=KTML_Bold=Osmaniya nû û Xeyalên Lîbyayê=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN - UMUT AYDIN
#Dewleta Tirk# a dagirker hewl dide bi rêya rêxistinên wek Selefî û Ixwan polîtîkayên Osmaniya Nû li Rojhilata Navîn bixe meriyetê. Vê carê jî bi senaryoyek bi xwîn berê xwe daye Libyayê.
Saziyên welatên Ereb di rojên dawî nêzîkatiyên dewleta Tirk wek “Weşangeriya Osmaniya Nû” nirxandin.
Abdurrehman Reşîd di vê mijarê de nivîsek ji Şerk El- Ewset re nivîsiye. Reşîd di nivîsê de dawiya Seddam Hisên bi bîr aniye û ev tişt gotin e.
“Berjewediyên kesayetî yên Erdogan hene. Ew pesnê dîroka Osmaniyan dide.
Filmên girêdayî siltanên Osmanî fînanse dike. Hem di herêmê de hem jî di cihana islamê de fikrê rêveberiya xwe bazar dike.
Ev fikir destpêkê di serê desthilatdarên li Îranê û Seddamê li Iraqê hebû. Lê ev desthilatdar îfleh nebûn.”
=KTML_Bold=ARMANC MÎSAK-A MİLLÎ YE=KTML_End=
Ji roja ku hikumeta AKP’ê bûye desthilatdar heta niha hewl dide bigihêje sinorên Misak-î Mîllî. Ji bo vê jî dixwaze ji Helebê heta Kerkûk û Mûsilê dagir bike û Deryaya Spî bixe bin destê xwe.
Ji bo van planên xwe pêk bîne, piştgirî da Ixwaniyan û komên çete yên tundrew ên wek Ixwan, “Yekîtiya Misilmanên Afrîqayê” û El- Kaîdeyê ava kir.
=KTML_Bold=BERXWEDANA KURDAN PLANÊN DEWLETA TİRK TÊK BİRİN=KTML_End=
Planên dewleta Tirk li Rojhilata Navîn ji ber berxwedana gelê Kurd yek bi yek di ber avê de çûn. Heman demê de ji aliyê rojava ve jî rastî astengiyan hat.
Yekîtiya Ewrupayê (YE) û welatên rojavayî, giravên Qibris, Yunanîstan û berbiçûyî Tirkiyê ji bo Bulgaristanê xistin nîqaşê.
Ji derveyî wê dewletên rojavayî kiryarên dewleta Tirk ên li herêmên ku dagir kirine û ji bo faaliyetên ku li Deryaya Spî dike, fişarê li dewleta Tirk dikin.
YE’yê gelek xebatên hevpar ên ekonomik û siyasî yên bi Tirkiyê re sekinand. Li aliyê din ji ber desteka ku daye terorê û rola Tirkiyeyê yê pasif ê di Kolisyona Navnetewî de, bertekan nîşanî Tirkiyê didin.
Dewletên rojavayî, ji ber alîkarîdayîna rêxistinên tundraw ên li Misir û Libyayê, sinor xistina xeteriyê, hişyariyan dide Tirkiyê û hevkarê wê Qeterê. Erdogan di sala 2013’an de şandeyek berfireh ji hikumeta AKP’ê şand Misirê. Di dema ku Erdogan serdana Serokkomarê wê demê Muhammed Mursî kir, posterên Erdogan li hemû rêyên Misrê hatin daliqandin. Erdogan ji aliyê Ixwaniyan ve wek “qehremanekî” hat pêşwazîkirin.
Erdogan di dema serdanê de got “Tirkiye û Misir hevkar in”. Piştî serlêdana Erdogan demek kurt, li Misrê gel, Mursî ji erk xistin û girtin.
Piştî wê Abdulfettah El- Sîsî, bu desthilat. Hikumeta El- Sîsî ji derveyî Tirkiyê, li qada navnetewî de hat naskirin.
Dema ku li Misrê her tişt berovajî zivirî, yek yek planên qirêj ê dewleta Tirk derketin holê.
Hikumeta nû ya Misrê, bi Tirkiyê re hemû planên ku li ser rojhilatê Deryaya Spî hatibûn kirin, taloq kir.
Wezareta Karê Derve ya Misrê, di Mijdara 2013’an de sefîrê Tirkiyê yê Qahîrê Huseyin Avnî Botsali qewitand û xwest ji welat derkeve.
