Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,198
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,067
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
​​​​​​​Îmralî: Siyaseta tecrîd û qirkirinê-3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​#Îmralî# : Siyaseta tecrîd û qirkirinê-3
Dilgeş ARYEN

Şoreşa Kurdistanê wan salan piştî 2013’an kete qonaxeke nû. Bi rola serke ya Rêberê Gelê Kurd pêvajoyên krêtîk hatin jiyîn. Piştî 5’ê Nîsana 2015’an pêvajoyeke nû ya tecrîd û êşkenceyê dest pê kir.
Wan rojan ku rayedarên dewletê piştî bi salan wê dîsa li deriyê Îmraliyê bidana, ne ku tenê li Parîsê wê sê jinên Kurd ên şoreşger bihatana qetilkirin, her wiha wê êrîşeke giran a hewayî bianîna ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Bi êrîşa artêşa Tirk a 31’ê Kanûna 2012’an a li bejahiya Licê ya Amedê, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Ertem Karabulut jî di nav de wê 10 gerîla şehîd bibûna.
17’ê Adara 2014’an: Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan ji Stêrk TV re, di bernameyeke taybet de axivî, got, heta ku Rêberê Gelê Kurd neyê berdan wê çek neyên danîn û wiha axivî: ‘’Pêvajo bi temamî neqediyaye, yek alî dimeşe. Serok Apo û em rê ve dibin. Pêvajo xitimî ye lê heta dawiyê yek alî nameşe. Heke yek du heftiyan piştî hilbijartinan gav neyên avêtin, divê her kes zanibe ku pêvajo qediyaye.’’
28’ê Sibata 2015’an: Li Qesra Dolmabahçeyê ji hêla rayedarên dewleta Tirk û Şandeya Îmraliyê ve metna mitebaqatê ya 10 xalî bi raya giştî re hate parvekirin. Di xalan de planeke berfireh ya demokratîkbûnê hebû. Eynî rojê Erdogan got, ‘’Bi hesret em li benda vê bangê bûn’’ û piştre got, ‘’Yek derketiye behsa mitebaqata Dolmabahçeyê dike. Mitebaqeteke wiha tine. Ev desthilat bi rêxistinên terorê re mitebeqatê daneyne.’’
11’ê Adara 2015’an: Hevserokên KCK’ê Cemil Bayik û Besê Hozat ji IMC TV’yê re axivîn û gotin, ‘’Daxuyaniyên ku dibêjin PKK wê çekan berda propagandaya hilbijartinê ye. Encex bi kongreyeke ku Rêber Apo lê hazir e, biryara berdana çekan dikare were stendin.’’
21’ê Adara 2015’an: Di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de ev nameya Rêberê Gelê Kurd Hate xwendin: ‘’Li ser hewcehiya deklarasyonê bi çêbûan mitebeqatê re ez hewceyî û dîrokî dibînim ku PKK ji bo ku dawî li têkoşîna nêzî çil salî ya li dijî Komara Tirkiyê bi bîne û li gorî rihê serdema nû stratejî û taktîkên siyasî û civakî diyar bike kongreyê bicivîne. Hêvî dikim em di demeke ne dûr de werin ser mitebeqata rêgezî, derbasî Komîsyona Heqîqet û Hevrûbûnê ya ji endamên Parlamentoyê û Şandeya Çavdêriyê pêk hatî û vê kongreyê bi rengekî serkeftî pêk bînin.’’

ÊŞKENCEYA KU CÎHANÊ ÇAVÊ XWE LÊ GIRTÎ
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven wê gaveke dîrokî biavêtibûya. Siyasetmedara Kurd Leyla Guven di 7'ê Mijdara 2018'an di dema darizandinê de ku girtî bû, bi van gotinan wê çalakiya greva birçîbûnê ragihandibûya ku vê çalakiyê wê cihê xwe di dîroka têkoşînê ya gelê Kurd de bigirta: Tecrîda li ser Birêz Ocalan ne tenê li kesekî, di heman demê de li gelekî tê ferzkirin. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ez jî parçeyek ji vî gelî me, lewma ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Birêz Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dikim.
Wê demê Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bi navê 'Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' dest bi pêngaveke nû kir. Piştî daxuyaniya Leyla Guven ku dihate wateya 'destpêkê' siyasetmedar, aktîvîstan û welatparêzên Kurd li pey hev ketin greva birçîbûnê. Destpêkê di 21'ê Mijdara 2018'an de li Hewlêrê Nasir Yagiz, piştre jî li Tirkiye û Kurdistanê girtiyên siyasî, di 17'ê Kanûna 2018'an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 14 siyasetmedarên Kurd dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.
Di 2'ê Gulana 2019'an de bexwedana gelê Kurd wê tecrîda li Îmraliyê bişikanda. Wê rojê, parêzerên ku 8 salan nekarîn Rêberê Gelê Kurd bibînin hevdîtin kirin û ji Îmraliyê wê bi deklarasyoneke demokrasiyê ya ji heft xalan vegeriyan. Di vê hevdîtinê de ku 6'ê Gulanê hate eşkerekirin, deklarasyona ku tevî sê girtiyên din ên li Îmraliyê Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim 'ji bo raya giştî' hate nivîsandin, wê li Stenbolê bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re bihata eşkerekirin.
Deklarasyona ku li dijî şer û dijberiya giran a li Tirkiyeyê û herêmê rê û rêbaza çareseriya demokratîk destnîşan dikir, di heman demê de hêza çareseriyê û bandora Rêberê Gelê Kurd careke din nîşan da. Parêzer 22'ê Gulanê careke din çûn Îmraliyê.
Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku gihîştin roja 200'î li ser banga Ocalan di 26'ê Gulana 2019'an de bi dawî bûn.

