – ALAN ROJ

Êrîşên li ser Efrînê û binpêkirinên ku li wir têne kirin, di dîrokê de hovîntirîn sûcên şer in. Nemaze zêdeyî 30 rêxistinên Îslamî, selefî û netewperest ên ku di lîsteya terorê ya cîhanê de hatine rêzkirin bi hemû hêz û enerjiya xwe êrîşî gelê sivîl dikin. Hemû ol û baweriyên herêmê ji sûcên şer bê par neman.

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta “Rejîma Elewî ya Dîktator” bi çeteyan re hemû zagonên navdewletî, pîvanên mafê mirovan binpê kir. Sûcên şer ên wek qirkirina etnîkî, çandî li dijî gelê Elewî, Xiristiyan, Durzî, Kurd, Îslamî her wiha Ereb û Kurd ên ku dagirkeriya Tirkiyê û çetyên wê terorîst qebûl nekirin, pêk anî. Bi van hincetan li Efrînê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê Kurdan kirin. Dewleta Tirk a dagirker xwest bi hinceta ku dê “gelê herêmê li axa wan vegerîne” qirkirinê li ser gelê herêmê yê resen pêkbîne û ew çeteyên ku li Tirkiyê perwerdekirî cihê gelê herêmê bi cih bike. Ev kirinên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê eşkere bû.
Li Efrîn û Ezazê trajîdyaya 25 hezar Êzîdî û bi sedan malbatên Xiristiyan
Li kantona Efrînê, Êzidî li 22 gundan û navenda bajarê belav bibûn. Li gorî serjimariyên nefermî beriya dagirkirinê hejmara wan 25 hezar kes bûn. Heman demê de 15 mezar û pîrozgehên wan hebûn. Dibistanên wan ên perwerdeya olî hebûn ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibûn vekirin.
Xiristiyan jî bi hemû mezheb û etnîkên xwe (Ermen - Kurd - Suryan) herî zêde li navenda bajarê Efrînê û navçeyên Raco û Mabatayê bi cih bibûn. Li herêmê 20 dêr û perestgehên di cîhanê de kevnarin hebû. Dêra Raî Salih a Mezin di Nîsana 2011‘an de li bajarê Efrînê hat vekirin. Beriya êrîşên Tirkiyê hejmara wan 250 malbat bûn. Lê li gorî hejmara fermî, beriya şoreşê hêjmara wan zêdetir e.
Piştî şoreşa Rojava (2012), şêniyên herêma Efrînê şêniyên resen bûn, hemû pêkhateyan dîrok û çanda xwe diparast. Lê piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagir kirin, pêkhate û çanda wan ji êrîşên hovane nefilitî. Ola Êzidî, Xiristiyan û Elewî hedefa yekemîn a komên çekdar bûn.
Komên çete piştî ku bajarê Ezazî di sala 2012‘an de dagir kirin, bi navê şerê li dijî kafiran êrîşî gundên Êzidiyan kirin. Di dawiya sala 2013‘an gundên Qetma, Elaqeyno dagir kirin. Gelek kes revandin û yê mayî jî ber bi gundê Çiyayê Qestelê yê navenda bajarê Efrînê ve reviyan. Gundên Êzidiyan ên li Çiyayê Qestelê bi dehên caran rastî êrîşên çeteyan hatin.
20‘ê Çileya 2018’an binpêkirin û sûcên şer ên dagirkeriya Tirk
Artêşa Tirk û çeteyên wê yên “Mertala Firatê”, Partiya “Îslamî” ya Tirkistanê, muhacirên biyanî yên bermahiyên DAIŞ û milîsên wê yê bi navê Ehfad Resûl û Firqet El-Hemzat di Çileya 2018’an de kantona Efrînê dagir kirin. Piştî dagirkirinê siyasetên qirkirina etnîkî û çandî li ser gelên Efrînê dan meşadin. Ev siyaset heta niha jî berdewam in. Di vê çarçovê de Êzidiyên ku nedikarîn xwe xilas bikin girtin û ola Îslamê li wan ferz kirin.
Li gundê Basûfanê û Qestel Cindoyê dagirkeran mizgeft ava kirin, şêniyên wê neçarî perwerdeya olê Îslamê kirin. Li gundên Êzîdiyan Burc Heyder û Xezwayê jî heman kiryar pêk anîn. Her wiha li gundên din jî kesên ji derve lê bi cih kirin û malên wan veguherandin mizgeft û saziyên perwerdeyên olî. Mal û milkên wan wekî xenîme li hev par kirin. Di heman demê de hemû pîrozgeh, di nav de peykerê Zeredeşt, Quba Lalaş û avahiya Yekîtiya Êzidiyan rûxandin. Ev kiryar herî zêde li gundên Basûfanê, Qetma, Qestelê, Burc Heyder û Bafîlonê pêk anîn.
