Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,935
Wêne
  123,987
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,787
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya ne dadgeh e, ew tenê daneyan ji bo lêkolînê û eşkerekirina rastiyan amade dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Şoreşa #jinan# li cîhanê deng veda
NAVENDA NÛÇEYAN – ALVA OSÊ

Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ya bi serkêşiya jinan, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca xwexilaskirina ji zîhniyeta ku azadiya wan asteng kiribû, gavên mezin avêtin. Jinan di demeke kurt de sîstema xwe ya demokratîk û meclisên xwe yên xweser ava bikin.
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wek şoreşa jinan tê naskirin. Jinan ji bo tunekirina hişmendiya baviksalar a ku azadî û mafên wan sînordar kiribûn, têkoşîneke mezin meşand û hê jî didomînin. Jinan di dirêjahiya şoreşê de rola xwe ya di pêkanîna jiyana hevbeş de diyar kir, sîstema hevserokatiyê di hemû saziyan de ava kirin û di aliyê leşkerî de terora herî xeternak a DAIŞ‘ê ya bûbû bela serê cîhanê, tune kir. Bi hezaran jin û zarokên êsîr ji pencên çeteyan rizgar kirin. Lewre vê şoreşê bala tevahî cîhanê kişand.

Rola #YPJ#‘ê ya di şerê li dijî DAIŞ‘ê de
Çeteyên DAIŞ‘ê li ser tevahî cîhanê xetere bûn, li herêmên Sûriyê yên dagir kiribûn, kiriyarên nemirovî li dijî sivîlan pêk dianîn. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bû, li hemberî çeteyan bû mertal. Di vir de jî rola şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya di bin banê QSD‘ê de tev digere, di tunekirina çeteyên DAIŞ‘ê û rizgarkirina bi hezaran sivîlan de diyarker bû. Şervanên YPJ‘ê di hemû pêngavên rizgarkirinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî komên çete de cih girt. Ya herî dawî Pêngava Tunekirina Terorê li herêma Baxozê ya gundewarên Dêrazorê bû, ku bi tunekirina DAIŞ‘ê di aliyê erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi encam bû. Di encama pêngavan de 52 hezar km çargoşe ji xaka Sûriyê rizgar bû.
Ji ber ku rizgarkirina jinan armanca sereke ya yekîneyê bû, YPJ‘ê 600 jin û zarokên êzidî yên Şengalê yên di fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an de hatibûn revandin, ji çeteyan rizgar kirin. Ev serkeftin ew qas bi hesanî pêk nehat, lê belê 752 şervanên YPJ‘ê şehîd bûn û 3 hezar jî birîndar bûn.

Tevî astengiyan berxwedan berdewam e
Di sala derbasbûyî de (2018) kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Gelê Efrînê bi serkêşiya jinan li hemberî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke efsanewî nîşan da, çalakiya têkoşer Avesta Xabûr û berxwedana Barîn Kobanê û bi hezaran têkoşerên jin rastiya vê yekê radixe holê. Ji ber komkujiyê dagirkeran li dijî sivîlan û dagirkirina kantonê şêniyên kantonê neçar man ku ber bi Şehbayê ve derkevin û berxwedana xwe li wir dewam bikin heta Efrîn rizgar bibe.

Jineolojî berhema şoreşa jinan e
Piştî hezaran salan ji zilm û bêmafiyê li Rojhilata Navîn a bi sedema siyaseta pergalên desthilatdar Şoreşa Rojava anku Şoreşa Jinan aso ji jinan re vekirin da ku rola xwe di civakê de vegerînin. Ji berhemên vê şoreşê jinelojî zanista jinan derket pêş ku niha li zanîngeh, peymangeh, akademî û dibistanên Rojava û Bakurê Sûriyê tê dayîn. Dîsa jî li hemû herêman navendên lêkolînên jineolojiyê hatin vekirin.
Yekemîn akademiya jineolojiyê li kantona Efrînê di 17‘ê Tîrmeha 2017‘an de hate vekirin. Akademî piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve hate girtin. Di 13‘ê Îlona 2017‘an li Dêrikê, 3‘yê Çileya 2018‘an li bajarê Minbicê, li Hesekê jî 11‘ê Çileya 2019‘an û li Kobanê 6‘ê Adara 2019‘an hatin vekirin. Akademiyên jineolojiyê yên Bakur bi rêya 7 şaxên xwe (Navenda Jineolojiyê, dibistanên amadehî, Peymangeha Andre Wolf û Fakulteya Jineolojiyê) zanista jinan û rêgezên hevjiyana azad û wekheviyê di civakê de belav bike.

Meclisa Jinan a Sûriyê sîwana hemû jinan e
Meclisa Jinan a Sûriyê di navîna 2017‘an de hate avakirin û wekî sîwana hemû jinên Sûriyê ji hemû pêkhateyan (Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes,dirzî, elewî, îsmaîlî û ..hwd) tev digere. Meclisê bi rêya buroyên xwe li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dera, Şam, Berava Sûriyê û Siwêdayê ava kirin da ku jinan bi rêxistin bike.

Di aliyê dîplomasiyê de
Di aliyê dîplomasiyê de Meclisa Jinan a Sûriyê bi rêxistinên jinan ên cîhanê re civiya. Her wiha di Meclisa Şêwirê ya Jinên Sûriyê ya Serbixwe ya girêdayî buroya nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê de nûnertiya Meclisa Jinan a Sûriyê heye.
Avakirina meclisa giştî ya hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Ji ber pêwîstiya yekbûna refên jinan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştî rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyê ji aliyê QSD`ê ve û avakirina meclis û rêveberiyên jinan pêwîstî bi yekrêziya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dîtin, bi vexwendina Kongreya Star di 14`ê meha Hezîranê de meclisa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.
Kongreya damezirîner a meclisê bi beşdarbûna jinên ji hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin, kongreyê bi avakirina meclisê bi encam bû ku sîwanê sereke ya hemû jinan e û hemû rêveberî û meclisên jinên li herêmê ye.
Meclis ji 17 jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.
Jinên herêma Firatê nêrînên xwe kirin yek
Ji bo yekkirina nêrîna jinên Sûriyê û pêşxistina rola wan di hemû saziyan de, komxebata diyalogê ya berfireh li Tebqayê bi dirûşmeya Jin di dema şer de rastî û aso ne di 13 – 14’ê Tîrmehê de hate lidar xistin. Jinên ji Tebqa, Reqa, Dêrazorê û nûnerên ji MSD`ê û jinên Şengalê amade bûn.
Jinên beşdarî komxebatê bûbûn daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi berpirsyartiya xwe ya mirovî rabin û sînorekî ji destwerdanên Tirkiyê yên di xaka Sûriyê, Iraq û Başûrê Kurdistanê de deynin û Tirkiyê ji hemû herêmên dagirkirî ku sûcên li dijî mirovahiyê dikin, derxin. Her wiha Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê em banga avakirina dadgeheke navdewletî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ji ber ku çeteyan li vir sûcên mirovî, bi taybet li dijî jinên êzidî kirin. Her wiha banga beşdarkirina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nivîsandina destura nû ya Sûriyê hate kirin.
Li ser şopa berxwedêr û têkoşeran
Hemû destkeftiyên jinan, berhema keda şehîdan e. Jinan di şoreşê de pêşengiya xwe di her qadê de diyar kir. Şoreş hîna bi dawî nebûye, têkoşîna jinan hîna jî berdewam e heta hemû jin azadiya xwe bi dest bixin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 562 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 24-03-2025
Gotarên Girêdayî: 101
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 21-07-2019 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 24-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 25-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 25-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 562 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.594 çirke!