ŞEWATA LI ÎMRALIYÊ JI BER 'SEDEMÊN SIYASÎ' DERXISTIN
Piştî hevdîtina 7'ê Tebaxê demeke dirêj ji Rêberê Gelê Kurd agahî nehate wergirtin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu di 27'ê Sibata 2020'î de daxuyaniyeke ecêb da. Di bernameya televîzyonekê de bûyerek ku heta wê demê qet nedihate zanîn ji nişka ve eşkere kir. Soylu diyar kir ku li Îmraliyê şewat derketiye û şewat hatiye kontrolkirin. Piştî vê daxuyaniyê di 9'ê Adara 2020'î de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di bernameyeke taybet a Stêrk TV de li ser şewatê ev daxuyanî da:
Nêzîkatiya li Rêber Apo bi her awayî polîtîk e, nêzîkatiyek li gorî hiqûqê li hember Rêber Apo nayê nîşandan. Şewata li Îmraliyê hatiye derxistin ji ber sedemên siyasî ye. Tesadûfî nîn e. Her kes zane ku Îmralî 24 saetan tê kontrolkirin. Suleyman Soylu ev çima eşkere kir? Gelo dixwaze helwesta Rêber Apo, yan PKK'ê yan jî gelê Kurd biceribîne? Em hîn bi vê nizanin. Lê belê hesabekî polîtîk heye. Ji ber vê yekê şewat derxistin piştre jî li televîzyonê eşkere kirin.
Kurdên ku piştî daxuyaniya Soylu li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd ketin nava tirs û fikaran dest bi berxwedanê kirin. Di encamê de jî dewleta Tirk di 3'ê Adara 2020'î de destûr da ku malbat biçe Îmraliyê. Têkildarî hevdîtinên malbatên Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş piştî rojekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da û diyar kir,
Malbatan ragihandin ku rewşa giştî ya muwekîlên wan baş e û şewatê bandor li wan nekiriye.

DI SALA 2020'Î DE AXAFTINA DESTPÊKÊ Û YA DAWÎ YA BI TELEFONÊ..
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 21 salan yekemcar di 27'ê Nîsana 2020'î de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Têkildarî vê axaftinê ku 20-25 deqeyan dewam kir, Mehmet Ocalan ev agahî parve kir: Serok got ku rewşa wî ya tenduristiyê niha baş e û got 'Lê belê nizanim ku dema bê çawa be'. Têkildarî rewşa li Başûr diyar kir ku polîtîkaya kuştina Kurdan bi destê Kurdan tê meşandin ku di vir de Kurd tiştekî bi dest naxin. Anî ziman ku gelê Tirk jî ji vê polîtîkayê sûdê wernagire. Diyar kir ku divê PDK jî YNK jî ti tevgereke Kurd nebêje, 'em ê şer bikin, ew ê jî di berdêlê de dewletê bide me'. Destnîşan kir ku ev yek ne tê qebûlkirin ne jî pêk tê. Anî ziman ku divê yekîtiya neteweyî esas be.
Ji ber şewba vîrûsa koronayê ku tirs û fikar zêde bûn destûr hatibû dayin ku bi rêya telefonê axaftin çêbibe. Di 10'ê Cotmehê de li ajansan hate weşandin ku ev axaftin wê di sala 2020'î de ya dawî be. Ji ber ku dewleta Tirk ragihand ku 6 mehan cezayê qedexeya axaftina bi telefonê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hatiye birîn.

