ÎmralîÎmralî : Siyaseta tecrîd û qirkirinê-1
Dilgeş ARYEN
Îmralîya ser bi bajarê Bûrsayê ve ye, yek ji 25 giravên li Marmarayê ye. Bi mezinahiya xwe ya ji 10 kîlometreyî, yek ji çar giravên mezin ên Marmarayê ye. Bicihbûna destpêkê ya komî li Îmralîyê piştî sedsala 7'an bû. Piştî ku Peymana Lozanê di sala 1923'an de hate îmzekirin, xelkê giravê ber bi Yewnanistanê ve hate şandin.
Îmralî ji sala 1924'an heta 1925'an vala ma û weke stargeheke fîrariyan dihate naskirin. Di sala 1935'an de li Îmralîyê girtîgehekê hat avakirin. Ji sala 1936'an ve weke girtîgehekê tê bikaranîn. Di salên 1940'î de Îmralî êdî navendeke mezin a hilberînê bû. Rûyê nivînan, paçên li ser maseyê, destmal, gore yên li Atolyeyên Girtîgeha Îmralîyê dihatin çêkirin li her devera Tirkiyeyê dihatin firotin. Kalîteya berheman balkêş bûn. Tevî kampên karkirinê, Îmralî di dîroka nêz a Tirkiyeyê de malovanî ji demên diyarker re kir. Piştî darbeya 1960'î ji bo serokwezîrê berê Adnan Menderes û wezîrên wê demê Fatîn Rûştû Zorlu û Hasan Polatkan jî anîn Îmralîyê û li vê derê sêdarê kirin. Disa sînamevanê navdar Yilmaz Guney, wênevan Îbrahîm Balaban û wênevanê Rûm Angûlos Stafonodîs jî li girtîgeha Îmraliyê hatine ragirtin.
Wê di 4’ê Sibata 1999’de geşedaneke li girava Îmraliye pêk bihata. Girava Îmraliyê hate valakirin û girtiyên li vê derê şandin girtîgehên din. Girava Îmraliyê ku ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê girtin, di 17’ê Sibata 1999’an de bû herêma leşkerî ya qedexekirî. Li giravê di statuya ‘Girtîgeha Yekkesî’ de ji bo Rêberê Gelê Kurd a ku wî jê re digot ‘Tabût’ rejîmek taybet hate avakirin.
ÊRÎŞA NIJADPEREST A LI DIJÎ PARÊZERÊN PÊŞÎN
Gelê Kurd û tevgeriya azadiyê li dora Ocalan bûbû xeleq û vî tiştî dek û dolabên hêzên komploger xera kiribû. Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji gelek bajaran bi dehan parêzer ji bo parastina Ocalan ketibûn nav hewldanan û serlêdan kiribûn. 16 parêzerên ku ji aliyê malbata Ocalan ve hatibûn peywirdarkirin di 22’ê Sibata 1999’an de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê dan. Encama pêşîn a berxwedana li derve û hundir derdiket holê, dewleta Tirk destûr da ku di 25’ê Sibata 1999’an de parêzer biçin giravê. Di wan deman de nijadperestiya faşîzma Tirk zêde bûbû, dema ku komek parêzeran xwestin biçin Mûdanyayê û ji wir jî biçin Îmraliyê komeke nijadperest êrîşi parêzeran kir.
Parêzer di bin wan êrişan de çûn Îmraliyê û stratejiya serdema nû û peyamên aştiyê yên Rêberê Gelê Kurd ji dinyayê re ragihandin. Li metrepolên Tirkiyeyê jî çalakî û xwepêşandan dihatin kirin. Di 13’ê Adara 1999’an de li Mavî Çarşiya Kadikoya Stenbolê çalakî hatibû kirin û ji ber şewatê 13 kes miribûn. Rêberê Gelê Kurd di 17’ê Adara 1999’an de bi parêzerên xwe re civiya û xwest bila çalakiyên bi şîddet bi dawî bibin.
