Plana Erdogan a êrişa li ser Rojava... Tu tişt dê wekî berê nebe
NAVENDA NÛÇEYAN - UMUT AYDIN
Gelo dewleta Tirk dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikeve herêmeke din? Gelo hewldaneke muhtemel a dagirkeriyê ji bo dewleta Tirk dê çi bi xwe re bîne û herêmên ku bi hewldana dagirkeriyê re rû bi rû ne, girîngiya xwe ya jeostratejîk û polîtîk çi ye?
Dewleta Tirk 24'ê Tebaxa 2016'an kete Cerablusê. Beriya wê di sala 2014'an de çeteyên
DAIŞDAIŞ 'ê ev herêm dagir kiribû. Di sala 2016'an de tenê artêşa Tirk bi awayekî fermî kete herêmê.
Têketina dewleta Tirk a herêmê, bi rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê QSD'ê ve, di heman demê de çêbû. Ya rast, rizgarkirina Minbicê ji aliyê hêzên QSD'ê ve, operasyona rizgarkirina Cerablusê ya di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de xistibû rojevê. Di encamê de dewleta Tirk bi lez tev geriya û dagirkirina herêmê ji bo xwe wek pêwîstî dît.
Heta li bendê bû ku Kobanê bi êrişên sala 2014'an re bikeve destê DAIŞ'ê. Lê belê tevî hemû desteka dewleta Tirk jî Kobanê li dijî DAŞ'ê li ber xwe da û li gorî pêşbîniya Erdogan çênebû anku Kobanê neket, lê belê berxwedana li wê derê geş bû, ji bo DAIŞ'ê bû destpêka bidawîbûne.
Piştî Cerablusê, dor hate Ezazê piştre Mare û herî dawî sala 2017'an dor hate Babê.
ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI SER EFRÎNÊ
Bi dagirkirina xeta Cerablus-Babê re dewleta Tirk êdî bû hêza defacto ya dagirker a li Sûriyê. Lê belê tevî vê yekê jî nekarî pêşî li eniya berxwedanê ya hevpar a gelan bigire ku bi pêşengiya Kurdan bi pêş ket û gelên cîhanê xwedî lê derket.
Erdogan ev rewş dît û li şûna DAIŞ-Nusra, çeteyên ava kirin û ew xurt kirin, lê encam dîsa jî neguherî. Ji ber vê yekê, di 21'ê Çileya 2018'an de Efrîn kirin hedef û bi şerekî asîmetrîk-qirkirinê dest bi êrişa berfireh a li dijî herêmê kirin.
Erdogan pişta xwe da Rûsya û DYA'yê û tevî desteka NATO'yê jî 2 mehan bi berxwedaneke domdar re rû bi rû ma. Şer ne tenê li eniya şer, hema bêje li her gund, bajarok û heta Efrînê berfireh bû. Bi êrişên hewayî hemû cih û war kirin hedef. Dibistan, nexweşxane û mal bûn hedefa êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk.
Dewleta Tirk rêxistinên çete yên herî xwînxwar xwedî dikirin, perwerde kirin û çek danê û dest bi nêçîra Kurdan kirin. Bi derewa li ser sînorên me gef heye hewl didan rastiyan berevajî bikin. Careke din hêzên navneteweyî Kurd kirin qurbaniyên berjewendiyên xwe, xebatên dewleta Tirk ên bi rêxistinên herî xwînxwar ên serdemê re paşguh kirin û êrişî Efrînê kirin.
Piştî ku Efrîn pêşkêşî dewleta Tirk kirin, serdestiya Rûsyayê ya li ser Tirkiyê zêdetir bû. Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan gaveke din avêt lê bêhtir bi Rûsyayê ve girêdayî bû.
JI ALIYÊ JEOSTRATEJÎK Û SIYASÎ VE EFRÎN
Bê guman hin sedem hebûn ku Efrîn ji bo dewleta Tirk girîng be. Li ser xeta herî bakur a Sûriyê sînorê bi Tirkiyê re, herêmeke ji herêmên Cizîr û Firatê veqetiyayî bû. Ji bo vê gotina Erdogan a li Mizgefta Emewî nimêja Înê bike girîng bû. Wekî din rojhilat, xeta Cerablus-Babê dagir kir û ji bo ku artêşa Tirk dakeve xeta başûr-rojava û wêdetir, veguherand baregeheke leşkerî.
