Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,173
Wêne
  124,141
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  126,005
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
YPJ..Ji bo hemû jinên cîhanê ezmûneke zindî ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=#YPJ# ..Ji bo hemû jinên cîhanê ezmûneke zindî ye=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di rewşên awarete de hatin avakirin. YPJ ne tenê ji bo parastina gel, heman demê de ji bo parastina mafên jinê hate avakirin. Ji ber vê yekê bû nasnameya jinên têkoşer û hêzeke leşkerî ku hemû jinên cîhanê azadiya xwe tê de dibînin.
Îro 7`mîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye. YPJ di 4’ê Nîsana 2013`an bi awayekî fermî hate damezrandin û wekî hêzeke leşkerî ya taybet bi jinan deng veda.
Têkoşîna jinan bi destpêkirina Şoreşa Rojava re anku 19’ê Tîrmeha 2012`an re derbasî qonaxeke nû bû. Li ser vî esasî piştî salên dudirêj ji çewisandin û paşguhkirinê tev li nava sazî û çalakiyên rêveberiya herêmê bûn. Bi avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re, sala 2012`an bi germî beşdarî nava yekîneyê bûn.
=KTML_Bold=PARASTINA REWA JI BOPARASTINA GEL PÊWÎSTIYEK E=KTML_End=
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya Parastina Gelekê de qala parastina rewa û xweparastinê dike. Rêber Ocalan dibêje: Parastina rewa tenê di rewşên dagirkeriyê de manîdar dibe. Gava li ser gelekî dagirkerî, mêtingerî, yan jî cûreyekî din sîstema zordest were damezrandin, wê wextê dagirkerî heye. Çawa ku hêzeke biyanî dikare bi serê xwe dagir bike, her weha dikare carnan nîv bi nîv bi hêzên xwecîh jî bike. Hedef dawîanîna li dagirkeriyê û damezrandina demokrasiyê ye. Eger hêza dagirker biyanî be, ji parastina rewa re demokratîk netewî were gotin rastir e. Dîsa di van şertan de mercên şer û serhildanê derketine holê. Lê car din şerê rizgariya netewî yê klasîk esas nayê dîtin. Her çend aliyê wê yê netewî hebe jî, bi sedema taybetiyên serdemê şerekî parastinê ji bo yekparebûneke
demokratîk a berfireh durustir e. Şer û serhildanên bi vî rengî hem li bajaran, hem jî li çiyan an yek an jî bi hevdu re têne meşandin.
Rêber Abdullah Ocalan wiha didomîne: Hêzên parastina gel ji dijberiya dewletê, yan jî alternatîfbûna hêzên wê wêdetir, bersiv dide hewcebûna bi ewlekariyê ya dewlet pêk neyne, tê de kêm dimîne û heta rewşa dewletê ya bi xwe dibe sedemê bê ewlebûnê. Yekîneyên parastina gel, ne artêşa rizgariya netewî ye, ne jî yekîneyên klasîk ên gerîlla ne. Ji ber ku gerîllayên rizgariya gel û artêşa rizgariya netewî bi giranî hedefa wê dewlet û îqtîdara wê ne. Dixwazin pirsgirêka îqtîdarê çareser bikin. Yekîneyên parastina gel nabe ku hedefek wê ya taybet ji bo damezrandina dewletekê û hedefa wê ya îqtîdarê - ji bilî mecbûriyetên objektîf - hebe. Mirov wezîfeyên wan ên bingehîn weha dikare destnîşan bike; wexta mafên gel ên qanûnî û destûrî hatin binpêkirin û dadgeriyê wezîfeya xwe nekir, wê mafên gel biparêzin; hewldanên demokratîkbûnê misoger bikin; dijberî êrîşan pêşengiya berxwedanê bikin; wê hebûna hawîrdor û çandî biparêzin.
Yekîneyên parastina gel li bajaran û reşahiyê dikarin bi awayekî guncaw xwe bi rêxistin bikin. Bi awayekî din mirov dikare ji wan re bibêje milîsên parastina gel. Wezîfeyên hêzên asayîşa herêmî bi cih neynin, ew dikarin tê de rol bilîzin. Ji ber ku şertên krîzê avahiyên civakî timî ji hev de dixîne û naverast tevlîhev dibe, xweparastina gelan û xwerêvebirina wan dibe yek ji mijarên sereke yên girîng. Ji bo derketina ji krîzê wexta li rêyên demokratîk hat gerîn, di vê pêvajoyê de ji bo bê ewlebûna zêde dibe li dawiyê were hîştin, hêzên parastina gel dikarin rol bilîzin.