ŞANOYA TRAJÎKOMÎK A HIQÛQÊ
Nêzîkatiyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêkan û bidawîkirina tundiyê; di qonaxa destpêkê ya paradîgmaya xwe ya nû de ji raya giştî re axivî, di qonaxa duyemîn de jî ji tevgera azadiyê ya Kurd re name nivîsî. Di navbera 31'ê Gulanê-29'ê Hezîrana 1999'an de Rêber Ocalan çar name ji Konseya Serokatiyê ya PKK'ê re şandin. Ocalan, hevdîtinên xwe yên bi rayedarên dewleta Tirk re bi tevgera xwe re parve dikir. Ocalan di yek ji van nameyan de li ser lêgerîna xwe ya ji bo çareseriya siyasî wiha digot:
Min ew yek da pêş ku xweseriya çandî ya bi misogeriya dewletê ya berfireh û xûsûsa ku Kurd hêmana bingehîn a dewletê ye, bibe yek. Di pîvanê de min şaş nedît ku modelek bê afirandin. Min pê re nîqaş kir ku rêveberiya xwecihî ya demokratîk bi qanûna partiyên siyasî û hilbijartinê re dikare tevkariyeke girîng li çareseriya polîtîk bike. Eger misogeriya qanûnî, kar û xusûsên din bi madeyên din re bikeve rojevê, min diyar kir ku wê demê wateya dewamkirina şerê çekdarî namîne û pêvajo di çarçoveya aştiyane ya polîtîk de dikare bi pêş ve biçe. Dibêjim ku qet nebe heta dewlet helwesta xwe zelal bike, helwesta me ya parastina aktîf, bicihbûn û agirbesta xwe dispêre perwerdeyê helwesteke rast e.
Di vê navberê de gelê Kurd û berxwedana Kurdistanê yekem car bêyî Rêberê xwe diketin Newrozekê. Li gel zext, zilm û qedexeyên dewleta Tirk, li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê bi sed hezaran kes daketin qadan, lanet li komployê anîn û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Rojên piştî Newrozê Rêberê Gelê Kurd belavokeke çareseriyê ya ji 8 xalan nivîsand. Stratejiya dema nû di wê belavokê de bi kurtasî wiha dihate vegotin:
Pêvajoya agirbestê ya 1'ê Îlona 1998'an bila li her cihî bê dewamkirin. Bi rengekî mayinde dawî li şerê çekdarî bê anîn. Dewlet efûyê ragihîne. Li gel vê yekê PKK xwe amade bike ku di nava sîstema demokratîk de qanûnî bibe. Li Tirkiyeyê hemû hêzên pêwendîdar, saziyên mafên mirovan û aştiyê yên navneteweyî tevkariyê li pêvajoyê bikin.
Piştî nameyên ku Ocalan ji tevgera xwe re şand, ji Konseya Serokatiyê ya PKK'ê di 6'ê Gulana 1999'an de bersiv hat. Konseyê, bêyî ku şik û teredûtê bixe nava raya giştî, bi rengekî eşkere ragihand ku partî dilsozê Rêberê xwe ye û wê bi her awayî bi stratejiya dema nû ve girêdayî be.
'DI ŞANOYA ÎMRALIYÊ DE PERDEYA DESTPÊKÊ'
Rojên piştî Newrozê, Rêveberiya Navenda Krîzê ya Serokwezaretiyê, ku rejîma li Îmraliyê pê ve girêdayî bû, ji bo pêvajoya darizandinê ku Rêberê Gelê Kurd wê weke 'Şanoya Îmraliyê' pênase bikira, di 24'ê Adara 1999'an de gav avêt. Li gorî mewzûatê, cihê darizandinê diviyabû Amed bûya, lê belê ji aliyê 2'emîn Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Enqereyê ve li Girava Îmralîyê hate kirin.
Dewleta Tirk ku guh neda van hişyariyên rêxistinên mafên mirovan, di 31'ê Gulana 1999'an de dest bi ‘darizandinê’ kir. Di 29'ê Hezîrana 1999'an de, şandeya dadgehê ya dewleta Tirk biryara darvekirinê eşkere kir. Bêguman ev dîrok ne rasthatinek bû. Beriya wê 74 salan, di 29'ê Hezîrana 1925'an de lîderekî din yê Kurd Şêx Seîd hatibû darvekirin. Lê ne cîhan ew cîhana 1929'an bû, ne jî Kurd ew kurdên berê bûn.
DI TARÎTIYA IMRALIYÊ DE GAVA PÊŞÎ YA AŞTIYÊ
Mehên havîna 1999'an bi liv û tevger bûn. Rêberê Gelê Kurd, li nava tarîtiya Îmralîyê ji bo hewldana desetpêkê ya aştiyê ku wê herikîna dîrokê biguheranda, zend û bend ba da.
5’ê Tîrmeha 1999’an di hevdîtinên parêzerên de cara pêşî ev plan eşkere kir. Ji bo rewşa kilîdbûyî vekira wê hêzên gerîla derketana derveyî sînorên fermî yên Tirkiyê, vekişîna Başûrê Kurdistanê û piştre li hêviya helwesta dewletê bihata sekinandin. Ocalan fikrên xwe yên têkilî plana vekişînê ku gotibû, ‘’Ev dibe ku gava pêş a agribestê’’ bi nameyeke du rûpelî, 7’ê Tîrmeha 1999’an ji Konseya Serokatiyê ya PKK’ê re şand, ku lîdertiya wê dikir.
Rêberê Gelê Kurd bi eynî rengî ji bo hazirkirina atmosfera aştiyê, bang li dewleta Tirk jî dikir.