Bidestxistina Efrînê ji bo Şamê jî xwedî girîngiyeke herî stratejîk bû ku Erdogan plan dikir nimêjê li Mizgefa Emewî bike anku hewl dida dagir bike. Dewleta Tirk Efrîn dagir kir û ji rojhilat ve bi Cerablusê re kir yek û dê bi rêya herêma Şehbayê bêhtir biçûya aliyê başûrê Helebê, piştre jî dê biçûya Idlibê ku li başûrê rojava kontrol dike û her du bajar bikirana yek. Hesab ev bû.
Lê tevî ku Efrîn ket bin dagirkeriya Tirk jî, nehiştin dewleta Tirk derbasî herêma Şehbayê bibe û Berxwedana Serdemê di qonaxa duyemîn de dewam kir.
ÇETE YÊN LI IDLIBÊ BI CIH KIRIN… ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ LI BER XWE DA Û DAKIRKERÎ TÊK BIR
Dewleta Tirk beriya ku Efrînê dagir bike, di çarçoveya ‘plana perwerdekirin û biçekkirinê’de bi Amarîkayê re, da ku bigihêje Heleb û Şamê, çeteyên xwe li gelek herêmên Sûriyê belav kiribûn. Armanca dewleta Tirk ew bû ku bi Şerên Wekaletê zemîna dagirkeriyê dayne, bi destê çeteyên DAIŞ/Nusrayê ku ji çeteyên El-Qaîdeyê pêk dihatin, rejîma Sûriyê ji hev bixe û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan çeteyan serdest bike û Heleb û Şamê hilde, düre jî Sûriyê li gorî dilê xwe parçe bike.
HEWLDANA QET NEBE NEHÊLE KURD BI SER BIKEVIN
Vegera Erdogan a ji birayê min Esad” ber bi “Eset” ve girîng bû. Li ser erdê tişta ku dixwest kêm be jî pêk anîbû. Lê belê têkoşîna hevpar a gelan bi pêşengiya Kurdan li dijî rêxistinên çete, faktora bingehîn a xerabûna hesabên li ser Sûriyê bû.
Erdogan ev yek dît û vê carê berê xwe yekcar da Kurdan, lê bi piştgiriya Rûsya, Amerîka û NATO'yê Efrîn dagir kir.
Plana Erdogan a B ew bû ku heke nekare li Mizgefta Emewî ya Şamê nimêjê bike û rejîma Esad tesfiye bike, qet nebe nehêle Kurd li herêmê statuyê bi dest bixin.
Faktoreke din a ku planên Erdogan xira dikir jî bi salan beriya ku dagirkeriya Efrînê bikeve rojevê, berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bû. Ev berxwedana ku wek şerê gel bi pêş ket, nehişt herêm bi destê çeteyan bi desteka dewleta Tirk bê dagirkirin.
Tevî ku dagirkeriya Efrînê, Idlib û Efrîn bi rêya Daret Îzza û Cindirês bi hev ve girê dabe jî, xeta Şehba-Til Rifetê ku dikeve bakurê Helebê di bin serweriya hêzên Kurdan de ma û nehişt dagirkerî ji Cerablus-Babê ber bi Heleb û Idlibê ve li her du aliyên rojhilat-rojava û bakur-başûr ve berfireh bibe.
Vê yekê rê li pêşiya tevgera dewleta Tirk û çeteyên wê girt, lê li dijî êrişên gengaz ên mêtingeriya Tirk ji rejîma Sûriyê re bendek çêkir. Berxwedana hêzên Kurd a li vê herêmê ku heta niha dewam dike, ji bo dorpêçkirina Idlibê û êrişên li dijî çeteyên Tirk, avantajeke mezin dide rejîma Sûriyê.
