Bijîşkî di bin agirê şerê Kobanê de -4
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ
Ruxmî dijwariya şerên şervanan ên li dijî
DAIŞDAIŞ `ê li eniyên Kobanê, lê eniya bijîşkan a herî zêde gur bû da ku jiyana parêzvanên bajêr xilas bikin.
Bê tirsa ji topan an jî dengê çekên ku li ser taxên bajarê Kobanê yê ku DAIŞ`ê ji sê eniyan ve dorpêç kiribû dibarîn, jiyana parêzvanên bajêr xilas dikirin.
Li Kobanê di payîza 2014`an de li gel şerên dijwar ên ku rû didan, bijîşk Mihemed Arif ê 39 salî û 4 bijîşkên din cihê xwe di nexweşxaneya meydanî de, girt.
Ji ber hedefgirtina çeteyên DAIŞ`ê nexweşxanayan, piraniya wan wêran bûbûn. Ji ber wê avahiyek li nêzî deriyê sînor ê Mirşid Pinarê li bakurê bajêr veguherîbû nuqteyeke tenduristî.
Li gel wê jî hejmara şervanên birîndar û yên sivîl ên ku sînor derbas dikirin ji ber mayînên artêşa Tirk a dagirker birîndar dibûn zêde dibû.
Li gorî Mihemed Arif, ji ber ku hikumeta dewleta Tirk deriyê sînor li pêşiya tîma tenduristiyê ya Kobanê girt, bi dehan şervanên Yekîneyên Parastina Gel şehîd ketin.
Ruxmî ku Arifê ji gundê Tinhozê yê nêzî bajarê Girê Spî, di beşa rongtenê(eşia) de pispor e, lê neçar ma weke niştegerekî (cerrah) kar bike û jiyana hejmara herî zêde ya birîndaran xilas bike.
Li gel pêşbirka xilaskirina giyana birîndarên bermahiyên top û guleyan û di bin qêrîna wan de û hejmara zêde ya birîndaran li nuqteya tenduristiyê bijîşk nedikarîn bi pisporî karê xwe bikin. Ji ber ku ne dixwest kêliyekê winda bikin ji bo ku jiyana birîndaran xilas bikin.
DAIŞ`ê di destpêka Mijdara 2014`an de ji hundirê taxên rojhilatê bajêr, nexweşxaneya meydanî ya tekane topbaran kir. Ew jî li ser stûnekê berxwedana li dijî êrişan, xeterî çêkir.
Mihemed Arif dibêje: “DAIŞ`ê xwest nuqteyên tenduristiyê yên li bajêr wêran bike. Lê dema bin ket, êrişî nexweşxaneya meydanî ya tekane ya li nêzî deriyê Mirşid Pirnarê bi panzereke zirxî ya bomberbarkirî kir. Piştî wê ji hundirê Tirkiyê ve dest bi êrişeke bejahî kir da ku dorpêça li ser bajêr asê bike.”
Cenga Mirşid Pinarê zivirîneke dîrokî bû ku di encamê de DAIŞ`ê piştî ragihandina xilafeta Islamê û kontrolkirina herêmên fireh li Sûriyê û Iraqê, bin dikeve.
Di dema ku dewleta Tirk rê da DAIŞ`ê ku bi erebeyên bomberkirî û xwekuj êrişên taxên bakurê bajêr bike, YPG û YPJ`ê û tugayên Volkana Firatê êriş şikandin û piştî du rojan ji şerên dijwar çete neçar hiştin ku paşde vekişin.
Arif got: “DAIŞ`ê bi zanabûn nuqteyên tenduristî dikirin hedef, ev yek jî di nîqaşên navbera wan de bi zimanên fransî û rûsî bi rêya bêtêlan diyar bûn. Di nav me de bijîşkên ku bi her du zimanan fêm dikirin hebûn.”
[1]