=KTML_Bold=BER BI AVAKIRINA TABÛRÊN XWESER VE=KTML_End=
Bi beşdarbûna jinan ji Yekîneyên Parastina Gel re 23 Sibata 2013`an tabûrên leşkerî yên taybet yên jinan hatin avakirin. Li ser vî esasî tabûra yekemîn li navçeya Cindirêsê navçeya Efrînê bi navê Tabûra Şehîd Rûken hate avakirin.
Piştî tabûra Şehîd Rûken li Efrînê hate damezrandin, li navçeya Dirbêsiyê jî tabûra Şehîd Berçem, li Dêrikê jî tabûra Şehîd Sozdar hatin damezrandin. Bi rasthatina Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê anku roja 8’ê Adarê re li bajarê Qamişlo bi merasîmekî leşkerî tabûra çaremîn a bi navê Şehîd Adalet hate avakirin. Bi vî awayî li seranserî herêmên Rojava tabûrên taybet yên jinan hatin avakirin.
Di vê çarçoveyê de li herêma Dêrikê bi navê Şehîd Şîlan akademiya yekemîn a leşkerî ya taybet ya jinan hat vekirin. Paşê di 9’ê Gulana 2013`an dewreya yekemîn a bi navê Şehîd Rêvan bi dawî bû.
=KTML_Bold=RAGIHANDINA AVAKIRINA YPJ`Ê=KTML_End=
Piştî li seranserî herêmên Rojava tabûrên jinan hatin avakirin, di 2’ê Nîsana 2013`an de YPJ`ê li bajarê Dêrikê konferansa yekemîn bi sloganaXwe di nava YPJ`ê de birêxistin bikin da ku serkeftinê misoger bikin li dar xistin. Di 4’ê Nîsanê de bi awayekî fermî avakirina Yekîneyên Parastina Jin hate ragihandin.
Di vê çarçoveyê de şervana bi navê Narvîn Hogir a ji bajarê Qamişlo axivî û got: Yekîneyên Parastina Jin bi armanca azadiya jinan hatiye avakirin. Li gel vê yekê roja damezrandina YPJ`ê heman roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber ku em vê rojê wekî rojbûna xwe jî bi nav dikin. Ji ber Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe jiyaneke nû ji jinan re misoger kiriye.”
=KTML_Bold=PIŞTÎ RAGIHANDINA DAMEZRADINÊ BI MEHEKÊ...YEKEMÎN ŞEHÎD LI EFRÎNÊ=KTML_End=
Ji destpêka 2012’an, herêmên Rojava rastî êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra û koma çete ku bi fermana dewleta Tirk a dagirker a bi navê “Artêşa Azad” tev digerin, dihatin. Her wiha PYG’ê bersiva tevahî êrişan dida. Her wiha bi 2013’an re êrişên li herêmên Rojava ji Dêrik heta bi Efrînê zêde bûn.
YPJ, bi awayekî aktîf li hember êrişan di eniyên pêş de beşdarî şer bû. Di 25’ê Gulana 2013’an komên çete êrişî gundên Efrînê kirin. Êrişên wan li dijî gundewarên navçeya Şera bi taybet li dijî gundên Aqîbê û Basilê bûn.
Di berxwedana li hember êrişan de, YPJ’ê yekemîn şehîd di 29’ê Gulanê de da. Şehîd Silava Efrîn, endama Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê bû û beşdarî konferansa damezrandinê bûbû.
=KTML_Bold=LI HER DERÊ BERXWEDANÎ Û ŞERVANÊN ENTERNASYONALÎST JÎ TEVLÎ BÛN=KTML_End=
Şervanên YPJ’ê ji dema ragihandina damezrandinê ve berxwedaneke lehengî li dijî êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker (Cebhet El-Nusra, DAIŞ, Artêşa Azad) dan meşandin. Ji dema êrişên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam li dijî Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa, Til Hemîs, Til Birak û Til Temirê sala 2013’an ve, YPJ’ê roleke sereke lîst û di vê rêyê de şehîd dan.
Bi êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê yên 15’ê Îlona 2014’an re, rola YPJ’ê ya bersivdayîna êrişan mezintirîn bû. Bi taybet piştî çalakiyên fedayî yên Arîn Mîrkan û Rêvan. Her wiha têkoşîna fermandar Zehra Penaber ku di 3’ê Sibata 2015’an de şehîd bû. Her wiha Evîndar Botan di şerê li dijî DAIŞ’ê li Kobanê, berxwedaneke mezin meşand û di 4’ê Tîrmeha 2015’an de şehîd bû.
=KTML_Bold=‛YPJ NASNAMEYA JINÊN CÎHANÊ YE’=KTML_End=
Bi wê re jî YPJ, bû sembola berxwedan û têkoşîna jinê. Bala tevahî cîhanê kişand û gelek jinên cîhanê tevlî YPJ’ê bûn. Mîna şehîda Almanî Ivana Hoffman ku di 7’ê Adara 2015’an de, şehîd bûbû.
