Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,122
Wêne
  124,144
Pirtûk PDF
  22,097
Faylên peywendîdar
  125,942
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
ji şerê bi wekîlan veguherî şerê esîlan-1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=ji şerê bi wekîlan veguherî şerê esîlan-1=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN- AZAD SEFO

Xeteriya herî mezin a li ser gelê Sûriyê destwerdana #Tirkiyê# yeŞoreşa Sûriyê pir dirêj nekir û veguherî aloziyeke bi girêk ku ev 9 sal in dewam dike. Di dirêjahiya van salan de hêzên herêmî û navdewletî destwerdana Sûriyê kirin û veguherandin qada şerên dijwar. Gelo di van salan de gelê Sûriyê çi jiyan kir?
Buhara Gelan ku sala 2010`an destpê kir, bandor li piraniya welatên ku gelê wan di bin zexta desthilatdariyê de bûn, kir. Bi agirê ku Mihemed Bo Ezîzî bi bedena xwe xist, serhildanê li Tunisê dest pê kir û xwepêşandanên girseyî li seranserê Tunisê pêk hatin ku piştre li Misir, Lîbya û Yemenê jî belav bûn.
=KTML_Bold=ÇIRÛSKA ŞOREŞÊ LI SÛRIYÊ ÇAWA PÊ KET?=KTML_End=
Wekî gelek welatên din ên Ereban, Sûriyê jî para ji vê Buharê girt. Destpêkê gelê Deraayê li dijî hikumeta Sûriyê rabûn, piştre wekî çirûska yekemîn û ya herî girîng di şoreşa Sûriyê de Îna Rûmetê di 18`ê Adara 2011`an pêk hat. Piştî ku zarokan li ser dîwaran nivîsên xistina rejîmê nivîsandin, li gelek bajarên Sûriyê xwepêşandanên girseyî li dar ketin.
Xwepêşandanên girseyî rastî reflekseke dijwar a hikumeta Sûriyê hatin ku guh neda daxwazên gel ên azadî, edalet û wekheviyê û li dijî xwepêşandêran çek bi kar anî. Ev serhildan li piraniya bajar û parêzgehên Sûriyê belav bû.
=KTML_Bold=DESTWERDANÊN DERVE BERÊ ŞOREŞÊ GUHERT=KTML_End=
Piştî ku welat bû şanogeheke şerê leşkeri, siyasî û cihê tasfiyekirina hesabên hêzên herêmî û cîhanî, tevgera gelêrî li Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû. Qonaxeke bixwîn destpêkir. Di demekê de ku beşekî mezin ji xelkê Sûriyê ji welatê xwe koç kirin, Sûriye ji bo dewletên cîhanê bû qadeke vekirî. Piştre dewleta Tirk a dagirker ji bo şerê hikumeta Sûriyê bike, çek derbasî Sûriyê kir. Bi vê re guhertinek mezin di xwepêşandanên aşîtyane de çêbû û li Sûriyê şerê desthilatdariyê destpêkir.
Bi veqetîna di nava hêzên hikumeta Sûriyê de, dewleta Tirk a yekemîn bû ku destwerdan di kar û barên Sûriyê de kir. Tirkiye li ser erdên xwe kesên ku ji hikumeta Sûriyê veqetîne perwerde kir û bi sponseriya istîxbaratên leşkerî yên Tirkiyê Artêşa Azad a Sûriyê ava bû.
Di Tîrmeha 2011`an de, dewleta Tirk bi hevkariya Erebistana Siûdî û Qeterê piştgirî û çek pêşkêşî Artêşa Azadkir.
Rola Tirkiyê di Sûriyê de ya herî ber biçav bû. Ji ber ku di sala 2011`an de Tirkiyê sînorê xwe li pêşiya bi hezaran çekdarên biyanî vekir da ku derbasî hundirê Sûriyê bibin. Her wiha beriya ku kesek koçberî erdên Tirkyê bibe, kampên koçberiyê vekirin û behsa herêmeke tampon kir.
Di 2`ê Tebaxa 2019`an de nûnerê Sûriyê yê dawîm li gel Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar El-Ceferî hejmara hêzên Tirkiyê li Sûriyê eşkere kir û wiha got: Rejîma Tirkiyê 10 hezar û 655 efser û leşkerên xwe li hundirê erdên Sûriyê belav kiriye. Her wiha 166 tank, 278 panzêr, 18 moşekavêj, 173 tankên hewanan, 73 erebeyên bi çekên giran barkirî û 41 baregehên moşekên li dijî tankan derbasî erdên Sûriyê kiriye.
Li aliyekî din Erebistana Siûdî û dewleta Qeterê di Buhara 2012`an de ragihand ku wan piştgiriya Opuzsyona Sûriyê bi çek û pereyan kirine. Di Gulana 2013`an de jî rojnameya Financial Times destnîşan kir ku Erebistana Siûdî çavkaniya herî mezin a çekan ji bo opuzsyona Sûriyê ye.