TIL RIFET
Guman nîn e ku Til Rifet ji wan cihan e ku di demên dawî de bûye hedefa êrişên muhtemel ên dagirkeriyê. Di vê rewşê de pirs ev e; çima Til Rifet?
Til Rifet herêmeke li rojavayê Mareyê ye û dikeve başûrê Ezazê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û wekî bajarokên Nibul û Zehra ji bo Îranê jî xwedî girîngiyeke stratejik e. Kontrolkirina Til Rifetê dê were wê wateyê ku ji aliyekî ve dorpêçkirina Şehbayê û li herêma Nibul û Zehrayê hêzên girêdayî Îranê werin tengijandin.
Dewleta Tirk heke Til Rifetê bigire, teqez e ku bi rêya Nibul û Zehrayê Helebê dorpêç bike. Bi vê yekê dê Heleb ji rojava ve bi rêya Idlibê, ji rojhilat heta Babê û ji bakur ve bi rêya Til Rifet-Şebayê were dorpêçkirin. Hesab ev e. Dewleta Tirk ku li van hemû herêman serdest e, dê ji aliyekî ve li Idlibê xwe xurt bike û li aliyê din jî dê ji hebûna Îranê ya li herêmê re bibe gefek û dema Heleb dorpêç kir dê bi rêya Bab-Mare-Cerablusê berê xwe bide Minbicê û ev yek dê hêsantir bibe.
Lewma ev yek dê ne tenê di siberoja Sûriyê de rola dewleta Tirk xurt bike, di heman demê de rola hikumeta Şamê û Rûsyayê jî qels bike. Ev rewş dê ji Erdogan re bibe xêra Xwedê ku di dan û standinên li gel Rûsyayê de di van salên dawîn de pir qels bûye ji ber mijara derketina ji Idlibê. Helbet heke tişta ku ew dixwaze pêk bê.
HEDEFA DIN A DAGIRKERIYÊ; MINBIC
Navendeke din a girîng ku Erdogan gelek caran ew kiriye hedef, Minbic e.
Minbic niha di bin dorpêça dewleta Tirk de ye. Li aliyê rojhilatê wê çemê Firatê û Kobanê û herêma Firatê hene.
Girîngiya Minbicê ew e ku li xaçerêya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xeta Efrîn-Helebê ye. Ji ber ku rêya bazirganiyê ya M4 li vir e, girîngiya bajêr zêdetir dibe. Her wiha dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Cerablus-Ezaz-Mare-Babê jî dê li herêmên navborî bêhtir bi cih bibe. Lê mesele ne tenê ev e. Bidestxistina Minbicê dê bibe dorpêçkirina Kobanê ji aliyê rojava ve bi rêya çemê Firatê. Ji ber vê yekê, Minbic hem ji aliyê bazirganiyê ve her tim hedefa dewleta Tirk e, hem jî ji bo xwe gihandina herêmên nû li aliyê rojhilat-rojava û ji bo xurtkirina herêmên dagirkirî. Bê guman Minbic di heman demê de bajarekî mezin ê bazirganiyê ye.
KULA DILÊ ERDOGAN; KOBANÊ
Ji ber ku di sala 2014'an de cara yekem DAIŞ lê têk çû, Kobanê xwedî girîngiyeke mezin a siyasî ye. Ji bilî wateya xwe ya sembolîk, Kobanê ji aliyê jeostratejîk ve jî girîng e.
Kobanê li bakur li ser sînorê Sirûcê ye, li rojhilatê wê Girê Spî, li rojava Minbic û li bakurê wê jî Cerablus heye.
Hedefgirtina Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve, jixwe DAIŞ'ê jî wisa kiribû, ew e ku li xaçerêya rojava û rojhilatê Firatê ye, lê di heman demê de rêya M4 e ku li başûrê wê dimîne û rêya bazirganiyê ya herî girîng a Sûriyê ye.