BANGA 2’YÊ TEBAXA 1999’AN
Lê li gel van nêzîkatiyên dewleta Tirk jî Abdullah Ocalan alîgirê wê bû ku di rêya aştiyê de gava pêşî ya cidî bihata avêtin. 2’yê Tebaxa 1999’an dema bi parêzerên xwe re axivî, xwest ku danezana ku hazir kiribû, were xwendin. Eynî rojê parêzeran biryar li ser dan ku li Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê were dayin. Ew danezana dîrokî ku parêzeran bi raya giştî re par ve kirî, bi kurtî wiha bû:
‘’Li Tirkiyê rewşa pevketin û tundiyê li pêş mafên mirovan û geşedana demokratîk dibe astengek. Tundiya ku bi giranî bi sedema pirsgirêka Kurd e, di vê de bi roleke sereke radibe. Divê mirov ji vê xitimandinê derkeve û rêya çareya pirsgirêkan, dawî li tundiyê bîne. Ji ber vê ez bang li PKK’ê dikim ku ji 1’ê Îlona 1998’an ve yekalî pêvajoya agirbestê didomîne, ji 1’ê Îlona 1999’an û pê de dawî li têkoşîna çekdarî bîne û hêzên xwe ji bo aştiyê bikişîne derî sînor. Bawer dikim ku bi vî rengî wê di rêya çareseriya demokratîk de qonaxeke diyalog û lihevkirinê geş bibe. Li gel vê bang li hemû sazî û rayedarên pêwendîdar ên hemû dewlet û civakê dikim ku ji bo vê pêvajoya aştî û xwîşk û biratiyê bêhtir bihistiyar bin û destekvan bin, bang li hikûmetên netewî û navnetewî û sazî û dezgehan dikim ku bi xweşî alîkar bin.’’
Tevgera azadiya Kurd zû bersiv da vê banga Rêberê Gelê Kurd. Di serî de PKK, hemû pêkhateyên tevgerê bi daxuyaniyan ragihandin, ‘’Em ê banga Rêbertiya xwe bi cih bînin.”
Ji aliyekî ve jî artêşa Tirk li gelek cihên stratejîk ên Bakurê Kurdistanê êriş, kemîn û operasyon pêk dianîn. Li dijî plana pêşî ya aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd dewleta Tirk tercîha xwe li ser plansaziya tasfiyekirinê danî. Lê li gel şehadetan jî pêvajoya vekişînê heta dawiya meha payizê jî domand. Vekişîneke berfireh nebûbû, komên biçûk ên gerîla li qadan mabûn.
Abdullah Ocalan, ji bo ku nîşan bide ku ji dil e xwest ku ji eniya gerîla komên aştiyê werin şandin. 1’ê Cotmeha 1999’an komeke gerîlayan a ji 8 kesan pêk hatî ji Şemzînanê ketin nav sînorên fermî yên dewleta Tirk. Ew gerîla wê weke Koma 1’ê ya Aştî û Çareseriya Demokratîk derbasî dîrokê bibûya. Ji ber ku koma duyan jî 29’ê Cotmeha 1999’an ji Ewropayê bi rê ket. Rêberê Gelê Kurd ji vê gava dîrokî hêvîdar bû. Lê endamên komê ku ji bo aşîtiyê hatibûn, hatin destgîrkirin û avêtin zindanê.
AZMÛNA ÎMRALIYÊ YA DMME'YÊ
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wê bibûya yek ji aktorên sereke yê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengê korsanî hate revandin û li Îmraliyê dîl tê girtin. 21'ê Mijdara 2000'î li avahiya DMME'yê ya li Strasboûrgê bi seroktiya Dadgeha Swêdî Elîsabeth Palm, li Daîreya Pêşî 'Danişîna Ocalan'' dest pê kir. Ev weke doza herî giran, doza sedsalê ya dîroka DMME'yê dihate dîtin.
Di vê navbeynê de Kurd li çar aliyên cîhanê, nexasim li Ewropayê ji bo Ocalan li ser piyan bûn, xwepêşandan bêrawestdan dom dikirin.
LI ENQERÊ 'CIVÎNA ÎDAMÊ' YA KU 7,5 SAETAN DOM KIRÎ
Payiza 1999'an ji bo ku dawî li nîqaşên îdamê wer anîn, ku li kulîsên Enqere geş bûbû, 12'ê Çileya 2000'î lîderên partiyên koalîsyonê Bulent Ecevît, Mesût Yilmaz û Devlet Bahçelî hatin cem hev. Piştî wê hevdîtinê ku bi rengê ''civîna îdamê'' derbasî dîroka siyasî ya Tirk bû û 7 saet û nîvan dom kirî hikûmeta Tirk got, ''Em ê li gorî tevdîra îhtîyatî ya DMME'yê biçin ku derheqê Ocalan daye.'' Lê şertekî rejîma Enqere hebû; ''Ev biryar ji hêla PKK'ê û derdorên alîgir ve wê li dijî berjewendiya bilind a Tirkiyê neyê bikaranîn, heke were bikaranîn pêvajoya hiqûqî wê were birîn û derbasî pêvajoya înfazê bibe.''
