Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,588
Wêne
  123,874
Pirtûk PDF
  22,079
Faylên peywendîdar
  125,517
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Aloziya Sûriyê – 2.. Ji şerê wekîlan ber bi şerê aliyên esasî ve
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=Aloziya #Sûriyê# – 2.. Ji şerê wekîlan ber bi şerê aliyên esasî ve=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN- AZAD SEFO

Destwerdanên derve di Sûriyê de alozî kûrtir kir û ji bo bidestxistina wê hemû alî ketine pêşbirkê. Wan aliyan hewl dan ku destwerdana xwe rewa bikin û bi rêya civînên ku nûnerên gelê Sûriyê beşdarê nedikirin, hewl dan berjewendiyên xwe pêk bînin.
Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve û guhertina berê wê ji ber destwerdanên leşkerî yên hêzên herêmî û navdewletî, hêzên herêmî û navdewletî xwestin ku destwerdana siyasî jî di kar û barê vê welatî de bikin. Destpêkê ev yek bi rêya insyatîfeke erebî ku li ser rawestandina tundiyê, serbestberdana girtiyan û vikişîna artêşê ji bajaran, di dawiya sala 2011`an de dest pê kir.
Piştî 2 mehan ji vê insyatîfê bi taybet di Çileya 2012`an de, wezîrên derve yên ereban insyatîfeke nû dest pê kirin. Insyatîfê bang kir ku desthilata Beşar El-Esed bikeve destê cîgirê wî û hikumeteke yekitiya neteweyî bê avakirin, lê belê rejîma Sûriyê ev plan red kir.
=KTML_Bold=9 GERÊN CINÊVÊ Û TÊKÇÛNA NAVDEWLETÎ=KTML_End=
Piştî zêdebûna destwerdana navdewletî, Cinêv bû cihekî derve yê sereke ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dûrî daxwazên gelê Sûriyê û pêkanîna berjewendiyên aliyên destwerdan kirine. Yekemîn gerên Cinêvê di 30`ê Hizêrana 2012`an de li ser bangewaziya şandeyê navneteweyî ji bo Sûriyê yê wê demê Kofî Enan, pêk hat.
Ta niha 9 gerên Cinêvê pêk hatine ku ya herî dawî di 25`ê Çileya 2018`an de bû û ji ber bebeşdarbûna gelê Sûriyê tê de tu çareserî ji aloziyê re neanî.
Di van civînan de zêdetirî şandeyekî navneteweyî ji bo Sûriyê wekî Kofî Enan, Exdar El-Ibrahîmî û Stephen De Mistura hatin pejrandin. Ji 7`ê Çileya 2019`an de şandeyê navneteweyî Geir Pedersen hat guhetin û pê re hevsengiyên hêzan li gorî berjewendiyên rejîmê ji ber destwerdana Rûsyayê hatin guertin.
Di gera 8`emîn de ku di navbera 28`ê Mijdarê û 14`ê Kanûnê de hate lidarxistin, şandeyê navneteweyî Stephen de Mistura eşkere kir ku Cinêvê têk çûye û wiha got: Me dan û standinên rasteqîn pêk neanîn.
=KTML_Bold=ASTENA..PEYMANÊN KU JI BO GELÊ SÛRIYÊ NE BI XÊR BÛN=KTML_End=
Hemwextî têkçûna gera Cinêvê û rêxistina navneteweyî ku tê de mafê Vêto hate bi karanîn, Rûsya, Îran û Tirkiyê nêzîkî hev bûn û li ser wê wekî civîneke wekî ya Cinêvê Astane dest pê kir ku ji bo pêkanîna armancên her sê aliyan li Sûriyê bû.
Rêzecivînê Astena di 30`ê Çileya 2017`an de dest pê kir û heta niha 14 gerên wê pêk hatine ku ya herî dawî di 10, 11`ê Kanûna 2019`an de bû ku di wê de jî nûnerên gelê Sûriyê tune bû.
Di encama wan rêzecivînan de hikumeta Sûriyê dest bi vegerandina herêmên ku di destê çekdaran de bûn, kir û peymanên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de dest pê kirin. Di 30`ê Çileya 2017`an de çete ji herêma geliyê Berede yê gundewarên bakur rojavayê Şamê û herêma kaniya Fîce ji bo Idllibê hatin veguhestin û hêzên hikumeta Sûriyê ew herêm bi temamî xistin destê xwe.
