Derewên #dewleta Tirk# û rastî-1
NAVENDA NÛÇEYAN-OZGÛR AVZEM
Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku îradeya gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê bişkîne rojane bi êrîş, komkujî û qirkirina fîzîkî ya bêsînor dike. Ji sala 2021’an heta meha hazîranê ya 2022’an ve , sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser heremê her diçe zêde dibin û li hember wê rastiyê bêdengiya navneteweyî hêzê dide dewleta Tirk. Bi wî awayî him hewldana zindîkirina DAIŞ’ê, him jî bi piştgirî û şirîkatî yên stratejîk a Almanya, Îngîltere û Amerîkayê bi hilbirîna çêkên SÎHA’yê li ser heremê sîstema qirkirinê berdewam dike.
SÛCÊN DAGIRKERIYA TIRKIYÊ Û BÊDENGIYA NAVNETEWÎ
Di salên 2021’an û heta meha Hezîranê îsal de sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe zêdetir dibin. Êrişên dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku heremên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin ango ji sala 2011’an heya roja îro ranewestiye. Bi taybet li dijî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê hatine rizgarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên hovane li wir pêk tîne. Her wiha nêzîkatiyên navneteweyî, berjewendiyên siyasî yên dewletên herêmî û saziyên leşkerî û îstîxbaratî yên dewleta Tirk hişt ku ev yek pêk were. Ruxmî lihevkirina navneteweyî ku guhertina demografîk û bicihkirina neteweyekê li şûna ya din, pêkanîna fişarê li dijî welatiyên resen, komkujî û neçarkirina sivîlan ku şert û mercên ewlehî û jiyanî yên dijwar bijîn, bi qirkirina jenosîd tê binavkirin, lê li heremên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ev yek bi awayekî sistematik pêk tê ku polîtîkayên dewleta Tirk a dijminane rave dike.
DEWLETA TIRK JI BÊDENGIYÊ SÛDÊ WERDIGRE
Piştî ku dewleta Tirk dagirker herêma Efrînê dagir kir, li dijî gelên Efrînê di her cûreyên kiryarên dijî mirovahiyê pêk anîbû. Her wiha li ser bingeha demografik û xwezaya Efrînê bi her cûre polîtîkayên xwê bikar anî. Her roj bi bombebaranên dijwar li ser gel û xwezaya heremê êrişan pêk tîne. Bi heman plansazî û polîtîkayê, li heremên Serêkaniyê û Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, berdewam dike. Tevî wê jî bêdengiya cîhanê û rêxistinên mafên mirovan ên têkildarî ji êrişên dewleta Tirk re rê vekir. Ji ber wê yekê dewleta Tirk ji wê bêdengiyê sûd wergirt û li ser heremê komkujî û êrişên hovane berdewam didomîne. Delîlên madî û manewî yên yekser li ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wî têkîliyên wê di binpekirina qanûnên navneteweyî îsbat dikin ku gihişt asta sûcê şer. Pêkanîna lêpirsînêke navneteweyî ya bêalî, wê rê nade ku dewleta Tirk wan delîlan veşêre. Bêgûman ev sûc bi awayekî eşkere pêk tên û berdewam dikin.
ÊRIŞA LI SER GIRTÎGEHA HESEKÊ BI FERMANA ENQEREYÊ PÊK HAT
Tê zanîn ku 20'ê Çilêya sala 2022’an êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi biryar û talimata Enqereyê pêk hatibû, xwestin ku çeteyên DAIŞ’ê dîsa têxin merîyetê û zindî bikin. Bêgûman ew êrişên çeteyên DAIŞ’ê ku bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ne ji rêzê bû. Ew êriş bi encama planekî berfireh û demdirêj pêş ketibû. Li gorî belgeyên ku hatine bidestxistin û li gorî îtîrafên berpirsyarên çeteyên êrişkar ên ku hatine girtin, derkete holê ku ger plana wan a li ser firtîgeha Sînaa ya Hesekê bi ser biketana, wê him êrişên taxa dîtir ên Hesekê bikirana, him wekî Kampa Holê, Şedadê, Dêrazorê êrişên hemwext û hewldanên plana berfireh bixistana meriyetê û bi wî awayî DAIŞ’ê xîlafeta xwe ya qaşo dewleta Îslamî a Duyemîn îlan bikira.
Di encama êrişên ku bi dewleta Tirk re plankirî hatibû pêşxistin de di hûndirê girtîgehê de 77 hêzên ewlehiya hundirîn û parêzvanên zindanê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Di şerê derve yê ku 7 rojan berdewam kir de ji 40 şervan û 4 jî hemwelatî hatin şehîdxistin. Di çarçoveya pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên QSD’ê bi qehremantiyekî mezin şehîd ketin. Di wî şerî de bi piştgirî û alîkariya gelên Kurd, Ereb, Suryanî û Asuriyên li taxên Xwêran, Zîhûr, Neşwe û hemû taxên din ên bajêr ku bi hêzên QSD’ê re bûbûn yek êrişa DAIŞ'ê hate têkbirin.