Rojnameyê diyar kir ku her du welatan çekdarên li Sûriyê bi çek, leşker û çekên li dijî tankan ên ji Kirwatiyayê bi rêya Urdinê hatine, zêde kirin. Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed li ser vê piştigiriyê wiha got: Piştgirê herî mezin ê terorê Erebistana Siûdî ye.
Ne tenê dewletên ku ji bo xistina rejîmê piştgiriya çekdaran dikirin destwerdana Sûriyê kir, lê belê aliyên ku piştgiriya hikumeta Sûriyê jî dikirin destwerdan kir. Hevalbendê stratejî yê hikumeta Sûriyê Îranê bi awayekî rasterast piştgiriya hikumetê kir û destwerdan kir û bajarê Zebedanî di Hezîrana 2011`an de veguherî navenda Hêzên Pasdarên Îranê û Hizbullah a Lubnanê.
Bi destwerdana Îranê re ya ji bo piştgiriya hikumeta Sûriyê, Amerîkayê jî destwerdan kir da ku piştgiriya çekdaran bike. Amerîka destpêkê piştgirî bi xwarin û alavên veguhestinê kir, lê belê piştre istîxbaratên Amerîkayê komên çekdar di erdên Tirkiyê de, perwerde kir.
Di Hezîrana 2013`an de, serokê Amerîkayê yê wê demê Barack Obama biryara piştgiriya çekdarî ji bo meclisa leşkerî ya bilind a opuzsyonê, da. Bi rastî jî li ser erdê ji destpêka meha Îlonê ve, çekên sivik û moşekên li dijî tankan drebasî Sûriyê hatin kirin. Amerîkayê bi 15 melyon dolarên Amerîkî piştgiriya çekdaran kir.
Di Tîrmeha 2014`an de, Amerîkayê ruxset da rêxistineke ne hikumî bi navê koma piştgiriyê ya Sûriyê da ku pereyan ji bo Artêşa Azad a Sûriyê kom bike.
Lê belê piştî ku kamyoneke çekên Amerîkayê kete destê Cebhet El-Nusra ku sala 2015`an Amerîkayê ew xistibû nava lîsteya terorê, piştgiriya Amerîka ji bo çekdaran rastî derbeyeke mezin hat. Li ser wê yekê Washingtonê biryara rawestandina vê piştgiriyê da.
Ji ber berfirehbûna êrişên DAIŞ`ê li Sûriyê û bidarvekirina dîlên Amerîkî, Amerîkayê gelek dewlet kom kirin da ku beşdarî êrişên asîmanî li dijî DAIŞ`ê bibin û di sala 2014`an de bi serkêşiya xwe koalisyoneke navneteweyî ava kir.
Koalisyona navneteweyî piştgiriya çekdarên ku Tirkiye û Qeter piştgiriya wan dike nekir ji ber ku lawaz bûn û ketin bi kontrola Cebhet El-Nusra û komên din ên radîkal. Ji ber vê yekê koalisyonê piştgiriiya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) kir.
=KTML_Bold=DESTWERDANA RÛSYA HEVSENGIYA HÊZAN GUHERT=KTML_End=
Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Rûsya piştgiriya hikumeta Sûriyê kir. Lê belê piştî xistina rejîma Muamar El-Qezafî li Lîbyayê ji aliyê dewletên rojavayî ve, Rûsya xeteriya li ser berjewendiyên xwe li Sûriyê hîs kir û biryara zêdekirina piştgiriya hikumeta Sûriyê da.
Di Îlona 2015`an de, Rûsya bi awayekî rasterast destwerdana leşkerî di Sûriyê de kir û êrişên asîmanî li dijî nuqteyên çekdaran pêk anî. Di demekê de ku hikumeta Sûriyê li ber ketinê bû, ji ber ku hikumeta Sûriyê di paytexta Sûriyê Şamê de hatibû dorpêçkirin.
Tevî ku Rûsya ragihand ku dê êriş li dijî DAIŞ`ê pêk bên, lê belê êriş li dijî çekdarên piştgiriya xwe ji Tirkiye û Qeterê digirin pêk hatin, bi taybet li dijî Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam bûn.
=KTML_Bold=DESTWERDANA DERVE DAWIYA ŞOREŞÊ ANÎ=KTML_End=
Ji ber nelihevhatina berjewendiyên dewletên herêmî û navneteweyî yên destwerdana Sûriyê dikin, komên çekdar ê ji sedan endaman ku bi navên li xwe dikirin wekî Sultan Murad û Suleyman Şah ku sultanên Osmaniyan bû, aliyên ku piştgiriya wan dikin dihatin naskirin ava bûn.
Her wiha blokên siyasî yên cuda ku bi navên piştgirên xwe dihatin naskirin wekî meclisa Istenbolê, opozsyona Riyadê, lutkeya Moskovê û hwd.., hatin avakirin.
