Bîlançoya 20 salan a AKP'ê û kujerên zarokan-1
GUNAY AKSOY
Di dema hikumeta AKP-
ErdoganErdogan de bi awayekî aktîf li dijî zarokên Kurd polîtîkayeke komkujiyê ya hat meşandin. Her raporeke li ser van komkujiyan, belgeyeke sûcan e. Pirsa girîng ew e ku hikumeta AKP'ê ya ku zarokên Kurd qetil dike, dê kengî û çawa bê darizandin?
Ji Ugur hata Mîhraç qirkirina sîtematîk a zarokên Kurdan û kujerên nayên darizandin
Siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan her cara ku li pêşberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kete nava tengasiyê, dest bi komkujiyan kir û bi taybetî ji sala 2006'an ve zarok û heta pitik jî di nav de, li dijî hemû beşên civakê ev polîtîka meşand.
Di sala 2006'an de daxuyaniya Erdogan a piştî bûyerên Amedê ya Zarok be jî jin be jî, çi hewce be dê bê kirin diyar dikir ku sûcên hikumeta AKP-Erdogan ên li hemberî civaka Kurd û bi taybetî li hemberî zarok û jinan, dê di dema pêş de çawa pêk bên.
Ugur Kaymaz'la belirgin olan Kürt çocuklarının katledilen katliam aslında Mehmet Uytun'un şahsında gazelin ne kadar pervasız hale geleceğinin bir imleci gibi görünüyordu
Komkujiya li ser zarokên Kurdan bi Ugur Kaymaz re berbiçav bû û piştî ku Ceylan Onkol û Mehmet Uytun jî hatin qetilkirin, xuya bû bê ka dikarin çi qasî bêperwa bibin. Di dema berxwedana sala 2015’an a Cizîrê de rûdanên li wir qewimîn, hemû rêgezên exlaqî û hiqûqî binpê kirin. Vê yeke jî nişan dida ku dewleta Tirk di şexsê hikumeta AKP’ê de dijminahiya Kurdan dikare bigihîne asteke çi qas bilind û piştî wê pêvajoyê dê rûdanên çawa çêbin.
Di dosyeya xwe de ku ji 2 beşan pêk tê, em ê delîlên krîmînal ên zelal ên qetilkirina zarokan ji aliyê dewleta Tirk û AKP'ê ve nav bi nav rave bikin. Ji ber ku ev sûcên dewleta Tirk-AKP'ê gav bi gav li seranserê sînorên bakurê Kurdistanê û li tevahiya Kurdistanê belav dibin. Her wiha bi qasî ku ev rastî careke din xuya bibe, dê rê bide me jî ku em pirsa ‘divê li dijî vê dewleta kujera zarokan û hikumeta qetlîamker a zarokan çi bê kirin’ bibersivînin.
Fatma zarokeke Kurd a 13 salî bû ku li Hezexê hatibû qetilkirin. Daraza AKP/MHP'ê bi hinceta 'endamên rêxistinê' kujerên xwe şofandin û heta xelat da kujerên xwe. Ugur, Enes, Dîren, Welat, Şîrîn, Fatîh, Mehmet, Ceylan, Cemîle, Fûrkan û herî dawî Mîraç Mîroglu û gelekên di
Li vir binêrin, li vir, di bin vê mermera reş de,
Heke heta navbereke din bijiya,
Zarokekî çalkirî ye ku ji sirûştê rabe ber depê,
Di waneya dewletê de hatiye kuştin...
Di vê helbesta Ece Ayhan de qala zarokeke Kurd tê kirin ku li baxçeyê dibistanê hatiye kuştin. Li Tirkiyê zarok-ciwanên Kurd di her serdemekê de bi hincetên cuda hatin qetilkirin, ji eslê xwe hatin dûrxistin û hewl dan rûmeta wan binpê bikin. Ev êrişeke bipergal bû ku hewl dan pê civakekê bitirsînin û siberoja wê tune bikin. Ev êriş di serdema AKP’ê de jî veguherîn hewldana qirkirina zarokan.
Li gorî raporên civaka sivîl ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di sala 2004’an de Ugur Kaymaz ê 12 salî hate qetilkirin û bi vê yekê nêçîra zarokan a AKP’ê li Tirkiyê dest pê kir û Ceylan Onkol a 12 salî, Cemîle Cagirga ya 10 salî, Nîhat Kazan ê 12 salî, Hêlîn Şen a 12 salî, Berkîn Elvan ê 15 salî û Muhammed Tahîr Yaramiş ê 35 rojî jî di nav de, herî kêm 875 zarok ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Di sala 2006'an de 18, di 2007'an de 3, di 2008'an de 1, di 2009'an de 12, di 2010'an de 14, di 2011'an de 31, di 2012'an de 10, di 2013'an de 1 û di 2014'an de 3 zarok hatin qetilkirin.
