=KTML_Bold=Di salvegera destwerdanê de #Sûriye# û ‘tevliheviya afirîner’ a Rûsyayê=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR
Hêzên hegemonîk ji bo ku herêma Rojhilata Navîn kontrol bikin siyaseta ‘tevliheviya afirîner’ lê belav dikin. Rûsya her tim êrişî rola DYA`yê ya li herêmê dike û wê bi wêrankirin, belavkirina tevlihevî û terorê tawanbar dike. Lê ji bîr dike ku heman tevliheviyê bi xwe jî li herêmê pêk tîne.
Beriya 6 salan, di 30'ê Îlona 2015'an de Rûsya bi awayekî leşkerî destwerdan di şerê Sûriyê de kir û ev yek jî di dîroka vî şerî de qonaxeke sereke bû. Di encamê de qada kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê zêde bû. Piştî ku ji sedî 30 xaka Sûriyê di bin kontrola wê de mabûn, bi saya Rûsyayê nêzî ji sedî 70`ê ji xaka Sûriyê vegerand bin serweriya xwe.
Hêzên hikumeta Şamê rastî hilweşîneke mezin hatin, nemaze piştî teqîna 18'ê Tîrmeha 2012'yan a avahiya Ewlekariya Nîştimanî ku tê de wezîrê parastinê Dawûd Rajha, cîgirê wî Asif Şewket, serokê şaneya rêveberiya aloziyê Hesen Tirkmenî û Hîşam Bextiyar serokê Nivîsgeha Ewlekariya Neteweyî ya Partiya Baasê û serokên foca yekemîn a leşkerî hatin kuştin.
Komên çekdar sûd ji tevliheviya piştî teqînê ya di nava hêzên hikumeta Şamê de wergirt û êrişên mezin li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê pêk anîn ta gihaştin derdora paytextê.
Bi derbasbûna salan re, ruxmî mudaxeleya rasterast a Îranê, lê hikumeta Şamê gelek herêm winda kirin.
Di wê demê de fermandarê Feyleq El-Quds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî (di 3'yê Çileya 2020'an de bi êrişa DYA'yê ya li Iraqê hate kuştin) bi lez serdana Moskovê kir û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û wezîrê wî yê parastinê Sergey Şoygu îqna kir ku heke Rûsya di cih de mudaxele neke, dê hikumeta Şamê li hember hêzên rojavayî têk biçe.
Rûsya li kêleka hêzên hikumeta Şamê bi 60 hezar leşkerî û nêzî 26 hezar efserî li gorî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê mudaxeleyî Sûriyê kir. Di vî şerî de hemû cureyên çekan li ser gelê Sûriyê hatin ceribandin û xaka Sûriyê kir qada perwerdekirina leşkerên xwe.
=KTML_Bold=PIŞTÎ DÎPLOMASIYÊ MUDAXELEYA LEŞKERÎ=KTML_End=
Moskovê bi awayekî neyekser anku bi rêya dîplomasiyê destwerdan li Sûriyê kir. Di Meclisa Ewlehiyê de veto li dijî biryarên rojavayî bi kar anîn.
Rûsya di Cotmeha 2011`an de li dijî ferzkirina cezayan li ser Sûriyê ku tundî li dijî gelê Sûriyê bi kar anîbû, cara yekemîn veto bi kar anî. Cara duyemîn di Sibatê de bû da ku qetilkirina sûriyan nexe berpirsiyariya hikumeta Şamê.
Ya sêyem roja piştî bombebarankirina avahiya Ewlekariya Nîştimanî ya li Şamê bû, bi taybet di 19'ê Tîrmeha 2012'an de dema Moskovê biryara şermezarkirina hikumeta Şamê betal kir. Armanc ji wê biryarê ew bû ku plana veguhastina desthilatê li gorî benda 7`an pêk bîne ku destûrê dide Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî leşkerî destwerdanê Sûriyê bike.
Heta niha Rûsya li dijî biryarên li ser hikumeta Şamê 14 caran veto bi kar aniye. Ew biryar di radeya yekemîn de dosyaya kîmyewî ya hikumeta Şamê dikirin hedef. Rûsya bi rêya van vetoyan, armanc dikir tevî ku hikumet lawaz e wê biparêze. Dibe ku Rûsya dixwest hikumet lawaz bimîne da ku heta ji dest tê wê bi kar bîne.