Gera 4`emîn a rêzecivînan ku di 4 û 5`ê Gulana 2017`an de hatin lidarxistin, guhertineke mezin di aloziya Sûriyê de çêkir. Rûsya, Îran û Tirkiye gihîştin peymaneke bi navê kêm rageşiyê ku li gorî wê 4 herêmên kêm rageşî hatin diyarkirin û pê re peyamanan dest pê kir û herêma careke din ketin bin serweriya hikumeta Sûriyê, her wiha dewleta Tirk a dagirker parçeyên erdên Sûriyê dagir kir û li ser hesabê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhertina demografî pêk anî.
Li gorî vê peymanê, li bajarokê Xan El-Şêh ê başûrê Şamê û gundên derdora wê lihevkirin pêk hatin û hikumeta Sûriyê careke din vegerî herêmê.
El-Xûta ya rojhilat jî ku hikumeta Sûriyê bi rêya operasyonên leşkerî nikarîbû bi dest bixe, di 14`ê Nîsana 2018`an de piştî peymaneke Tirkiye û Rûsyayê ku bi rêya wê Rûsya destûra dagirkirina Efîrnê di Adara 2018`an de da Tirkiyê, El-Xûta bi temamî radestî rejîma Sûriyê hat kirin.
Bi vê yekê hikumeta Sûriyê zêdetirî ji sedî 60 ji bejahiya Sûriyê bi dest xist, ku di dema destwerdana Rûsya di dawiya 2015`an de tenê kêmtirî ji sedî 20 ji erdan di destê rejîmê de bû.
Tirkiyê jî parçeyên erdên Sûriyê ji Cerabilusê heta Idlib û Efrînê dagir kir û şêniyên resen ên wan herêman bi taybetê Kurd, bi darê zorê dan koçberkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, saziyên têkildar ên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Efrînê, ANHA`yê û dezgehên din ên ragihandinê gelek rapor û belgeyên binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Kurd û guhertina demografiya herêmên ku dagir kirine, tirkirina wan herêman û guhertina meteryalên xwendinê û ferzkirina zimanê Tirkî, belav kirin.
Piştî gera dawî ku di Kanûna 2019`an de pêk hat, hêzên hikumeta Sûriyê zêdetirî 250 gund li gundewarên Idlib, Hema û Lazîqiyê bi dest xist û rûbereke kêm ji bejahiya Idlibê di destê Tirkiyê û çeteyên wê de ma. Li ser vê yekê dewleta Tirk li dijî Rûsya, Îran û hikumeta Sûriyê şerekî rasterast ragihand.
=KTML_Bold=KOMÎTEYA DESTÛRÊ YA RÛSYA Û TIRKIYÊ…NÛNERÊN RASTEQÎN ÊN GEL LI KU NE?=KTML_End=
Balkêş e ku Rûsya bi alîkariya Tirkiye û Îranê hewl da aloziya Sûriyê di mijara komîteya destûrê de, sînordar bike ku Meclisa Ewlehiyê di Kanûna 2015`an de di biryara 2252 de bi navê nexşerêya çalakiyên veguhestina siyasî li Sûriyê, pejirand û 4 beşên wê hebûn ku yek ji wan komîteya destûrê bû.
Vê biryarê piştgiriya avakirina destûrekî nû yê Sûriyê kir ku li gorî pîvanên navdewletî heta 18 meha bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî. Lê belê ji ber destwerdanên derve û ne lihevhatina berjewendiyan, komîte nehat avakirin. Di Çileya 2018`an de bi insîyatîfa Rûsya û beşdarbûna Tirkiye û Îranê di civîneke Astenayê de ku nûnerên hikumeta Sûriyê û Tirkiyê jî wekî nûnera çeteyên xwe beşdarê bû, lihevkirin li ser avakirina komîteyeke destûrê hat kirin.
Di komîteyê de 50 nûnerên hikumeta Sûriyê, 50 nûnerên komên girêdayî Tirkiyê ku Tirkiyê wan hildibjêre û 50 kesayetên ji civaka sivîl ku Rûsya, Tirkiyê û Îran wan hildibijêrin, hene.
Pêkhateyên resen ê gelê Sûriyê bi taybetî nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tê de zêdtirî 5 melyon kes jiyan dike, ji komîteya destûrê hatin dûrxistin.
Tevî avakirina vê komîteyê jî, tenê 2 gerên civînan pêk hatin ku tê de ji ber nelihevkirinên beşdaran ne serkeftî bûn.
Tevî van civînan jî, tu çareserî ji aloziya Sûriyê re nehat dîtin û topbaran û dagirkirî hîna berdewam e ku ji gel buhayê destwerdanên derve dide.
