=KTML_Bold=#Kerkûk# qurbaniya binkentina hundirîn û timayên derve=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN-YIHYA HEBÎB
Ruxmî ku piraniya niştecihên Kerkûkê Kurd in lê gelek neteweyên din jî tê de dijîn. Kerkûk ji hêla hikumetên navendî ve hate paşguhkirin, partiyên Kurd jî di birêvebirina wê de bi bin ket. Dewleta Tirk û Îranê ev rewş bi kar anî û bajar kete bin bandora nakokiya neteweperestî û taîfî. Gelo li gel vê rewşê çareserî çi ye?
Di destpêka 2017`an dema ku hêzên Iraqê nû şerên li hemberî çeteyên DAIŞ `ê bi dawî kiribû, desthilatên Başûrê Kurdistanê bi serkêşiya PDK`ê behsa referandoma serxwebûnê kir. Ev jî ji bo Bexdayê bû hincetek da ku herêmên nakokî careke din kontrol bike.
Hêzên Iraqê pêkanîna referandomê di 25`ê Îlonê de piştî ku ji aliyê herêmî û navneteweyî ve hate redkirin, bi kar anî.
Di sibeha 2017`an de artêşa Iraqê û Heşid El-Şabî derbasî Kerkûkê, Xormato, Daqoq û Hiwêce bûn li gel vekişîna pêşmergeyan bi fermana desthilatên Başûr û ew bajar radest kirin beyî ku kesek sedema vê yekê bizanibe.
=KTML_Bold=`DEWLETÊN DAGIRKERÊN KURDISTANÊ ROLEKE MEZIN DI DAGIRKIRINÊ DE LÎST`=KTML_End=
Ji nav encamên referandoma ku desthilatên herêmê pêk anîne, Bexda, Tehran û Enqere bi awayekî mezin û diyar nêzî hev bûn. Bexda qedexeya firîna balafiran li asîmana Başûrê Kurdistanê ferz kir. Tevahiya balafirgehên herêmê dan rawestandin. Îran û dewleta Tirk jî tevahiya deriyên sînor ên bi herêmê ve girtin û Başûrê Kurdistanê dorpêç kir. Her sê dewletan rahênanên leşkerî li ser sînor pêk anîn.
Têkildarî mijarê lêkolînerê siyasî Mihemed Emîn Pencewînî di hevpeyvînekê de bi ANHA`yê re got: “Dewletên dagirkerên Kurdistanê Îran û dewleta Tirk roleke mezin di vê komployê de lîst. Ji ber ku di roja dagirkirinê de di heman saetê de Hakan Fîdan û Qasim Silêmanî yek ji aliyê rojava û yek ji aliyê rojhilat ve derbasî Kerkûkê bûn.”
Benconî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze nêzî jêderên gazê û petrolê bibe, Kerkûkê bi rêya Turkmenan asîmîle bike. Îran jî dixwaze rola hikumeta herêma Kurdistanê sînordar bike.
Nivîskar û lêkolînerê ji Misirê pisporê kar û barên Kurdan Mihsên Ewedellah got: “Helbet roleke derve hebû ku Bexda teşwîq kir ji bo ku Kerkûkê kontrol bike. Em nikarin rola Îran û aliyê Tirk di wan bûyeran de nexasim bi tevlêbûna hêzên Heşid El-Şabî yên alîgirên Îranê paşguh bikin. Her wiha em nikarin bêdengiya Amerîka û Ewropayê ya ku rê da Bexda ku bajêr dagir bike, di ber çavan re derbas nekin.”
=KTML_Bold=`SÛCÊN CIHÊRENG ÊN LI DIJÎ KURDAN`=KTML_End=
Piştî derbasbûna hêzên Iraq û Heşid El-Şabê ji bajêr re, rêxistinên hiqûqî gelek sûcên ku li dijî Kurdan li Kerkûkê pêk hatine belge kirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) di demeke berê de, metirsiyên xwe ji koçberkirina bi darê zorê yê sivîlên ku piraniya wan Kurd in û wêrankirina mal û milkên wan, rave kirin.
Şandeya alîkar a NY`î ya li Iraqê di dauxyaniyekê de got: “NY`î hikumeta Iraqê teşwîq dike ku girtekan bigire û wan sûcan rawestîne, sivîlan biparêze û sûcdarên bûyerên tundiyê, tirsandinê û koçberiya bi zorê muhesebe bike.”