Li ser şopînerên karûbarên Sûriyê nayê veşartin ku siyaseta Moskovê li Sûriyê êdî hemû hêzên çalak di vî welatî de qebûl dike. Di destpêkê de heta qederekê xwe ji rikberiya yekser a bi hêzên çalak re dûr xist. Lê di heman demê de hewl da nakokiyên dualî di navbera wan hêzan de derxe da ku wan zaîf bike û qels bike.
Generalê karbes ê DYA'yî Robert Hamilton di analîzeke xwe ya li ser malpera FPRI ya bi serenavê Şerên Bêdawî yên Rûsyayê… Sûriye û lêgerîna statuya hêza mezin de dibêje Kremlîn di jeopolîtîka Rojhilata Navîn de xwe ji nû ve kir lîstikvan.
Hamîlton da zanîn ku stratejiya Rûsyayê ya li dijî stratejiyên rojavayî yên tevlihev û dudilî, hişt ku Moskov bigihêje armanca xwe ya destpêkê ku pêşî li hilweşîna rejîma Beşar Esad girt.
Lêkolînerê rûsî Kirill Semenov di daxuyaniyeke taybet de ji ajansa me re derbarê sedemên ku Rûsan rasterast destwerdana Sûriyê kir de wiha got: Armanca sereke ya destwerdana Rûsyayê ew bû ku di serî de terorîstan têk bibe, lê paşê berê xwe da parastina rêjîmê û li ser erdê bi ser ket. Hêzên Rûsyayê hîna Idlibê topbaran dikin.
Berî destwerdaneke rasterast, Moskov şaş bûbû çi bike. Di wê demê de bi rojava re di şerên dijwar de bû, di encama kontrolkirina Qirmê (Adara 2014) de. Ji ber wê rojava cezayên giran ên aborî li ser ferz kirin ku aboriya wê tengav kir. Lê di dawiyê de li gorî hesabên rast, Rûsan bi hemû hêza xwe mudaxele kir.
Destwerdana leşkerî ya Rûsyayê di dîroka şerê Sûriyê de xaleke werçerxê(veguhertinê) nîşan da ku tê de hevsengiya hêzan li aliyê komên çekdar bûn ku desteka xwe ji gelek hêzên herêmî û navneteweyî digirin, di nav de Amerîka, Brîtanya, Erebistana Siûdî, Îmarat û Urdunê hebû. Lê piştevanê mezin ê van hêzan dewleta Tirk û Qeter bûn ku pere û çek li çekdaran barandin û hemû terorîstên li cîhanê li Sûriyê kom kirin.
Rûsya bi rêya mudaxeleya xwe ya leşkerî, nexşerêya nakokiyê bi giştî guhert. Gelek herêmên ku hikumeta Şamê ji dest dabûn ji nû ve kontrol kirin.
Li ser asta siyasî, Rûsya roleke fêlbaz lîst. Civata navneteweyî bi rêzecivînan mîna Astana û Soçiyê xapand. Wê ji van civînan xwest berjewendiyên xwe û yên Enqere û Tehranê pêk bîne û rola rojavayî, erebî û sûrî lawaz bike.
Welatên rojavayî hêvî dikirin ku Sûriyê wekî James Jeffrey gotibû bibe çiravek ku Moskov tê de bifetise, hêz, budçe û leşkerên xwe ji dest bidin. Lê ya Moskovê gelek destkeftî bi dest xwe ve anîn û bi sûdwergirtina ji nezalabûna siyasetên rojavayî li Rojhilata Navîn veguherî lîstikvanekî sereke.
Tevî baregeha Himêmîm êdî niha û heta 49 salan baregeheke mezin a leşkerî ya Rûsyayê li Tartûsê çêbû. Êdî dikare heta 10 keştiyên şer tevî keştiyên nukleerî belav bike û her wiha baregeha Himêmîm a hewayî ya li Lazqiyeyê bi cih bike.
Her wiha Moskovê aboriya Sûriyê xist bin kontrola xwe. Bi rêya bikaranîna şertûmercên aborî û siyasî yên hikumeta Şamê ku li ser asta navneteweyî û erebî hatiye îzolekirin, di warê aborî de gelek tawîz ji Sûriyê bi dest xistin. Ji petrolê bigire heta bigihêje gaz û fosfatê. Li rex wê jî zemîn amade kir da ku şîrketên wê sûd ji xebatên jinûve avakirinê bigirin. Êdî Rûsya di dosyaya Sûriyê de bû lîstikvanê yekemîn.
