Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,144
Wêne
  124,147
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  125,975
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
DAIŞ çawa bû Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê?-2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#DAIŞ# çawa bû Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê?-2
NAVENDA NÛÇEYAN-HÊVÎ HESEN

Dewleta Tirk, ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di bin banê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” de dixwaze DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike.
Dewleta Tirk piştevaniya artêşê dike û bin navê dewleta Tirk li ber çavên cîhanê li Serêkarniyê û Girê Spî sûcên mirovahiyê dike.
Navên ku di lîsteya duyemîn de ku em ê biweşînin gelek ji wan DAIŞ’yên ji Haleb û Ezazê ku derbasî Tirkiyê bûne û li vir perwerdeya artêşa Tirk dîtine.
Ev kesên ku li Hama, Siwêdayê, Hums, Xota û gelek bajarên din sûcên mirovahiyê kirine. Kujerê Peter Kassîg ê ji DYA’yê revandin û li çolterên Idlibê serê wî jêkirin û dîmenê wî li ser youtubê belav kir û Sofyan El- Qişhim jî tê de heye.
Dîsa navê kujerê Hevrîn Xelef, Ebû Sedam El-Ensarî jî di nava vê lîsteyê de derbas dibe.
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku gelek sûc kirine, cilên xwe guhertine, qet natirsin milên xwe dikin bin milên leşkerên Tirk û bi tu awayî xwe nadin paş jî, gelek sûcên mirovahiyê kirine.
40- Mihemed Omer El-Berxeş, nasnav: Ebû Xalid Eyaş
23 salî ye. Li navçeya Eyaş a Dêrazorê hatiye dinê. Navê dayika wî Zehra ye. Di sala 2014’an de li navçeya El-Tibnî ya girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû û berpirsyarê çekên giran bû. Çû Minbicê û di sala 2016’an de jî reviya Ezazê. Tev li Ehrar El-Şerqiyê bû û niha li gel vê komê li Girê Spî ye.
41- Mihemed Mihêdîn El-Erendes, nasnav: Ebû El-Rîm
Li Humsê hatiye dinê. Sala 2013’an tev li Artêşa Azad bû û li Urdunê ji amerîkayiyan perwerde girtiye. Di sala 2014’an de ji amerîkayiyan çek dizîn, reviya û tev li DAIŞ’ê bû. Li Şamê bû emîr. Sala 2016’an wekî ewlekariya derve hat erkdarkirin. Çû Idlibê û ji tirkmenan perwerde girt. Piştre jî tev li Tumena (Firqet El-Hemzat) bû. Li gel vê komê tev li êrişên li ser Efrîn û Til Rifatê bû. Niha li Girê Spî ye û ji mayinkirinê berpirsyar e.
42 - Mihemed Xidir El-Elwanî, nasnav: Ebû Îslam El-Ensarî
Li Dêrazorê hatiye dinê û 35 salî ye. Navê dayika wî Sûad e. Di sala 2013’an de li navçeya El-Cedîd Egêdat a girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû. Li Dêrazorê wekî emîrê berpirsyarê cebilxaneyê hat erkdarkirin. Li vir salekê ma, piştre derbasî Reqayê bû û li navçeya Kesret Cimha heman erk berdewam kir. Sala 2017’an reviya navçeya El-Raî ya girêdayî Helebê û tev li Ehrar El-Şerqiyê bû. Li gel vê komê tev li êrişên li ser Serêkaniyê bû.
43-Mihya El-Hemdûş, nasnav: Ebû Nûr
Li Helebê hatiye dinê, 25 salî ye. Navê dayika wî Nûriya ye. Di sala 2014’an de li Balefirxaneya Tebqa tev li DAIŞ’ê bû û li Idlibê di êrişên ser baregeha Kiwêris a hewayî ya leşkerî de cîh girt. Sala 2017’an reviya Ezazê û tev li koma Ehrar El-Şam bû. Niha li Girê Spî ye.