Bi ‘Plana Têkbirinê’ re qetilkirina zarokan a bi destê dewletê jî gelekî zedetir bû.
Pitikê 80 rojî Mîray di sala 2015'an de li Cizîrê bi bapîrê xwe yê 80 salî re hat qetilkirin. Û zarokên Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê yên hatine qetilkirin jî… Wan zarokan şopên ku dê tu carî neyên jêbîrkirin, li dû xwe di bîra mirovhiyê de hiştin.
Dayika wê bi damanên xwe parçeyên Ceylanê berhev kirin, bedena bêcan a Cemîleyê ji aliyê dayika wê ve hat kefenkirin û bi rojan di sarincê de veşart. Serpêhatiyên Cemîle û Ceylanê birînek di wijdanê mirovahiyê de vekiriye ku qet neyê kevandin.
Li Colemêrgê, dengê hestiyê zarokê ku polîs milê wî şikand, hîna di guhê me de ye. Lê polîsên li Nisêbînê? Mirov çawa dikare wan dîmenan ji bîr bike ku polîsan dida pey zarokan, piştre lê didan û hildan wesayîta zirxî û didan ber sîleyan?
Faşîzma AKP'ê ya bêperwa bi Bakurê Kurdistanê dest pê kir û hovîtiya xwe ya li Rojava û Başûr dewam kir. AKP ku bûye rejîmeke ku sond xwariye xewa şevekê nede gelê Kurd, bombeyên li mal, zevî, erebe, dibistan, qadên lîstikê yên zarokan bi şev û roj li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dibarîne û herî zêde jî bi çekên Alman û Tirkan vê yekê dike.
DI 12 SALIYA XWE DE 13 GULÊ; UGUR KAYMAZ
Qetilkirina Ugur Kaymaz ê di sala 2004'an de li Mêrdînê bi 13 guleyan di 12 saliya xwe de bi bavê xwe re li ber mala xwe hate qetilkirin, bû nîşaneya serdemek tarî ku kujerên wî bê ceza hatin hiştin.
Rejîma faşîst a AKP'ê ku bi gotinaKurdên herî baş Kurdên mirî ne, ji bo serhildanên 2006'an ku mohra xwe li dîroka Kurdistan û Tirkiyê xist û di demeke kurt de ji Amedê dest pê kir û li bajarên din ên Kurdistanê belav bû û bi gotina “Jin be jî, zarok be jî, çi hewce be dê were kirin” dest bi qirkirinê kir û di serî de jî berê xwe da zarokan.
Kuştina 7 zarokan ku di nav wan de Enes Ata yê 8 salî heye ku li ber mala xwe ya Amedê dilîst û bêcezahiştina kujerên wî, komkujiyên zarokan ên Erdogan rewa dikirin.
'ZAROKÊN KU KEVIRAN DIAVÊJIN'
Piştî gotinên serokwezîrê wê demê Erdogan ên di mîtînga Amedê de ku got Ji niha û pê ve ji bo me ne xem e ku jin, mêr, mezin an biçûk bin û piştre bi qanûnekê zarokên 12 salî jî (“Zarokên ku keviran diavêjin”) li dadgehên cezayê giran' hatin darizandin.
11 rêxistinên sivîl, tevî Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê, Komeleya Mafên Mirovan, Baroya Amedê û Odeya Tabîban a Amedê bi raporekê daxuyand ku li ser zarokên li Kurdistanê ji ber avêtina keviran li dijî polîsan, dihatin darizandin û ji raya giştî re wek “Zarokên ku keviran diavêjin” dihatin naskirin û ji sala 2006'an heta 25'ê Tîrmeha 2010'an bi qanûnekê 4 hezar zarokên di navbera 12-18 saliyê de hatin destgîrkirin û di navbera 2-4 salan de li girtîgehan hatin ragirtin.
HOVÎTIYA LI POZANTIYÊ
Girtîgeha Pozantiyê ya Edeneyê ku zarokên Kurdan lê digirtin, yek ji wan cihan bû ku herî zêde îşkence û tecawiz lê dihat kirin.
