Bîlançoya 20 salan a AKP û kujerên zarokanzarokan -2
NAVENDA NÛÇEYAN - GUNAY AKSOY
Di çarçoveya êrişên qirkirinê yên li hemberî Kurdan de, li deverên ku êrişên dagirkeriyê yên AKP'ê pêk tên, di serî de zarok dibin hedef.
Qirkirina zarokan bê navber berdewam dike
Di dîroka dewleta Tirk sicîla komkujiyên zarokan pir mezin e. Zarokên Kurd gelek caran bûn hedefa komkujiyan.
Di dema AKP'ê de herî zêde dijminatî û komkujî li hemberî zarokên Kurd pêk hat û van komkujiyan sînorên Bakurê Kurdistanê jî derbas bûn û li Rojava jî pêk hatin ku bûye hedefa dagirkerî û qirkirinê.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst li Rojava bombe li zarokan barandin û ev yek li ber çavê hemû cîhanê pêk dihat.
Dêrsim, Zîlan, Helebçe... Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê, Girê Sipî, Qamişlo û Eyn Îsa. 100 sal derbas bûn lê kiryar heman in. Zarokên nehatine dinyayê û kenên zarokan ên nîvçemayî.
Ji şoreşa Rojava û vir ve zarokên ku li welatên xwe kêm be jî xwedî jiyaneke azad in, rastî êrişên dewleta Tirk tên û dibistanên wan hatin xerakirin, kolanên ku lê dilîstin bi bombeyên kîmyewî hatin şewitandin, hatin kuştin, hatin qetilkirin û hinekan jî birînên giran ên ku qet sax nebin, li ser wan man.
Ji ber ku ew zarok bûn. Tu rêyeke wan nebû ku xwe ji kîn û gazên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst biparêzin.
40 ZAROK LI KOBANÊ DI ŞEVEKÊ DE HATIN QETILKIRIN
Komkujiya Kobanê ku bi navê Şeva Xedar tê zanîn, di 25'ê Hezîrana 2015'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê yên AKP'ê ve hat kirin û mezintirîn komkujiya di dîroka Rojava de bû.
400 sivîlên di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest da, herî kêm 40 jê zarok bûn ku dişibiya komkujiyên Dêrsim û Helebçeyê. Bi sedan zarok jî sêwî man.
QÎRÎNA MIHEMED Û SARAYÊ
Li Serêkaniyê di êrişên 9'ê Cotmeha 2019'an de 3 hezar zarok mexdûr bûn û mafên wan hatin binpêkirin. Heyva Sor a Kurd di navbera 9 û 14'ê Cotmehê de di êrişa dewleta Tirk a li dijî Rojava de 11 zarokên jiyana xwe ji dest dabûn, qeyd kirin. Ji van zarokan yek Mihemedê ji Serêkaniyê û Sara ya ji Qamişloyê bû ku tu carî nayên jibîrkirin. Qîrînên Mihemed ku bedena wî bi çeka kîmyewî şewitîbû û Sara ku dema dilîst di bombebarana dewleta Tirk de birayekî xwe winda kir û lingên wê parçe parçe bûbûn. Wan birîneke nekevandî di bîra mirovahiyê de hişt.
Di êrişên qirkirinê yên li ser Serêkaniyê de ku bi rojan şerekî giran lê hebû, çekên kîmyewî jî gelek caran hatin bikaranîn. Qîrînên Mihemedê 13 salî, ku di bombebaranê de bedena wî hemû şewitîbû, ev hovîtiya kîmyewî ji cîhanê re radixist pêş çavan.
Mihemed ji ber bikaranîna bombeyên fosfora spî ku Neteweyên Yekbûyî qedexe kiriye, bi giranî birîndar bûbû. Tirkiyê di şerê xwe yê li Rojava de guh neda tu rêgezan. Bi taybetî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî jîngehên sivîlan û kuştina zarokan, ji delîlên herî mezin ên sûcên şer bûn. Lê belê DYA û Rûsyayê jî ku çavê xwe li êrişê girtibû, ev sûc jî nedîtin.
TIL RIFET: ROBOSKIYA DUYEM
Ji ber êrişa dewleta Tirk a li ser Efrînê di Çileya 2018'an de zarokên ku koçberî Til Rifetê bûbûn jî bûn hedefa êrişan.
Di 2'yê Kanûna 2019'an de li Til Rifetê 10 kesên di bombebarana dewleta Tirk de hatin kuştin, 8 jê zarok bûn. Di salvegera komkujiya Roboskî de ev komkujiya zarokan, 8 tabûtên biçûk ên li ser milan hatin hilgirtin, ji Kurdan re bû Roboskiyeke din.