Li rex wê jî di gelek raporan de hate destnîşankirina ku hêzên Heşid El-Şabî û saziyên ewlehiyê yên girêdayî wê, fîtne di nava bajêr de belav kiriye. Gelek malbatên Ereb anîn bajêr û zeviyên malbatên Kurdan li wan belav kirine.
=KTML_Bold=`TIMAYÊN DEWLETA TIRK BI DAWÎ NEBÛN`=KTML_End=
Tevgerên dewleta Tirk li bajêr, ên herî xeternak bûn. Eleqedariya siyasî û ragihandina Tirk a zêde bi turkmenan li Iraqê, eşkere kir ku dewleta Tirk dixwaze dozekê ji vê pêkhateyê re çêbike da ku hincetekê peyda bike û mudexeleya kar û barên Iraqê bike. Ji bo ku timayên xwe yên dîrokî li vê axê pêk bîne û berhemên wê yên binerd kontrol bike. Bi taybet ji ber ku parêzgeha Kerkûk bi petrolê zengîn e û Enqere naxwaze ew parêzgeh di bin kontrola Kurdan de be.
Midûrê Peymangeha Iraqê ya lêkolînên Kurdan Dr. Cewad El-Bêdanî têkildarî girîngiya Kerkûkê ev agahî da: “Doza Kerkûkê hebûna depoyeke mezin ji petrol û gazê, veguheriye qubleya nakokiya neteweperestî li vê herêma aloz.”
Bêdanî wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a ku serokên wê di her boneyekê de ragihandin ku Kerkûk û Musil beşek ji Tirkiyê ne, hişyarî ji mudexeleya yekser dabûn heke Turkmena rastî xeteriyê werin. Lê gelo daxwazên wan ji bo parastina mafên Turkman bûn!?”
Girêdayî heman mijarê Mihsên Ewadallah got: “Tevger û timayên dewleta Tirk li Kerkûkê bi dawî nabin. Hikumeta Enqere Kerkûk wekî bajarekî Tirkiyê dibîne, mîna ku berdevê serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di 2017`an de ragihandiye, beriya wê serokê Partiya Tevgera Neteweperestî Develt Bahçeli hevalbendê Erdogan di desthilatê de ragihand ku 5 hezar dilxwaz amade ne ji bo ku li Kerkûkê şer bikin û Turkmenan biparêzin.”
Ewadallah da zanîn ku li gorî siyaseta dewleta Tirk, her herêma ku berê di bin kontorla Osmaniyan de bû, beşek ji Tirkiyê ye û divê were vegerandin. Ev yek di daxuyaniyên domar ên Erdogan de têkildarî Musilê, Heleb, Kerkûk, Lîbya û gelek bajar û dewletên ku niha mudexeleya wan dike, diyar bû.
Ewadallah îşaretpê kir ku rola dewleta Tirk di bûyerên 16`ê Cotmehê de nayê paşguhkirin, nexasim ku hebûna kurdan li Kerkûkê lê kêfa dewleta tirk nayê, ya ku heta niha Kerkûk weke bajarêkî Turkmen dibîne.
=KTML_Bold=`DI ENCAMA NAKOKIYÊN DI NAVBERA KURDAN DE, BAJAR RADESTÎ DIJMINAN HATE KIRIN`=KTML_End=
Ji sedemên dagirkirina bajarê Kerkûkê, nakokiyên di navbera aliyên Kurd de li Başûr e. Asta nakokiyê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê de beriya dagirkirinê, girêdayî qayîmmaqama Kerkûkê û helwesta ji referandomê zêde bû.
Derbarê vê yekê de lêkolîner û siyasetmedar Mihemed Emîn Pencewînî ev yek da xuyakirin: “Di encama şaştiyeke mezin de ji hêla rêveberên Kurdan li Başûrê Kurdistanê, Kerkûk hate dagirkirin. ev jib o tevgera Kurd şikestinek bû.”
Pencewînî berdewam kir û got: “Partiyên Kurd roleke neyînî û ne rast lîst. Beşek alîgirê dagirkirinê û beşek li dij bû. her aliyek jî bihaneyên ne rast ji xwe re danîbûn.”
Pencewînî diyar kir ku Kerkûk, Xanaqîn û Şengal li ser astên hundirîn û navneteweyî, li derveyî xebatên siyasî yên hikumeta Herêmê man.