Dagirkeriya Tirkiyê mezintirîn mezara Êzidiyan a li Çiyayê Berekat rûxandin, hemû sembol û rengê wê rakirin û li şûna wê rengên islama selefî lê danîn. Piştî wê jî kirin baregehek leşkerî.
Çeteyên “Mertala Firatê” Êzidî ji gundên wan derxistin û li şûna wan kesên ku ji deverên din ên Sûriyê bi cih kirin. Ji gundên Basûfan û Baflonê 20 Êzidî revandin û xistin girîngehên xwe yên li navçeya Cindirêsê. Her wiha bi dehan sivîlên Êzidî ji gundên Qîbarê, Basûfan, Qestel Cindo û Burc Heydar jî revandin û di girtîgehên Marî û Ezazê de îşkence kirin. Ji bo serbestberdana wan fidiye ji malbatên wan dixwazin. Ji mînakên vê yekê kuştina welatiyê bi navê Ebdo Hemo yê ji gundê Qîbarê ye. Hemo revandin bi êşkenceyê qetil kirin. Her wiha sivîlê bi navê Umer Memo Şemo yê ji heman gundî, ji ber ku qebûl nekir bibe misilman ew kuştin.
Xaç hatin şikandin, naqûs hatin bêdengkirin û Xiristiyan hatin koçberkirin
Ji destpêka êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê û dorpêça ji sê aliyên ve li ser Efrînê ve di 20‘ê Çileya 2018‘an de hejmarek mezin a malbatên Xiristiyan ji ber êrîşên berê xwe dane Helebê. Di bajar û navçeyan wê de tenê 250 malbat mane.
Di Çileya 2018‘an de balafirên şer ên Tirkiyê komkujiyek li navçeya Racoyê komkujiyeke li ser malbatekeke Ermenî pêk anîn. Di komkujiyê de dayik û kurê xwe hatin qetilkirin û lingê keça malê jî jê bû.
Ji ber bombebaran û gefên çeteyan ên Serjêkirina kafiran 250 malbatên Xiristiyan hatin koçberkirin. Gor û dêrên wan hatin rûxandin. Her wiha balafiran jî devera dîrokî ya Berad ku gora Qedîs Maron Şefî û Dêra Jolyanos ku kevintirî dêr di cîhanê de ye bombebaran kirin. Li aliyekî din jî çeteyên Sultan Murad û çeteyên bi navê Ceyş El-Şerqiyê hemû dêr û pîrozgehên Xiristiyanan talan kirin û li xwe par kirin.
Elewî jî bê cih û war hatin kuştin
Elewî jî ji pêkhateyên sereke yên Efrînê ne. Hejmara wan 15 hezar kes in bûn. Piraniya wan li navçeya Mabatayê dimînin. Ji wan hin ên resen in û hin din jî yên Dêrsimê û deverên din ên Bakurê Kurdistanê ku ji ber zulma desthilatdariya Osmaniyan ve reviyane. Pîrozgehên wan li bajar û gundewarên Efrînê wekî Yaxmûr Dade, Aslan Dade, Meryem Dade, Sultan Berbeûş, Şêx Hemo û Şêx Meyim” hebûn.
Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de, pîrozgehên Elewiyan jî kirin hedef. Di çaroveyê de Mezara Yaxmûr Dade a navçeya Mabatayê wêran kirin. Çeteyên Ehrar El-Şerqiya Mezara Avgîra ya heman navçeyê xirab kirin da ku şûnwar û kanzeyan bidizin.
Niha li Efrînê tenê Elewî, Êzidî û Xiristiyan ên ku ji bo fidiyeyê hatine revandin, mane. Bi çavdêriya Tirkiyê milkên wan hatin talankirin, pîrozgehên wan hatin wêrankirin û li şûna wan jî çeteyên biyanî hatin bicihkirin. Efrîna ku bi pirrengî û bedewbûna xwazeya xwe dihat naskirin, veguheriye girtîgehekê, qada kuştin, êşkencekirin û wêrankirinê.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 289 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 24-03-2025
Gotarên Girêdayî: 51
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 13-04-2019 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 24-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 25-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 25-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 289 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.547 çirke!