LI EYN ÎSAYÊ ZAROK HEDEFA BOMBEYAN IN
Di topbaranên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di nava 9 mehan de herî kêm 4 zarok hatin qetilkirin.
RÛYÊ DIN Ê ŞER; ZAROKÊN ASTENGDARBÛYÎ
Di şerên hêzên navneteweyî û dewleta Tirk a mêtinger de ku hêza wan rêveber a li ser erdê ye, dixwazin şoreşa Rojava ji hev bixin û bifetisînin û bi hezaran zarok di wî şerî de bûne penaber. Her wiha yên ku ji Rojava koçber bûne û li çar aliyê cîhanê belav bûne, serpêhatiyên bi hezaran zarokên ku li xaka xwe bûne penaber, li bendê ne ku wekî mijareke cuda ya girîng lêpirsîn li ser bê kirin.
Li aliyê din ê şer, ma çi têrê dike ku xeyalên nîvçemayî yên zarokên ku di şeran de birîndar bûne û seqet mane, pêk bîne?
LI SER RÊYÊN KOÇBERIYÊ YÊN BER BI MIRINÊ VE
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl da pêdiviyên sereke yên bi hezaran zarokên ku bûne qurbaniyên şer wekî perwerde, tenduristî, xwarin û hwd dabîn bike û mexdûriyeta wan hinekî be jî sivik bike. Lê belê zarokên Sûriye û Rojava yên ketin ser rêyên koçberiyê, bi taybetî jî Alan Kurdî, di deryayê de fetisîn, ji sermayê qerimîn, li dijî birçîbûnê li ber xwe dan û ji ber ku tu welat bê nasname qebûl nekirin, fatoreya şer bi canê xwe da.
Mîna Alan, gelek mirov bê nav û nasname di deryayê de xeniqîn, bûne hedefa nîjadperestiya li Tirkiyê û heta pitik û zarok jî li hembêza dayikên xwe li kolanan parsekiyê dikin.
Heta vê dawiyê kesî nexwest zarokên ku ji welatê xwe penaber bûne û ji ber êrişên dewleta Tirk ji Rojava û Sûriyê ketine ser rêyên koçberiyê, bibîne. Hemû cîhan bi rola sê meymûnan rabû. Divê were zanîn ku her çek, her krediyek didin dewleta Tirk û her peymaneke pê re çêdikin, tenê mirinê ji zarokan re tîne. Her panoteke ku Yekitiya Ewropayê ji bo mexdûrên şer ên Sûriyê yên li Tirkiyê dide, wek gule û bombe li zarokan vedigere, ne ku dibe xwarin an jî alîkariyeke din.
ZAROKÊN LI BAŞÛR HATINE QETILKIRIN
AKP ku hêza wê qels dibe û desteka gel winda dike, stratejiya xwe ya şer a li dijî Kurdan her ku asê maye veguherandiye êrişeke topyekûn. Her çend bi êrişên li dijî muxalîf û Kurdên li nava sînorên xwe encama tê xwestin bi dest nexistibe jî, rêbazên bi heman rengî veguhastin derveyî sînor.
Di dagirkeriya 19 salan a AKP'ê ya li ser Başûrê Kurdistanê de gelek zarok hatin qetilkirin. Yek ji wan jî pitika bi navê Solîn bû.
Balafirên şer ên dewleta Tirk roja 21'ê Tebaxa 2011'an li ser rêya Kortek-Ranya ya çiyayê Qendîlê di encama êrişekê de 7 kes kuştin ku 4 jê zarok bûn û pitik ku hê di rehma dayika xwe de bû. Di nava kesên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye, cenazeyê biçûk ê parçebûyî yê Solîna 6 mehî jî hebû.
Lê belê Solîn ne zaroka destpêkê û ne jî ya dawîn bû ku di dema AKP'ê de di êrişên li ser Başûrê Kurdistanê de hatiye kuştin.
LI KENDAKOLÊ 17 ZAROK QETIL KIRIN
Siyaseta dijminane ya dewleta Tirk li hember Başûrê Kurdistanê bi salan e neguheriye. Beriya ku AKP were ser desthilatê li dijî Başûrê Kurdistanê gelek êrişên dagirkirinê kirin. Di destpêka desthilata AKP'ê de di êrişa dagirkirina Başûrê Kurdistanê de komkujiyeke mezin a zarokan pêk hat.
