Mîsaqî Millî û OsmaniyaOsmaniya nû..Çanda mêtîngeriyê di mêjiyê AKP û MHP`ê de hatiye çandin
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB
Tevgerên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li Sûriye, Iraq û herêmê bi giştî piştrast dikin ev dewlet û serkêşên wê di axaftina xwe ya vegerandina serdema Osmanî li herêmê de bi pêkanîna Mîsaqî Millî ya bi rêya “Osmaniyên nû”, cidî ne. Mîsaqî Millî çi ye, AKP`ê çawa rewşa herêmê ji bo destpêkirina pêkanîna wê mîsaqê bi kar anî?
Hatina partiya AKP`ê bi serokatiya Erdogan li ser desthilata Tirkiyê di 2002`an de bûyereke ne rûtînî bû, ji ber ku bi xwe pêşketin li Tirkiyê û herêmê bi giştî çêkir.
AKP`ê ferasteke nîjadperest a tûj û înkarkirina nasnameyên din û di serî de ya kurdî, ji xwe re esas girt û hewl da di aliyên leşkerî û siyasî de tasfiye bike. Her wiha xwedî kîneke mezhebî ya kûr bû.
Rêveberên vê partiyê ji detspêkê de li ser bibîrxistina dîrokê û lîstina bi hestên gelan bi taybetî jî Ereb û Misilmanan, kar kirin.
Piştî hatina ser desthilatê, di sala 2003`an de Abdullah Gul ji rojanmeyeke tirkî re wiha gotibû: “Derketina Tirkiyê li nava Anadolê û hepskirina wê li wir, dûr dibînim. Sînorên temam ên Tirkiyê ne sînorên fermî ne, bandor û berjewendiyên Tirkiyê sînorên wê derbas dike.”
Li ser pirsa; gelo Osmaniyeke nû heye? Gul ev bersiv dabû: “Hûn çawa dihesibînin bihesibînin. Belqan, Rojhiata Navîn û Asya Navîn herêmên ku me ji nêz ve eleqedar dikin in. Tirkiyê tenê di hundirê Anadolê de namîne.”
Wezîrê berê yê karên derve Ahmet Davutoglu jî di 24`ê Mijdara 2009`an de gotibû: “Mîrasekî ku serdema Osmanî ji me re hiştiye heye. Dibêjin Osmaniya nû, belê em Osmaniyên nû ne. Divê em girîngiyê bidin welatên herêma xwe û welatên Bakurê Afrîkayê.”
Bi van daxuyaniyan rayedarên AKP`ê name û têgehên dîrokî wekî “Mîsaqî Millî” didan.
Wezîrê karên hundirîn Suleyman Soylu di Çileya 2019`an de li sr mijara dayîna nasnameyan ji bo penaberên Sûriyê wiha gotibû: “Ew ji erdên sînorê Mîsaqî Millî hatine.” Bi wê yekê wê xwest sedemekê ji bo “tirkkirina wan anku kirina wan hemwelatiyên Tirkiyê” nîşan bide.
MÎSAQÎ MILLÎ ÇI YE?
Di şerê cîhanê yê yekemîn de dewleta Osmanî li ser destê “Hêzên Hevalbend” wendahiyên mezin da û neçar ma ku di 30`ê Cotmeha 1918`an de agirbesta “Mondros” îmze bike. Piştre di Gulana 1919`an de hêzên Yewnanistanê herêmên rojavayê Anadolê dagir kirin. Fermandarê leşkerî yê Tirk Mustafa Kemal Ataturk di 19`ê Gulana 1919`an de “şerê rizgariyê” ragihand.
