Derewên
Dewleta TirkDewleta Tirk û Rastî-2
NAVENDA NÛÇEYAN-OZGÛR AVZEM
Dewleta Tirk bi ragihandina xwe ya şerê taybet, ji bo ku sûcên xwe yê dagirkeriyê li ser heremê û têkçûna xwe ya faşîst ya li hember têkoşîna şervanan û gelan hatiye rûxandin veşêre, li ser derewan polîtîkayên xwe rewa dike. Li aliyê din jî bi wan derewan êrişên xwe yên hovane li ser heremê berdewam dike û ew yek jî wekî argûmaneke şerê taybet bi kar tîne. Her wiha êrişên xwe yên qirkirinê li ser heremên Bakur û Rojhilata Sûriyê her diçe dijwartir dike û heya niha êrişên bi çekên giran, topavêj, tank, obîs û hawanan 19 hezar û 879 caran herêm topbaran kiriye.
NAVENDA MASEYA DEREWÎN LI ENQERAYÊ YE
Bêgûman çawa ku roj bi heriyê nayê pêçandin, derewên qeşayê jî li pêşberî heqîqetê ji helandin û himiqîna xwe xilas nabe. Ew gotin ji bo faşîstên AKP-MHP’ê, her wiha ragihandina wan a şerê taybet derbasdar e. Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku sûçên xwe yên dagirkeriyê veşêre, li ser malpera xwe ya fermî têkîldarî îdiayên dezgehên çapemeniyê, şerê taybet dimeşîne.
Bi taybet Anadolu Ajansi û Rojnameya Yenî Akît ku sicîlên wan bi derewên sîstematîk qirêj e, herî kêm “rastiya bingehîn” a ragihandina dewleta Tirk îfade dike. Bi nûçeyên manîpulatîf şerê pîskolojîk an jî bi rastî “derewek” li ser maseyek li navenda Enqerayê û li ser daxwazekê tê nivîsandin. Belê navenda derewan li Enqerayê ye. Ji ber ku Serokkomar, Serokwezîr, Meclîsa Mezin a Tirk, Wezareta Karên Hundirîn, MÎT, Serfermandariya Giştî û hwd, hemû li wir in.
NÛÇEYÊN DEREW Û BERSIV
Ragihandina şerê taybet a dewleta Tirk îdia dikir ku qaşo di 16’ê Tîrmeha 2021’an heya 1’ê Çileya sala 2022’an de operasyonek li hember şervanên QSD, YPG/YPJ’ê pêk aniye û di encamê de bi giştî hezar û 497 şervanên YPG/YPJ û QSD’ê şehîd xistine. Bi wan nûçeyên xwe dixwazin bandorê li raya giştî ya xwe bikin. Armanca belavkirina îdiayên bêbingeh û meşandina şerê taybet a dewleta Tirk ew e ku bi wan rêbazan dixwaze dagirkeriya xwe li heremê rewa û mayînde bike.
Di 6’ê Çilêya 2022’yan de qaşo li dijî QSD’ê operasyoneke bejahî li dar xistiye û di encama wê operasyonê de 30 şervanên QSD’ê, di 10’ê Sibatê 2022’yan de qaşo di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de 29 şervanên QSD’ê û di 15’ê Nîsanê de qaşo hêzên QSD’ê heremê ku hatiye dagirkirin çalakî pêk aniye û di encama wê çalakiyê de 13 şervanên QSD’ê, di 13’ê Gulana 2022’yan de qaşo di nava 24 saeten de êrişî 53 gundên Bakur û Rojhilatê Suriyê kiriye û 21 şervanên QSD’ê şehîd xistine.
Rûxmî hemû agahiyên ku ji çapemeniya şerê taybet ya dewleta Tirk ve tê weşandin, Fermandariya QSD’ê her tim bi daxuyaniyên xwe yên fermî wan ew agahî derew derxistine. Ragihandina şerê taybet ya girêdayî Erdoganê ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re, li ser raya giştî şerê taybet dide meşandin.
LI SERANSERÎ BAKURÊ SÛRIYÊ ÊRIŞ
Di vê pêvajoyê de tevî amadekariya operasyona dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bi gefên serokkomarê Tirk Erdogan dixwaze êrişên topyekûn li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê pêk bîne, êrişên xwe yê hewayî û sûîqastê bênavber didomîne. Bi rojane li ser axa Rojava bi obîs, hawan, balafirê şer, balafirê keşfê, balafirê bêmirov ên biçek, tank û bi doçkayan êrişên xwe zêde dike. Bi wan êrişên xwe yê bênaber ku zêdetir li Eyn Îsa, Kobanê, Minbic, Til Rifet, Til Temir, Zirgan, Şehba û Efrînê pêk tîne, armanc ew e ku êrişên xwe yên dagirkeriyê nû bide destpêkirin.
Li herêmên Til Temir û Zirganê bi taybet gundên Til Şenan û Til Cuma yên Asûriyan bi dehan mal bi topan kirin armanc, nexasim perestgehên olî ku dêrek hate hedefgirtin. Gundê Um Kêf ê Til Temirê bi 150 topên giran hat topbarankirin. Her wiha dibistanên gundên Til Temir, El-Gozeliyê, El-Dirdara, Bab El-Xêr, Ebûş, Til Cuma, Exêbiş, Um El-Kêf û avahiya şaredariya gundê El-Dirdara û Meclisa Sivîl û zêdetirî 19 navendên kehrebeyê bi rojane tenê hedefgirtin. Stasyona kehrebeyê ya li Til Temirê ji xizmetê derket û ev cara 21’emîn e ku stasyona kehrebeyê ya li Til Temirê dikin hedef û di encamê de înternet li ser gundên girêdayî Heseke qut dibe.
Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk 35 caran li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê geriyan û maleke li Qamişloyê kir armanc.
Gundewarên bakurê rojavayê bajarê Minbicê 365 caran hatin topbarankirin, mînaka wê jî burcê peywendiyan û perestgeha olî û malên sivîlan in.
Herêmên Şehbayê yên li bakurê Heleb û navçeyên Şera û Şêrawa yên başûrê Efrînê 141 caran hatin topbarankirin, ji wan klînîka li bajarokê Til Rifetê û topbarankirina malên welatiyan ên li wan herêman ku di encamê de ziyanên madî gihaştin mal û milkên wan, şivanek û pezê wî li gundê Tinib ê navçeya Şêrawa hatin hedefgirtin.
Bajarokê Eyn Îsa û bi dehan gundên wê yên li rojhilat û rojavayê wê bi 324 top, moşek û hewanan hat armanckirin, her wiha li navenda bajarokê jî sivîl hatin bombebarankirin da ku wan bitirsin û bidin koçberkirin. Di heman demê de erebeyên li ser rêya M4 jî hatin hedefgirtin. Li heremên Şehba, Efrîn û Til Rifetê gundên Merenaz, Malikiyê, Bêlûniyê, Eyn Deqnê û Bênê, Soxanekê, Xirbil, Elqemiye, Tepe Xwedê, El-Madiq, Tat Maraş, Irşadiye, Şewarxa, Kefer Anton û Minix bênavber hatin bombebarankirin.
Li gelek herêmên gundewarên Efrînê yên dagirkirî bi armanca bicihkirina çeteyan, mêtîngeh tên avakirin.
BI 19 HEZAR Û 879 CARAN HEREMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ HATIN HEDEFGIRTIN
Armanca dagirkeriyê ew e ku, li ser welatiyên Bakur û Rojhilatên Suriyê metirsiyekî bide jiyîn û çavên gelên heremê bitirsînin. Her wiha li Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa, gundewarên Girê Spî, Minbic, Şehba, Kobanê bi hezaran ton teqemenî li malên sivîlan ketibû û ziyaneke mezin gihandin malên wan. Di encama êrişan de xebatên kehrebeyê, av, dibistan û mizgeftan hate wêrankirin. Her wiha dewleta Tirk bi wan êrişan dixwaze welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi zorê koçber bike. Bi wan êrişan bi giştî 19 hezar û 879 caran heremê hatiye bombebarankirin.
BÎLANÇOYA JI DESTPÊKA 2021’AN HEYA HEZÎRANA 2022’YAN
Li gorî çavkaniyên leşkerî, bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û bandorên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Eyn Îsa, Kobanê û Til Temirê heya Efrîna dagirkirî û heremên Şehbayê hedef girtine wiha ye:
• Hejmara şehîdên sivîl: 94
• Hejmara birîndarên sivîl: 186
• Hejmara birîndarên leşkerî: 5 leşkerên hikumeta Şamê, 6 şervanên YPG’ê û YPJ’ê
• Hejmara şehîdên leşkerî: 5 şervanên YPG û YPJ’ê, şervanekî Meclîsa Parastina Xabûr a Asurî, şervanekî Meclîsa Haras Suryanî.
• Di têkoşîna QSD’ê ku sala 2021’an a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê de, daye 153 şervan û fermandaran şehîd ketin.
• Hejmara gund û bajarokên rasterast hatine topbarankirin: 58 gund, 3 bajarok “Zirgan, Eyn Îsa û Til Rifet”. Her wiha cihên sivîl li Qamişlo, Kobanê û Til Temirê hatin topbarankirin
• Hejmara oparasyonên sekvanî û rêgirtina li ber sivîlan ku bigihêjin zeviyên xwe: 52
• Hejmara êrişên bi çekên giran, topavêj, topên tank, obîs, hawan 19 hezar 879 caran hatin bikaranîn û bombebarankirin.
• Hejmara êrişên bejayî û hewldanên pêşdehatinê: 47
• Hejmara êrişên bi doçkayê: 219
• Hejmara êrişên bi çekên giran: 2.304
• Hejmara êrişên bi fûze: 18
• Hejmara êrişên bi dronan: 98
• Hejmara oparasyonên sekvanî û rêgirtina li ber sivîlan ku bigihêjin zeviyên xwe: 3
• Darvekirinên meydanî: Endamên komên terorîst ên Tirkiyê di 22’ê Îlona 2021’an de, di dema derbasbûna gundê El-Dibis ê bakur rojavayê Eyn Îsayê de, welatiyê bi navê Ebdulmecîd El-Ewad (35) bi guleyan kuştin.
• Hejmara sivîlên ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve li “Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî” hatine revandin zêdetirî 700 kes in.
• 22 cihên dîrokî hatin wêrankirin
• Hejmara balafirê keşfe: 74
• Hejmara balafirê şer: 50
• Hejmara balafirê bêmirov ên bi çek: 85
[1]