Rojhilatê #Sûriyê# û Iraqê herî zêde rûberûyî xetetiya avhewayê û krîzên aborî ne
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB
Ji du hefteyan ve civîna avhewayê li bajarê Glasgow ê Scotlandayê berdewam dike. Ev civîn di demeke ku serjimariya niştecihan li cîhanê zêde dibe, diyardeya guhartina avahewayê mezin dibe, germahî bilind dibe, rêjeya avê bi pêş dikeve û ziarê dide herêmên çandiniyê yên li cîhanê de li dar dikeve.
Parastina gerostêrka erdê dozeke girîng li gel pispor û lêkolînerên vê dozê dişopînin. Ji ber ev doz gefan li çarenûsa gelên cîhanê dixwe.
Tevî hestiyariya vê dozê û xeteriya wê, lê hêzên mezin êdî vê dozê di nakokiyên jeostratejîk de bi kar tînin, bi taybet ev doz di navbera DYA’yê ji aliyekî ve, Rûsya û Çîn ji aliyekî din ve ye.
GUHARTINA AVHEWAYÊ Û SEDEMÊN WÊ
Sedema guhartina avhewayê ew e ku tevlihevî di avhewaya erdê de çêdibe, pileya germahiyê bilind dibe, guhartinên mezin di diyardeyên xwezayê de çêdibin, çîna giyayî ber bi hilweşîn û curbicuriya di jîngehê de diçe.
Li gorî gelek zanyaran diyardeya tevliheviya avhewayê ew e ku germahî li okyanosan û çîna asîmanê li ser astên cîhanê û bi dirêjahiya salan zêde dibe. Li gorî piranî lêkolînan, ev diyardeya guhartinên avhewayê ji ber gelek hêmanan pêk hatiye, ji wan jî çalakiya pîşesaziyê ku gazên jehrî derdixe û li çîna asîman kom dibe. Bi wê re bandoreke neyînî li sîstematîka germahiya erdê û hevsengiya diyardeyên jîngehê dike.
BANDORA GUHARTINA AVHEWAYÊ
Guhartina avhewayê dibe sedem ku zêdebûnên tund di diyardeyên avhewayê de çêbibin, mîna pêlên germahî, ziwabûn, lehî û bahoz. Girêdayî wê komîteya hikumetê ya navneteweyî ya têkildarî guhartina avhewayê IPCC destnîşan dike ku hejmara pêlên germahiyê ji 1950’î ve zêde bûne û hejmara şevên germ jî li tevahî cîhanê zêde bûne. Her wiha ji 1970’î ve hejmara bahoz û hêza bahozên tropîkal û berdewama wê ji berê zêdetir bûne.
Bi wê re li hin parçeyên goka zemînê baran zêde dibare. Girêdayî vê yekê lêkolînên di navbera salên 1900 heta 2005’an de destnîşan dikin ku li herêmên rojhilatê Amerîka bakur û başûr, li bakurê Ewropa, bakur û naverasta Asya baran zêde barî.
Li hin parçeyên goka zemînê jî ziwanbûn zêde bûne, bi wê re baran li herêma beravê (sahil) û herêma Deryaya Spî, Afrîkaya Bakur û parçeyên ji başûrê Asyayê kêm bû. Li gorî datayên IPCC herêmên bi ziwanbûn û kêmbûna baranê bandor bûne ji salên 1970’î ve zêde bûne.
CÎHAN LI PÊŞBERÎ XETERIYÊN KU TU CARÎ PÊK NEHATINE RE RÛ BI RÛ NE`
Li gorî rapora nû ya NY’yê guhartina avhewayê di vê serdemê de mijareke sereke û hesas e û em niha li pêşberî xeteriyên mezin in. Ji ber bandorên cîhanê yên ji ber guhartina avhewayê tu carî bi qasî vê mezinbûnê çênebûne, ji guhartina hewayê ku gefan li berhemdayîna xwarinê dixwe bigire heta bi bilindbûna rêjeya ava deryayan ku xeteriya lehiyên karesatê, zêde dikin. Ji ber adaptakirina bi van bandoran re dê dijwartir bibe û ger tedbîrên bingehîn ji niha ve neyên girtin dê lêçûneke mezin di pêşerojê de pêk were.