BENDÊN MÎSAQÊ:
Di Çileya 1920`î de Mustafa Kemal Ataturk fermana lidarxistina parlamantoya Osmanî ya bi navê “Meclis Nûneran” tê nasîn, da. Meclis di 28`ê heman mehê de hate lidarxistin û ew civîna herî dawî ya meclisê bû. Di encamê de “Mîsaqî Millî” hate ragihandin ku wekî belgeyeke diyarkirina sînorên nû yên Tirkiyê bû, ku bi wê yekê Tirkiyê ji bo erêkirina diyarkirina sînor û ferzkirina wê “şerê serxwebûnê” bimeşîne.
Piştî rêzehevdîtin û kongreyan, Parlamantoya Osmanî sala 1920`an “Mîsaqî Millî” erê kir û wekî belgeyeke “diyarkirina sînorên nû yên Tirkiyê” piştî hilweşîna desthilata Osmanî hesiband. Mîsaq ji 6 rêgezan pêk tê: Pêşeroja herêmên dewleta Osmanî ku hevalbendan kontrol kiribûn û di dema îmzekirina peymana “Mondros” de piraniya şêniyên wan herêman Ereb bûn, dê ew yek bi rêya referandûmê bihata diyarkirin. Lê herêmên ku “di dema îmzekirina peymanê de” neketin bin serweriya hevalbendan ku piraniya şêniyên wê Tirkên Misliman in, ew wekî welatê neteweya Tirk tên hesibandin wekî “Wediya Qars, Ardaxan û Batûm û ew jî wê bi rêya referandûmê hatibana diyarkirin. Lê belê “Wediya Terraqiya ya rojava” dê bi rêya şêniyên wê hatiba diyarkirin.
Li gorî wê, di nava mîsaqê de Tirkiyeya niha, bakurê Sûriyê ji Iskenderon, Idlib, Heleb û heta çemê Firatê, Dêrazor, Iraq, Mûsil û Kurdistan, hene.
Hevalbendan “Mîsaqî Millî” bi temamî red kirin û wekî înkarkirina têkçûna dewleta Osmanî di şer de hesibandin.
Di Havîn 1920`î de, hêzên Yewnanistanê dest bi pêkanîna êrişên berfireh kirin û hewl dan ber bigihêjin kûrahiya Anadolê. Hemwextî wê yekê di 10`ê Tebaxa 1920`an de hevalbendan peymana “Sever” li ser hikuemta Osmanî ferz kir, ku bi wê peymanê sînorên dewleta Tirk ên hatine pêşniyarkirin sînordar kir û biqasî nîvê rûpîvana Anadolê de hişt.
Ataturk peyman red kir û ragihand ku bi hikumeta Osmanî ya ku peyman îmze kiriye, îtiraf nake. Her wiha bw bi îxaneta bi “Mîsqasî Millî” re tawanbar kir. Ataturk hikumeteke nû li Enqereyê ava kir, piştre li endiya rojava bi pêş ve çû û bi hêzên Yewnanistanê re şer kir. Şerê Tirkiye-Yewnansitanê di Cotmeha 1922`an de bi serkeftina artêşa Tirkiyê bi dawî bû.
Piştre, aliyên navneteweyî hikumeta Enqereyê pejirandin û bang lê kirin da ku beşdarî danûstandinan li bajarê Lozan ê Siwîsrayê di Mijdara 1922`an de bibe.
Di gera yekemîn a danûstandinan de Fermandarê Giştî yê artêşa Tirkiyê yê wê demê Ismet Inonu xwest ku bendên “Mîsaqî Millî” bên erêkirin. Lê nûnerên hevalbendan (Fransa, Braîtanya, Îtalya, Yewnanistan) daxwaza wî red kirin. Piştre di Nîsana 1923`an de gereke din a danûstandanan dest pê kir û di 24`ê Tîrmeha 1923`an de bi îmzekirina “Peymana Lozanê” bi dawî bû. Li gorî peymanê tevahî herêma Anadolê ji bo Tirkiyeya nû hate dayîn. Ew yek bi şertê ku Tirkiye sînorên dewleta serbixwe ji împeratoriya Osmanî bipejirîne pêk hat, di nav de her du welatên Ereban Sûriye û Iraqê bi sînorên xwe yên heta roja îro ve. Bi wê yekê di Peymana Lozanê de daxwazên Mîsaqî Millî li her du dewletan nehatin erêkirin.