44 - Mistefa Mihemed El-Cayir, nasnav: Ebû Yasir El-Şamî
Li herêma Sifîra ya girêdayî Helebê hatiye dinê. Navê dayika wî Seher e. Sala 2014’an li Reqayê tev li DAIŞ’ê bû. Li herêma El-Xêr a Dêrazorê hat erkdarkirin û salekê li vir ma. Piştre ew şand Reqayê û bû berpirsyarê parêzgeha Humsê. Di sala 2017’an de reviya El-Raî û tev lI Ehrar El-ŞerqiyÊ bû. Niha li Girê Spî ye.
45 - Munîr Xelîl:
Sala 1997’an li Şamê hatiye dinê. Sala 2015’an tev li DAIŞ’ê bû. Di êrişên li ser Şam, baregeha hewayî ya Teyfur û Xotayê de cîh girt. Ew şandin Hemayê û piştî ku li gel koma xwe ket çemberê, xwe vekişand Idlibê. Li Idlibê tev li koma El-Hemzet bû. Niha li Girê Spî ye.
46 - Mûsa Hemed El-Mûsa, nasnav: Ebû Ferec Bekesî
Li navçeya Eyaş a girêdayî Dêrazorê hatiye dinê, 27 salî ye. Navê dayika wî Fuziye ye. Di sala 2014’an de li navçeya El-Tibnî ya girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû. Li Reqayê li cem artêşa El-Xilafa çekên wekî BKC’ê bi kar anîn. Sala 2016’an reviya El-Raî û tev li koma Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Spî ye.
47- Mûsa Hesen, nasnav: Ebû Ayîşe
Li navçeya Eyaş a girêdayî Dêrazorê hatiye dinê. 27 salî ye. Navê dayika wî Fitme ye. Sala 2014’an li navçeya Tibnî ya girêdayî Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bû. Bû berpirsyarê çekên wekî 23 MT. Li gel 40 endamên DAIŞ’ê reviya El-Raî. Li vir tev li Ehrar El-Şerqiyê bû û di rêveberiya leşkerî de cîh girt. Niha li Serêkaniyê ye.
48 - Mûsa Mihemed El-Niklawî, nasnav: Fatme El-Qenas
35 salî ye, li navçeya El-Teyane ya girêdayî Dêrazorê hatiye dinê. Sala 2014’an li navçeya Şedadê ya girêdayî Hesekê tev li DAIŞ’ê bû. Di artêşa Xîlafa de wekî sekvan (suîkastçî) hat erkdarkirin. Li Reqayê di êrişên ser Til Bêha de cîh girt. Sala 2017’an reviya El-Raî û di koma Ehrar El-Şerqiye de wekî sekvan cîh girt. Niha li Girê Spî ye.
49 - Qeys Mihemed El-Şêx, nasnav: Ebû Mihemed El-Tebqawî
Di sala 1995’an de li Tebqayê hatiye dinê. Endamê eşîra El -Nasir e. Navê dayika wî Xaliye El-Şêx e. Sala 2013’an tev li El-Nusra bû. Di bin fermana emîrê bi navê Ebû Îsa El-Cebha de cîh girt. Sala 2013’an di êrişên dijî Serêkaniyê de cîh girt. Li gundê Til Helef ji zikê xwe birîndar bû. Sala 2016’an ew şandin Hemayê, ji wir jî çû Idlibê û bû parêzvanê Emîre Şerhiyê yê bi navê Ebû Mihemed. Sala 2017’an tev li koma Ehrar El-Şam bû. Di êrişên ser Efrînê de cîh girt. Niha li Girê Spî ye.
