Qereçox êrişa yekemîn e ku hêzên cîhanî çavê xwe lê girt
Êrişa asîmanî ya
dewleta Tirkdewleta Tirk a dagirker li ser çiyayê Qereçoxê sînyala yekemîn bû ku Koalîsyona Navnetewî çavê xwe li planên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt. Bêdengiya DYA‘yê hişt ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî herêmên ku ji çeteyên DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin, zêde bike.
Roja 25‘ê Nîsana 2017‘an balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker asîmanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin serweriya Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê de ye, binpê kir. Çiyayê Qereçoxê yê bakurê Sûriyê ku dikeve sêkoşeya sînorê Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê bombebaran kirin.
JEOGRAFIYA ÇIYAYÊ QEREÇOXÊ
Çiyayê Qereçoxê dirêjahiya rêzeçiyayê Bêxêr ê li başûrê Kurdistanê ye. Li aliyê wê yê çemê Dicle û başûrê Kurdistanê dikeve. Li başûrê deşta Koçerat heta çiyayê Şengalê ye, li bakurê wê deşta Hesnayê ye heye. Bilindbûna çiyayê Qereçox 779 meter e.
Çiyayê Qereçox xwedî jeografiyeke stratejîk û girîngiyeke dîrokî ye. Tê texmînkirin ku berê cihê kombûna kerwanên bazirganiyê bû. Di aliyê aborî de jî bi binerd û berhemên xwe yên petrolê dewlemend e. Tê gotin ku di sala 1956’an de yekem vekolandina petrolê li Sûriyê li çiyayê Qereçoxê û derdora wê pêk hatiye. Di sala 1968’an de yekem bermîla petorlê ji çiya derbasî bendera Tertûsê bû.
BAREGEHA FERMANDARIYA YPG Û YPJ‘Ê BÛ
Bi destpêkirina tevgera Şoreşa Rojava re, herêma Qereçoxê ji şoreşê re xwedî taybetmendiyek bû. Destpêkê navenda kombûn û perwerdebûna şervanên Yekîneyên Parastina Xweser (YXK) bû ku di dawiya sala 2011‘an de hatibû avakirin. Yekîneyê ev dever hilbijart, ji ber dûrî herêmên di bin desthilatdariya hikumeta Sûriyê de bû.
Piştî damezirandina Yekîneiyên Parastina Gel (YPG) di 19‘ê Tîrmeha 2012‘an de, di dawiya 2013‘an de, çiyayê Qereçoxê veguherî baregeha fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (Jin) û amborên wan ên leşkerî.
Ji ber bilindbûna cih, yekemîn radio li Rojava bi navê Rojava Fm ji aliyê Konfederasona Xwendekarên Kurd ve hate vekirin. Radyoyê di destpêka Nîsana 2013‘an de dest bi weşanê kir. Radio piştre veguherî navenda saziyeke ragihandinê ya YPJ/ YPG’ê ku ji aliyê endamên ragihandin û çapemeniya yekîneyê ve dihat bi rêvebirin.
26 BAAFIRÊN ŞER ÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER QEREÇOX BOMBEBARAN KIRIN
Roja 25‘ê Nîsana 2017‘an 26 balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êrişî baregehên fermandariya YPJ û YPG’ê û navenda ragihandinê ya li çiyayê Qereçoxê kirin. Di encamê de 38 şervan şehîd û birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya yekîneyê ya wê demê ku li ser malpera xwe ya fermî belav kirbû, di bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de 20 şervanên YPG û YPJ‘ê şehîd bûn. Di nav de feremandarê berpirsar ê şerên li dijî çeteyên DAIŞ‘ê yê Reqayê Rustem Zeydan (Mihemed Xelîl), 2 rojnamevanên şer şehîd bûn û 18 jî birîndar bûn.
