Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,337
Wêne
  124,191
Pirtûk PDF
  22,101
Faylên peywendîdar
  126,111
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,178
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Hemû bi hev re 
274,435
Lêgerîna naverokê
Federalî Sûriyayê dike yek û Astana parçe dike-2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Federalî #Sûriya# yê dike yek û Astana parçe dike-2
Reportaj Summay
ROJ MÛSA / NAVENDA NÛÇEYAN

Xiyas Neîse evan daxuyaniyên xwe di hevpeyvînekê de bi Ajansa me ANHA'yê re ya di derbarê rewşa Sûriyeyê ya dawî û bi taybet piştî li darxistina konferansa Astana 9 û dagirkeriya Tirkiyeyê li kantona Efrînê bi erêkirineke navnetewî de anî ziman. Neîse diyar kir ku divê hemû hêzên şoreşgerî destên xwe bidin hevûdu û sîstema demokratîk û piralî ava bikin da ku karibin şerê dagirkeriyê bikin. Neîse berpirsiyariya hilweşandin û koçberkirina van heft salên borî li Sûriyeyê xist ser milên rêjîma Sûriye û Rûsyayê.
Beşê duyemîn a hevpeyvîna bi Xiyas Neîse re ev e:
1-Gelek proje li ser maseya herêmî û navnetewî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hatin pêşniyarkirin, herêmên kêmpevçûn, Federalî, lihevhatin, vegera li hembêza welat, hemû bi awayekî berfireh hatin gotûbêjkirin. Bi nêrîna we projeya herî guncaw ji bo paşeroja Sûriyeyê kîjan e da ku rûmeta hemû pêkhateyan û mafên wan di azdiyê de biparêze?
Projeyên çareseriyê yên têkçûyî di bingeh de xwe dispêrin berjewendiyan
Gelek proje hatin pêşniyarkirin û di çarçoveya guhertinên şeklî di pergala rêjîma heyî de sînordar bûn û hewl dide rêjîmê ji nû ve pêşbixîne û ji nû ve ava bike. Evan proje karîste bûn û dem û geşedan derbas kirin.
Hêzên opozîsyonê yên girêdayî dewletên herêmî gelek proje pêşniyar kirin. Encûmena Niştimanî û Koalîsyona Niştimanî projeya wan bi giştî ew e ku cihê xwe di şûna rêjîmê de bigire bêyî ku guhertinekê di rêjîmê de çêbike. Bê guman evan proje derbeyeke giran li dijî şoreşa gel û daxwaza wê bû û heta di pratîkê de jî têk çû.
Hin projeyên din hene ku banga avakirina sîstemekê weke sîstemên li Îraqê piştî dagirkeriya Emerîka li Îraqê di sala 2003'an de yan sîstema Lubnanê ango rêjîmeke li gorî parvekirina mezhebî dikin. Bê guman evan proje jî li hemberî cangoriyên şoreşa Sûriyeyê û armanca wê di azadî, wekhevî, rûmet û dadweriyê de derbeyek bû û di naveroka van projeyan de tova şerê navxweyî û parçekirina di nava civakan de di nava xwe de vedişêre.
Di derbarê me de ango Şepêla Çepgira Şoreşkerî ku me di Cotmeha 2011'an de pêşniyar kiriye, bernameya me banga avakirina hikûmeteke şoreşgerî ya demkî dike û yek ji armancên wê ew e ku hilbijartin bi awayekî zelal û azad pêk werin da ku komeleyeke damezrêner li ser bingeha rêjeyî were hilbijartin û têde piralî û rengîniya civakên me were parastin. Ev komeleya damezrêner dê karibe şêwaza siyasî û sîstema demokratîk û civakî ya hêvîdar ava bike. Ji ber ku rêxistina me nû ye, guhdariya me nehat kirin.
Federalî yekîtiya Sûriyeyê ya parçekirî ava dike
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê projeya Federalî pêşniyar kir. Ev proje ji aliyên opozîsyonê ve şaş dihat fêmkirin û şîrovekirin.
Ez ê vê mijarê hinekî berfireh zelal bikim. Dema projeya Federaliya demokratîk hate pêşniyar kirin, Ezmî Bişara derket ser ekrana telefîzyona El-Cezîrê û ev proje red kir û hemû xebatên federalîkirin şermezar kirin, piştre helwestên dijber ji aliyê opozîsyona lîberal, Ixwancî û netewperest ve li pey hevûdu hatin.
Evan aliyên behsa mijarê projeya federaliya siyasiya demokratîk weke projeya parçekirinê binav kirin.
Hin caran helwesta wan derdiket asta heqaretê weke mînak çalakvanek dipirse: Eger Federalî li Sûriyeyê pêk were gelo pêdiviya çûndina mirovan ji Dîmeşqê ber bi Qamişlo ve bi vîza heye? îcar li vir nenaskirin û hincaran niyeta xirab û gelek caran fêmreşî ji fêmkirina mijara federaliyê re heye. Federalî biwêjeyeke siyasî ye û wateya wê hevgirtin e. Ango tiştên hatine parçekirin kom dike û yekîtiyê ava dike û ne parçekirina tiştê hevgirtî ye.
