Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,467
Wêne
  123,323
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,592
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Dêr vegerandin baregehên leşkerî û Êzidî bi hinceta”Kafir in” serjêkirin-3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dêr vegerandin baregehên leşkerî û #Êzidî# bi hinceta”Kafir in” serjêkirin-3
NAVENDA NÛÇEYAN- ALAN ROJ

Li Girê Spî Ermenî hatin revandin, milkên wan hatin talankirin û dêrên wan hatin hilweşandin. Bi dehan Êzidî jî li ser destê Artêşa Tirk û çeteyên wê (DAIŞ û El-Nusra) hatin kuştin û gundên wan hatin şewitandin. Li Til Temirê jî 35 gundên Asûriyan hatin wêrankirin û şewitandin, bi dehan Xiristiyan hatin kuştin û 250 kes jî hatin revandin.
Dewleta Tirk hewl da û heta niha jî hewl dide Girê Spî bike dergeha stratejîk a destekdayîna çeteyên DAIŞ û El-Nusra li herêmên Reqa û Dêrazorê û di navbera Cizîrê û Kobanê de qut bike. Her wiha bajarê Serêkaniyê kir hedefa xwe, da ku destekê bide DAIŞ û El-Nusra li herêma Cizîrê û jiyana hevbeş a gelan têk bibe. Lewra dewleta Tirk di sala 2013’an de bi sedan çeteyên Cebhet El-Nusra amade kir û ji dergehê xwe hîşt ku çete êrîşî bajarê Serêkaniyê bikin. Her wiha bi destekdayîka istixbaratên xwe, çeteyan êrîşî bajarê Girê Spî yê li ser sînorê Tirkiyê kir.
Li Girê Spî dêrên Ermenan bûn bargehên DAIŞ`ê
Piştî binpêkirina agirbestê, çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê di sala 2013`an dest bi êrîşên li ser bajarê Girê Spî kirin. Çeteyan bi taybet li taxên Kurdan, dest bi kuştin, revandin û wêrankirina mal û milkên welatiyan kirin. Di heman demê de, çeteyan Ermen, Turkmen û Erebên ku li dijî avakirina qaşo Îmaretek Islamî derdiketin, kirin hedefa xwe.
Çeteyan zêdetirî hezar şêniyên Kurdan û malbatên Ermenî yên Girê Spî revandin û yên mayî jî ji ber hovîtiya wan koçber bûn. Çeteyan malên wan teqandin. Li Girê Spî bi dehan malên Ermeniyan û dêra wan a Orthodox hebûn. Çeteyan tiştên pîroz ên Xiristiyanan şewitandin û dêra wan kirin bargeha xwe ya perwerdkirina “Şerî”û cihê fermandariya xwe.
Ermeniyê bi navê Serkîs Xacîr li Girê Spî şahîdiya hovîtiya çeteyan kiribû. Xacîr gelek agahî dan. Çeteyên DAIŞ’ê zindanek di hindirê dêrê de avakirbû. Her wiha dibistana Ermeniyan kiribûn cihê perwerdeya Şerî û serjêkirina mirovan. Her wiha bi dehan terorîstên ku di destê QSD`ê de girtî ne, ji ajansa me re behsa peywendiyên bi istixbaratên Tirkiyê re û mekanîzmeya derbasbûna awayekî fermî di rêya dergehê Girê Spî re, kirin.
Li Serêkaniyê wêrankirina dêran
Heta niha şopên êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajarê Serêkaniyê hene. Bi dehan belgeyên ku destekdayîna Tirkiyê ji êrîşên li ser bajar ispat dikin hîn jî zindî ne. Çeteyan sûcên şer li dijî bajarê dergûşa şaristanî û çandî yê cîhanê ye, mozaîka gel û olan e, pêk anî.
Hejmara Ermen û Suryan di bajarê de, dema şoreşê nêzî 150 malbatî bû û dabeşî 4 mezheb û taîfan di bûn. Di bajarê de, sê dêrên bi navên Dêra Mar Toma Resûl a Suryanên Orthodox, dêra Meryem Mecdeliya a Suryanên Katolîk û Dêra Ermenan. Ermen û Suryan dema êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û Xerebe El-Şam rastî koçberkirina bi darê zorê hatin û her sê dêrên wan hatin şewitandin. Di heman demê de, gelek ji wan di nav de ciwanên bi navê Yonan Qestentîn û Marko Hakob hatin revandin.
Di Kanûna 2012`an de, çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyê digritin, malên Xiristiyanên Serêkaniyê yên ku komber bûbûn dizîn. Êrîşî Dêra Suryan û Dêra Ermenan kirin û tiştên têde şewitandin. Her wiha dibistana Suryan jî xerab kirin. Di heman demê de, bi dehan Xiristiyan bi hinceta hevkariya wan bi Rejîmê re heye, revandin.
Li Serêkaniyê kuştina Êzidiyan û şewitandina gundên wan
Êzidî ji niştecihê herî kevnar ên li bajarê Serêkaniyê û gundên wê ne. Di bejahiya Serêkaniyê de, 15 gundên Êzidiyan hene. Her wiha di bajar de jî, li taxa Zeredeşt a rojhilatê bajêr bi awayekî zêde hene.