=KTML_Bold=ŞER Û DUBENDIYA RÛSYAYÊ YA LI SÛRIYÊ=KTML_End=
Generalê amerîkî yê karbes bûyî Robert Hamilton dibêje ku herçend belavbûn nêrîna Kremlinê weke ku hêzeke mezin e û pêwîstiya wê bi pêşbazîya bi rojava re heye bi taybet bi DYA`yê re, lê ji bo ku metirsiyên hemwelatiyên xwe bi dawî bike, tiştekî zêde nake. Rûsya ne dewleteke demokratîk e, lê divê hikumeta wê li hemberî îradeya gel baldar bimîne.
Hamilton diyar kir ku heke Rûsya nikaribe di navbera daxwaza xwe ku bibe hêzeke mezin û çareserkirina metirsiyên gelê xwe de hevsengiyekê çêke, ketina wê di erdnîgariya siyasî de wê gelek xeter be û lêçûna wê gelek zêde be.
Rûsya jî bi kêmbûna baweriyê ji aliyên Sûriyê re rû bi rû ye. Her wiha nikarî nêrîna xwe ya çareseriyê li Sûriyê ferz bike da ku jinûve hikumeta Şamê ava bike. Li gel wê jî Rûsya nikarî dewletên rojava îqna bikira ku Sûriyê ya ku ji ber şer wêran bûye jinûve ava bikin. Li vir Moskov li hemberî pirsgirêkeke dualî rû bi rû ye; Ne dikare hikumeta Şamê li ser civata navneteweyî ferz bike û ne jî dikare hikumeta Şamê bi daxwazên navneteweyî re biguncewîne (adapte bike).
Ruxmî ku Rûsya li ser asta leşkerî gelek serkeftin pêk anîn, lê Moskov komeke kavil, aboriyeke hilweşandî, gendeliyeke belavbûyî û tevliheviyeke mezin kontrol dike.
=KTML_Bold=TEVLIHEVIYA AFIRÎNERIYÊ YA RÛSYAYÊ=KTML_End=
Têgeha Tevliheviya afirînerî yekemcar di sala 1902'yan de ji aliyê dîroknasekî amerîkî yê bi navê Tyre Mahan ve derket holê. Michael Lyden ê amerîkî du sal piştî bûyerên Îlona 2003'yan navê wê kir (tevliheviya avafker) an jî hilweşîna avaker ku tê wateya hilweşandin û piştre avakirin. Ev yek tê wateya afirandina tevliheviyê, xerabkirina her tiştên heyî û dûre li gorî plana ku berjewendiyên hêzên hegemonîk pêk tîne, ji nû ve ava bike.
Lê belê ev tevlihevî ne tenê bi DYA'yê re sînordar bû, hikumeta Şamê xwest tevliheviyeke afirîner bi cih bîne, anku civakê bixe nava tevliheviyê ku tê de tund û xwînrijandinê hebe û tirseke mezin ji gel re çêke. Lê rewş ji bin kontrola hikumeta Şamê derket û êdî li dijî wê derdikevin. Ji ber wê Rûsya destwerdan kir. Dibe ku Rûsya nexwest ji destpêkê ve mudaxele bike, heta karibe hikumeta Şamê lawaz bike da ku wê bi kar bîne. Hemû hêzên hegemonîk ne li pey peywendiyên dostaniyê ne lê belê li peyrewan (mirîdan) digerin.
Dibe ku Rûsya ji bo sedemekê li benda çaryeka dawî ya 2015’an mabû ku derfetê ji hikumeta Şamê re veke ku wêranî û aloziyê pêk bîne û piştre bi buhaneya têkoşîna li dijî terorê destwerdanê bike. Ji ber tişta îro tê dîtin nîşaneya wê yekê, ji ber Rûsa bêyî hikumeta Şamê bi tenê biryaran dide.
=KTML_Bold=PARÇE BIKE Û BI SER BIKEVE=KTML_End=
Parçe bike û bi ser keve siyaseteke kirêt e ku Brîtanya û dewletên mêtînger bi kar anîn da ku gelan parçe bikin. Rûsyayê ev siyaset li Sûriyê pêk anî.