Dewleta Tirk bi vê daxuyaniyê digot, ''em ê qonaxa îdamê di malikê de bihêlin'', tevgera azadiya Kurd jî di meha pêşî ya mîlenyûmê de di pêvajoya kongreyê de bû. Bi pêvajoya aştiyê re lihevhatî ya ku Rêberê Gelê Kurd dayî destpêkirin, PKK eşkere kir, wan mekanîzmaya xwe û paradîgmaya xwe bi Kongreya 7'an re ku Çileya 1999'an li çiyayên Kurdistanê bi encam kiribûn, guherandine. Guherîna herî mezin li eniya leşkerî pêk hat; li şûna ARGK'ê, ku ji 1986'an ve têkoşîna çekdarî dida, Yekîneyên Parastina Gel (HPG) hate avakirin. Ev guherîna dîrokî, bi dirûşmeya, ''HPG artêşa fedayî ya Rêber Apo ye'' hate ragihandin, her wiha Projeya Aştiyê ya 7 xalî jî ji raya giştî re hate deklarekirin.
ÊRIŞÊN KU DI SALVEGERA 15'Ê TEBAXÊ DE DEST PÊ KIRIN
Her wiha starta kampyanya mezin a bi navê ''Ji Ocalan re Azadî'' hate dayin, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê giranî wê bidana siyaseta legal jî. Ber bi havîna 2000'î ve, Rêberê Gelê Kurd ji bo siyaseta sivîl seferberî da destpêkirin, 15'ê Tebaxa 2000'î balafirên şer ên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê qadên gerîla bombe kirin. Bi dewleta Tirk re bi hevdemî hêzên YNK'ê jî êrîş anîne ser kozikên gerîla. Bêguman dîroka ku hatî hilbijartin ne tesadûfî bû, di salvegera têkoşîna çekdarî ya 15'ê Tebaxa 1984'an de dixwestin ku peyamê bidin tevgera
PKKPKK'ê.
DI SALA 2'EMÎN A 15'Ê SIBATÊ DE PÊLA NÛ YA SERHILDANÊ
Li Kurdistanê jî girseyên gel di salvegera duyemîn a komploya 15'ê Sibata 1999'an de yanî di Sibata 2001'ê de ji bo azadiya Ocalan li ser piyan bûn. Hêrsa li dijî tecrîda li Îmraliyê bûbû sedem ku Kurd biherikin qadan.
Di 10'ê Kanûna 2001'ê de jî Tevgera Azadiyê ya Kurd dest bi kampanya Xwedîderketin û Parastina Rêbertî' kir. Ev kampanya wê bibûya xeleka destpêkê ya berxwedana Kurdan wê tevahiya çaryeka sedsala 21'ê de dewam bikira. DMME'yê jî wê biryara xwe ya dîrokî di 12'ê Adara 2003'an de eşkere bikira.
REJÎMA ÎNFAZÊ YA BI EWLEHIYA BILIND A GIRANKIRÎ
Her wiha dewleta Tirk jî DMME ji tune hesiband, guherînên ku bi rengê ‘’Yasayên Ocalan’’ têne zanîn derxist, ku 1’ê Hezîrana 2005’an saz kiribû. Qanûna Cezayê Tirk a Nû a bi Hijmara 5237’an, a bi sernavava ‘’cezayê girtîgehê yê miebeta girankirî’ wiha dihate gotin ‘’Heta mirinê wê li odeyeke yek kesî were hiştin ku rojê bi 22-23 saetan wê tê de bimîne.’’
DIXWAZIN LI DEMÊ BERBELAV BIKIN Û BIKUJIN
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di parastina xwe ya li ser pergala Îmraliyê û koridora mirinê wiha bigota:
‘’Jiyana bi rengekî wiha ku ji dinyaya derve hatî qutkirin a di hicreyeke yek kesî de weke jiyana ku mirov bi zindî di tabûtê de hatibe bicihkirin, min ji vê re got jiyana di tabûtê de. Jixwe di vê hicreya xwe de ku weke tabûtê ye, bi zorê hilmê distînim. Çawa ku mehkûmekî darvekirnê dema ku tê darvekirin beriya ku hilma xwe ya dawî bide diferfite, piştî bi sê deqeyan dimire, bi rêbaza ku li vir li ser min tê bicihanîn dixwazin vê mirina sê deqeyî li demê berbelav bikin û wiha bi cih bînin.’’
[1]