=KTML_Bold=Komseriya Bilind a #Penaberan# rêxistineke mirovî ye ya siyasî ye?=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BERAKAT
Gelo bi rastî Komseriya Bilind a Penaberan a NY`yê di rêgez û nirxên xwe de rêxistineke mirovî ye yan siyasî ye? Heke rêxistineke mirovî ye, gelo çima bê deng e? Çima tu helwestekê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî kampa Mexmûrê nîşan nade?
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 2`yê Hezîranê de gef xwar ku dê êrişî kampa Mexmûrê bike ku derdora 12 hezar penaberan tê de dimînin.
Koçberên gund û bajarên Bakurê Kurdistanê xwe spartin axa Başûrê Kurdistanê lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbasbûna wan asteng kir. Ji ber siyaset û êrişên PDK’ê neçar man cihên xwe biguherînin.
Piştî rêwîtiyeke direji Behîr ta Bîrsefê piştra Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînowa û Nehdara, di dawiyê de li herêma Mexmûrê ya bor bi cih bûn ku niştecihên kampê ew kirin nîvbajarekî hêşîn.
Kampa Mexmûrê bi 65 kîlometreyan ji Hewlêrê û bi 180 kîlometreyan ji sînorên Tirkiye dûr e. Sala 2011`an hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyê (NY) kampa Mexmûr wek kampeke girêdayî NY`yê nas kir. Her wiha hikumeta Iraqê jî niştecihên wê wek penaber qebûl kirin.
=KTML_Bold=BÊDENGÎ BERDEWAM E=KTML_End=
Ruxmî ku kampa Mexmûrê bi awayekî fermî girêdayî NY`yê ye, lê heta niha vê rêxistinê li hemberî gefên Erdogan û êrişên wê yên di 5`ê Hezîranê de bê deng e.
Balyoza Amerîkayê ya NY`yê Linda Thomas Greenfield li ser hesabê xwe yê Twitterê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kampa Mexmûrê bi binpêkirina qanûnên navneteweyî û mirovî wesifand û got: “Ez ji vê tundiyê metirsîdar im. Ez bang li hemû aliyan dikim ku rêzê ji mafên penaberan re bigirin.”
Lê komseriyê ku xwe wek rêxistineke cîhanê ku ji bo xilaskirina giyanan, mafên diparêze û avakirina pêşerojeke baştir ji penaberan re dixebite, her wiha ji bo ku hemû kesên ji tundiyê yan jî şer an jî ji karesetên li welatê xwe direvin mafê penaberiyê bi dest bixin kar dike, lê li hemberî gefên serokkomarê Tirk û êrişên artêşa wî yên li dijî kampê û niştecihên wê bê deng dimîne.
=KTML_Bold=PENABER KÎ YE?=KTML_End=
Komseriyê der barê êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kampa Mexmûrî de tu daxuyanî nedan. Ruxmî ku parastina penaberan yek ji erkên wê yên sereke ye lê wê bersiva nameyên ku bi rêya e-maila wê ya taybet ên têkildarî vê êrişê nedan. Li gorî bendên qanûnên ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn sala 1951`an hatine danîn, wiha penaber dide nasandin; ew kesê ku ji ber tirsekê ji pêkanîna tundiyê li dijî wî/wê ji ber nîjadê yan jî olê yan jî nasnameyê yan jî çîna civakî yan jî siyasî li derveyî welatê xwe ye yan jî li welatê xwe ye ku ji ber wê tirsê nikare li wî welatî bimîne yan jî naxwaze vegere wir.
Ev lihevkirin ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan li parzemîna Ewropayê hat sazkirin. Girîngî da penabertiya siyasî û penabertiya komî paşguh kir ku niha zêde belav e. Lewra protokola sala 1967`an sînorên erdnîgarî û demî yên di lihevkirina resen de rakir ku tenê mafê penabertiyê dida kesên ku ji ber bûyerên ku li Ewropayê beriya 1`ê Çileya 1951`an rû dane.
=KTML_Bold=BERPIRSYARIYA PARASTINA PENABERAN=KTML_End=
Komseriya Bilind a Penaberan a NY`yê piştrast dike ku divê hikumetên penaber pêşwazî kirine, wan biparêze. 139 welatên ku lihevkirina 1951`an îmze kiriye, bi pêkanîna qanûnên wê pabend in. Komserî jî çavdêriya pêkanîna wan bendan û qanûnan dike. Li gorî pêwîstiyê mudaxele dike da ku mafên penabertiyê bide penaberên dursit. Zorê li wan neke ku vegerin welatên xwe ji ber ku jiyana wan dikeve xetereyê. Bi hemû rêbazan hewl dide ku penaber ji nû ve jiyaneke nû bidin destpêkirin. Yan bi rêya vegera dildarî ji welatê xwe re heke pêkan be yan jî wan li welatên din bi cih bike.
Hemû bendên lihevkirinên komseriyê, qanûnên mirovî yên navneteweyî û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyê parastina penaberan piştrast dikin. Lê ev sazî pêkanîna vê erkê li hemberî kampa Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê û heta di dema ku dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina kampa koçberan a li Eyn Îsayê paşguh kir.
Di vir de pirsek xwe dide pêş, gelo bi rastî Komseriya Bilind a Penaberan a neteweyên yekbûyî (NY) rêxistineke mirovî ye ? Heke bi rastî wiha ye çima bêdeng dimîne? Çima tu helwestekê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî kampa Mexmûrê nîşan nade ku komseriyê û hikumeta Iraqê ew weke kampeke fermî nas kir û girêdayî NY`yê. Heta niha rastî bi dehan êrişan hatine ku di encamê de bi dehan şêniyên kampê bûn qurbanî. Gelo ew rêxistineke siyasî ye û li gorî berjewendiyên navneteweyî kar dike?[1]