Serokê Rûsyayê, Helameta Kurdî bi kar anî û wezîrê wê yê derve projeya Rêveberiya Xweser di her boneyekê de wekî projeyeke cudaxwaz bi nav kir da ku rê bide Tirkiyê ku dest bi êrişan bike û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Wê xwest nakokiyekê di navbera Tirk û Ereban de derxe. Her wiha destûr da hikumeta Şamê ku Derayê topbaran bike. Rûsya dixwaze li Sûriyê nakokiyên dualî kurdî-erebî, kurdî-tirkî, sunnî-elewî, sunnî-durzî û misilman-xiristiyan çêke.
Rûsya ev siyaseta xwe ne tenê li ser gelê Sûriyê dimeşîne lê belê Rûsya bi rêya Sûriyê hewl dide nakokiyan di navbera Îran û Îsraîlê de û di navbera Tirkiye û Amerîkayê de derxe. Dibe ku siyaseta parçe bike û bi ser keve” di forma xwe ya rûsî de bihevxistina hêzên herêmî û cîhanî bi awayekî mezin bi ser ketibe. Niha li benda kêliya rast e da ku bi li Sûriyê bibe yekane hêza hegemonîk.
Lêkolînerê payebilind ê Navenda Newlinesê ya amerîkî Nîkolas Heras got Rûsya ji vê siyasetê armanc dike baregeheke xwe li Deryayê Spî û Rojhilata Navîn û Afrîkayê ava bike.
=KTML_Bold=RÛSYA Û BIRYARA NAVNETEWEYÎ YA 2254’AN=KTML_End=
Rûsya demeke dirêj diyar kir ku ew bi biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî (NY) û her sê pakêtên wê (desteyeke rêveberiya demkî - destûreke nû - hilbijartinên qanûnî û serokatiyê) re ye. Lê ev axaftin ji bo xapandinê ye, ji ber ku kiryarên Moskovê nîşan didin ku ew ne cidî ye. Hîna jî desteyeke rêveberiya demkî nîne û civînên destûrê ketine bin bandora hêzên rojavayî. Rewşa hilbijartinan jî jê ne baştir e.
Lêkolînerê rûsî Kirill Semenov got: Hemû kesên ku berpirsên pêkanîna biryara 2254'an çi li Moskov çi jî li Washington tiştek ji biryarê pêk neanîne û li şûna wê komîteyek ji bo nîqaşkirina destûrê ava kiriye ku paşê hatiye cemidandin. Anku tu bendên biryara 2254’an pêk neanîn.
=KTML_Bold=GUHERTINA DEMOGRAFÎK=KTML_End=
Ji dema ku Rûsya bi awayekî leşkerî mudaxele li Sûriyeyê kir, ji gelên Ereb ên li Xûta Şam, Dera, Humis û Hemayê dest pê kir û bi gelê Kurd re bi sê dagirkeriyên Tirk re bi dawî bû (Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî). Moskov derfeta da Enqereyê ji bo ku êrişên li ser Rêveberiya Xweser bide destpêkirin da ku wê lawaz bike û şertên xwe li ser wê ferz bike. Wê ji vê yekê xwest ku rêveberî bê şert serî ji hikumeta Şamê re bitewîne. Rûsya ji bo ku fişarê li Tirkiyê bike û wê lawaz bike, bi dijwarî êrişî Idlibê kir û hîna dike. Lê Rûsyaya ku banga yekitiya axa Sûriyê dike bi zanabûn rolek di guhertina demografiya herêmê de lîst da ku paşê wê kontrol bike.
Ev siyaseta guhertina demografîk ku ji destpêka destwerdana Rûsyayê di Sûriyê de tê kirin û tevî şirîkên xwe yên Astanayê Tirkiyê û Îranê li erdnîgariya Sûriyê pêk tînin, berjewendiya wê ya sereke anku tevliheviya afirîner pêk tîne.
=KTML_Bold=SEKNA LI HEMBERÎ TEVLIHEVIYÊ=KTML_End=
Sûrî bûne qurbaniyên siyaseta hikumeta Şamê ya ku dixwaze li ser desthilatê bimîne, gel talan bike û rewşa Sûriyê vegerîne beriya 2011`an. Ji ber wê divê sûrî sûdê ji tecrubeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirin, bi hev re kar bikin. Tenê ev model dikare biryara navneteweyî ya 2254’an pêk bîne.
[1]