50 - Qûsey Seîd El-Ezîz, nasnav: Ebû Seîd El-Humsî
Di sala 1991’an de li navçeya Xinêfîs a girêdayî Humsê hatiye dinê. Li nava Liwa El-heq a girêdayî Artêşa Azad, di bin fermana emîrê bi navê Ebû Ayid de cîh girt. Sala 2014’an tev li DAIŞ’ê bû û di şerên li Şam, Hums û Hemayê de cîh girt. Di sala 2017’an de bi rêya rayedarên Tirk li gel komek endamên DAIŞ’ê ji Tedmurê derbasî Idlibê bû. Ji aliyê Tirkiyeyê ve hat perwerdekirin û derbasî Babê bû. Tev li êrişên ser Efrînê bû. Di navbera Tumena El-Hemze û endamên DAIŞ’ê yên li çola (Sehra) Tedmurê de pêwendî çêkirin û rê vekirin ku derbasî Cerablusê bibin û tabûra xwe ava kir. 150 kesên di tabura wî de cîh digirin, niha li Serêkaniyê di navbera Şerdan û El-Aliye de dimînin. Şûseyî niha li El-Aliyayê ye.
51- Rehed Husên El-Wekah, nasnav: Ebû Basil El-Şamî
22 salî ye, li navçeya Tibnî ya girêdayî Dêrazorê hatiye dinê. Navê dayika wî Fitme ye . Sala 2015’an tev li DAIŞ’ê bû û li Reqayê di artêşa Xîlafet de hat erkdarkirin. Piştre ew şandin Humsê, di êrişên li ser Tedmurê de cîh girt. Di sala 2017’an de reviya El-Raî û li vir tev li Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Spî ye.
52 - Rehid Îsa El-Berxeş, nasnav: Ebû Zeyneb
34 salî ye, li navçeya Eyaş a Dêrazorê hatiye dinê. Sala 2013’an li navçeya El-Tibnî ya Dêrazorê tev li DAIŞ’ê bûye. Ji kuştina gelek sivîlan berpirsyar e. Di êrişên li ser Kobanê de cîh girt. Sala 2017’an reviya El-Raî û tev li Ehran El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Sipî ye.
53- Ridwan El-Humsî, nasnav: Ebû Haris
28 salî ye, li navçeya Ebû Kemal a Dêrazorê hatiye dinê. Sala 2013’an tev li DAIŞ’ê bûye. Bû emîrê Hisbê, piştre ew şandin Humsê. 7 mehan li Humsê ma, piştre vegeriya Reqayê û bû emîrê zekatan. Piştre reviya Ezazê û sala 2017’an tev li Tugaya Sultan Murad bû. Niha li Serêkaniyê ye û perwerdeya şerî dide.
54 - Rifat Îbrahîm El-Ikil, nasnav: Ebû Rebî El-Ensarî
Sala 1990’an li Şamê hatiye dinê. Di sala 2014’an de li Humsê tev li Tabûra Riyad El -Salihîn bû û berpirsyarê çekên giran bû. Piştre çû Idlibê û tev li Tumena El-Hemze bû. Sala 2018’an tev li êrişên ser Efrîn û Til Rifat bû. Niha li Girê Spî ye.
55 - Salim Turkî El-Enterî, nasnav: Ebû Sedam El-Ensarî
li Tedmurê hatiye dinê, endamê Eşîra El-Emur e. Sala 2014’an li Badiya tev li DAIŞ’ê bû. Li Badiya wekî emîrê leşkerî erk girt û tev li êrişên ser Tedmur û Tenef bû. Sala 2017’an tev li koma Ehrar El-Şerqiyê bû, di êrişên li ser Efrîn û Til Rifat de cîh girt.
Niha li gel koma bi navê Lîwa 123 Ûle li Serêkaniyê ye. Di dîmenên ku qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef de, cîh digire.
56 - Samîr Elî El-Rawî, nasnav: Ebû El-Haris El-Iraqî
23 salî ye, li Iraqê hatiye dinê. Sala 2013’an tev li DAIŞ’ê bû û derbasî bajarê Reqa yê Sûriyê bû. Li gundê Kesrat ê Reqayê berpirsyarê perwerdeya teqemeniyan bû. Sala 2017’an reviya Ezazê û tev li Ehrar El-Şerqiye bû. Niha li Girê Sipî ye.