Jiyana zarokên li Tîpa M a Pozantiyê dihatin girtin, piştî gelek îşkence û tecawizan serobin bû. Yek ji wan jî Ferît Sertkal bû... Ferît Sertkal (16) di 22'yê Sibata 2008'an de li Dîlokê wek ‘zarokekî ku keviran diavêje hat destgîrkirin û piştî ku pêvajoyeke giran a lêpirsînê derbas bû, hat girtin. Ferît Sertkal serpêhatiyên xwe yên li Girtîgeha Pozantiyê wek hovîtiyeke ku zarokekî qet nedîtibe pênase kir. Sertkal bal kişand ser zextên giran û tacîz û tecawizên sîstematîk ên li dijî zarokên girtî yên li Girtîgeha Pozantiyê û digot Me li wê derê zilma girtîgeha Amedê dît ku me bi salan lê guhdarî kir.
Li Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê 20 peywirdarên girtîgehê û memûrên ku bi tawanbariya tacîz û tecawiza 4 zarokan dihatin sûcdarkirin, ji aliyê dewletê ve hatin şofandin. Ji malbatên qurbaniyan re jî bi giştî 1 milyon û 270 hezar lîrayê Tirkiyê cezayê pereyan hate birîn. Li şûna ku tecawizkar bên cezakirin, tecawiza li zarokan bi destê dewletê hate teşwîqkirin.
Rapora ÎHD’ê ya der barê zarokên girtî, girtin, darizandin û cezakirina wan de ku heta sala 2008'an li Edeneyê pêk hat, xuya kir ku di salekê de li Girtîgeha Pozantiyê ya Edeneyê bi giştî 278 zarok hene û ji dozên siyasî 71 û ji dozên edlî jî 207 zarok girtî ne.
KOMKUJIYA ZAROKAN A HERÎ MEZIN; ROBOSKÎ
Di sala 2011'an de komkujiya herî mezin a zarokan a AKP'ê li Roboskî pêk hat. 17 zarokên xizm û birayên hev li pêş çavên cîhanê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin.
Wêneyên cenazeyên zarokên Roboskî yên li ser hêstiran hatin veguhastin, heta hezaran salan di dîrokê de hatin qeydkirin.
Lê belê heta niha li hemberî kujeran tu ceza nehatiye birîn û terora li ser gelê Roboskî yê li dijî vê hovîtiyê sekinî, tu carî ranewestiya.
Komkujiyên zarokan ên li Kurdistanê ku ji aliyê AKP'ê ve hema wek dozên jirêzê hatin dîtin, di demeke kurt de berê xwe da metropolên Tirkiyê. Berkîn Elvan di sala 2013'an de di dema Serhildana Geziyê de ku yek ji serhildanên herî demokratîk ên Tirkiyê bû, bi fîşeka polîsan hat qetilkirin û heman çarenûsa zarokên li Kurdistanê bû para wî jî.
HERÎ KÊM 76 ZAROK BI 'PLANA TÊKBIRINÊ' RE HATIN QETILKIRIN
Polîtîkaya AKP'ê ya qirkirina zarokan ku beriya sala 2010'an her ku çû zêde bû, piştî 'Plana Têkbirinê' ya sala 2014'an her ku çû zêdetir bû.
Polîsên AKP'ê di sala 2016'an de di çarçoveya ‘Plana Têkbirinê’ de li Cizîrê di dema berxwedana rêveberiya xweser ya li Kurdistanê de pitika 6 mehî Arîn di hembêza dayika xwe de, bi giştî 76 zarok qetil kirin.
Tevî ku nehat qeydkirin jî, di 9 'ê Cotmeha 2019'an de di dema êrişa AKP'ê ya li ser Rojava de, li Nisêbînê pitikek û li Ceylanpinarê jî 2 zarok hatin qetilkirin.
Tenê di nava 17 salên dawîn de bi hezaran dê û bav hatin kuştin, ji ber vê yekê bi hezaran zarok sêwî man. Ev hovîtî jixwe ji tiştên ku dê bi statîstîk an jî raporan werin ravekirin, wêdetir çûbûn.
AKP ji aliyekê ve dijminatiya li zarokan bê navber dewam dike û ji aliyê din ve şewba Koronayê veguherandiye firsendekê, faşîzma li Tirkiye û Kurdistanê zêde kiriye. Polîsên li Nisêbînê zarokên ku li derveyî malên xwe dilîstin, gulebaran kirin û teror li zarokê 5 salî yê astengdar kirin û li Edeneyê polîsan gule li dilê Alî Hemdan ê ji Sûriyê reşandin. Ev tenê çend mînakên polîtîkaya şer a li dijî zarokan bûn.
