Li dijî dagirkerî û qirkirinê Berxewdana Serdemê didome – 2
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN
Dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirin û tunekirina nasnameya efrînî didomîne. Piştî koçberkirina şêniyên resen, bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan, wêrankirina şûnwaran,
EfrînEfrîn kir navenda bermaheyên çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusrayê. Berxwedanê jî rûyê rastîn ê dewleta Tirk a dagirker eşkere kir.
Dewleta Tirk çawa siyasetên qirkirinê li Efrîna dagirkirî dimeşîne?
Efrîn piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê, di hemû qadan de bi taybet aborî, civakî, rêxistinî û xweser gelek pêşket. Ji bo bi hezaran koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê yên ku ji şerên di navbera hikumeta Şamê û komên çeteyan de direvîn bû stargeh.
ÊRIŞÊN BI ARMANCA QIRKIRINÊ
Li gel bêdengiya civata navneteweyî û herêmî û hevkariya Rûsya bi Tirkiyê re, dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Çileya 2018`an de bi awayekî hovane êrişî Efrînê kir. 72 balafirên şer bi kar anîn, zêdetirî 185 cihên xizmetguzarî, sivîl, tenduristî û leşkerî kirin hedef. Li rex wê jî top û mûşekan bi kar anîn. Piştî wê çeteyên ''Artêşa Niştimanî ku sala 2017`an ji aliyê dewleta Tirk ve hat avakirin û sîwana wê ya siyasî Îtîlafa Sûriyê di nav de Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrişî bajêr kir.
Piştî êrişan, Rûsya û dewleta Tirk di çarçoveya civînên Astanayê de gihaştin lihevkirinekê ku çeteyên dewleta Tirk ji Xûtayê vekişin, li beramber wê Rûsya dê rê bide dewleta Tirk ku êrişî Efrînê bike ku wê demê derdora 350 hezar kes tê de dijîn û rûbera wê 3 hezar û 850 çargoşe ye.
Di kêmtirî 20 rojên êrişan de dewleta Tirk 5 komkujî pêk anîn. Di 20`ê Çileyê de dewleta Tirk kargeheke ziftê kir hedef di encamê de zarokek û 20 karker şehîd bûn. Ya din di 21`ê Çileyê de bû. Dewleta Tirk li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa komkujiyek pêk anî ku di encamê de 10 sivîl şehîd bûn û 12 sivîlên din birîndar bûn. Ya sêyemîn jî di 26`ê Çileyê de bû, dewleta Tirk navçeya Mabatayê kir hedef û 6 sivîl şehîd xistin. Ya çaremîn li gundê Gubelê yê navçeya Şêrawayê bû ku di endamê de 8 sivîl şehîd bûn, 7 birîndar bûn û 10 jî winda bûn. Ya pêncemîn jî di 9`ê Sibatê de li gundê Şiketka yê navçeya Şiyê ye ku di encamê de 7 kes şehîd bûn.
Di encama bêdengiya civata navneteweyî de êrişên dewleta Tirk a dagirker girantir bûn. Di 20`ê Çileyê û heta 17`ê Sibatê de 173 sivîl şehîd bûn di nav de 26 zarok û 21 jin hene. Derdora 464 sivîl birîndar bûn di nav de 50 zarok û 71 jin hene. Dewleta Tirk a dagirker di 26`ê Sibatê de komkujiyek li dijî şêniyên gundê Yelanqûzê yê navçeya Cindirêsê pêk anî. Di encamê de 6 sivîl şehîd bûn. Dûre balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li navenda navçeya Cindirêsê komkujiyek din pêk anî ku di encamê de 13 sivîl şehîd bûn. Her wiha di 16`ê Adara 2018`an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker naxweşxaneya Avrîn kir hedef. Di encamê de zêdetirî 16 sivîl birîndar bûn di nav de zarokên birîndar hebûn ku dihat dermankirin.
Bi sedhezaran şêniyên Efrînê ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker ji warên xwe derketin û berê xwe dan herêmên Şehbayê.
KOÇBERKIRINA BI ZORÊ Û BICIHKIRINA KESÊN DIN LI ŞÛNA ŞÊNIYÊN RESEN
Piştî dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an, şêniyên Efrînê ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji warên xwe koçber bibin. Dewleta Tirk li dijî şêniyên ji Efrînê derneketine siyaseta koçberkirinê meşand. Qanûnên dijwar li dijî wan ferz kirin mîna lixwekirina çarçefê, nehişt jin ji mal derkevin. Gelek sivîl revandin û îşknece li wan kirin. Destavêtin jinan, mal û milkên sivîlan desteser kirin. Cihên dîrokî talan û wêran kirin. Goristanên şehîdan wêran kirin. Di çarçoveya siyaseta guhertina demografîk de, malbatên çeteyan li şûna şêniyên resen bi cih kirin. Dû wê re, navên sazî, gund û bajarokan bi tirkî û erebî nivîsandin. Alên Tirkiyê li ser avahiya daliqandin. Zevî û hilberînên zeytûnê desteser kirin û şandin sûkên cîhanî li Spaniya û Amerîkayê û darên zeytûnê qut kirin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê, di 4 salên dagirkirinê de zêdetirî 8 hezar û 63 sivîl hatin revandin. Çarenûsa zêdetirî nîvê wan nayê zanîn. Her wiha li beramber fîdyayan bi sedan ji wan hatine berdan.