57 - Samîr El-Nasir Elanî, nasnavê: Xebab El-Iraqî
30 salî ye, li Iraqê hatiye dinê. Sala 2013’an tev li DAIŞ’ê bû. Li Sehrayê wekî emîrê leşkerî hat erkdarkirin. Sala 2015’an li Hesekê wekî emîr, piştre jî li Reqayê wekî berpirsyarê eniyê hat erkdarkirin. Piştî demeke kurt reviya Ezazê û li vir tev li Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Girê Spî ye.
58 - Samîr Mihemed El-Bexdadî, nasnav: Ebû Bekir Tehsînet
32 salî ye ji herêma Çelebiyê ya Dêrazorê ye. Sala 2014’an li herêma Şedadê ya Hesekê tev li DAIŞ’ê bû. Li Dêrazor û Reqayê maye. Sala 2017’an reviya Ezazê û tev li Tumena El-Hemze bû. Niha li Serêkaniyê ye.
59 - Seîd Huzeyifî, nasnav: Ebû Abdulah El-Cezrawî
37 salî ye, ji Erebistana Siûdiyê ye. Li Siûdiyê hiqûqa şerîî xwendiye. Di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyê bû. Sala 2015’an li Reqayê tev li DAIŞ’ê bû. Li navçeya Şedadê ya Hesekê bû Qadiyê Şerîî (dadmend). Sala 2016’an bi heman erkê derbasî herêma Şimtiya ya Dêrazorê bû. Li vir 7 mehan ma. Sala 2017’an reviya Ezazê û tev li Ehrar El-Şerqiyê bû. Niha li Serêkaniyê ye. Wekî di dema DAIŞ’ê de, niha jî biryara înfazkirina dîlan (esîran) dide.
60 - Semîh Fûad Yazilcî, nasnav: Ebû Welîd El-Dêrî
21 salî ye, li Dêrazorê hatiye dinê. Sala 2015’an li Reqayê tev li DAIŞ’ê bû. Di şerên Reqayê de cîh girt. Sala 2017’an reviya El-Raî û tev li Ehrar El-Şerqiye bû. Niha li Girê Spî ye.
61 - Samîr El-Xalîd El-Ebid El-Omer, nasnav : Ebû Silêman El-Ensarî
22 salî ye, li Reqayê hatiye dinê. Sala 2015’an li navçeya Sêf El-Dewla ya Reqayê tev li DAIŞ’ê bû. Di şerên li bejahiya Reqayê de cîh girt, piştre derbasî Dêrazorê bû. Li gel komeke ji 40 kesan pêk tê, di êrişên ser Panorama de cîh girt. Sala 2017’an reviya Ezazê û tev li Tugaya Sultan Murat bû. Tev li dagirkeriya li ser Silûkê bû, çekên giran bikar tîne.
62- Sofyan El-Qişhim, nasnav: Ebû Sofyan El-Nihêmî
Sala 1985’an li Tedmurê hatiye dinê. Sala 2013’an tev li DAIŞ’ê bû. Yek ji damezirînerên DAIŞ’ê yên li Sûriyê ye. Li Şamê wekî berpirsyarê leşkerî tê nasîn. Di êrişên li ser Tedmur, Hums, Hema û herêma Tenef de cîh girt.
Li herêmên Hema, Siwêda û Selemiyê ji revandin û qetilkirina Îsmaîlî û Durziyan berpirsyar e. Erkdarê tenduristiyê Peter Kassîg ê amerîkayî li Idlibê revand, serê wî jê kir û dîmenên wî li ser Yuotubê weşandin. Wekî yek ji DAIŞ’iyên ku der barê wan de herî zêde biryara girtinê heye tê zanîn. Li gel komeke ji 150 kesan pêk tê, çû Idlibê û koma bi navê Lîwa El-Şuheda ava kir. Di kordîneya êrişên li dijî Serêkaniyê de cîh digire.