Niha ji bakurê rojava ve di ser Cerablusê re, ji rojhilat ve di ser Girê Spî re dorpêçkirî ye. Dagirkirina Kobanê dê bibe pevgirêdana Cerablus û Girê Spî û veqetandina rojhilat û rojavayê Firatê, di heman demê de dorpêçkirina Eyn Îsayê ji rojava ve û kontrolkirina beşeke rêya M4. Lê faktora din a ku Kobanê girîng dike, wekî me di destpêka beşê de jî anî ziman, ew cih e ku DAIŞ di sala 2014'an de cara ewilî lê têk çû. Ev rewş jî weke derbeyeke mezin li planên Erdogan ên li ser Sûriyê tê dîtin û bi vî rengî dibe sedem ku timî êriş lê were kirin. Lewma Kobanê kula herî mezin a Erdogan e.
EYN ÎSA
Eyn Îsa yek ji wan cihan e ku dewleta Tirk piştî êrişên li Girê Spî û Serêkaniyê timî gefa êrişan lê dixwe.
Li bakurê Eyn Îsayê Girê Spî, li bakurê rojavayê wê Kobanê, Sirîn li rojavayê wê, Reqa li başûrê wê û li rojhilatê wê jî rêya M4 hene û li ser xeta herêma Cizîrê ye.
Êrişa gengaz a dagirkirina Eyn Îsa dê bibe qutkirina xeta di navbera herêmên Cizîr û Firatê de û her wiha qutkirina xeta Kobanê-Reqa-Tebqayê.
Her wiha Eyn Îsa beriya dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî navenda Rêveberiya Xweser bû û ji bo Reqayê li bakur devera parastinê ye.
TIL TEMIR
Deverek din ku êrişên dagirkeriyê yên ji sala 2019'an ve lê nesekinîne jî Til Temir e.
Li Til Temirê Ereb, Kurd, Suryan û Ermen dijîn û yek ji cihên herî kozmopolît e. Lê belê girîngiya erdnîgarî ya Til Temirê ji bo herêmê ew e ku li ser xetên girêdanê yên ber bi her du bajarên mezin Hesekê û Qamişlo ve ne.
Rêya bazirganiyê ya M4 di nava vê navçeya Hesekê re derbas dibe. Li aliyê rojavayê Eyn Îsayê dikeve û li ser sînorê herêma Firatê ye.
Armanca sereke ya êrişa dewleta Tirk a li dijî Til Temirê kontrolkirina vê herêmê, ji hev veqetandina herêmên Cizîr û Firatê û kontrolkirina rêya bazirganiyê ya M4 e. Heke Til Temir were dagirkirin, Hesekê dê were dorpêçkirin û dor li Dirbêsiyê û Amûdê bê girtin.
ENCAM
Plana dagirkirina deverên navborî, bi armanca kontrolkirina tevahiya herêmê ye. Tê xwestin ku pêşî têkiliyên di navbera herêman de qut bikin û piştre jî qadeke din a ku bêparastin maye, bikin hedef. Dixwazin di serî de parçe bikin û dûre tevahiya herêmê dagir bikin.
Lê belê tevî ku dewleta Tirk li gorî xwe planeke wiha danîbe jî, divê were zanîn ku bi taybetî ji dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê û vir ve şer rojekê jî nesekiniye. Têkoşîna di vê pêvajoyê de hat meşandin, tecrubeya ji êrişên dagirkeriyê hatiye wergirtin, kir ku herêm bêhtir xurt û berxwedêr bibe.
Aşkera bû ku dewleta Tirk heke êrişî van deveran yekê bike, di berxwedana li dijî êrişên li eniya Eyn Îsa û Til Temirê de jî hate dîtin ku dê bi berxwedaneke mezin re rû bi rû bimîne. Ji ber vê yekê hî îhtîmala şerekî nû heye ku di encamê de dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî jî were derxistin. A rast, ne pêkan e ku dewleta Tirk bêyî erêkirina Rûsya û DYA'yê ku qada hewayî ya herêmê kontrol dikin, êrişeke berfireh bibe ser van herêman. Tevî erêkirina êrişeke gengaz jî, atmosfera li herêmê bê guman dê ji pêvajoya 2018'an a Efrînê û ya 2019’an a Girê Spî û Serêkanîyê cudatir be û her wiha dê dewleta Tirk û çeteyên bermahiyên DAIŞ/Nusrayê têk biçin.
[1]