Li dijî dagirkerî û qirkirinê Berxewdana Serdemê didome – 3
4 sal di ser dagirkirina kantona #Efrînê# re derbas bûn, lê hîna jî êrişên li dijî kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne, berdewam dikin. Şêniyên Efrînê li dijî hêzên hegemon berxwedaneke bêhempa raber dikin.
Kampên berxwedanê: An Efrîn an li vir mayîn
Koçberên Efrînê ku li Şehbayê dimînin ev 4 sal e li dijî şerê dijwar, êrişan û siyasetên şerê taybet bexwedaneke bêeman dimeşînin.
Koçberên Efrînê li hember “siyaseta teslîmbûnê ku hewl dide civakê ji hundir ve ji hev bixe, tê dikoşin.
Bi erêkirina Rûsya, civata navneteweyî û hikumeta Şamê, dewleta Tirk tevî bi hezaran çeteyan di 20`ê Çileya 2018`an de ji 8 baskan ve êrişî kantona Efrînê kir.
Hêzên mêtinger di çarçoveya şerê taybet de, li dijî koçberên Efrînê siyaseta birçîkirinê da meşandin, piştre hewl da madeyên hişbir belav bike û kiryarên derexlaqî di nav civakê de, nexasim li kampan derxe.
Li aliyekî din jî rêxistina (UNICEF) piştî 3 sal û nîvan bi bihaneya ku pereyên ji bo alîkariya welatiyan hatiye veqetandin, kêm bûne, ava vexwarinê li ser welatiyan kêm kir.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hîn jî hovtirîn sûcan li dijî koçberan pêk tînin, nexasim li ser jin û zarokan. Mînaka vê yekê jî komkujiya Til Rifet û gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ye.
ꞌLI KAMPÊN KOÇBERAN RASTIYA BERXWEDANÊ TÊ DÎTINꞌ
Mihemed Şêx Qenber ê li Kampa Serdem dimîne, bi got “Li derveyî berxwedanê tu tercîheke me tune ye” û israra xwe ya berxwedana li hemberî hemû planên li dijî wan raber kir.
Şêx Qenber îşaret bi rewşa jiyanê û armancên şerê taybet, nexasim di dema koçberkirina bi darê zorê de kir û wiha got: Em baş dizanin ku dema gelek ji axa xwe koçber dibe û li cihekî din bi cih dibe, hêzên dijber bi hemû derfetan hewldana têkbirina wî gelî dikin.
Şêx Qenber destnîşan kir ku siyasetên dagirkeran û hêzên dijber li dijî koçberên kantona Şehbayê didin meşandin, dikevin çarçoveya şerê taybet û wiha dewam kir: Li kêleka ambargoya li ser kantona Şehbayê, hêzên dijber bi dagirkeran re li dijî me şerekî berfireh pêk tînin. Ji siyaseta birçîkirinê û parçekirina civakê bigire heta bi tirsandina welatiyan. Lewma topbaran û komkujî berdewam dikin û bi armanca koçberkirina welatiyan belavokan belav dikin.
ꞌSIYASETÊN DIJMIN NEKARÎN KOÇBERÊN EFRÎNÊ TÊK BIBINꞌ
Şêx Qenber da zanîn ku armanca dagirkeran ji siyaseta ku didin meşandin ew e ku kantona Şehbayê vala bikin û vîna gelê wê bişikînin.
Şêx Qenber got artêşa Tirk dema nekarî gelê Efrînê têk bibe, hewl da bi rêya şerê taybet qir bike. Her wiha Şêx Qenber bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê ya li hemberî koçberên Efrînê û got ji ber ku hikumeta Şamê rêyên di navbera Heleb û Şehbayê de girtin û nehişt koçber biçin nexweşxaneyên Helebê, gelek koçberên Efrînê jiyana xwe ji dest da.
Qenber piştrast kir ku projeya hêzên dijber ku hewl da li kantona Efrînê ya dagirkirî guhartina demografiyê pêk bîne û li kantona Şehbayê jî berdewam bike, bi saya berxwedana gel a li kantona Şehbayê, têk çû.
Mihemed Şêx Qenber diyar kir ku di dilê hemû efrîniyan de “dareke zeytûnê û çiyayên Efrînê” hene, lewma ne mimkun e ku ev vîn û israr têk biçe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: Me gelek caran gotiye em ê berxwedana xwe bidomînin, ne bi ambargo û ne jî bi birçîkirinê, nikarin me ji vê xakê dûr bixin û dê berê me li kantona Efrînê ya dagirkirî be.
ꞌJINA EFRÎNÎ NIMÛNEYA BERXWEDANÊ YEꞌ
Welatiya bi navê Arîn Elî îşaret bi zor û zehmetiyên jinan piştî koçberkirina ji Efrînê kir û diyar kir ku dema ew behsa jiyana jinan a piştî koçberkirinê dikin, îşaretê bi sûcên hêzên hegemon ên li dijî mirovahiyê dikin.
Arîn Elî piştrast kir ku dijminê gelê Kurd her tim siyasetên xwe yên qirêjî di şexsê jina azad û berxwedêr de dimeşîne, ji ber ku jin bingeha civakan e û got: Ruxmî hemû hewldanan û siyasetên li dijî gel, hîna jî jina efrînî tevî hemû zehmetiyan li kantona Şehbayê, berxwedaneke mezin nîşan dide.
Welatiya bi navê Nesrîn Şebo jî eşkere kir ku ew li kantona Şehbayê bi şerê leşkerî û siyasî yê artêşa Tirk û hevalbedên wê re rû bi rû ne. Nesrîn îşaret pê kir ku dijmin çi bike jî, ew ê heta rizgarkirina Efrînê li Şehbayê bimînin û li ber xwe bidin, her wiha destnîşan kir ku gel her tim dibêje “Em ji bilî Efrînê tu tişî naxwazin”.
Nesrîn Şebo di dawiyê de got jinên efrînî tevî hemû zehmetiyan li vê herêmê berxwedaneke dîrokî dimeşînin û li benda vegera li Efrînê ne.[1]