Niha, AKP`ê bi serokatiya Erdogan hewl dide ji nû ve vegere herêmê û li ser şopa pêşiyên xew
SÛRIYE..DAGIRKIRIN Û GUHERTINA NASNAMEYÊ
Dewleta Tirk a dagirker aloziya Sûriyê ya di Bihara 2011`an de dest pê kiriye bi kar anî û li ser hesabê opozîsyona nîştimanî piştgirî da komên tundrew. Piştre ew endamên wan koman bûn çeteyên dewleta Tirk û wekî ku ew jî Tirk in, alên Tirkiyê rakirin û pesna kesayetên sembolîk ên Tirk dan.
Rayedarên dewleta Tirk paropagandeya têgeh û navan kirin, armanca wê yekê ferzkirina hebûna dewleta Tirk li herêmê bû, wekî herêma ewle, Mertalê Firatê û hwd.
Dagirkeriya Tirk hebûna xwe hebûna xwe li Idlib û Helebê ferz kir û hewl dan li seranserê bakurê Sûriyê bi cih bibe. Lê belê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li pêşiya xwe dît ku li dijî parçekirina Sûriyê ye û qebûl nake ku wekî Lîwa Iskenderon herêmên din ên Sûriyê ji xaka Sûriyê bên qutkirin.
Rayedarên Tirk di her derfetekê de dîroka pêşiyên xwe li Sûriyê bi bîr dixistin. Di 8`ê Tebaxa 2011`an de Erdogan goitbû: “Sûriye ne mijareke derve ye. Em wê wekî karekî hundirîn ên Tirkiyê dibînin.”
Di 15`ê Tîrmeha 2012`an de jî Erdogan gotibû: “Ji me sedemên mijûlbûna me bi Sûriyê re pirs dikin. Bersiv pir hêsan e. Ji ber ku dewleta me li ser bermahiyên dewleta Osmanî ava bûye. Em neviyên Osmaniyan in. Em li ser şopa pêşiyên xwe ne ku li ber xwe dabûn.”
Di 11`ê Çileya 2018`an de Erdogan wiha gotibû: “Bakurê Sûriyê di nava sînorên Mîsaqî Millî de ye.”
Di 16`ê Îlona 2018`an de beriya rojekê ji peymana Soçî, Erdogan wiha gotibû: “Em bi rejima Sûriyê îtiraf nakin, em bi dewleta Sûriyê jî îtiraf nakin. Heke hin hêz dibêjin ew li ser banga rejimê li Sûriyê ne, em dibêjin em li ser banga gelê Sûriyê li wir in. Li Idlibê gel alên Rûsya û Amerîkayê ranake, alên Tirkiyê radike.”
Artêşa Tirk a dagirker di 24`ê Tebaxa 2016`an de dest bi êrişa li ser Cerabilus, Bab û Ezazê kir, ku heman dîroka şerê Merc Dabiq e ku di navbera Sultan Selîm ê yekem û serokê Memalîkan Kansu Gavri de rû dabû. Bi wê şerî Osmanî ketin hin welatê Ereban ên li aliyê rojhilat, bakurê Afrîka û Misirê bûn. Piştî wan êrişan bi nêzî mehekê, ji bilî Osmaniya nû êdî têgehekî din ket dewrê, ew jî têgehê “Mîsaqî Millî.”
Di salên dawîn de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bo guhertina nasnameya herêmên Sûriyê yên dagirkirî wekî Cerabilus, Ezaz, Efrîn, Bab, Serêknaiyê û Girê Spî, gelek kiryar pêk anîn.