=KTML_Bold=PLANÊN Lİ SER DERYAYA SPÎ=KTML_End=
Misr û Kibrîs ê di sala 2013’an de, ji bo sinorê deryayê yê di navbera herdu dewletan de diyar bikin û ji bo herdu welat jî ji rojhilatê Deryaya Spî sûdê bigirin, li hev kirin.
Ev lihevkirin, li gorî zagona jimara 1982 ya Neteweyên Yekbûyî pêk hat.
Di Mijdara 2014’an de jî di navbera Misir, Yunanîstan û Qibrisê de di derheqê sinorê rojhilatê Deryaya Spî û faliyetên lêgerîna gaza xwezayî, civîn hat lidarxistin.
Dewleta Tirk a ku ev herêm wek sinorê Osmaniya Nû hesap dikir, ji vê lihevkirinê pir bêzar bû.
Dewleta Tirk, peymanên navnetewî binpê dike û plan dike li herêmê li gaza xwazeyî bigere.
Dewleta Tirk li Libyayê jî, piştgiriya lojistik, siyasî û leşkerî dide komên çete yên tundraw ku li dijî hêzên hikumetê ne. Bi vê re jî dixwaze şerê li herêmê gur bike.
Erdogan li Sudanê jî hewl da bi hevkarê xwe yê sûcdarê şer Omer El- Beşîr re, li dijî Misir û Korfezê nuqteyên stratejik çêbike.
Lê li Sûdan gel rabû ser piyan û El- Beşîr ji desthilatdariyê anîn xwarê. Misir û Suudî Erebistanê jî li hemberî planên ticarî û leşkeri yên Tirkiyê, hikumeta nû ya Sûdanê destek kirin.
Têkiliyên Misir û Suudî Erebîstanê li vir sînordar neman.
Li dijî Qeterê û hevparê wî Tikriyê kualisyonek hevpar hat avakirin. Armanc kirin ku Qeterê ji welatên Ereb qut bikin û fişarê li ser Tirkiyê bikin.
Bi vê awayî di serî de Sûriye, Iraq û gelek dewletên Ereb ên ku Tikriyê destek dane çeteyên tundrew ên di welatên wan de destek dan kualisyonê.
=KTML_Bold=DEWLETA TİRK PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BİN PÊ DİKE=KTML_End=
Li herêmê li dijî Qetar û Tirkiyê têkoşînek hat meşandin, di derbarê li rojhilatê Deryaya Spî lêgerîna gaza xwezayî de forumek hat lidarxistin. Tirkiye beşdarî vê forumê nebû.
Forum di meha Tîrmehê de li Qahîrê, bi beşdariya wezîrên enerjiye yên Israîl, Filistîn, Îtalya, Yunanîstan, Misir, Rêveberiya Rum a Kibrisê û Urdun ê hat lidarxistin.
Bi vî awayî jî Misrê, Tirkiye ji ew sinorê berfireH ku xeyal dikir ê wî ne derxist.
Dewleta Tirk hat rewşa ku nikarî gaza xwezayî û petrolê li rojhilatê Deryaya Spî bibîne. Ji ber vê jî armanc dikir ku planên xwe yên sitratejîk ên wek lêgerîna gaza xwezayî û petrolê li Yunanîstan û Qibrisê pêk bîne.
Bi vê re jî dewleta Tirk peymanên navnetewî yên deryayî binpê dike. Hîn nakokiyên di navbera wî, Yunanîstan û Kibrisê didomin.
Yekîtiya Ewrupa jî li hemberî dewleta Tirk a ku peymanan binpê dike serî li hinek danekirinan da.
=KTML_Bold=BANDAROA DEWLETA TİRK KÊM DİBE=KTML_End=
Kibrisê di du salên dawî de ji bo sinorê xwe yê ekonomik diyar bike, bi Misir û Israîlê re lihevkirin îmze kirin. Bi heman awayî Yunanîstan û Israîlê jî çûn lihevkirinan.
Di dema li Rojhilata Navîn nexşeya deryayî û bejahî ji nû ve tê xêzkirin, hevpeymanên siyasî û leşkeri tên çêkirin de, Tirkiye bandora xwe ya li herêmê winda dike.
Tirkiyê; hemû sinorên xwe yên ekonomik û siyasî yên li Yunanîstan, Kibris, Israîl, Urdun û Libnanê winda kir.