BALAFIRÊN BÊ MIROV Û ŞÎRIKÊN SÛÇ
Ji ber tawîzdayîna têkildarî navneteweyî, dewleta Tirk a dagirker ji sala 2021’an heta 6 mehên 2022’an ve zêdetir bi balafirên şer û bi balafirên bêmirov ên bi çek êrişên xwe pêk anî û heya niha jî pêk tîne. Bi balafirên bêmirov ên bi çek yên ku ji aliyên alîgirên Serokomarê Tirk Erdogan û şîrketên malbatan ve tên çêkirin, heta niha li heremên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi sedan welatiyên Kurd hatine qetilkirin. Li aliyê din welatên Ewropayê li hemberî qetlîamên dewleta Tirk bêdeng dimînin û dibin şirîkê hilbirîna balafirên bêmirov ên bi çek (SÎHA). Di sala 2020’an de li Başûrê Kurdistanê hin parçeyên roketên ku ji SÎHA’yên dewleta Tirk hatine avêtin, wêneyên wan ji raya giştî re hatibûn parvekirin. Hat ragihandin ku pisporan di lêkolîna wêneyên wan roketên bi lazerî ye ku di derbarê hilberînerên wan roketan de agahiyên girîng dabûn.
Her wiha Serokwezîra berê ya Almanyayê Angela Merke, ragihandinbû ku hinardekirina 33 kelûpelên leşkerî û balafirên bêmirov ên bi çek (SÎHA) ji bo rejîma Enqereyê re erê kiriye. Di lêkolîna pisporan de hate eşkerekirin ku hilbirîna moşek û roketan ji aliyên fîrmayên 5 welatên Ewropayê ve hatiye çêkirin. Ew hilbêrîna moşek û roketan bi awayekî navendî Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA), Îngîltere û Almanya dike. Ew welatên Ewropayî di her êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi balafirên bêmirov ên bi çek li ser heremê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar tîne de dibin sûcê şirîkê dewleta Tirk.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji herêmên ku dagir kiriye ne razî ye, bi gef, çewisandin û êrişan hewl dide qada dagirkiriyê berfireh bike û avakirina Rojava asteng bike. Yek ji rêbazên ku ji bo vê bikar tîne, me li jor jî diyar kiribû êrişên suîqastê yên bi balafirên bêmirov ên bi çêk (SÎHA) e.
HEMWELATÎ Û ŞERVANÊN QSD’Ê BI BALEFIRÊN BÊ MIROV HATIN ŞEHÎDXISTIN
Tê zanîn ku di 9’ê Mijdara 2021’an de dewlete Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo ku taxa Helîliyê bi balafirên bêmirov ên bi çek weseyiteke bombebaran kir û di encama bombebaranê de welatparezê mezin yê Kurd Yûsif Gulo û 2 neviyên wî hatin qetilkirin. Yûsif Gulo yek jê welatparêzek herî ji dil û naskirî bû.
Di 25’ê Kanûna 2021’an de li Kobanê taxa Şehîd Peyman, balafirên bê mirov ên bi çek malek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin şehîdxistin.
Di 19’ê Tebaxa 2021’an de Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi balafirên bêmirov ên bi çek hate bombebarankirin û di encama bombebaranê de endama Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê û endama Konseya Leşkerî ya QSD’ê Sosin Bîrhat (Sosin Mihemed), yek jê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê Egîd Girkê Legê (Peywan Remedan) û şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Rubar Hesekê Elî El Xerze û Seyfulah Ehmed hatin şehîdxistin.
Di 20’ê Tebaxa 2021’an de yek jê Fermandarê YPG’ê Renas Roj (Selahatîn Şehabî) li rêya Elî Fero ku dikeve navbera Hesekê û Qamişloyê rastî êrişa balafirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker hat û di encamê de Fermandarê YPG’ê Renas Roj şehîd bû.
1’ê Nîsanê 2022’an de li nêzî bajarê Tirbespiyê wesayîtek ku helbestvan Ferhad Merdê û 2 hevalên xwe tê de bûn, ji aliyê balafireke bê mirov ên bi çek a dewleta Tirk ve hate hedefgirtin. Di encamê de ajokarê wesayîtê şehîd bû û Ferhad Merdê û hevalên wî jî birîndar bûn.
Di 17’ê Nîsana 2022’an de di dema pîrozdayîna cejna Paskalyayê ya Asuriyan de gundê Til Şenan ê navçeya Til Temirê hat bombebarankirin, di encamê şervanê Meclisa Parastina Xabûr Zêya Til Temir hatibû şehîdxistin
Dîsa 21’ê Nîsana 2022’an li Kobanê li ser rêya Ediq-Textik bi SÎHA'yê seyareyek hate hedefgirtin û di encamê de 3 şervanên YPJ’ê Dilar Heleb, Ronahî Kobanê, Cihan Nîdal Elî şehîd bûn.
Di 11’e Gulana 2022’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov ên bi çek êrişê navenda Kobanê kir. Di encama êrişê de welatparêzek Kurd Ekrem Ustek şehîd bû.
Dîsa 30’yê Gulanê dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo bi balafira bêmirov ên bi çek êrişê wesayîtekî kir û şervana YPJ’ê Mîzgîn Botan û welatparêzek Kurd Kesra Melek şehîd xist. Her wiha di vî êrişê de şervana YPJ’ê Dîcle Cudî û Hêvîdar Dirbêsiyê jî bi giranî birîndar bûn.[1]