=KTML_Bold=Berxwedana Kobanê di şerê dijî #DAIŞ# 'ê de qonaxeke nû ye-1=KTML_End=
KOBANÊ- ZANA SEYDÎ
Çeteyên DAIŞ' bi desteka dewleta Tirk a dagirker gelek deverên Sûriyê û Iraqê dagir kirin, lê di taxên Kobanê de rûbirûyî berxwedaneke mezin hat. Berxwendana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê veguherî semboleke cîhanî û bû destpêka hilweşîna pergala îslama sexte.
Ji kêliya yekemîn a ragihandina Xîlafetê Îslamê ve û ji ber sûcên şer ên ku li dijî mirovahiyê pêk anîn, cîhan di nava metirsiyê de bû. Civaka navdewletî texmîn kir ku zehmet e li hemberî DAIŞ'ê were sekinandin. Tê zanîn DAIŞ’ê bi desteka Tirkiyê rûpîvanekên berfireh ji Sûriyê û Iraqê desteser kiribûn.
=KTML_Bold='15'Ê ÎLONÊ ÇAVÊ CÎHANÊ LI KOBANÊ BÛ'=KTML_End=
Di dîroka 15'ê Îlona 2014'an de çavê tevahî cîhanê çû ser Kobanê. Bi carê de navê wê di sedan kanalên televîzyonê û ajansên nûçeyan de hate qalkirin.
Çeteyên DAIŞ'ê ku sûd ji çekên giran ên ku ji baregehên leşkerî yên artêşên Sûriyê û Iraqê girtin, di nava du hefteyan de derdora 300 gund li bakurê Sûriyê dagir kirin. Li gorî serjimariyên nefermî, derdora 4 heta 6 hezar çete ji sê aliyan ve êrişeke bejahî ya mezin pêk anîn.
Tevî erdîngariya nîv bejahî ya kantonê û rexmî tunebûna çekên giran şervanên YPG û YPJ'ê bersiva êrişên DAIŞ'ê dan.
=KTML_Bold=DAIŞ DERBASÎ KOBANÊ DIBE, LI KOLANÊN TAXÊ BERXWEDANEKE BÊHEMPA'=KTML_End=
Çeteyên DAIŞ'ê di 5'ê Cotmeha heman salê de, gihîşte Girê Meştenûrê. Du fermandarên YPJ'ê Arîn Mîrkan û Rîvana bi çalakiyên xwe yên fedayî nehiştin ku DAIŞ'ê ber bi taxên bajar ve bi pêş de biçin.
Rexmî dorpêçkirina giran a li ser şervanên parastinê yên di taxên Kobanê de, şer giran bû û çete di nava bajar de hatin sekinandin.
=KTML_Bold='KOBANÊ HÊVIYA XELASIYA MIROVAHIYÊ JI XETERIYA DAIŞ'Ê YE'=KTML_End=
Yek ji fermandarên YPG'ê yên di şerê wê demê de Cemîl Mezlûm e. Fermandar Cemîl der barê wan rojan de axivî û diyar kir ku şervanan biryar xwe dan ku serî danexin û li hemberî DAIŞ'ê şer bikin. Di oxira ku bajar ji dest neçe wan fedekarî nîşan dan.
Mezlûm got: Hemû gelên cîhanê dîtin ku Kobanê veguherî hêviya mirovahiyê ya xilasiya ji xeteriya van koman. Li ser vî esasî gelên cîhanê ji Ewropa heta Amerîkaya Başûr û tevahî herêmên Kurdistanê piştgirî dan parêzvanên vî bajarî. Gelekan ji wan berî dan Kobanê û li kêleka YPG û YPJ'ê li hemberî DAIŞ'ê şer kirin.
DAIŞ'a ku zêdeyî 3 hezar çeteyên xwe di herdu taxên dawî yên bajar de winda kirin vekişiya. Bi taybetî di berxwedana bêhempa ya şervanên li Murşid Pinarê ya di navbera Kobanê û Tirkiyê de. Bi vî şerî re Kobanê bû bingeha veguherîneke stratejîk seba dawîkirina DAIŞ'ê li Sûriyê.
Fermandarên YPG'ê Cemîl Mezlûm destnîşan kir ku şerê li Kobanê desteka hêzên herêmî bi DAIŞ'ê re ji civaka navdewletî re eşkere kir û wiha pê de çû: Bi hêviyên mezin ên tunekirina hêzên tarî, avakirina Sûriyeke azad û demokratîk û çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêbazên siyasî, bi salan me bi hevkariya dewletên Koalîsyona Navneteweyî re şer kir. Tevî ku astengiyên hevalbendên DAIŞ'ê yên ku herêmên bakurê Sûriyê li pêşiya çavê civaka navdewletî dagir kirine, lê hêviya gelê Sûriyê yê ku şûna cîhanê li dijî DAIŞ'ê şer kir ne ew bû.
DAIŞ paşde vegeriya heta hevbendiya ji YPG, YPJ, şervanên Burkan El-Furat û şervanên enternasyonalîst tevahî taxê bajar rizgar kirin û serkeftina mezin a yekemîn di 1'ê Çileya 2015'an de piştî 134 rojên şerên giran ragihandin. Bi vê re şervanên YPG'ê ala xwe li girê Kaniya Kurdan a rojavayê bajêr hildan û li sedan deverên cîhanê pîrozbahiyên serkeftinê hatin lidarxistin.[1]