Di vî warî de şervan Narvîn Hogir wiha got: YPJ bû nasnameya tevahî jinên cîhanê.
=KTML_Bold=JI BO TOLHILDANA ÊZIDIYAN, TEVLÎ QSD’Ê BÛN Û ŞERÊ DAIŞ’Ê KIRIN=KTML_End=
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 12’ê Cotmeha 2015’an de, piştî civîna berfireh a hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê hat damezrandin. YPJ weke hêzek bingehîn beşdarî nava QSD’ê bû.
Rola YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de ya herî girîng bû. Ew jî bi tolhildana jinên Êzidî yên ku DAIŞ’ê di êrişa li ser Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an pêk aniye de bû.
Girêdayî mijarê şervan Solîn Siyaroj wiha dibêje: Ez tevlî YPJ’ê bûm da ku gelê xwe bi taybet jinan ji zilmê biparêzim. Her ferdek dixwaze li welatekî azad bijî ku nasname û hebûna wê/î hebe û ev jî mafê me ye. YPJ’ê rolek bingehîn di rizgarkirina jinên Êzdî û parastina wan de lîst. Lêgerîna me ya ji bo jinên ku hatine revandin didome.”
=KTML_Bold=FERMANDARÊN YPJ`Ê FERMANDRÊN PÊNGAVÊN RIZGARIYÊ NE=KTML_End=
YPJ, beşdarî pêngavên QSD`ê yên li dijî DAIŞ`ê ku li Holê, Minbicê, Tebqa, Reqa û Dêrazorê dan meşandin bûn. YPJ netenê beşdarî pêngavan bû, lê di heman demê de serkêşiya pêngava rizgariya Reqayê ji DAIŞ`ê jî kirin. Isbata vê yekê jî fermandar Rojda Felat, Cîhan Şêx Ehmed ku berdevka hemleyê bû her wiha di pêngava Dêrazorê jî de fermandar Lîlwa Ebdellah berdeva hêzê bû.
Li gel vê yekê YPJ zêdetirî 3 hezar jin û zarokên êzidî ji eslê 6 hezar û 417 kesên DAIŞ`ê ew revandine rizgar kirin. Paşê radestî Desteya Jin a kantona Cizîrê û mala êzidiyan kirin, ji wir jî bi hevkariya Rêveberiya Xweser a wir radestî Şengalê kirin.
Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah di vê derbarê de anî ziman ku piştî jinan di hemû qadan de nexasim li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin bûn qublegeha hemû jinên cîhanê.
=KTML_Bold=LI DIJÎ ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK ÇALAKIYÊN FEDAYÎ=KTML_End=
Li gel ku jinan li dijî DAIŞ`ê, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û komên çete yên din li ber xwe dan, di şerê artêşa Tirk ê li dijî kantona Efrînê ku 2018`an 58 rojan li ber xwe dan. Her wiha li dijî şerê li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ku Cotmeha 2019`an bû, xwedan roleke pêşeng bûn.
Mînaka vê yekê jî şehîd Avêsta Xabûr e ku li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gundê Hemam ê herêma Cindirêsê parastina rêya şehîd Arîn Mîrkan kir û çalakiya fedayane pêk anî.
Beramberî vê yekê kiryarên artêşa Tirk li dijî cenazeyên şehîdan heman kiryarên DAIŞ`ê ne. İsbata vê yekê jî xerabkirina cenazeya şehîd Barîn Kobanê ya ku êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê têk bir û tevî 4 şervanên din vekişandina ji gundê Qernê yê navçeya Bilbilê red kirin.
Artêşa Tirk a dagirker 2019`an kiryarên dermirovî li dijî Serêkaniyê û Girê Spî jî pêk anî.
Di vê derbarê de berdevaka YPJ`ê Nesrîn Abdullah anî ziman ku şerê jinan ne biyolojîk e lê şerekî fikirî ye û rêya şehadetê dane ber çavên xwe, ji ber vê yekê dîlgirtin û birîndarbûn me ji destpêkê ve derbas kirine.
Nesrîn Abdullah da zanîn ku dema şervan dihatin dîlgirtin û kiryarên dermirovî li dijî wan pêk dianîn, tenê nemeyekê didin dijmin ew jî heta tunekirina dagirker û azadiya jinan Neveger û en jî teslîmkarî hildibijêrin.
=KTML_Bold=YPJ`Ê PARAASTINA HEMÛ JINAN DIKE=KTML_End=
Jinên ji hemû pêkhate û olan ji Kurdan bigire û heta bi Ereb, Suryan, Tirkumenan, Çeçanan û Ermenan her wiha enteryonalîstên ji dewletên cîhanê tev li nava YPJ`ê bûn.