Di 15'ê Tebaxa 2000'an de li herêma Kendakolê ya di navbera Xinêrê-Lolanê de, di êrişa li dijî bi qasî 100 konên koçeran de herî kêm 17 zarokan jiyana xwe ji dest da. Di heman êrişê de ji bilî pitika 1 salî Ferzane Şakir; Bahar Eshed, Gelawêj Simaîl, Xelat Qadir, Fadîma Sewdîn, Peyman Qadir, Rêzan Qadir, Nejat Maîn, Xecîca Maîn, Bextiyar Hecac, Şehnaz Faxir, Dilnaz Faxir, Kusret Faxir, Raîd Qadir û 3 zarokên ku navên wan nehatin zanîn jî di heman êrişê de hatin kuştin. Zarokên ku di êrişê de bi giranî birîndar bûbûn jî hebûn û piştre jiyana xwe ji dest dan.
LI DÊRALOKÊ DU ZAROK HATIN GULEBARANKIRIN
Di 25'ê Çileya 2019'an de ji bo protestokirina êrişa hewayî ya dewleta Tirk ku li Dêrelokê ya Amêdiyê pêk hatibû û 4 welatiyên sivîl hatibxwn kuştin, gel çalaki li dar xist.
Leşkeran êriş birin ser çalakvanan ku dixwest Baregeha Leşkerî ya Sirê ya li Şêladizê ji herêmê were derxistin. Yek ji du sivîlên di vê êrişa leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da jî zarok bû.
LI KUNEMASIYÊ BOMBE LI ZAROKAN BARANDIN
Di şeş mehên destpêkê yên sala 2020'an de ku plana êrişên topyekûn ya li dijî Kurdan hat destpêkirin, dîmen dîsa mîna yên salên berê bûn. Ji ber ku êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûn, dîsa zarok kirin hedef. Topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Şarbajar a Silêmaniyê di 25'ê Hezîranê de kesên ku bi zarokên xwe re di nava avê de dilîst, topbaran kirin. Ji ber bombebaranê 2 zarok bi giranî birîndar bûn.
DI FERMANA ŞENGALÊ DE TRAJEDIYA NEJIBÎRBÛYÎ YA ZAROKAN
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê bi desteka dewleta Tirk Kurdên êzidî kirin hedef. Komkujiya Şengalê ku wek Qirkirina herî tirsnak a sedsala 21'an tê naskirin, wek rojeke reş di nava rûpelên dîrokê de wek ‘Fermana 74'an’ hate tomarkirin. Di qirkirina êzidiyan de, bi hezaran zarok hatin qetilkirin, girtin û koçberkirin.
Zarokên keç ên êzidî wek xenîmetên şer li bazarên koleyan hatin firotin. Zarokên hatine girtin, hatin asîmîlekirin û bi perwerdeya DAIŞ'ê hatin mezinkirin.
YPJYPJ û YPGYPG'Ê ZAROK AZAD KIRIN
Di operasyonên li dijî DAIŞ'ê de bi hezaran zarok ji aliyê YPJ û YPG'ê ve hatin rizgarkirin û gihandin malbatên wan. Lê êşa wan di bîra mirovahiyê de şopên giran hiştin. Her çend erdnîgarî hatibe guhertin jî, aliyê qirêjî yê şer neguheriye. Li gel salan jî dê zarokên êzidî nekarin travmayê ji bîr bikin û ne jî dê serpêhatiyên wan ji bîra mirovahiyê bên jêbirin.
LI MEXMÛRÊ AMBARGOYA LI SER ZAROKÊN PENABER
Kampa Mexmûrê ku ji ber zext û zordariya dewleta Tirk gelek caran gefa girtinê lê hat xwarin, piştî şewitandin û valakirina gundan û ferzkirina cerdevaniyê, di navbera salên 1993-1995'an de bi qasî 12 hezar Kurdên neçar man ji bajarên sînor ên Şirnex û Colemêrgê koç bikin, vedihewîne.
Kampa ku ji nîvî zêdetir şêniyên xwe zarok in, di sala 1998'an de xistin bin hîmayeya Neteweyên Yekbûyî. Ji 17'ê Tîrmeha 2019'an ve li dijî Mexmûrê ambargoyeke giran heye. Bi hezaran zarok di bin ambargoya 2 salan de ku PDK'ê li ser daxwaza Tirkiyê pêk anî, têkoşîna jiyanê didin. Ji ber ku jinên ducanî ji ber ambargoyê nebirin nexweşxaneyê, 3 pitik mirş ji dayik bûn. Êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî Maxmûrê û ferzkirina ambargoyê herî zêde zirarê dide zarokan.
[1]