Ji dema di 1992’yan de civîna li ser erdê li Rio De Janeiro li dar ketiye ve, piranî dewletên cîhanê bi radeyên cuda cuda biryarên danûstandinê têkildarî vê yekê dan, ku êdî bûye girêkeke û pêkanîna bi van biryaran tevliheviyê çêdike û tenê xumavek li ser kaxizê man. Ji ber pêdiviya pêkanîna van biryaran bi aboriyeke mezin heye, nexasim li gorî dewletên endustre ku sedema yekane ya qirêjiya vê gerostêrkê ne. Ji ber her serokekî deweltê hesabên xwe yên hundirîn û derve hene.
CIVÎNA GLASGOW…HÊVIYÊN LAWAZ
Bi sponseriya NY’yê dewreya 26’an li Scotlanda ji danûstandinên guhartina avhewayê îsal li dar dikeve.
Ev civîna salane ye, tê de 197 dewlet amade dibin ku guhartina avhewayê nîqaş dikin, ev welat ji bo tedbîrên li hember vê pirsgirêkê û çareserkirina wê, nîqaş dikin.
Civîn beşek ji peymana NY’yê ya di çarçoveya guhartina avhewayê de ye. Ew peymaneke navneteweyî ye ku hema bêje tevahî dewlet û herêmên li cîhanê îmze kirin da ku çalakiya mirovan a li dijî avhewayê sînordar bikin.
Ji dema ku peyman di 21’ê Adara 1994’an ve ketiye miryetê de, ev civîn a 26’an e. îsal li Glasgow a Scotlanda ev civîn li dar dikeve.
Têkildarî vê civînê, pisporê jîngehê yê lubnanî Wîlson Riziq ji ajansa me re axivî û wiha got: Di rastiyê de ez tu guhartineke berbiçav ji vê civînê texmîn nakim. Ji ber ku tu cudahiyên vê civînê jî ji civînên beriya wê ku li Tokyo yan jî Kyoto û hwd li dar ketine, tune ne.
‛GUHARTINA AVHEWAYÊ DIBE SEDEM KU KRÎZÊN ABORÎ YÊN MEZIN JI GELAN RE DEST PÊ BIKIN’
Li ser bandora guhartina avhewayê, Riziq wiha domand: Guhartina avhewayê ya ku niha çêdibe, bandoreke neyînî ne tenê li ser gelên ku pişta xwe didin çandiniyê dike, lê belê bandorê li tevahî gelên ku pişta xwe didin aborî û tenduristiyê dike.
Riziq da zanîn ku germbûna gerdûnê dibe sedem ku baran kêm bibare û pileya germahiyê zêde bibe, bi wê re daneyên xwazayî ku mirov debara xwe pê dikin, kêm bibin û ji vir krîzên aborî yên mezin dest pê dikin.
LI CÎHANÊ HERÎ ZÊDE IRAQ Û BAKURÊ SÛRIYÊ JI GUHARTINA AVHEWAYÊ BANDOR DIBIN
Rêxistina Berkeley Earth a têkildarî karûbarên jîngehê ya li cîhanê destnîşan kir ku pileya germahiyê li Iraq û rojhilatê Sûriyê 4,1 derbas kir. Anku her sal pileya germahiya li van herêman bi rêjeya 4,1 bilind dibe, lê li tevahî dewletên cîhanê pileya germahiyê ya xwezayî tenê 1,5 e.
Li gorî rojnameya Washington Post, Iraq û rojhilatê Sûriyê ji herêmên ku herî zêde bi guhartina avhewayê li cîhanê bi bandor dibin in, ev jî tê wateya ku ewlehiyên avê û xwarinê li wan herêman tune ne, bi wê re bi derbasbûna her salê re piranî herêmên çandiniyê bi kêrî çandiniyê nayên, ji wê zêdetir jî herêmên niştecihan êdî bi kêrî niştecihbûnê nayên.
Di nava piranî welatên cîhanê de ku ji ber aloziya ziwanbûn û kêmbûna baranê zirar dîtine, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ku wek paketa xwarinê ya Sûriyê ye.
Rojnamgera rojnameya Independent a brîtanî Bill True beriya lidarxistina civîna Glasgow lêkolîneke giştî çêkir. Bill True bal kişand ser metirsiyên cotkar û şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên sala bê, bi taybet piştî li welat mewsima çandiniyê di par de ne baş bû, her wiha di demekê de ku ji sedî 75 ji berhemên çandiniyê yên îsal telef bûn.
