Şerê berjewendiyê: Li
SûriyeyêSûriyeyê bikaranîna El-Qaîde-1
Dîroka damezirandina El-Qaîde vedigere qonaxê şerê navxweyî yê di navbera her du hêzên cîhanî (DYA û Yekitiya Sovyet) de, gelo şert û mercên ku hiştine ev rêxistin ava bibin çi ne? Gelo nakokiya navneteweyî û şerên li herêmê, aloziya siyasî ya li Rojhilata Navîn çawa bandor li firehbûnê vê rêxistinê kirin?
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB
Rêxistina “El-Qaîde” hema bêje li piraniya dewletên herêmê heye. Nakokiya di navbera Amerîka û Yekitiya Sovyet de li Efganistanê destpêka vê rêxistinê bû. Şerên li dewletên herêmê rû dane, aloziyên siyasî, paşguhkirina pêkhateyan hişt ku ev rêxistin belav bibe.
Di vê rapora xwe ku ji 2 beşan pêk tê de, em ê behsa pêvajoya beriya derketin û damezirandina “El-Qaîde”, firehbûna wê li herêmê, bikaranîna Bihara Erebî, bikin. Her wiha em ê girîngiyê bidin hebûna rêxistina “El-Qaîde” li Sûriyê û çawa hewl dide xwe di bin navên cuda de veşêre.
RÊXISTINA EL-QAÎDA PÊVAJOYA DERKETINÊ Û BERIYA WÊ
Hemwextî şerê sar ê di navbera DYA û Yekitiya Sovyet de, şerekî navxweyî li Efganistanê rû da û eniya Efganistanê yek ji girîngtirîn sînorên vê nakokiyê bû.
DYA`yê, ketina hêzên Yekitiya Sovyet li Kabûlê wek firsendekê bi kar anî, da ku yekitiyê bi rêya eniya Efganistanê parçe bike.
DYA`yê di avakirina hevbendiyeke rojavayî, erebî û islamî de bi rêya bikaranîna sektorê olî bi kar anî, toreyên Cihadê Hevgirtî ji bo rizgarkirina Efganistanê ji destwerdana Sovyetî ava kirin.
Cîhadên efganî, bala piraniya sembol û tevgerên cîhadî kişand, di serî de Abdullah Ezam, Osama Bin Ladin, Eymen El-Zewahrî û yên din ku baregehên taybet ên xwe ava kirin. Diryardeya Efganên Ereb, ji bo “El-Qaîde”, depoyeke sereke bû, bi taybet ên ku piştre vegerînin welatê xwe û bi fikrê vê rêxistinê dagirtî bûn.
Para herî mezin a dilxwazan (xwebexşan), koma Ixwan El-Muslimîn bû bi taybet Şepêla Qutbî. Pêla yekemîn nêzî şepêla selefî ya ixwanî bû mîna Abdullah Ezam, Osama Bin Ladin. Li gorî cîhadiyê bi navê Ebû Musab El-Sûrî hejmara dilxwazên Ereb derdora 40 hezar bû.
Ji bo damezirandina Rêxistina “El-Qaîde” demeke rast nîne, lê sala 1988`an Bin Ladin dest bi sepandina pergala cîhadî ya bîrokratîtir kir, di wê çarçoveyê de lîste û navên endaman û gelek kar û barên din danîn û nav lê kir Tomara(sîcil) “El-Qaîde”.
ROLA “EL-QAÎDE” PIŞTÎ DERKETINA SOVYETÊ BI DAWÎ BÛ Û DIJMINATIYA BI AMERÎKAYÊ RE DEST PÊ KIR
Sala 1989`an hêzên Sovyet ji Efganistanê derketin û hikumeta efganî ku alîgirê Sovyet bû li Kabûlê sala 1992`yan de bi bin ket. Piştre şerekî navxweyî di navbera komên efgan de dest pê kir heta ku Tevgera Talîbanê derket, komên din tune kirin û sala 1994`an piraniya axa Efganistanê kontrol kir. Di wê demê de DYA`ê piştî derketina Sovyet bi zanabûn fişar li Efganên Ereb kir û ew tengav kirin.
Di dawiya 1994`an de siyasetên “Cîhadê Hevgirtî” bi bin ketin, dest bi lêgerîna li stratejiyeke nû li gel mezinbûna dijminatiya bi DYA, pergalên ereb û Erebistana Siûdî re hat kirin.