Di wê çarçoveyê de û wekî gaveke xeter ku gefan li nasnameya Sûriyê dixwe, beriya demekê hikumeta demkî û meclisên girêdayî wê ragihandin ku ew ê nasnameyên tirkî bidin welatiyan.
Dagirkeriya Tirk bi rêya koçberkirina şêniyên resen ên herêmên dagirkirî û bicihkirina bi hezaran çeteyan û bi taybetî yên Turkmen li şûna wan, rakirina alên Tirkiyê û ferzkirina pereyên Tirkiyê li şûna pereyên Sûriyê, demografiya wan herêman guhert.
Wekî gaveke din a derbkirina nasnameya Sûriyê, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan biryarnameyek derxist û tê de hate gotin ku dê li herêmên dagirkirî yên Sûriyê peymangeh û fekulteyên girêdayî zanîngeheke Tirkiyê bên vekirin.
QUTKRIINA PARÇEYÊN XAKA SÛRIYÊ LI SER QONAXAN
Têkildarî mijarê, Serkerterê Giştî yê Partiya Guhertin û Ronesans a Sûrî Mistefa Qelacî da zanîn ku dewleta Tirk hîna dagirkirina xaka Sûriyê dewam dike, ji Lîwa Iskenderon bigire û heta herêmên din ên biqasî duqat rûpîvana wê û wiha lê zêde kir: “Divê em nefikirin ku dewleta Tirk wê yekê bi tenê dike. Ew parçeyekî hevbendiyeke navdewletî ya sêalî ya Asatanayê ye (Rûsya, Tirkiye-Îran). Di deham demê de ew parçeyekî hevbendiyeke navdewletî ya din e ku piraniya welatên YE`yê tê de cih digirin. Her wiha bi rêya hevkariya xwe bi NATO`yê re, hevbendiyê bi DYA`yê re dike.”
Qelecî tekez kir ku dewleta Tirk ne bi tenê ye û got: “Hemû aliyên min bi bîr xistine, li dijî me (gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û mezhebên xwe) li hev kirine.”
Qelecî her wiha daxuyand ku dewleta Tirk ji beriya nêzî sed salî ve Lîwa Iskenderon û Kêlîkiya ji xaka Sûriyê qut kirin û rojane li ser sînor gelek metre tev li xaka xwe dikirin û bi wê yekê destdirêjî li serweriya Sûriyê dikir.
Siyasetmedarê ji Sûriyê bal kişand ser kiryarên dagirkeriya Tirk niha pêk tîne û got: “Dewleta Tirk bi hevkariya aliyên min bi bîr xistine, bi rêya çeteyên xwe û piştgirîdayîna wan di aliyê siyasî, aborî û leşkerî de, rûpîvaneke nû ya duqatî rûpîvana Lîwa Iskenderon dagir kir. Ew niha Bab, Cerabilus, Ezaz, Efrîn û heta hin herêmên li nêzî beravên Sûriyê dagir dike. Ji Girê Spî û heta Serêkaniyê jî dagir dike û bi şev û roj hewl dide Eyn Îsa û derdorê wê dagir bike da ku rêya M4 qut bike. Ev hemû li pêş çavên civaka navneteweyî pêk tê ku Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA nûnertiya wê dike.”
Siyasetmedar wiha domand: Dewleta Tirk dagirkirina xwe li van herêman re xurt dike. Nasnameya tirkî dide gelê Sûriyê heta gihaşt asta ku zarokên wan di nava artêşa xwe de bike leşker û dan û standinê bi niştecihên wan herêman re bi lîreyê Tirkiyê bike. Saziya postê ya Tirkiyê (PTT) şaxên xwe li hemû dever û bajarokên Sûriyê yên dagirkî hene. Kesên ku van herêman bi rê ve dibin, serbazên Tirk in û siyaseta tirkkirinê ferz dikin.