Li gorî lêkolîneke ku Navenda Lêkolînan a Kurdî belav kiriye, di encama siyaseta avkirina bendavan de ji hêla dewleta Tirk û siyasetên nijadperest ên ji hêla hikumeta Şamê ve beşa çandiniyê hilweşiyaye û ava binerd û sererd bi paş ketiye. Bi wê re Sûriyê îro azarên ziwabûna ji 70 salan ve dikişîne.
Li aliyekî din jî di raporeke rêxistina Pax a Hollanda ya avakirina aştiyê de hate gotin çeteyên girêdayî dewleta Tirk 3 bendav li ser çemê Xabûr ku di Serêkaniyê re ber bi Til Temir û Hesekê ve derbas dibe û dikeve çemê Firatê yê li gundewarê Dêrazorê, ava kirin.
Di rapora ku xwe dispêre xebata meydanî û wêneyên satelaytan de hat dîtin ku satir li ser çemê Xabûrê hatine dîtin, di demekê de ku herêm di havînê de rastî ziwanbûneke tund hatibû, ev jî nîşaneyek bû ku av wek çeka şer hat bikaranîn.
Di raporê de hat eşkerekirin ku 3 bendavên hatine avakirin bandorên ziwabûna li herêmê zêde kirin û wiha tê de hate gotin: Bandora germahiya zêde ji ber kêmbûna baranê ye. Ev jî tê wateya ku li gel civakên pişta xwe didin çandiniyê av û baranê ji her demê zêdetir kêm bûye, ku pêdiviya wan zêde pê heye.
Têkildarî wê Navneda Lêkolînan a Kurdî behs kir ku çemê Xabûr jî mîna tevahî çem, derya û bendavên dîtir ên li hemû welat ku rûbirûyî şer mane, ziwa û hişk bûn. Bi wê re berhemên çanindiyê têk çûn, pez mirin û ava vexwarinê kêm bû.
Çemê Firatê çavkaniya sereke ya ava vexwarinê ji zêdetirî 5 milyon welatiyên li Sûriyê re ye, her wiha tê zanîn ku av ji ser bendavên Tişrîn û Tebqayê yên li başûrê rojavayê Reqayê ku xizmetî nêzî 3 milyon welatiyên li bakurê Sûriyê dikin kêm bûye, ew bendav ji welatiyan re kehrebe, av û avdanê peyda dikin. Li gorî desteyên têkildar, rêjeya bendavan daketiye asta metirsiyê. Ew jî dibe sedem ku dayîna kehrebeyê raweste û stasyonên avê ji xizmetê derkevin.
Li gorî Navenda Lêkolînan a Kurdî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên ku rûbirûyî karesatên jîngehê digel gefên dewleta Tirk û krîza ziwabûnê de ye. Li ser wê yekê Wim Zuwenburg ê ku di rêxistina Pax a aştiyê ya Hollanda de kar dike da zanîn ku ev yek îsbat dike ku hilweşîneke jîngehê ya muhtemel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Ew yek jî ji ber ziwanbûna di encama guhartina avhewayê, zirarên jîngehê yên girêdayî şer, nakokî û polîtîzakirina avê de ye.
XEMA DEWLETA TIRK A DAWÎ REWŞA JÎNGEHÊ YE
Bi hinceta ku xwestekên welatê wî yên ewlehiyê nayên pêkanîn, serokkomarê Tirkiyê Recep Erdogan qebûl nekir ku beşdarî civîna avhewayê bibe.
Têkildarî helwesta dewleta Tirk ji guhartina avhewayê Riziq ev tişt got: Rewşên jîngeh û avhewayê ji bo hikumeta Tirkiyê ne girîng e. Lê ya girîng ji bo wê rewşa siyasî ye ku kiryarên xwe ferz dike û xema wê ya dawî hewldanên navneteweyî ye.
Riziq ev tişt anî ziman: Ez texmîn nakim ku dê civaka navneteweyî û civîna Glasgow bersiva xwestekên siyasetên dewleta Tirk bidin ku tevahî xemên wê dûrî berjewendiya jîngehê ne.
‛HIŞYARIYÊN LI SER XETERIYA REWŞÊ Û XEMA DEWLETAN TENÊ BERJEWENDIYÊN WAN E’
Beriya çend rojan romannas û dîroknasê amerîkî-îranî Hemîd Debaşî li ser xemsariya rejîmên li Rojhilata Navîn a têkildarî pêla ziwabûnê ya li dijî Îran, Iraq û Sûriyê ya ji ber germbûna gerdûnê, hişyarî da. Debaşî da zanîn ku modela netewe-dewlet a klasîk û serokên wê êdî li ser netewe, gel û ferdan bûne bela û karesat. Di demekê de ku cîhane dişewite, hesabên desthilatên heyî û muxaleftên wan li herêmê krîza ziwanbûn û hilweşîna ewlehiya xwarinê paşguh dikin, di encamê de nişfê bê rûbirûyî qirkirinê ye.