Zêdetirî 655 sivîl jiyana xwe ji dest da. Jê 489 sivîl di topbaranê de şehîd bûn, 90 sivîl din jî di bin îşkenceyê de şehîd bûn. Zêdetirî 696 sivîl ji ber topbaranê birîndar bûn di nav de 303 zarok û 213 jin hene.
Zêdetirî 333 hezar û 900 darên zeytûnê û cureyên din hatin qutkirin. Zêdetirî nîvê zeviyên çandiniyê naku 11 hezar hiktar hatin şewitandin.
MÎNAKÊN LI SER BICIHKIRINA MALBATÊN ÇETEYAN LI EFRÎNÊ
Li navçeya Şera, dewleta Tirk a dagirker 84 malbatên çeteyan li gundê Mariskê, 2 hezar û 200 çete li gundê Mireymînê, 69 çete li gudnê Tirindê, derdora 100 çeteyî li gundê Miratê, 60 çete li gundê Mele Xelîl ê navçeya Cindirêsê hatin bicihkirin. Li navçeya Şêrawayê jî derdora hezar û 250 çete li gundê Xezewiyê, 500 çete li gundê Îska, 560 çete li herêmekê di navbera gundên Xezewiyê û Birc Abdalo hatin bicihkirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi fînansekirina rêxistinên eworpî, kendavî û rêxistina rêveberiya kerasetan a Tirkiyê Afad avahiyên mêtîngehiyê li piraniya bajarok û navçeyên girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî, zêdetirî 30 kamp û 30 avahiyên mêtîngehiyê li herêma Efrînê ava kirin.
Li gorî danayên dawîn, dewleta Tirk a dagirker derdora 400 hezar kes, di nav 500 malbatên filistînên 48`an li piraniya gund û navçeyên Efrînê bi cih kirin.
GUHERTINA NASNAMEYA EFRÎNÊ
Piştî êriş û koçberkirinê, pêkanîna komkujiyan li dijî Efrînê, dewleta Tirk a dagirker siyaseta guhertina demografiya Efrînê dimeşîne. Navên kolan, qadan, cihên giştî, nexweşxane guhertin. Ala Tirkiyê li ser dibistan, cihên giştî daliqand. Dewleta Tirk a dagirker navçe çerxerêya Newroz kir Selahudîn û piştre bi temamî rakir.
Li gelek cihan bi navên osmanî bi nav kirin. Ala Tirkiyê û wêneyên Erdogan li her derê û li tabloyên li ber gund, navçe û navendan danîn. Zimanê tirkî derbasî dibistanan kir û ala Tirkiyê danîn ser cilên zarokan.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe cihên pîroz wêran kirin, goristanên şehîdan û mezar xirab kirin.
WÊRANKIRINA CIHÊN DÎROKÎ
Dibistan, avahiyên sivîl, giştî û cihên stratejîk û xizmetguzarî ji binpêkirinan nefilitî. Dewleta Tirk a dagirker 5 cihên dîrokî wêran kirin di nav de Girê Eyn Dara ya ji aliyê rêxistina UNESCO ve wek cihên dîrokî hatiye sinifandin û dîroka wê vedigere serdema hisiyan yanî beriya zayînî bi hezar û 200 sal. Nebî Hûrî ku dîroka wê vedigere serdema hûriyan 3 hezar û 500 sal beriya zayînê û UNESCO wek girîngtirîn cihên dîrokî li Sûriyê û Rojhilata Navîn sinifand xirab kirin.
Perestgeha Romanî ya li gundê Kilûte ku di serdema duyemîn a piştî zayînê ji aliyê romanan ve hatiya avakirin. Gundê Elbîskê ku tê de gelek keleh û perestgeh hene û dîroka wê vedigerin serdema romaniyan. Gundê Gubelê yê dîrokî ku tê de dêr û perestgeh hene û dîroka wê vedigere serdema romaniyan. Şikefta Dûderiyê ku mezintirîn û kûrtirîn şikeftên serdema kevir e û sala 1993`iyan tê de hestiyê zarokekî Neanderthal ku dîroka vedigera sedhezar berê hat dîtin. Her wiha gora Mar Mazin û gelek cihên dîrokî hene.
Li gorî Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê zêditirî 59 cihên dîrokî û 28 mezarên ol û baweriyên cuda hatin wêrankriin. Gelek goristan bi erdê re hatin dozkirin û li şûna wan sûkên sewalan hatin vekirin.
Sûcên dewleta Tirk a dagirker di vir de sînordar nema, lê belê tora trênê jî ya di Meydan Ekbez re derbas dibe û piştre digihêje navçeya Raco û li wir diçe Kefercenê, Qitmê yên navçeya Şera hat vekirin û amûrên wê hatin frotin.