Siyasetmedarê sûrî da zanîn ku zanîngeheke dewleta Tirk, fakulteyên xwe li herêma El-Rayî vekirine û wiha dewam kir: Îşaretên vê yekê xeternak in. Piraniya niştecihên wan herêman gelê Sûriyê yên Tirkmen in. Ji ber wê jî ev îşareteke pir xeternak e ku pêk tîne û dixwaze gelê welat parçe bike û hinan jî bi hebûna dewleta Tirk li herêmên ku bi navê Mîsaqî Millî tê naskirin, îqna bike.
Qelecî wiha domand: Xetere gefan li me tevahî gelê Sûriyê wekî dewlet, opozîsyon û heta herêmên Rêveberiya Xweser dixwe. Ew dewlet nikarin berjewendiyên me wek gelê Sûriyê di ser berjewendiyên xwe de bigire.
Qelecî diyar kir ku divê baweriya wan bi dewleta Tirk neyê û wiha dewam kir: Divê em careke din li ser bingeheke diyar û wekhev di nava mafên hemû gelê Sûriyê de kom bibin. Divê em ji nû ve hevpeymana civakî ya Sûriyê li ser esasê belavkirina wekhev ji xêr û bêr û desthilatê Sûriyê, her wiha destûra welêt ji nû ve deynin da ku hemû gelê Sûriyê şiklê wê qebûl bike.
Qelecî bang li gelê Sûriyê kir û got: Divê her kes tê bikoşe. Ji bo rizgarkirina xaka Sûriyê û derxistina dagirkeran hevkariyê bikin. Ev destpêkeke rast e. Divê em ji serweriya aliyê din rizgar bibin. Divê em baş zanibin ew ne rêxistinên xêrê ne. Ji kesên ku dibêjin biryara navneteweyî ya 2254’an çareserî û rizgarî ye, dixwazim bînim bîra wan ku NY`yê beriya wê gelek biryar derxistin û tenê wekî nivîs li ser kaxezê man, wekî biryarên 242, 338 û 251 û gelek biryarên din.
IRAQ... RÊGEZÊN KU LI SER RÊYA DÎROKÊ DIMEŞIN
Tevgerên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Sûriyê, her wiha li Iraq û hin herêmên din jî hene. Di Mijdara 2016`an de piştî ku hikumeta Iraqê tevlêbûna dewleta Tirk di operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ji DAIŞ`ê red kir, serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan wiha bersiva biryara Iraqê dabû: Divê Mîsaqî Millî bixwînin heta ku wateya Mûsilê ji bo me fehm bikin… Mûsil a me bû.
Her wiha Erdogan ev tişt got: Em bûyerên li Sûriyê û Iraqê dibînin. Nifşê nû divê tiştkî baş nas bike, gelo Mîsaqî Millî çi ye û divê em vê yekê baş pênase bikin. Heger mirov Mîsaqî Millî bixwîne û heger mirov erkên xwe li Sûriyê û Iraqê baş nas bike û dema me digot berpirsên Mûsilê em in, ji bo wê divê li ser masayekê û li meydanê bin. Sedemeke wê heye, mixabin me nikarîbû Mîsaqî Millî li ser sînorê rojava û başûr biparasta. Wan xwest me di hundirê qaşûlekî de bigirin. Em vê yekê red dikin. Ew ji sala 1923`yan ve dixwazin me di vê yekê de bigirin, ji bo ku bihêlin em dema xwe ya Selçûqî ya berê û ya Osmanî ji bîr bikin.
Dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe li Başûrê Kurdistanê bi rêya avakirina gelek baregehên leşkerî bi hevkariya PDK`ê, berfireh kir.
Ne tenê li Sûriyê û Iraqê lê dewleta Tirk hebûna xwe li rojhilatî Deryaya Spî, Lîbya û Azerbêcanê jî berfireh kir.