63 - Şerîf Elî Esbiro:
1987 li Idlîb’ê hatiye dinê. Di sala 2014‘an de ji Idlibê tev li El-Nusra bûye. Li herêmê weke berpirsê asta jor hatiye erkdarkirin. Di 2017’an de derbasî Ezazê dibe û li vir tev li çeteyên di bin vêneriya dewleta Tirk Ahrar El-Şerqiyê dibe. Tevî vê koma çete beşdarî dagirkirina Efrînê dibe. Bi Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê re di 9’ê Cotmehê de tev li êrişên dagirkirina Girê Spî dibe. Niha li Silûkê ye.
64 - Tariq Abdulezîz El-Dêrî, nasnav: Ebû Omer El-Dêrî
27 salî ye li Dêrazor hatiye dinê. Di 2015’an de li Şedadê tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê Reqayê bûye. 2016’an ji Halebê direve û diçe Ezazê. Li vir tevî komên çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li cem dewleta Tirk tev li êrişên dagirkirinê dibe. Cihê xwe di destpêka êrişên li dijî Girê Spî de digire. Niha li Silûkê ye.
65 - Tariq Qasim El-Dêrî, nasnav: El-Hemşerî
27 salî ye û li Dêrazorê hatiye dinê. 2016‘an li Reqa tev li DAIŞ’ê bû. Gelek êrişên bombeyî ku yên li herêmê qewimîne bi rêxistin kirine. di 2017’an de di Halebê re derbasî Ezazê bûye. Tevî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê tev li êrişên dewleta Tirk a li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye. Niha li Girê Spî ye.
66 - Xelef El-Hac Omer, nasnav: Ebû Abdulah Xerîta
Li Dêrazorê hatiye dinê. Di 2014’an de di vî bajarî de tev li DAIŞ’ê bûye. 2016‘an derbasî Halebê dibe û ji vir jî tev li çeteyên dewleta Tirk dibe. Tevî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û komên destpêkê yên êrişê Girê Spî kirine cih girtiye. Niha li Silûkê ye.
67 - Xalid El-Hecacî El-Hezaî, nasnav: Ebû Fêsel El-Ensarî
Sala 1990‘î de li Humsê hatiye dinê. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Li balafirgeha El-Teyfûr di şer de maye. Di 2017’an de derbasî Idlibê dibe û ji wir jî derbasî Tirkiyê dibe. Ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye perwerde kirin. Di dagirkirina Efrînê de cih girtiye. Di nava çeteyên Tugaya Sultan Murad de, koma çeteyên yekemîn yên ku êrişê Serêkaniyê kirin de, cih girt. Wêneyên wî di çapemeniyê de jî derketin. Niha li Serêkaniyê ye.
68 - Xelef Hîlal El-Ebid El-Omer, nasnav: Ebû Omer Mehdan
37 salî ye û li Dêrazorê hatiye dinê. Di 2015’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Doçka û çekên giran ên din bi kar anîne. Li Reqa û Kobanê tev li şer bûye. Di 2017’an de direve û diçe Helebê. Ji dîmen û wêneyan hat dîtin ku tevî komên çete yên Ehrar El-Şerqiyê bi dewleta Tirk re tev li dagirkirina Girê Spî bû. Niha li Girê Spî ye.
69 - Xesan Elî El-Kurdî
Li Hesekê ji dayik bûye û 27 salî ye. Di 2015’an de li Şedadê tev li DAIŞ’ê bûye. Dîroka qutbûna ji DAIŞ’ê nayê zanîn. Herî dawî li gorî dîmen û wêneyên di çapemeniyê de derketine, bi çeteyên Ehrar El-Şerqiyê re tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Serêrekaniyê bûye. Niha li Serêkaniyê ye.
70 -Xetab Elî El-Mislawî, Nasnav: Ebû Xetab El-Iraqî
Li Iraqê hatiye dinê. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê Hesekê, Dêrazor û Tebqa bûye. Sala 2017‘an dema ku Reqa ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin revî Helebê. Piştre tev li çeteyên dewleta Tirk bû. Niha li Serêkaniyê ye.