=KTML_Bold=BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ..RONAHIYA KU ALIYÊN DESTWERDANÊ HEWL DIDIN TARÎ BIKIN=KTML_End=
Tevî şer û rûxandina li Sûriyê pêk hatiye, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêgeza xeta sêyemîn (netewa demokratîk) ku ji xwe re esas girtibû, parast û rêveberiyeke siyasî û hêzeke leşkerî bi beşdarbûna hemû pêkhateyan ava kir.
Şêniyên herêmê ji pêkhateyên hemû gelan di 21`ê Çileya 2014`an de rêveberiyeke xweser ragihandin ku pêdiviyên sereke yên welatiyan peyda kir. Her wiha partiyên siyasî bi awayekî azad dest bi çalakbûnê kir.
Her wiha di Cotmeha 2015`an de Hêzên Sûriye Demokratîk QSD`ê hat avakirin û rêgeza parastina rewa ji xwe re esas girt. QSD`ê yekemîn pêngavên xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê li navçeya Hol a girêdayî katona Hesekê dest pê kir û li herêmên din dewam kir. Di 23`ê Adara 2019`an de çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Hecînê tune kir.
Bi kûrbûna aloziya Sûriyê re li herêmên din ên Sûriyê, Meclisa Sûriye Demokratîk di 10`ê Kanûna 2015`an de bi beşdarbûneke şêniyên cogragiya Sûriyê û eşîrên Ereban kongreyek li dar xist. Ev yek wekî gaveke nûnertiya gelên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.
Di vê mijarê de, lêkolînerê siyasî Xeyas Neyse wiha ji ANHA`yê re got: Li gorî pêşketina tevgera siyasî ya Kurdî ya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevgera Kurdî ya herî zêde ku hevgirtineke rêxistinî û siyasî ji bo şopandina tevgera şoreşgerî heta damizrandina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojihilatê Sûriyê, ava kir. Di dînamîta tevgera gelêrî li welatê me, ji aliyekî ve paşdeçûn û binketin heye, ji aliyê din ve jî proje û tecrûbeyeke nû û ya şoreşgerî heye.
Neyse diyar kir ku Rêveberiya Xweser destkeftiyeke niştîmanî ya hemû gelê Sûriyê ye û ne tenê ji bo beşekî ji cografiya û gelê Sûriyê ye. Bi taybetî ku tevî hemû zehmetî û şaştiyan mudeleke demokratîk û ya pêşketî ji bo rêvebirina xelkê Sûriyê kar û barên jiyana xwe bi edalet, azadî û wekheviyê, pêşkêş dike.
Neyse tekez kir ku projeya netewa demokratîk bi siyasetên zordariyê yê sîstema serwer li Şamê, her wiha bi berjewendiyên hegemoniya û serweriya hêzên herêmî û navdewletî yên ku dest li welatê me werdana re, bi nakok e.
=KTML_Bold=DÊ ALOZIYA SÛRIYÊ BIDAWÎ BIBE GELO ?=KTML_End=
Bi ketina aloziya Sûriyê sala xwe ya 10`emîn û gûrbûna şerê berjewendiyan re, li bakur rojavayê Sûriyê şerê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê ku Rûsya û Îran piştgiriya wê dikin ji aliyekî ve û Tirkiye û çeteyên Cebheta El-Nusra û komên din ên çete ji aliyekî din ve gur dibe.
Piştî ragihandina hikumeta Sûriyê operasyoneke leşkerî ber bi Idlibê ve, şer gurtir bû û hêzên rejîmê nuqteyên girîng wekî Maret El-Nûman, Seraqib û rêyên M4, M5 bi dest xist û derdora Helebê bi ewle kir. Di vê şerî de bi dehan leşkerên artêşa Tirk hati kuştin.
Bi berdewama ne lihevhatina berjewendiyan û hebûna hêzên Rûsya, Amerîka, Îran û Tirkiyê li ser erdê Sûriyê û hebûna çekdar û çeteyên ji seranserê cîhanê. Her wiha bi topbarana Israîlê ji nuqteyên Sûriyê re ku Îran û Hizbullah lê dimînin, xuya ye ku li asoyan tu çareseriyên ku êşa gelê Sûriyê bi dawî bike, xuya nakin.
Di vê der barê de, lêkolînerê siyasî Xeyas Neyse wiha dibêje: Ger gelê Sûriyê li derveyî daîreya tevgerkirinê de man, derketina ji rewşa heyî dê lihevkirinên dewletên herêmî û navdewletî yên destwerdana Sûriyê dikin û di nava wan de dewleta Tirk, diyar bikin û dê ne li gorî berjewendiya gelê Sûriyê û xeyalên wî yên aşîtî û azadiyê be.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 414 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/- 27-03-2025
Gotarên Girêdayî: 23
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 15-03-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 27-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 414 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 3.375 çirke!