Her wiha pisporê jîngehê Wîlson Riziq hişyarî li ser xeteriya rewşê da û wiha got: Bi nêrîna min rewş pir xeter e û krîza guhartina avhewayê dê li ser asta cîhanê berdewam bike, ji ber ku xwediyên biryarê li cem hikumetên mezin, kargeh û şîrketên qirêj in û berpirsê derxistina gazên kûr in mîna Co2.
Girêdayî cidîbûna van dewletan, Riziq wiha li axaftina xwe zêde kir: Ez tu cidiyetê ji hêla beşdarên civîna Glasgow ve nabînim. Ji ber ku ew ne xwedî biryar in, lê belê biryar di destê hikumetên wan de ye ku qezenca madî bi taybet endustrî kontrol dikin. Ji ber xema wan a yekane qezenckirina li ser hesabê jîngehê ye.
Li ser vê yekê, ramannas û rêber Abdullah Ocalan da zanîn ku xerabkirina jîngehê û têkbirina hevsengiya biyolojî ya cîhanê, valakirina binerd, qirêjeiya sererd û karesatên avhewayê ji ber rejîmên kapîtalîzmê ne, ku li pey qezenca mezin dibezin.
Rêber Ocalan eşkere kir ku serdema pere ya darayî zîrweya hilweşandina aborî û civakê ye. Cinawerekî hilweşîner heye ku nîvê civakê ber bi bêkariyê ve dibe û berhema rêbazên qirkirinê vediguherîne beşa aboriyê ya sereke ya bi navê aboriya biçek û armanca wê tenê qezenc e, tu têkiliya xwe bi pêdiviyên pêwîst ên civakê re tune ye û jîngehê hildiweşîne. Her wiha daneyên xwezayî û civakê vediguherîne çavkaniya qezencê.
Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku ew Cinawerekî ku xwedî dijberiya civak, mirov û xwezayê ye. Her wiha teqez kir ku rola endustiryalîzmê di peydakirina qezenca mezin de pêk tîne, li pêş tevahî dozên civakî û neteweyî yên heyî dibe asteng û sedema yekane ya dozên jîngehê ye.
ÇARESERÎ ÇI YE?
Girêdayî çareseriya guncaw a ji vê doze re, pisporê jîngehê yê lubnanî Wîlson Riziq wiha pê de çû: Bi nêrîna min çare ew e ku civata navneteweyî xeteriyên li ser erdê bizane. Ev jî pêk nayê, madem desthilatên cîhanê xwedî kargeh û şîrketan in. Çareya yekane ew e ku zanyarên jîngehên li dewletên mezin ên xwedî endustiriyê hikumetê kontrol bikin.
Rêber Ocalan hin çareserî ji bo doza ku bandorê li çarenûsa mirovahiyê dike danîn û teqez kir ku çare di têgeha neteweya demokratîk de ye. Her wiha destnîşan kir ku sîstema ekonomîk a neteweya demokratîk ne tenê li pêş kiryarên hovane disekine, lê belê hewl dide ji nû ve civak aboriyê kontrol bike. Ji ber ku nîvserserxwebûna aborî lihevkirineke herî kêm a di nava netewe-dewletê û neteweya demokratîk de ye û çi lihevkirin an jî çareya ji astên wê kêmtir, teslîmkarî ye.
Rêber Ocalan got sîstema ber serxwebûna aborî ve bi rihekî seferberiya giştî li hember çolistana erdan disekine û li ser civak û zindiyan weke dijmin dibîne, her wiha parastina axê û çandina daran ji xebatên herî pîroz dihesibîne. Çawa qada ku qezencê zêde dike qada herî pîroz ji bo sermayedarên netewe-dewletê ye, qadên axê û daristanan jî qadên xebatê yên herî pîroz ên neteweya demokratîk in, ji ber jiyana civakê di dirêjahiya dîrokê de bi ewle kir.
Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku jiyana civakî bêyî kapîtalîzm û endustiryalîzmê dikare berdewam bike, lê bêyî ax û daristanê nikare berdewam bike.
[1]