Çeteyên DAIŞ û Cebhet El- Nusra di 17`ê Tebaxê de, di deriyê Tirkiyê re û ji aliyê Girê Spî ve êrîşî gundê Esediyê yê Ezidiyan kirin. Esediyê 6 km dikeve başûrê bajarê Serêkaniyê. Çeteyan bi çekên giran derdora gund girtin û ji wan xwestin ku bibin musilman. Şêniyên gund daxwaza wan red kirin. Çeteyan piştre gule li gund reşandin û di encamê de şer di navbera çete û gundiyan de derket. Di encamê de, piraniya şêniyên gund reviyan, çeteyan welatiyê bi navê Elî Biro revandin û bi awayekî hovane ew qetil kirin. Beriya wê jî, çeteyan birayên wî Murad Sedo û Mustefa Îyo revandin û ew jî qetil kirin. Di heman demê de, çeteyan gund bi giştî şewitandin.
Piştî êrîşa li ser Esediyê, çeteyan êrîşî gundê Derdara yê Êzidiyan kirin û Êzidî neçar man ku jê koçber bibin. Her wiha çeteyan bi hinceta ku Êzidî “Kafir in” gundê Çava yê Êzidiyan ê rojhilatê bajar şewitandin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku gundên navbarî nêzikî sînorê Tirkiyê ne û çeteyan axa Tirkiyê ji xwe re kiribûn nuqteyan destpêkirina êrîşan.
Her wiha çeteyan di êrîşa xwe ya 2013`an de, piştî ku welatiyê bi navê Selah Îyo yê ji taxa Zerdeşt û yekî din revandin, Selah Îyo li derketina gundê Elok a rojhilatê bajarê kuştin. Welatiyê bi navê Hesen Xabûr ê ji gundê Lezga yê Êzidî, di dema koçberbûnê de bi mayîna çeteyan hat kuştin. Şêniyê bi navê Nîdal Ebas ê ji gundê Til Binat dema hewl dida ji çeteyan bireve, tê revandin û piştre wî dikujin.
Li Til Temer 35 gundên Aşûriyan hatin şewitandin, li Tirbespiyê dêrên Êzidî û Suryanan di hedefa êrîşên artêşa Tirk de bûn
Di dawiya sala 2012`an de, ango bi destpêkirina êrîşên komên qaşo navê Artêşa Azad li xwe dikin, li ser herêma Cizîrê, çeteyan beşek ji bejahiyên Hesekê, Serêkaniyê û Til Temir dagir kirin. Çeteyan li ser rêya disekînin û sivîl direvandin. Çeteyan sala 2013`an de gelek caran Xiristiyan li ser rêya sereke ya di navbera Til Temir, Reqa û Helebê de kirin hedefa êrîşên xwe û gelek caran erebeyên wan disekinandin. Heqaret li wan û olên wan dikirin. Di 23`ê Sibata 2015`an de jî, çeteyên DAIŞ`ê êrîşî herêma Xabûr a bejahiya Til Temirê ku 35 gundê Aşûrî di nava xwe de dihewîne, kirin. Çeteyan 200 Aşûrî di nav de jin û zarok hebûn revandin û ew birin herêmên Şedadê û Reqa. Her wiha çeteyan gundên wan wêran kirin, dêr û gorên wan şewitandin.
Tirbespiyê.. Rêyên gundên Êzidî û Xiristiyan bi xeter bûn
Wekî tê zanîn Tirbespiyê bi mozayîkbûna xwe tê naskirin. Li vir ol û etnîkên cûda hene. Herî zêde Suryan û Êzidî li pêş in. Gundên Suryan û Êzidî yên li ser sînor ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ji niştecihên wî hatin valakirin. Mînakên vê yekê gundên Mele Ebas, Til Xatûnkê, Zorava, Xiwêtila û Til Cihan ku Kurdên misliman, Êzidî û Suryan lê dijiyan hatin valakirin.
Di sala derbasbûyî de gundê Til Cihan zêdeyî 10 caran bû hedefa artêşa Tirk a dagirker. Di 6‘ê Mijdara 2018‘an de artêşa Tirk a dagirker sivîl û dêra gund bi gule û hawnan kir hedef. Di encamê de ziyan gihişt dêrê û erebeya sivîlekî. Di heman demê de tirs di nava şêniyên gund de çêkir. Şêniyên ku zeviyên wan li ser sinor in nikarin ji ber êrîşên dewleta Tirk biçin nava zeviyên xwe. Di 2‘ê Mijdara 2018‘an de welatiyekî dema di rêya gundê Til Cihan re derbas dibû, ji aliyê artêşa Tirk ve hate hedefgirtin û hate kuştin.
Li herêma Ceraha Başûrê Tirbespiyê ya nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê zêdeyî 20 gundên Xiristiyan û Êzidî hene. Gelek caran şêniyên van gundan neçar dimînin ku bi şev di rêya sereke ya li beramberî sînor bi kar neyînin, ji ber tirsa ji êrîşên leşkerên Tirk. Şênî neçar dimînin ku rêyên din ên biçûk bikar bînin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 790 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 24-03-2025
Gotarên Girêdayî: 35
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 14-04-2019 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 24-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 25-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 25-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 790 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!