Ji bo pêkanîna armancên aliyên ku piştgiriya wan dikin, di navbera wan komên çekdar de şer derket û aloziya Sûriyê veguherî şerê aliyên garanator. Her wiha hêviyên gelê Sûriyê yên ku daketin kolana û daxwaza mafê jiyaneke bi rûmet li welatê xwe kirin, hatin têkbirin.
=KTML_Bold=KUŞTIN, RÛXANDIN Û ABORIYEKE TÊKÇÛYÎ…=KTML_End=
Ji ber destwerdanên derve û şerê desthilatê Sûriyê bi temamî hat rûxandin. Di aliyê mirovî de, li gorî serjimariyeke Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR`ê ya 4`ê Çileya 2020`an, ji destpêka aloziyê de derdora 585 hezar kes hatin kuştin û bi melyonan xelkê Sûriyê li derveyî welêt bûn penaber. Her wiha ji ber şer bi melyonan koçberî herêmên din ên hundirê Sûriyê bûn. DewletaTirk a dagirker jî bû sedema bi sed hezaran gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku herêmên pirniya xelkê wê Kurd bûn dagir kir, ku herî dawî di Cotmeha 2019`an de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.
Li aliyekî din jî, aboriya Sûriyê têk çû. Ji ber ku bajarê Helebê ku mezintirîn bajarên sinayî û bazirganiyê bû, piştî ku komên çeteyên girêdayî Tirkiyê kargehên xwe girtin û veguhestin Tirkiyê û li wir firotin veguherî bajarekî rûxandî.
Her wiha komên çeteyên girêdayî Tirkiyê rêyê stratejîk yên Sûriyê M4 û M5 xistin bin kontrola xwe, bi vê yekê tevgera veguhestinê di navbera bajarên Sûriyê de rawestiya û aboriya Sûriyê bi temamî têk çû ku zerarek mezin bi gelê Sûriyê kir.
Cara yekemîn li parêzgeha Idlibê şerê rasterast di navbera Rûsya û Îranê ji aliyekî ve û Tirkiyê ji aliyê din ve, derket.
Li gorî ku SOHR`ê belge kiriye, di 27`ê Sibata 2020`an de li herêma di navbera El-Bare û Bêlon yên bakur rojavayê Sûriyê 34 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Wek bersivdayîna kuştina leşkerên xwe, dewleta Tirk êrişên leşkerî yên rasterast li dijî hêzên hikumeta Sûriyê û li pişt wê Rûsya û Îranê di bin navê Mertala Buharêde pêk anî. Êriş di saeta destpêkê ya roja 6`ê Adarê de piştî hevdîtina serokê Rûsya Vladimir Putin û serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan li Moskovê, rawestiyan.
=KTML_Bold=DESTWERDANA TIRKIYÊ DI SÛRIYÊ DE YA HERÎ XIRAB Û XETERNAK LI SER GELÊ SÛRIYÊ BÛ=KTML_End=
Li ser vê mijarê lêkolînerê siyasî Xeyas Neyse ji ANHA`yê re got: Hovîtiya rejîma Sûriyê nexasim piştî tunekirina endamên têgihîştî yên koordînasyonan, derketina fermandariyeke siyasî ya rastî ku temsîla şoreş bike asteng kir.
Her wiha destnîşan kir ku destwerdana hêzên herêmî û navdewletî bi taybet a Qeter û Tirkiyê berê şoreşê guhert, ji ber ku fermandariyekeşoreşê ya girêdayî xwe û xizmeta berjewendiyên wan dike, danîn û piştgirya mîlîsên cîhadî yên selefî kirin ku piştî vê yekê dagikerî û destwerdana leşkerî ya gelek hêzan dest pê kir.
Neyse got: “Rejîma Tirkiyê di 10 salan de ji du faktorên sereke sûd girt. Ya yekê geşbûna aboriya Tirkyê ku hêzeke aborî ya mezin da Tirkiyê, ya duyem jî vekişîn anku têkçûna Amerîkayê li Iraqê sala 2011`an û qelsbûna Amerîka li herêmê û cîhanê. Dagirerkiya dewleta Tirk ji erdên Sûriyê re, destwerdana herî xeternak û xirab e û ji bilî berxwedana gelêrî û bi hêzên tu şêwazên bersivdayînê tune ne.”
Lîkonerê siyasî di axaftina xwe de îşaret bi xeteriya mayîna xeklê Sûriyê li derveyî dayîreya tevgerkirinê kir û wiha got: Ger gelê Sûriyê li derveyî dayîreya tevgerkirinê bimîne, dê deriyê derketina ji vê rewşê dê lihevkirinên dewletên herêmî û navdewletî yên destwerdana Sûriyê dikin û yek ji wan Tirkiyê, dê diyar bikin. Her wiha dê ne li gorî berjewendiya gelê Sûriyê û xeyalên wî yên aşîtî û azadiyê be.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 234 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/- 27-03-2025
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 14-03-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 27-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 234 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!