Eger em li rewşa Sûriyeyê ya trajedîk temaşe bikin, em bibînin ku Sûriye di nava herêmên serweriyê de parçekirî ye û heta asteke bilind ev 6 sal in ji hevûdu dûr ketine.
Di encamê de, ez pêşniyara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ya federaliya li seranserî Sûriyeyê baş nas dikim, lê bi nêrîna min divê baş were şîrovekirin û mijar ji welatiyên Sûriyeyê re were ronîkirin û di çarçoveya tecrûbeya şoreşa gelê me û berjewendiyên wê û pêdiviyên wê yên paşerojê de were xebitandin. Her wiha xebat bête meşandin da ku gel û hêzên wê yên paşerojê werbigrin û rê li pêşiya yekîtiya welat ji nû ve li ser bingeheke siyasî, civakî û demokratîk vebike.
Bêyî misogerkirina mafên hemû pêkhateyan çareseriya siyasî tune ye
Baweriya min temam e ku ne pêkan e çareseriyeke siyasî demokratîk û civakî di Sûriyeyê de pêk were bêyî ku mafên netewî yên gelê Kurd û hemû netewên din bêne naskirin. Her wiha ez bawer dikim ku paşeroja demokrasî û azadiyê di welatê me de girêdayî çareserkirina doza Kurdî li hemû welatên ku Kurdistan parçekirine ye.
Paşguhkirina vê mijarê, weke ku hin aliyên opozîsyona şovenîz û rêjîmê didin meşandin, derfeta bidawîkirina şer lawaz dike û rê li pêşiya avakirina sîstemeke demokratîk ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê li giştî axa Sûriyeyê digire. Bêyî çareseriya demokratîk a doza Kurdî demokrasî li welatê me pêk nayê.
Ji ber vê yekê, şêwazekî federaliyê yan nenavendiya siyasî pêwîst e da ku yekîtiya civakan li ser axa Sûriyeyê li ser bingehên demokratîk pêk were û rê li pêşiya geşbûna welatiyan vebike tevî hemû rengîniya netewî, olî û etnîkî.
2-DAIŞ ber bi tunebûnê ve ye û Hêzên Sûriya Demokratîk ber bi hemleya xwe ya dawî ya li dijî DAIŞ'ê di Sûriyeyê de ye. Gelo hûn guman dikin ku piştgiriyeke navnetewî ji bo şerê li dijî Heyet Terîr El-Şam û tabûrên radîkal ên weke Partiya Îslamî ya Tirkistanê û Ehrar El-Şam ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin pêk were. Yan evan hêzên leşkerî dê weke hincet di demên pêwîst de bêne bikaranîn?
Armanc û pilana Tirkiyeyê destdirêjiya li tecrûbeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye
Rast e ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) di aliyê leşkerî de heta asteke bilind têk çû, bi taybet piştî têkçûna wê yê mezin li pêşiya berxwedana efsaneyî li Kobanê û piştre rastî rêzetêkçûnan hat û pişta wê hate şikandin. Serweriya DAIŞ'ê di salên 2013 û 2014'an de nîşaneke berbiçav bû û nîşana paşveçûna tevgera şoreşgerî û têkçûna şoreşê bû. Lê ji ber sedemên siyasî, aborî û civakî ku hişt DAIŞ û yên weke wê xurt bibin, atmosfêra berdewama rêxistinên faşizm yên nû peyda bû.
Di derbarê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ya terorîst de, kombûna piraniya tabûrên wê di Idlibê de hişt ku mijar veguhere dagirkeriya Tirkiyeyê û tenê du vebijêr li pêşiya wê hene: yan dê di bin fermana dagirkeriya Tirkiyeyê de tevbigere weke tabûrên çete yên din yan jî dê bi darê zorê tune bikin. Çalakiyên teqîn û kuştinan nîşana vê yekê ye. Dimîne mijar ew e ku DAIŞ û El-Nusra weke hincet ji aliyê dewletên herêmî û navnetewî ve bêne bikaranîn da ku destwerdana xwe ya leşkerî di hundirê welat de bikin. Piştgiriya bi El-Nusra û tabûrên çete re armanca wê tenê ew e ku destdirêjiyê li Bakurê Sûriyeyê û rêveberiya wê ya xweser bikin.
Di heman demê de, Idlib veguherî kampeke mezin a koçberên sivîl û leşkerên radîkal ên ji seranserî herêmên Sûriyeyê û tevî ku herêmeke biçûk e nêzî 3 milyon kes têde hatine komkirin û li hemberî teqînê di her bîstikekê de rû bi rû ye û eger biteqe dê bi ser çavên hemûyan de were ev jî daxwaza Tirkiyeyê ye da ku projeya demokrasiyê têk bibe.