Nesrîn Abullah diyar kir ku şervanên YPJ`ê taybetmendiyên civaka xwe diparêzin ji ber vê yekê di cîhanê de deng vedan.
Jinên hemû pêkhateyan meclisên xwe yên leşkerî ragihandin. Di 30’ê Tebaxa 2015`an de jî YPJ, Beys Nehrên a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Suryaniyan ragihandin û yekemîn dewreya şervanan bi dawî kirin.
Piştî QSD`ê sazûmaniya xwe bi rêya meclisên leşkerî yên her bajarekî di 20’ê Hizêrana 2019`an de ragihand, jinên meclisên leşkerî bi rêya nivîsgehên xwe yên taybet beşdar bûn. Nivîsgehên Meclisên Leşkerî guhdanê bi perwerdeya leşkerî û firkî ya jinan dike.
Nesrîn îşaret pê kir ku YPJ`ê derfet da jinên Ereb ên li herêmên ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûne û bi rêya meclisên leşkerî piştgiriya van jinan kirin.
=KTML_Bold=LI CÎHANÊ JIN NEBÛNE XWEDAN TAYBETMENDÎ=KTML_End=
Li gelek dewleta jin cihê xwe di nava artêşa de girtin û beşdarî şeran bûn. Lê hebûna jinan wekî hêzeke serbixwe tunebû. Tenê wekî parçeyek biçûk ji artêşê dihat dîtin.
Jin li gelek dewletan beşdarî nava şeran û artêşan bûn lê ne xwedan xweseriyek bûn, ji ber beşekî biçûk ji artêşa guh didan aliyên din û guh nedidan qada leşkerî.
Yekîtiya Sovêtê di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de 800 hezar jin tev li artêşê kir lê tenê di rakirina birîndaran de, deverên çavdêriyê, pasevaniya karwanan û agirkujiyê de rol dilîstin.
Her wiha jinên Birîtanyayê 2016`an beşdarî qada leşkerî bûn û di vê derbarê de serokwezîrê Birîtanyayê David Cameron bi daxuyaniyekê ji rojnameya The Daily Telegraph re daxûyand ku wan hemû navendên hêzên çekdar li pêşiya beşdariya jinan vekirine.
Her wiha sala 1973`yan jin beşdarî nava hêzên çekdar ên Amerîkayê bûn.
Di heman demê de Îsraîl û Siwêd bi darê zorê jinan tev li leşkeriyê dikin lewma ji sedî 33 jin in û dema erkdariya neçarî jî 2 sal in.
Li Çînê jî jinan tenê merasîma leşkerî pêşkêş dikirin û jinên di nava artêşê de tenê karê disipilîn û rêxistinkirinê dikirin.
Di nava artêşa Polonya jî derdora 2 hezar 500 jin tev li artêşê, deryayê, hêzên taybet û hêzên asmanî bûne.
Li Pakistanê ku dewletek îslamî ye û destpêkê damezrandina Pakistanê 1947`an ve yekemîn dewlet ku jinan bi zarê zorê tev li artêşê dike.
Li çend welatên ereban jî jin beşdarî nava hêzên leşkerî dibûn lê beşdarî nava eniyên şer an jî fermandariya cengan nedikirin.
Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah destnîşan kir ku di nava artêşên cîhanê de beşdariya jinan heye, lê nexwedan taybetmendî ne anku hêzeke taybet bi jinan tune ye.
Nesrîn wiha li axaftina xwe zêde kir: Tevgerên Jinan ên rêxistinî û leşkerî hene, lêkolîn kirine û da ku tecrûbeya YPJ`ê nas bikin peywendî danîne. Di encama xwerêxistinkirina artêşa jinan de li Rojhilata Navîn platforma parastinê û jinê ya hêzên jinan bi beşdariya 160 delegeyên 16 hêzên leşkerî yên taybet bi jinan û bi sloganaXweseriya hêza jinan garantiya civaka azad e hate lidarxistin.
Nesrîn Abdullah piştrast kir ku YPJ`ê ji bo hemû jinên cîhanê bûye tecrûbeyeke zindî. Ji ber vê yekê bi sedan akademî, tevgerên jinan û çalagerên jin hene û derbarê YPJ`ê lêkonîn kirine. Ji ber li herêmê û hele hele di rewşekê wiha de mînakeke zindî ye.
Di dawiyê de Nesrîn Abdullah bi lêv kir ku plansaziyên YPJ`ê yên pêşerojê têkildarî ku ev yekîne çavkanî, navenda beşdariya hemû tevger, hêzên jinan ên herêmî û cîhanî be. Nesrîn piştrast kir ku YPJ`ê parastina rêgezên xwe yên parastina xaka, welat û azadiyê jinê dikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 404 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/- 27-03-2025
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 04-04-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 27-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 404 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.5 çirke!