Ji ber binkeftina dubarekirî, rêxistina “El-Qaîde” wek rêxistineke cîhadî ya cîhanî hate avakirin. Ev rêxistin ji bo bidawîkirina hegemoya rojavayî li herêma erebî û îslamî dest bi kar kir. Çîroka cîhadî ya dibêje “Dijmin nêz e” ku dîktatorên erebî û îslamî wê temsîl dikin, mezin bû. Li gor vê çîrokê ev hêz ne serbixwe ne, lê belê ji xwe re hêza împeryalîst a DYA û hevalbendên wê kirine bingeh. Pê re çîroka ku dibêje “Divê destpêkê şer li dijî dijminê dûr bê kirin” û cîhanîbûna cîhadê belav bû. Ji bo wê, rêxistinê şert û mercên herêmî, nîştimanî û xitimîna siyasî li dewletên ereb û binkeftina projeyên veguhertina demokratîk, paşguhkirina pêkhateyên diyar û şert û mercên herêmî û navneteweyî mîna nakokiya di navbera hêzên mezin de, bi kar anîn.
Rêxistina “El-Qaîde” piştî ku Sedam Hisên di 2`yê Tabaxa 1990`î de destwerdana Kuwêtê kir, dijminatiya xwe bi DYA û Erebistana Siûdî re, eşkere kir. Siûdiyê jî biryar da û gazî hêzên amerîkayê kir. Piştre “hewsa cîhadî ya radîkaltir” derket û dest bi pirskirina rewabûna pergala Siûdî kir. Bin Ladin di wê demê de yek ji kesên herî zêde di vê mijarê de bi guman bû, ji ber wê rastî tengavkirin û dorpêçê hat beriya ku karibe ji Erebistana Siûdî derkeve.
Di 23`yê Sibata 1998`an de Bin Ladin avakirina eniya islamî ya cîhanî ji bo şerê cuhiyan û Xaçparêzan ragihand. Piştre Bin Ladin, sûd ji toreyên “El-Qaîde” li rojhilatê Afîrkayê û Yemenê kir û dest bi pêkanîna êrişan li dijî DYA`yê kir. Jê êrişa 11`ê Îlona 2001`an dema du bircên Manhattanê hilweşiyan û êrişa li ser avahiya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê.
BÛYERÊN 11`Ê ÎLONÊ PERGALA NAVENDÎ YA EL-QAÎDAYÊ VEGUHERAND PERGALEKE NENAVENDÎ
DYA`ê bi rêya destwerdana Efganistanê Cotmeha 2001`an bersiva êrişên Îlonê da. Lê gelek pispor û analîzvanan, got rêveberiya George Bush ev êriş bi kar anî da ku stratejiya siyasî ya li ser firehkirinê ava bûye, rewa bike.
Ruxmî ku Washingtonê bi rêya girtin û kuştina gelek lîderên wê zaîf kir, lê ev operasyon “El-Qaîde” tune nekir, berovajî wê, rêxistin ji rêveberiyeke navendî veguherand pergaleke nenavendî û ji navendê gelek şax derketin.
Dema ku rêxistina “El-Qaîde” ji ber tunebûna stargehên ewle zehmetiyan dikişand û hinekî paşde çûbû heta gihaşt asta jihevxistinê û hilweşînê, serokê Amerîkayê George W. Bush hemleya xwe ya leşkerî li dijî Iraqê di 20`ê Adara 2003`yan de ragihand. Diviyabû ku ev operasyon, pergala Sedam Hisên ya zordset bi pergaleke demokratîk biguhere lê berovajî wê çêbû, stragehên ewle yên din ji “El-Qaîde” re peyda kirin.
Piştî hemleya dagirkirinê ya Amerîkayê li dijî Iraqê, “El-Qaîde” xwe li cîhana erebî ji nû ve birêxistin kir. Dest bi avakirina şaxên herêmî kir li Iraqê bi navê “Qaîda Cîhad a Bîlad El-Rafîdên” di 8`ê Cotmeha 2004`an de, li Yemenê rêxistina “Qaîde Cîhad li Girava Ereb” piştî têkilbûna şaxên Yemenî û Siûdî di Çileya 2009`an de, ava bû. Li Mexribê jî, rêxistina “Qaîde Cîhad li Welatê Mexriba Islamî” sala 2007`an û li Somalya “Tevgera Ciwanên Mucahîd” ava bûn.
[1]