Yên ku li şêniyên xwe nehatin rehmê, li kesî nayên rehmê
NAVENDA NÛÇEYAN-YIHYA HEBÎB
Ê ku li şêniyên dewleta xwe ne hat rehmê wê çawa li şêniyên dewletên cîhanê bê rehmê. Ev rastiyeke divê behsa wê were kirin, dema mirov kiryarên deshilata Erdogan ji komkujiyên ku li Sûriyê pêk tîne diwesfîne. Kiryarên wê û yên sûcên Osmanî wek hev in. Lê heya kengî bêdengiya navdewletî ji terora dewletê û sûcên şer bidome. Ev sûc li ser asta cîhanî ji hêla rêxistinên mafên mirovan û kongresa Amerîkî ve behsa wê hatin kirin.
Gelek caran kiryarên dewleta Tirk li Sûriyê bi kiryarên Osmaniyan têne şibandin, lê ev şibandin şermûk dimînin. Lê di rastiyê de binpêkirinên hikumeta Erdogan û komkujiyên wê û yên pêşiyên wê yên osmanî wek hev in. Ne sivîl, ne siyasetmedar û nejî kadroyên tenduristiyê jê nefilitîn. Çawa desthilata li bi hezaran hemwelatiyên xwe yê tirk ji parêzer, bijîşik û mamoste û hate saziya leşkerî nehate rehmê wê li şêniyên dewletên cîran were rehmê.
Hesasiyeta cîhanî ya ku Erdogan wê nîşan dide dema behsa komkujiyên Osmaniyan têne kirin, ji valahiyê nehatiye. Lê belê teqez dike ku ew ev ideolojî û zihniyeta ku li ser dûrxistina her muxalifek avabûye ji wan wergirtiye.
Xuyaye ku axaftina li ser sûcên Osmanî ruxmî derbasbûna bi dehan serdeman bi dawî nebûn û bi dawî nabin. Herêm hîna ji wê serdemê êş dikşîne. Ew serdema ku Erdogan hewl dide niha wê û ideolojya wê vejîne.
Sûcên Tirkiyê li Efrînê, qetlîam li ser şêniyan û revandina komî
Di êrişên dewleta Tirk de li ser bajarê Efrînê rêzefîlmek nû ji sûcên Tirkiyê yên ku cîhanê şopand destpê kir. Sekreterê Giştî Yê Rêxistina Efû ya Navdewletî Komi Naidu got: Tirkiyê berpirsê kirinên komên Sûriyê yên çekdar in ên ku desteka wan dike ye. Tirkiyê rê li pêşiya van komên çekdar vekir ji bo ku binpêkirinan li Efrînê pêk bînin.
Di raporê de hate gotin ku rûdanên li Efrînê rû dane di çarçoveya sûcên şer de bûn û komîteyê got: Reftariyên komên çekdar li ser sivîlan de ji revandin, girtin û îşkencekirin îşaret pê dikin ku sûcên şer wê bidomin.
Barîn Kobanê qêrînek bi şok li rûyê cîhana bêdeng e
Bi derbasbûna artêşa Tirkiyê ji bajarê Efrînê re Tirkiyê weke ku milîse û qanûnên navdewletî û şer pêk nîne diyar bû. Ev tişt lîstina çeteyên Tirkiyê bi cenazeyê şervana YPJ`ê Barîn Kobanê li Efrînê teqez bû.
Di beşa yekemîn a vîdyoyê de diyar dibe ku bi dehan çete di nav çekdar li dora cenazeyê şervanê ya ku pantalonek şîn û rextek leşkerî li xwe kirbû, kom bûne. Di beşa din de, dîmena şervanê û laşê wê ji aliyê jor ve hatiye tazîkirin û çawa pê hatiye lîstin belî kir.
Lîstina bi cenazeyê Barîn Kobanê ne bûyerek sêwî ye lê belê hişmendiyek komî ye
Ruxmî şoka ji ber bûyera lîstina bi cenazeyê şervan Barîn Kobanê, lê ev ne bûyera tohildanê ya sêwî ye di şer de. lê belê xelekek din ji rêzefîlma sûcên îdiakarên azadiyê û rakirina zulmê ye. Ev bûyer bûyerek din ku di destpêka aloziya Sûriyê de rû daye tîne bîra mirov. Wê demê hîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra derneketibûn. Çekdarekî artêşa azad sîngê leşkerekî arêşa Sûriyê vekir û dilê wê li pêşberî kamîrayê rakir.
Her wiha ev bûyer bûyera teqandina zaroka 7 salî li bargehek polîsa Rejîmê li Şamê û zarokê filistînî bi navê Abdullah Îsa yê ku opozîsyona ku Erdogan bi nerm diwesfîne beriya ku ji Helebê ber bi Efrînê derkevin qetil kirine.
Êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî xelekek din ji rêzefîlma heman sûcdariyê ne
lîsteyek dagirtî ji sûc û binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên cuda pêk anîne. Hîna jî ew komên çeteyan sûcên xwe ruxmî ku Enqere hewl dide dîmena wê bi guhertina nav biguhere didomînin.
Ji rojên yekemîn ên êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dest bi sûcan kir. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê vîdyoyek belav kir û tê de çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 sivîl bi guleberandinê darve dikin.
Murdirê navendê Ramî Ebdulrehman got kesên bûyer pêka nîne girêdayî du komên çeteyên bi navên Ehrar El-Şerqiye û El-Sultan Murad in, ew jî girêdayî artêşa Tirkiyê ne û alên Tirkiyê didînin ser milên xwe.
Ebdulrehman wiha domand: Ew çekdar rêya sereke li herêmê heta çend saetan kontrol kirin û bûyerên darvekirinê di wê demê de pêk anîn.
Tevî sûcên Tirkiyê di bûyerên darvekirinên meydanî de, doza bikaranîna çekên qedexekirî derket pê. Di vîdyoyan de kesên ku rastî şewitandina bi fosforê spî diyar bûn.
Siyasetmedar Hevrîn Xelef sûcek şer li pey Erdogan û civaka navdewletî ya bêdeng diçe
Ruxmî dengê topan û balafiran ê bilind ê ku şênî tirsand û mijul kir, lê bûyera qetilkirina siyasetmedara sûrî Hevrîn Xelef deng veda û bûyerên berê yên mîna wê derbas kir.
Roj bi roj delîlên hedefgirtina Hevrîn Xelef û lîstina bi cenazeyê wê eşkere dibin. Cîhan ev bûyera kirêt şermezar kir.
Di vîdyoyek din de ku çalakvanan li ser malperên têghiştina civakî belav kirine diyar dibe ku kesek bi navê Hatim Ebû Şeqra tevî parêzvanên şexsî yên Hevrînê beriya ku werin darvekirin belî dibin.
Ebû Şeqra fermendarê Ehrar El-Şerqiyê ye. Xwedî sicilek tijî teror e. Çalakvanên Êzidî ew çete bi pêkanîna sûcên şer li dijî mirovahiyê der heqê şêniyên Efrîn û Ezazê de bi taybet ên êzidî tewanbar dikin. Di bazirganiya malbat de û kesên têne revandin kar kiriye û girtina wan jî.
Têkiliyên Ebû Şeqra bi aliyên Tirkiyê yên fermî re xurt in. Li gorî raporên çapemenî di Adara 2018`an de Ebû Şeqra tev li civînek bi serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan re li rex serçeteyên girêdayî Tirkiyê dibe.
Ev sûc li gorî qanûn û peymanên navdewletî çawa tê sinifandin?
Bûyerên me vegotina beşek besît ji rêzesûcên dewleta Tirk a dagirker in. Ev sûc li gorî qanûn û peymanên navdewletî wek sûcên şer têne sinifandin û ji xetertirîn sûcan di qanûna navdewletî de tê hesibandin.
Hertişt li cîhanê qanûna wê heye heta şer jî. Her kesê ku vê qanûnê binpê dike dibe sûcdarê şer. Hinek binpêkirinên diyar ji qanûnên şer re weke sûc hatine hesibandin. Ji piraniya wê re di peymanên Lahay de di salên 1899 û 1907`an de qanûn hatine dayîn.
Mîsaqa dadgeha Nuremberg a leşkerî û navdewletî di sala 1945`an de sûcên şer wek binpêkirina qanûnên şer û urfên wê pênase kir. Di nav de kuştina sivîlan di erdekî dagirkirî de yan jî danûstandina nebaş, qetilkirina dîlgirtiyên şer anjî danûstandina ne baş pê re, kuştina rehînan, talankirina milkên taybet, wêrankirina ne pêwîst ji aliyê leşkerî ve.
Ji sûcên şer, lîstina bi cenazeyan e. Di madeya heştan de ya pergala Romayê ya dadgeha tewanbar a navdewletî binpêkirinên hovane ji çar lihevkirinên Cinevê yên sala 1949`an wek sûcên şer hesiband. Bê guhman binpêkirina hurmeta miriyan di operasyonên leşkerî de lihevkirinên Cinevê binpê dike. Yanî divê her kesê destê wî di lîstina bi cenazeyan de heye li dadgehek adil û durist were muhesebekirin.
(şx/bm)
[1]