Berdevkê serokatiya dewleta Tirk Îbrahîm Kalin di 25`ê Kanûna 2019`an de wiha axivî: Kesê ku dîroka dewleta Tirk a nûjen nas dike, baş dizane ku ewlekariya dewleta Tirk ji pişt sînorê Mîsaqî Millî dest pê dike. Divê em xeteke berfirehtir ji kemera ewlehiyê re xêz bikin, lewre em girîngiyê didin Lîbyayê.
ÇAVNEBARÎ... ÇANDA DEWLETA TIRK
Nivîskar û lêkolînerê filistînî Mihemed Ebû Mehadî der barê çavnebariya dewleta Tirk a li herêmê de ev nirxandin kir: Çavnebariya dewleta Tirk li dewletên derdor û cîhanê mijareke kevn-nû di çanda civaka tirkî de ye. Piştî ku dewleta Osmanî ket, behsa vê yekê hate kirin. Di serdema rejîma Tirk a Recep Tayyîb Erdogan û hevalbendên wê yên neteweyî de, hate vejandin.
Mihemed Ebû Mehadê wiha domand: Dema di navbera ketina Bexdayê piştî êrişa Amerîkayê ji Iraqê re û pêla Bihara Erebî ku li gelek dewletan Ereban çêbû û mijûlbûna bi dozên terorê û hewldanên aramiyê, Erdogan hewl da sûdê ji rewşên awarte bigire da ku ber bi herêmên erebî li Sûriyê û Iraqê ve biçe, bi taybet herêmên ku piraniya niştecihên wan Kurd in. Gelek êrişên leşkerî li dijî bakurê her du welatan pêk anîn. Serweriya xwe ya leşkerî li ser wan ferz kir. Destek da rêxistinên radîkal ên alîgirên wê û lewazbûna dewleta navendî di her du welatan de keysbaz kir û helwesta navneteweyî ku bingeha van êrişan ava kir, hevalbendê wê bû.
BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ ALÎKARIYA DEWLETA TIRK KIR
Nivîskarê filistînî wiha domand: Çavnebariya rejîma Tirk ne tenê li ser xaka Bakur Sûriyê û Iraqê bû lê belê bêdengiya navneteweyî hişt ku berê xwe bide Lîbya, Morîtanya, Somalî, sînorê Yewnanistanê, herêma Qefqasyayê, bi awayekî berbiçav destwerdana aloziya herêma Qerebaxê kir heta ku çavê cîhanê ji xetereya ku dewleta Tirk dike, hate vekirin. Helwesta Ewropayê ji bo kiriyarên wî li rojhilatê Deryayê Spî û binpêkirina serweriya dewletên Ewropayê, hişt ku helwesta Ewropayê derkeve. Paşê tedbîrên ferzkirina cezayan li ser kesayet û şîrketên Tirkiyê ku li petrolê digeriyan û hinên din jî di şandina çekan ber bi Lîbyayê ve.
Nivîskar di axaftina xwe de destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî mîna hevkariya wê bi çavnebariya dewleta Tirk re ye, lê namzetê amerîkî bi rêveberiya nû helwesteke wê hişk li dijî rejîma Erdogan heye û ji ber wê jî hişt ku hesabên xwe yên siyasî careke din di ber çavan re derbas bike û dest bi peyama lihevanîna bi dewletên herêmî û cîhanî re kir.
Nivîskarê filistînî tekez kir ku çanda mêtingeriyê di siyaseta AKP`ê û hevalbenda wê yê neteweperest de heye û wiha dewam kir: Ev çanda mêtingeriyê bi rêya îradeya navneteweyî yan jî binketina li hemberî hêzên opozîsyona Tirkiyê, tê sekinandin.
Nivîskar û şîrovekarê filistînî Mihemed Ebû Mehadî di dawiyê de ev tişt got: Guhertinên cîhanî û hundirîn hene ku derfetê nadin Erdogan ku gera xwe di welatên cîhanê de dewam bikin. Herî kêm dê sînorekî ji wî re deynin, piştî ku rastiya vê rejîmê hate naskirin.
[1]