3-Rewşa opozîsyonê ne ji ya DAIŞ'ê baştir e, rêjeya serweriya wê li ser axa Sûriyeyê kêmtirî ji sedî 40 e û hemû di bin serweriya Tirkiyeyê de ye û li van herêman siyaseta Tirkkirinê tê meşandin, ango heman siyaseta di serdema Osmaniyan de dihat meşandin. Her wiha metirsiya zêdekirina van herêman li nexşeya Tirkiyeyê heye. Eger ev senaryo pêk were, gelo rêjîma ku hevkariya Rûsyayê dike –dagirkeriya Tirkiyeyê erê dike – yan çeteyên li rex dagirkeriya Tirkiyeyê derbas bûne, sedema vê yekê ne? Gelo encamên vê yekê li ser nexşeya Rojhilata Navîn a nû çi ne?
Hevgirtina hêzên Sûriyeyê yên şoreşgerî û avakirina sîtema demkratîk û piralî
Bi nêrîna min xema rêjîmê ya sereke mayîndeya xwe di desthilatdariyê de ye, her çiqas li beşekî Sûriyeyê be. Pirsgirêka wê bi herêmên ji bin serweriya wê derketine ye û li hemberî mayîndina wê di desthilatdariyê de metirsîdar bû. Alîkariya Rûsya û Îranê bi rêjîmê re rê ji wê re vekir ku serweriya xwe li gelek herêmên di bin serweriya opozîsyonê de ne vegerîne, nemaze li gundewarên Dîmeşq, Humis û Hemayê. Rêjîm guh nade vegerandina serweriyê li herêmên din tenê eger bandorê li mayîndina wê bike. Ji ber vê yekê ew ji hemû koalîsyon re amade ye. Car bi car dema ku rêjîm dibîne derfet hatiye serweriya xwe bi awayekî hovane firehtir dike.
Di derbarê Tirkiyeyê de, ez berûvajî gelek aliyên opozîsyonê dibînim, ew e ku dagirkeriya Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê re ne demkî ye û artêşa Tirkiyeyê bi dildarî ji welatê me dernakeve. Nemaze tecrûbeyên dîrokî li (Îraq, Qubris û Iskenderon) li ber çavan e û piştrast dike ku Tirkiye herêmên ku derbasî wan dibe bi dildarî dernakeve. Her wiha her tim di herêmê dagir dike de guhertina demografîk pêk tîne û her tim herêmên dagir dike bi siyasetên xwe yên siyasî, aborî, çandî û rêveberî ve girê dide.
Dagirkeriya Tirkiyeyê niha di bin navê Artêşa Niştimanî de komên çekdar ên mezhebû û radîkal kom ser hevûdu dike. Evan komên çete jî fermanên xwe ji rêjîma Tirkiyeyê werdigirin û ti xweseriyeke wan a rêveberî tune ye. Armanca dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ew e ku tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê têk bibin.
Tişta ku em di ajandeyên xwe de pêşniyar dikin ew e ku hevgirtina hêzên demokratîk li seranserî Sûriyeyê bête xurtkirin da ku li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bidin û hemû hêz û milîsên biyanî ji Sûriyeyê derbixînin û sîstemeke demokratîk, piralî û nenavendî li şûna dîktatoriyetê ava bikin.
Her çiqas hevsengiya hêzan li gorî hêzên dijberiya şoreşê bin, erka me şopandina berxwedana gel bi hemû rêbazan e. xala bingehîn di vê mijarê de jî projeya demokratîk a paşeroja Sûriyeyê ye.
4-Parçebûna civakî ku piştî dagirkeriya Efrînê pêk hatiye û xurtkirina mezhebiyetê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve û hewldana wê ya derxistina tevliheviyê di nava civakên Sûriyeyê de bi taybet piştî ku rê li pêşiya welatiyên Efrînê girt ku nikaribin vegerin malên xwe û li şûna wan malbatên ji Xota ya Dîmeşqê û gundewarê Humis û Hemayê bi cih kirin. Ev jî çalakiya guhertina demografîk li ser bingeha mezhebî di Sûriyeyê de xurt dike û ev armanca Tirkiyeyê ya sereke ji van çalakiyan e.
Rûsya û rêjîmê li hemberî hilweşandin û koçberkirina van heft salan berpirsyar in
Di van heft salên aloziya Sûriyeyê de gelek çalakiyên koçberkirina bi milyonan welatiyan pêk hatin û berpirsyariya sereke ya van çalakiyan li ser milê rêjîmê û Rûsyayê ye.
Çalakiyên koçberkirinê û bicihkirina koçberan di malên welatiyan de siyaseta Tirkiye, rêjîm û hevkarên wê ye û bi jiyana welatiyan û paşeroja welat dilîzin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.
Çareserî ew e ku her welatiyek vegere mala xwe û jiyana xwe bi rûmet û azad jiyan bike. Pêdiviya vê yekê jî serkeftina li hemberî hêzên dijberiya şoreşê dikin re ye. Riya vê yekê jî biratiya gelan e da ku welatiyên Sûriyeyê jiyana xwe vegerînin û mafê hemû pêkhateyan di çarçoveyeke Sûriyeke azad, piralî, nenavendî, demokrasî û dadweriya civakî de bêne parastin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 398 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 07-04-2025
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 21-05-2018 (8 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 398 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.469 çirke!