Ewadallah jî rave kir ku Kerkûk, beşek xemgîn a nakokiyên Kurdan bû. yên ku bûn sedema windabûna mafên Kurdan û têkçûna gelek şoreşan.
Di berdewama gotinên xwe de Ewadallah destnîşan kir ku dagirkirina Kerkûkê, encameke asayî ya rewşa siyasî ya herêmê, tunebûna zanabûn û mentiqê di dema referandomê de bû. Di encama israra serokatiya herêmê de ji bo lidarxistina referandomê ruxmî redkirina civaka navneteweyê, bû. Rewşa nelihevkirina siyasî ya di navbera partiyên Kurd de jî hêviyên gelê Kurd bi nakokiyên siyasî û partiyetî re rû bi rû hiştin.
Ewadallah da zanîn ku di bûyera Kerkûkê de, siyasetmedar û rêveberên Kurd, berjewendiyên partiyetî yên teng li ser berjewendiya gel re girtin, derfeteke dîrokî da hêzên dijberî Kurdan ji bo ku destkeftiyên Kurdan têk bibin heta ku wisa wesifand: “Kurdan bajarê Kerkûk li ser tebeqek zêrîn radestî dijminan kir.”
Ewadallah sedemên şikestina li Kerkûkê vegerandin nakokiyên Kurdan, asoya teng a hinek siyasetmedaran, hewldana pêkanîna destkeftiyeke kesayetî dûrî berjewendiya giştî, neamadebûna rewşa navneteweyî û baweriya bi hevalbendên ne laqyîqî baweriyê hemû bûn sedema windakirina Kerkûkê.
=KTML_Bold=`ÇARESERÎ DI SIYASETEKE KURDAN A YEKGIRTÎ LI HEMBERÎ DEWLETÊN DAGIRKIR DE NIXMANDÎ YE`=KTML_End=
Siyasetmedar Pencewînî partiyên Kurdan hişyar kirin û got: “Çareserî di nêrîneke diyar û rêgezeke yekgirtî ya partiyên Kurdan de nixmandî ye. divê partiyên Kurd siyaseteke hevgirtî li hemberî dewletên dagirker xêz bikin. Ji erkê wan ku di vê pêvajoya hesas û dîrokî de li ser rêgezên neteweyî û niştîmanî yên bingehîn li hev bikin û vê derfetê ji dest nedin, ji ber ku heke winda kir dê hemû poşman bibin.”
=KTML_Bold=`TEORIYA OCALAN ÇARESERIYA HERÎ GUNCEW E`=KTML_End=
Derbarê çareseriya herî guncew ji rewşa Kerkûkê re Dr. Cewad Bêdanî got: “Divê Kerkûk ê pirrengî, li gorî teotiya Abdulllah Ocalan were birêvebirin. Yanî li gorî rêveberiyeke hevbeş bi tevlêbûna tevahiya kêmneteweyên wê ji hêla du rêveberiyên; qanûnsaz û rêveber ve were birêvebirin, dûrî rêveberiya olî û pergala neteweperestî. Bi vê yekê dê ji pirsgirêka taîfî û olî xilas dibe û ber bi rêveberiya pirrengî ve ku mafê her pêkhateyekê dabîn dike, diçe. Aliyên nakok bi rêya vê teoriyê dikarin gelek pirsgirêk nakok û doza Kerkûkê çareser bikin. ruxmî dijberiya gelek aliyan ji vê projeyê re lê ev proje çareseriya herî guncew ji bo sazûmaniye nakok a vî bajarî ye.”
=KTML_Bold=`DEWLETA TIRK NAKOKIYAN LI DIJÎ KURDAN DERDIXE`=KTML_End=
Mihsên Ewadallah bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ji bo derxistina fîtneyan li Kerkûkê û got: “Ji bo pêkanîna projeya neteweya demokratîk li Kerkûkê, pêwîst dike ku gelek bê bawer bike, siyasetmedar wê pêk bînin û ne tenê behsa mafên neteweyî yên pêkhateyekê bikin lê belê fikrê jiyana hevbeş qebûl bikin. Ev yek jî li Kerkûkê pêk nayê, ji ber hegemonya Tirkiyê.”
Ewadallah di dawiyê de got: “Enqere hewl dide Turkmen û Ereban li dijî hebûna Kurdan li bajêr sor bike.”[1]