KUJERÊN ZAROKAN HATIN XELATKIRIN
Zarokên ku ji ber guleyên leşker, polîs, cendirme û gardiyanan jiyana xwe ji dest da, bê guman kujerên wan AKP ye. Heta roja îro di dozên zarokên hatine kuştin de, kujer nehatine dîtin (!) an jî bi bêcezahiştinê hatine xelatkirin.
Mîna ku ev tablo nîşan dide, di dema desthilatdariya AKP'ê ya 19 salan de, mafê jiyanê yê zarokan bi hate desteserkirin.
Heke em çend mînakan bidin;
- Kujerên Ugur Kaymaz piştî darizandina zêdetirî 10 salan beraat kir.
- Kujerê Enes Ata got “peywir dan min û min jî kir” û bê ceza ma.
- Doza 17 zarokên li Roboskiyê hatin kuştin, hat girtin.
- Kujerên Dîren Basan ê bi panzera polîsan hat qetilkirin, qet nehatin darizandin.
- Kujerên Fatîh û Fûrkan ên li navçeya Silopiya ya Şirnexê dema li malên xwe radiketin ji aliyê panzera polîsan ve hatin pelçiqandin, hê jî li ser navê dewletê xebatên xwe didomînin.
Yên li jorê tenê çend mînak in. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê Fatma Elarslan ya 13 salî hate qetilkirin lê di lêpirsînê de bi agahiyên şahidên nepen gotin “endama rêxistinê” ye û doz venekirin.
Herî dawî li Şirnexê ku yek ji wan bajaran e ku herî zêde zarok di dema desthilata AKP'ê de ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, Mîraç Mîroglu yê 7 salî dema li ber mala xwe bi bsîklêtê dilîst, bi wesayîta zirxî hat qetilkirin. Di raporê de ku ji aliyê polîsên trafîkê ve hat amadekirin, li şûna ku polîs ceza bikin, Miraç di esasê xwe de qusûrdar hat dîtin.
Dewletê wekî her carê careke din kujerên zarokên Kurd parastin û biryar da ku fail zarokên qetilkirî ne.
WESAYÎTÊN ZIRXÎ Û KOMKUJIYÊN ZAROKAN
Bîlançoya zarokên dema li kolanên Kurdistanê dilîstin ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin pelçiqandin; di sala 2018'an de 2 zarok, di sala 2019'an de zarokek, di 2020'an de 2 zarok û ji 10'ê Îlona 2021'an ve jî 4 zarok hatin qetilkirin. Polîsên ku zarok qetil kirin, li şûna cezakirinê, bi parastinê hatin xelatkirin.
3 HEZAR ZAROK GIRTÎ NE
Ji bilî zarokên ku dema hinekan li kolanê dilîstin, hinekan sewal diçêrandin, hinek diçûn nan dikirîn; hejmara zarokên li girtîgehê sax in lê nikarin bijîn, roj bi roj zêde dibe.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Edaletê, li Tirkiye ku bûye girtîgeheke servekirî, 780 pitik û 3 hezar zarok di girtîgehan de ji bo ku azad bibin, tê dikoşin. Niha bi sedan zarok li şûna ku bi awayekî azad li parkan bilîzin, bi dayikên xwe re li pişt şîş û caxên girtîgehê tên ragirtin. Ji bilî yên bi nexweşiya lösemiye ketine, mafê bi sedan zarokên nexweş jî nayê dayîn ku li girtîgehê tedawî bibin. Tevî ku nehatine girtin jî, bi hezaran zarokên ku dê û bavên wan di girtîgehan de ne, li derve jî travmayeke giran li ser wan hatiye hiştin.
PITIKÊN BÊNAV Û DI PÊÇEKÊ DE JÎ LI GIRTÎGEHAN IN
Herî dawî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Licê ya Amedê de dayikek bi pitika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî re roja 17 'ê Hezîranê hatin girtin û şandin girtîgehê. Pitik di nava pêçekê de ku hîna çavên xwe venekirine û bê nav be jî, bi diya xwe û xwişka xwe ya 2 salî re ketiye girtîgehê. Ev jî nîşan dide bê ka binpêkirina mafên zarokan li Tirkiyê gihaştiye kîjan astê.
[1]