SIYASETA QIRKIRINÊ
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ji destpêka êrişan ve û heta niha Efrîn rastî qirkirinê tê û wiha got: Derbasbûna 4 salan li ser êrişan, derbasbûna 4 salan li ser qirkirina nasnameya Efrînî ye, 4 sal ji koçberî, 4 sal ji binpêkirin û sûcên li dijî şêniyên Efrînê ye. Efrîn li ber çavên tevahî cîhanê rastî qirkirineke rasterast tê.
Çiya Kurd bal kişand ser siyaseta ku dewleta Tirk li dijî Efrînê bikar tîne û wiha domand: Siyaseta ku dewleta Tirk bikar tîne siyaseta qirkirin û helandina nasnameya efrînî ye. Her kes dibîne ku çawa niştecihên Efrînê neçarî koçberiyê dike û kesên xerîb li cihê wan bi cih dike. Divê rêxistinên mirovî û peywendîdar van sûcan bibînin û ji nêz ve bişopînin û sûcdaran ceza bikin.
TENÊ NAVÊ WÊ MAYE
Bajarê Efrînê çavkaniya aştî û cihê bi hezeran penaberên sûrî bû. Niha jî veguheriye navenda perwerdekirina çeteyan. Di vê derbarê de Bedran Çiya Kurd wiha axivî: Dewleta Tirk a dagirker dixwaze nasnameya Kurdî tune bike. Dixwaze herêmê bi helandina çandî, guhertina demografîk û şerê piskolojîk re rû bi rû bihêle. Her kesî dît ku çawa Erdogan planên xwe di civîna NY de ku penaberên sûrî yên ku berê xwe dane Tirkiyê li Efrînê bi cih bike, eşkere kir. Bi vê yekê dixwaze guhertina demografîk li herêmê pêk bîne.
Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku her kes dizane ku piraniya gelê Sûriyê yê li Tirkiyê girêdayî mûxalefeta sunî ye, dixwazin kemera sunî li ser sînor û bargehekê ku bi rêya wê projeya dagirkeriyê berfireh bike ava bike û wiha pêde çû: Niha dewleta Tirk dixebite da ku Efrînê veguherîne navenda komên radîkal ku di bin sîwana Îslama siyasî de dixebitin. Ev jî ji bo projeyên xwe li Sûriyê û heta derveyî Sûriyê pêk bînin.
Çiya Kurd diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide Efrînê tev li xaka Tirkiyê bike û ev tişt anî ziman: Efrîn û herêmên din ên dagirkirî di aliyê siyasî, aborî, leşkerî û çandî de wekî ku herêmên girêdayî Tirkiyê ne, têne birêvebirin. Ev planeke taybet e ku li Efrînê tê bikaranîn. Ev jî beşek ji projeya Mîsaqa Millî ye ku dewleta Tirk hewl de pêk bîne.
DEM DEMA KU DAGIRKERIYA TIRK WERE TUNEKIRIN E
Bedran Çiya Kurd berxwedana gelê Efrînê yê koçber li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û ev tişt got: Par me berxwedana şêniyan ji bo rizgarkirina Efrînê dît û gihaşt astên herî bilind di hemû aliyên siyasî, aborî û civakî de. Îro em dibînin ku berxwedana hate kirin rûyê rast ê faşîzma Tirkiyê eşkere dike.
Bedran Çiya Kurd wiha pêde çû: Em dizanin ku dewleta Tirk di aliyê siyasî û aborî de di nava aloziyekê de dijî. Ew jî encama berxwedana gelê me yê li hundir û derveyî welat e. Vê yekê destek da ku rûyê rast ê faşîzma Tirkiyê derkeve û gihaşt asta hilweşandinê. Ji ber wê yekê divê ev sal bibe sala bilindkirina berxwedanê ya li hember faşîzma Tirkiyê di aliyê siyasî û hiqûqî de û bi bilindkirina asta berxwedanê em ê ber bi dawîkirina dagirkeriya Tirk ve biçin.
Bedran Çiya Kurd di axaftina xwe de îşaret bi girîngiya yekitiyê ya li hundir û derve kir û ev tişt bilêv kir: Em bang li her kesê li hundir û derveyî welat dikin ku asta berxwedanê bilind bikin. Ji ber ku dem dema tunekirina dewleta Tirk a dagirker e.
RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ BI GEL RE YE
Bedran Çiya Kurd di axaftina xwe de piştrast kir ku raya giştî ya cîhanê destekê dide gelê Efrînê, destekê dide doza wê û destekdayîna raya giştî ya cîhanê hêzeke mezin dide, planên dewleta Tirk asteng dike û dihilweşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: Em di wê baweriyê de ne ku sala nû dê bibe sala pêkanîna deskeftiyên girîng û têkbirina planên dewleta Tirk. Ji ber wê jî divê em rêxistina xwe zêdetir xurt bikin da ku em karibin bajarê Efrînê rizgar bikin û serkeftinên ku Şoreşa Rojava bidest xistine, biparêzin.
[1]