Tam di xalê de Tirkiye li nuqteya girêdana Deryaya Spî bi Bakurê Afrîkayê yanî Libyayê, heta tevgerê.
Erdogan ê ku têkiliyên xwe bi serokê Hikumeta Peymana Netewî (HPN) Fayîz El- Serrac re kûr dike û transferiya çeteyan dike, di 27’ê Mijdarê de bi hevpeymana hevkariya lekşerî û ewlehiyê hate rojevê.
Di 20’ê Kanûnê de jî hevpeymana “Li rojhilatê Deryaya Spî herêmên rayeya deryayî” di navbera Tirkiye û Serrac de hat îmzekirin.
Li gorî hevpeymana “Lihevkirina Ewlehî û Leşkerî” Trablus di operasyonên xwe yên hewayî, bejahî û deryayî de dê erebe, ekipman, muhimat û silahan ji Tirkiye talep bike. Heman demê de hevpeyman parvekirina istihbaratî jî digre nava xwe.
Bi hevpeymanê re rêya dewleta Tirk a ji bo destwerdana Libyayê vebû.
Piştî wê wezîrê Karê Hindir ê Hikumeta Peymana Netewî Fethî Başak got, eger li Trablusê şer gur bibe dê ji Tirkiyê leşkeran bixwazin.
Niha Tirkiye li ser vexwendina Hikumeta Peymana Netewî, xwe amede dike ku leşkeran bişîne Libyayê.
Dewleta Tirk ji aliyekî ve jî li Bakurê Kibrisê bi armanca çavdêriyê amûrên hewayî yên bê mirov bicih dike. Avakirina navendek deryayî dixe rojevê û dibêje gav ji politikaya xwe ya hêzê nade paş.
Erdogan di 25’ê Kanûnê de serdanek hemrojî ya cîranê Libyayê Tunusê kir. Bi Tunus, Cezayîr û Qeterê re ji bo hedefên xwe yên li herêmê civiya.
Di navenda vê pêvajoya dîplomatîk de, hevdîtina 8’ê Çileyê ku di navbera Erdogan û Pûtîn ên ku li Sûriyê di aliyên dijber de ne, cih digre.
Dê yan di 8’ê yan jî di 9’ê Çileyê de leşkeran bişînin Libyayê. Yanî wê rastî roja ku Pûtîn li Stembolê bi Erdogan re hevdîtinê pêk bîne were. Ev yek balê dikişîne.
=KTML_Bold=ÎHTİMALA ŞANDİNA LEŞKERAN Jİ LİBYAYÊ RE Û Dİ 4 SERNAVAN DE ENCAMÊN MÛHETEMEL ÇİNE?=KTML_End=
Macerayên nû yên dewleta Tirk ji bo polîtîkayên Osmaniya Nû dê ihtimala herêmê ber bi bê istikdariyê ve bibe heye.
Serokomarê Misirê Abdulfettah El- Sîsî ku li Libyayê Hafterî destek dikir gotibû: “Ji bo destwerdana Libyayê derfetên me hene, lê hîn me bi kar neanî ne.”
Dewleta Tirk û Erdogan, armanc dikirin ku bi Bihara Ereban re, li Rojhilata Navîn xeyalên Osmaniya Nû pêk bîne, bi ixwanciyan û selefiyan re mil bi mil “hakimyeta herêmê” ava bikin.
Erdogan ê ku li herêmê sponseriya DAIŞ û El- Qaîdê dikir, bi van hêzan re îtifaq pêk anî. Lê bi saya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê şikest.
Niha jî dixweze planên xwe bi rêya Bakurê Afrîqa pêk bîne. Ji xwe di dîrokê de Bakurê Aftîqayê yê mêtingeha Osmaniyan bû, niha jî Tirkiye dixwaze vê ji nûve bike mêtîngeh.
Sûd di libîranînek dîrokî de heye. Pêvajoya di navbera salên 1911-1912’an de rûxana Osmaniyan bilez kiribû. Di vê pêvajoyê de Trablusgarpê çêbibû. Osmaniyên ku şer winda kiribû, gav bi gav desthilatdariya xwe li ser Deryaya Spî winda kiribû.
Erdogan ê ku di xeta netewperest ya İttiat û Terakki de dimeşe, tê dîtin dê dawiya wî jî wek ya Enwer Paşa be.[1]