71 - Xetab Mihemd El-Xidir
24 salî ye. Ji Helebê ye. 2015‘an li Tebqayê tev li DAIŞ’ê bû. Çekên giran ên weke obûs û hawan baş bi kar tîne. Di 2017’an de reviye Helebê. Tevî komên çete yên Ehrar El-Şerqiyê bi dewleta Tirk re êrişî Girê Spî kir. Niha li Girê Spî ye.
72 - Xezwan El-Şimerî El-Ebid, nasnav: Ebû Merwan Şerhî
30 salî ye û li Şamê hatiye dinê. Di sala 2014’an de li Reqa tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê li Mûsil, Dêrazor û Reqa bûye. Di sala 2017’an de derbasî Ezazê dibe û li wir jî tev li komên çete yên dewleta Tirk Ehrar El-Şerqiyê dibe. Di êrişa Girê Spî de cih girtiye û wisa tê payîn ku niha li navenda bajêr e.
73 – Yehya, nasnav: Ebû Zekriya El-Ensarî
Di 1994’an de li Humsê hatiye dinê. Di 2014’an de tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê Hema û Helebê bûye. Ji wir derbasî Tirkiyê bûye. Ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye perwerdekirin. Di bin navê Tûmena El-Hamza de tev li dagirkirina Efrînê bûye. Niha bi çeteyên dewleta Tirk re li Girê Spî ye.
Bi DAIŞ û leşkerên Tirk re, wêneyên wî yên hatine kişandin, hene.
74 - Yehiya Ewad El-Cerad, nasnav: Ebû Mihemed El-Humsî
Di 1992’an de li Humsê ji dayik bûye. Di 2014’an de li Hema tev li DAIŞ’ê bûye. Tev li şerê Şam, Hema û Humsê bûye. Di 2017’an de tevî 15 kesan derbasê Tirkiye bûye. Ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye perwerdekirin. Tev li dagirkirina Efrînê bûye. Di 9’ê Cotmehê de bi çeteyan re êrişî Serêkaniyê kir. Niha li Serêkaniyê ye.
Dema ku li cem DAIŞ’ê wêneyên wî yên hatine kişandin, hene.
75 - Yehqûb El-Dêxim, nasnav: Ebû El-Wês
Di 1992’an de li Idlibê ji dayik bûye. Di 2014’an de li Idlibê tev li El-Nusra bûye. Di 2018’an de derbasî Cerablus dibe û tev li çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dibe. Bi dewleta Tirk re tev li êrişên dagirkirina Girê Spî bû. Niha li Girê Spî ye.
76 - Ziwêbir Abdulfetah El-Hac Ebid
Di 1995’an de li Tebqa hatiye dinê. 2013 tev li El-Nusra dibe û di nava çeteyên ku êrişê Serêkaniyê kiriye de, cih girt. Derbasî Ezazê bû. Bi çeteyên Ehrar El-Şam re tev li dagirkirina Efrînê jî bû. Di 9’ê Cotmehê de bi dewleta Tirk re êrişî Girê Spî kir. Niha li Girê Spî ye.
77- Mihemed Casim El-Reşo
Ji Serêkaniyê ye. Bavî wê Casim El-Reşo berê mîrê DAIŞ‘ê bû. 24‘ê Cotmeha 2019‘an de dema DAIŞ‘iyê girtî yên li bajarokê Mebrûka hatin berdan li wir hate dîtin. Di sala 2014‘an wî û bavê xwe li Girê Spî komkujî derqê sivîlan de pêk anîn. Piştî rizgarkirina Girê Spî ji aliyê YPG‘ê reviyan Tirkiyê, piştre dîsa vegeriyan.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 314 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/- 27-03-2025
Gotarên Girêdayî: 27
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 10-11-2019 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Dewleta Îslamî – DAIŞê êrîş dike
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 26-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 31-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 31-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 314 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!