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên borî tevî tecrîda mutleq, êşkenceya spî û bi temamî sîstema êşkenceyê ya ji cîhanê qûtkirinê, li ser zanist, siyaset û felsefeyê xwe kûr kiriye, di mijarên mîna demokrasî, rewşenbîrî, dengeyên ekolojî, jin, parastina rewa û qadên sivîl nirxandin, analîz û berhem nivîsandine. Pêşniyarên xwe yên çareseriyê yên weke pradîgma pêk xistin ku ji bo Kurdistan, Tirkiye û herêmê xwedî girîngiyeke dîrokî ye weke modela ‘Şaristaniya Demokratîk’, ‘Şaristaniya Demokratîk û Civaka Ekolojîk a Demokratîk’ û ‘Konfederalîzma Demokratîk’ pêşkêş kir.
Pêwîsitiya Rojhilata Navîn a ku her roj kaos kûr dibe û Kurdisanê ya li ber dagirkeriya faşîzan a Tirkiye ku di bin krîzên aborî-civakî de fetisiye, li ber xwe dide bi raman û azadiya Abdullah Ocalan heye. Ji ber vê Konseya Rêveber a KCK’ê 10’ê Îlona 2020’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê ji 12’ê Îlonê û şûn ve bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeiryê re; dem dema azadiyê ye’ dest bi pêngavekê dikin. KCK’ê li ser mijara çima pêwîstî bi ragihandina pêngaveke wiha heye ev tişt got:
‘‘Firsendeke bi vî rengî li pêşiya Kurdan û hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn e. Kurd û hêzên demokrasiyê wê bi serketineke mezin ji nava vê pêvajoya avabûnê ya kaosa Rojhilata Navîn derkevin. Konseya me ya rêveber û nûnerên rêxistin û saziyên me yên girîng di pêvajoyeke wiha de li hev kom bûn, derfetên serketinê û metirsiyên heyî bi berfirehî nirxandin û biryarên girîng dan. Di çarçoveya van biryaran de ji bo metirsî bên beralîkirin, ji bo jiyana azad û demokratîk bê afirandin, li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat û li her welatên ku Kurd lê ne, bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' di 12'ê Îlonê de em dest bi pêngava demokratîk şoreşger dikin. Armanca vê pêngavê hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê ye, ku sîstema êşkenceyê ya xwe dispêre tecrîda giran a li Îmraliyê veguherandiye şerê taybet û tevgera psîkolojîk a li dijî gelê Kurd, dagirkeriyê belav dike, li hundir û derve li dijî gelê Kurd û gelan zextên faşîst giran dike.’’

DI SALA 2022`AN DE QEDEXEYÊN NÛ
Pîşte ku pêngava 'Dem Dema Azadiyê' ye li cîhanê de deng vede li îmralî ye jî “incommunicado” ku rewşa bêpeywendiya mutleq e, hin zêdetir hate pêşxistin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 22'ê Mijdara 2021'an de bi daxwaza Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtina lezgîn bikin serî li Dadgerê Înfazê yê Bûrsayê dan derket holê ku 2 qedexeyên nû li ser Abdullah Ocalan hatine birîn. Li gorî biryara Lijneya Disîplînê ya Midûriyeta Înfaza Cezaya Îmraliyê ya di 18’ê Tebaxa 2021’an de ji bo maweya 3 mehan “mehrûmkirina ziyaretvanan” hatiye birîn.
Dîsa di serlêdana malbatan a 3'ê Sibata 2022'an de hate zanîn ku ji aliyê Serokatiya Lijneya Disîplînê ya Îmraliyê ve 3 meh cezayê dîsîplînê hatiye dayîn ji bo vê yekê jî Rêber Apo ji hevdîtina malbatê hatiye bêparkirin. Bi redkirina van serlêdanan re ji sala 2018’an û vir ve bû 10’emîn cezayê dîsîplînê ku pêşî li dîtinên malbatê digire.
Ji bilî qedexeyê hevdîtinên malbatê di nava van du salan de hevtînînen parêzeran jî gelek car hatin qedexekirin. Dadweriya Înfazê ya Bûrsayê bi hinceta 6 meh qedexeya li ser Rêberê Gelê Kurd di 12'ê Cotmehê de ji aliyê dadgehê ve hatibû dayîn, serlêdana parêzeran red kir. Li gel ku ev salek e ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayê girtin, serlêdana parêzeran a li Edliyeya Înfazê ya Bûrsayê ya di 29'ê Nîsanê de bi daxwaza hevdîtinê ji aliyê heyeta dadgehê ve bê hincet hatibû redkirin. Piştra hate zanîn ku sedema redkirina qedexeya hevdîtina parêzeran, dîsa bi hinceta 6 mehan ku di 13’ê Nîsanê de cezayê qedexeyekê nû hatiye dayîn hatiye red kirin. rewşa ku îro li îmralî ye tê jiyîn tecrîda mutleq e. Mafê hurmeta malbat û jiyana taybet, mafê parastin û darizandina adîl û mafê çarenûsa bi bandor, mafê peywendiyê, hemû têne binpê kirin.

HETA 15’Ê SIBATA 1999’AN BI TENÊ NEXWEŞIYA SÎNUZÎTÊ HEBÛ
Heta 15’ê Sibata 1999’an tenê nexweşiya sînuzîtê ya Rêber Ocalan hebû. Lê di şertên êşkence, tecrîd û îzolasyonê ya Îmraliyê nexweşiyên wekî anjîn, faranjît, rînîta alerjîk û astim jî di nav de gelek nexweşî lê peyda bûn. Ji ber ku Îmrali ji bo gelê Kurd û Rêberê wê wekî ‘mirineke hêdî ya li demê hatiye belavkirin’ hatiye plankirin. Lê hesabê wan wê bi cih nehata. Gelê Kurd ji bo azadî û tendirustiya gelê xwe wê ji zivistana 1999’an û heta niha bê navber li ber xwe bidana.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 636 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 04-04-2025
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 24-05-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 04-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 12-12-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 636 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.266 çirke!