Endamê navenda ragihand û çapemeniya YPG û endamê radioya Rojava Fm Mervan Rojava bûyer wiha nirxand: Ji ber êrişa nemerd 4 hevalên me şehîd bûn. Armanca dewleta Tirk ji êrişê bû ku vîna gelên herêmê bişîne, wan tune bike, destkeftiyên Rojava têk bibin, her wiha dengê heqîqetê bisekinîne. Piştî êrişa Tirkiyê bi çend saetan gelek şande ji xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana baregehê kirin û bi dirûşmeyên tolhilanda şehîdan êriş protesto kirin.
Mervan Rojava axaftina xwe wiha domand: “Piştî êrişê bi 6 mehan me radio careke din bi rêbazeke nû ji berê xurtir dîsa vekir. Ji ber ku mebesta dewleta Tirk ji êrişê ew bû ku dengê rastiyê qedexe bike û nehêle dengê leheng û şoreşê bighêje gel û raya giştî.
Dewleta Tirk hemwextê êrişa li ser çiyayê Qereçoxê bi balafiran êrişî çiyayê Şengalê û gundên Kisra û Amûdê kir.
TEVÎ SERWERIYA KOALÎSYONA YA LI QADA ASÎMANÎ TIRKIYÊ ÊRIŞ PÊK ANÎ
Di demekê de ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkarê Koalîsyona Navnetewî şerê li dijî DAIŞ dihatin kirin û serweriya koalîsyonê li qada asîmanî ya herêmê, êrişa Tirkiyê ya li dijî çiyayê Qereçox pêk hat. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî bêdengiya koalîsyona bi serkêşiya DYA û durûtiya wê dan.
Derbarê êrişê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji Ajansa Reutrsê re got, beriya êrişê wan agahî dabû Amerîka, Rûsya û hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê.
Helwesta Koalîsyona Navnetewî ya ji êrişa Tirkiyê re gelek pirs li gel QSD û sîwana wê ya siyasî MSD çêkir. Ku tenê fikarên xwe anîn ziman û piştî çend saetan ji êrişê serdana cihê êrişê kir.
Di dema êrişa li ser çiyayê Qereçoxê de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di pêvajoya sêyemîn a Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqayê şerê li dijî DAIŞ dikir. Çeteyên DAIŞ li bajarê Reqayê ji aliyê QSD û koalîsyonê ve tengav bibûn û hatibûn dorpêçkirin.
ÊRIŞA TIRKIYÊ JI BO KÊMKIRINA ZEXTÊ LI SER DAIŞ HATE KIRIN
Piştî êrişa li ser Qereçoxê YPG‘ê di daxuyaniyekê de got: Ev êrişa nemerd a ji aliyê Tirkiyê ve ji bo destekdayîna rêxistina terorîst pêk hat.
ARMANC JI ÊRIŞÊ VÎNA GELÊ HERÊMÊ YE
Êrişa li ser çiyayê Qereçoxê ne tenê ji bo têkbirina serkeftinên QSD yên li dijî DAIŞ ye, di heman demê de ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku li pêşiya planên dewleta Tirk ên di herêmê de bûye kelem.
Bêdengiya civaka navdewletî di serî de Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê, derfet da dewleta dagirker da ku êrişên xwe zêde bike. Li ser vê yekê Tirkiyê 20‘ê Çileya 2018‘an êrişî Efrînê kir û di 9‘ê Cotmeha 2019‘an êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Dîsa jî ji ber vê bêdengiyê, tevî lihevkirinên di navbera Tirkiyê û Rûsya, Tirkiyê û Amerîkayê de, Tirkiye êrişên xwe yên li ser Efrîn, Şehba, gundên Girê Spî, Eyn Îsa, Til Temir û gundewarên Minbicê didomîne.
Piştî êrişa Tirkiyê ya li ser Qereçoxê muxalifê Sûriyê Husam Elûş ji ANHA‘yê axivî û got: Piştî ku Erdogan wekî dîktatorê nû hate hilbijartin, ev dîktatorî ji aliyê Amerîkayê ve hat erêkirin. Ev dîktatorî jî bi êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê berdewam bike.
[1]