Av çeka dewleta Tirkdewleta Tirk a li hemberî gelê berxwedêr e
KOBANÊ – CUMA MIHEMED
Dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hemû rêbazaên dijminane dimeşîne. Gihaşt asta ku bi milyonana welatiyên sûrî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe tî bike.
Dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê Sûriyê êdî ji her kesî re eşkere bûye. Hin dibêjin ku ev dijminahî tolhildana Tirkiyê ya ji sûriyan re ye, ku împratoriya Osmanî ya ku bi sedên salan hikum kirin li ser xaka wê têk çû.
Destwerdana Tirkiyê ya di kar û barên Sûriyê de bi awayekî berfireh bi derketina gelê Sûriyê li hemberî rejîma Beşar Esed re di Adara 2011'an dest pê kir.
Lê tevgera aştiyane ya li Sûriyê veguherî şerê çekdarî û dewleta Tirk destek da ku komên çekdar ku li dijî hikumeta Şamê şer bike.
Di wê demê, sînorê Tirkiyê-Sûriyê li pêşiya bi hezaran çeteyên biyanî vekirî bû, ku Tirkiyê bi cih, pere, çek û propogendaya ragihandinê destek da wan çeteyan.
Ev hemû di çarçoveya planeke Tirkiyê de pêk hat da ku rê li ber dagirkirina beşin ji xaka Sûriyê vekir. Dewleta Tirk destpêkê Cerablus dagir kir, piştre berî da Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Êrişên wî yên bi armanca dagirkirinê di nava bêdengiya navneteweyî de hîna berdewam in.
ŞEREKÎ QIRÊJ Ê DEWLETA TIRK LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ
Dewleta Tirk hewl dide gelê Sûriyê bixe bin hegemoniya Tirkiyê, lê ev hewldan di pratîkê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin ket. Li ser vê yekê bê navber êrişî herêmê dike. Lê ji ber ku di aliyê leşkerî de têk diçe, serî li rêbazên qirêj dide ku qutkirina avê wekî çek li hemberî gelê herêmê bi kar tîne.
Qutkirina ava li ser milyon mirovî li kantona Hesekê û kêmkirina asta çemê Firatê li ser xaka Sûriyê çeka nû ya Tirkiyê ku pê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê dike hedef.
QUTKIRINA AVÊ LI SER SIVÎLAN LI GORÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ SÛCEKÎ ŞER E
Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku bajarê Serêkaniyê û Girê Spî di Cotmeha 2019'an dagir kirine 8 caran ava stasyona Elok a li Serêkaniyê li ser Hesekê û navçeyên wê qut kir.
Li gorî qanûnên navneteweyî qutkirina ava ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve sûcekî mirovî ye ku dibe sedema karesteke mirovî, nemaze ku avê hemwextî belavbûna vîrusa korona li cîhanê, di nav de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê qutkirin.
Dewleta Tirk avê li ser herêma ku milyon mirov lê dijîn û 3 kampên herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Waşûkanî, Erîşa, Hol lê hene, qut dike.
Beriya niha, çeteyên dewleta Tirk, di aloziya Sûriyê de çeka avê li dijî şêniyên Şam û Helebê bi kar anîn, niha li dijî bajarê Hesekê û gundên wê bi kar tîne.
Çavdêr dibêjin ku armanca qutkirina ava stasyona Elokê ew e ku Rêveberiya Xweser şantaj bike û ji aliyekê ve zextê lê bikin ku civakê li dijî vê rêveberiyê teşwîq bike.
Tê zanîn ku av berhemeke civakî ye û mafê her welatiyekî ye ku bigre û di şer de wekî alav neyê bikaranîn. Li gorî peymana Cinêv, qutkirina avê dighêje asta Sûcên şer û sûcên qirkirina komî û divê sûcdarên vê werin darizandin.
Li gorî Destûra Romayê, ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ava kir, binpêkirinên ku ji hêla Tirkiye û çeteyên wê ve hatine kirin neqanûnî û bêberpirsiyarî ye, her çendî ku wekî hêza dagirker be jî, lê binpêkirin e. Ji ber vê yekê divê werin darizandin.
ÇARENÛSA ÇEMÊ FIRATÊ DI DESTÊ TIRKIYÊ DE YE
Dewleta Tirk di salên dawî de gelek caran asta ava çemê Firatê yê derbasî xala Sûriyê dibe kêm kir. Ev yek di hemû aliyan de bandoreke neyinî bi xwe re tîne.
Ji ber ku çemê Firatê wekî rehê jiyana bi milyonan mirovên Sûriyê yên li herêma Firatê, Reqa Dêrazorê ye. Her wiha çem avê dide bajarê Helebê ku duyemîn mezintirîn bajar li Sûriyê ye.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 bendav li ser çemê Firatê ye ku dirêjahiya wê di xaka Sûriyê de 600 km e; Bendava Tişrîn a başûrê rojhilatê bajarê Minbicê, Bendava Firatê ya herî mezin li Sûriyê l nêzî bajarê Tebqayê ye û gola wê ku têra 14 milyar mîtrkabik av dike, her wiha Bendava Huriya ya li bajarê Reqayê.
Li Tirkiyê jî 6 bendav hene ku avê ji çemê Firatê digire. Di nav de Bendava Ataturk e ku duyemîn bendava herî mezin li Rojhilata Navîn e û 48 mîlyar metrekabik av vedigire.
Mîna di sala 2017'an de, dewleta Tirk careke din, di havîna borî de asta ava çemê Firatê li ser Sûriyê 200 mitrekabik di saniyekê de kêm kir.
Dewleta Tirk di sala 2020'an de di navbera Gulan heya Tebaxê de sê mehan ava çem li ser Sûriyê qut kir. Ev yek peymana hikumeta Şamê û Tirkiyê ya derbarê parvekirina ava çemê Firatê de bin pê dike.
Li gorî peymana di navbera Tirkiyê û Sûriyê de ku di sala 1987'an de hat îmzekirin, dê di saniyekê de 500 mîtrekabik anku 5 hezar û 500 bermîl, ava çemê Firatê derbasî Sûriyê bibe.
Di Tebaxa 2020'an de, Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku di 3 mehan de golên li bakurê Sûriyê ji depoya giştî ya avê ku 14 milyar e, derdora 3 milyar mitrekabik anku 33 milyon mitrekabik av rojane winda kir.
Li gorî komîte û desteyên çandiniyê yên li herêmê, kêmbûna ava çemê Firatê bi hezaran hektar zeviyên çandiniyê yên li hawza Firatê anku derdora 400 hezar hektar dixe xeteriyê. Di heman demê de bandoreke neyinî li masîvanên dike. Derbarê kêmbûna hejmara masîvanan piştî kêmkirina asta ava çem, tu agahiyên zelal tune ne, lê bi sedan masîvan ji ber telefbûna hejmareke mezin a masiyan zehmatiyan dibînin. Nemaze ku ev kar jêdera quta wan e.
Di kanûna borî de Tirkiyê careke din ava çemê Firatê hefteyekê li ser Sûriyê qut kir, ev yek bandoreke raste rast li derxistina kehrebeyê li ser bi dehan bajarê Sûriyê kir.
[1]