Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,935
Wêne
  123,987
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,787
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
'Tirkiye hewl dide dagirkeriya Osmaniyan li Sûriyê nû bike'
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya ne dadgeh e, ew tenê daneyan ji bo lêkolînê û eşkerekirina rastiyan amade dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
'Tirkiye hewl dide dagirkeriya #Osmaniyan# li Sûriyê nû bike'
Reportaj Summay

Farûq El-Maşî destnîşan kir ku çavbirçîbûna Tirkiyeyê di Sûriyê de ew e ku terorîstan vegerîne Minbicê û bajêr careke din dagir bikin û welatiyên wê koçber bikin. Her wiha piştrast kir ku dagirkeriya Tirkiyê di axa Sûriyeyê de ji bo vegerandina serdema Osmaniyan e.
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê û Şêxê Eşîra El-Bobena Farûq El-Maşî di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re behsa geşedanên dawî yên bajarê Minbicê û gefxwarinên berdewam ên Tiriyeyê li dijî bajêr kir.
Hevdîtina bi Farûq El-Maşî re wiha ye:
· Çavbirçîbûn û gefxwarinên Tirkiyeyê li dijî bajarê Minbicê kengî dest pê kirin?
Di sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê bajarê Minbicê û gundewarê wê dagir kirin. Çeteyên DAIŞ'ê şûnwar û cihên dîrokî yên bajêr veguhertin navendên kuştin û îşkencekirina welatiyan û bi taybet rewşenbîr û ciwanan. Di encama hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê de piraniya welatiyên bajêr neçarî koçberiyê bûn.
Di koçberkirina welatiyan de rola Tirkiyeyê sereke bû û deriyên sînor li eşkere vekirin da ku ciwanên herêmê derbasî Tirkiyeyê bibin û ew jî van ciwanan ji xwe re bikar bîne û di demeke pêş de di hundirê Sûriyeyê de di çalakiyên xwe yên terorîst de bikar bîne. Dewletên navnetewî li hemberî van destdirêjiyan bêdeng man. Me weke welatiyên Minbicê dubare bang li civaka navnetewî û Yekîtiya Ereban kir ku li dijî van destdirêjiyên Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ'ê xwedî helwest bin. Lê mixabin van aliyan bêdengiya xwe berdewam kirin.
Ji destpêka hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ'ê ve, ku piştî gelek bangên welatiyên Minbicê pêk hat, dewleta Tirk bê navber li dijî hêza ku ji ciwanên bajêr hatiye avakirin tevdigere û gelek caran bi riya çapemeniya xwe hewl da tevliheviyan derbixîne. Ji wê demê ve ji civaka navnetewî û rêxistinên mirovahî hate xwestin ku van gefxwarinên Tirkiyeyê li dijî gelê Minbicê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rawestîne.
· Dema ku çeteyên DAIŞ'ê komkujî di derheqê welatiyên Minbicê de pêk dianîn, Tirkiyeyê yan dewleteke din destwerdan nekirin. Gelo piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar rizgar kir û bi sedan şehîd dan, çima niha dewleta Tirk dixwaze destwerdanê bike?
Gelek alî îdîa dikin ku ew dostên gelê Sûriyeyê ne, lê di paş perdeyan de mixabin dijminahiya gelê Sûriyeyê dikin. Dema ku behsa welatiyên Minbicê dikin ew baş nas dikin ku welatiyên Minbicê kî ne. Welatiyên Minbicê bi xwe bajarê xwe rizgar kirin. Mixabin. Destên gelek dewletan jî di vê komployê de hene. Civînên wan ti sûd jê nayên wergirtin. Em dixwazin welatê xwe ji terorê û dagirkeriya Tirkiyeyê xilas bikin.
Hin alî behsa dewleta Tirk dikin ku ew bavê şoreşa Sûriyeyê ye, lê ev ne rast e, aliyên ku Tirkiyeyê weke bavê şoreşa Sûriyeyê dibînin ka bila li dîrokê vegerin, nemaze li dîroka dagirkeriya Osmaniyan. Dagirkeriya Osmaniyan xwedî hegomoniyeke taybet e.
AKP'ê û serkêşê wê Erdogan hewl didin dagirkeriya Osmaniyan li Sûriyeyê vegerînin. Dagirkirina Efrînê nîşana herî ber bi çav e. Dewleta Tirk niha hewl dide demografiya herêmê biguherîne. Kesên ji Humis, Xota û gelek deverên din hatine û li şûna welatiyên resen ên Efrînê yên hatine koçberkirin, hatine bicihkirin, piştrast dike ku hemû destdirêjiyên dewleta Tirk li Efrînê li pêşiya çavên herê kesî tê meşandin. Gelo Erdogan hatiye Efrînê ji welatiyên wê rizgar bike?
Dema ku çeteyan dagirkeriya Minbicê dikirin, Tirkiye li hemberî komkujiyên çeteyan ên li dijî welatiyên sivîl de bêdeng ma. Bi destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê re Tirkiyeyê dest bi gefxwarinên xwe yên li dijî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir. Ji ber vê yekê diyar e çavbirçîbûna Tirkiyeyê ew e ku komên terorîst vegerîne bajarê Minbicê û careke din welatiyên wê koçber bike. Tirkiye dixwaze projeya DAIŞ'ê li herêmê temam bike û ti carî rewşa welatiyan di berçavan re derbas nake. Çawa ku welatiyên Efrînê koçber kirin hewl dide heman senaryoyî li Minbicê jî pêk bîne. Dema min serdana Efrînê kir ez bûm şahidê destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê. Artêşa Tirk li dijî welatiyên Efrînê hemû cûreyên çekan bikar anîn. Ji ber vê yekê em dikarin eşkere bêjin ku Tirkiye hewl didine di bin navên cûda de komên terorîst careke din vejîne.
· Tirkiye bi hinceta ku hêzên Kurdî di Minbicê de hene, hewl dide êrîşa xwe li dijî bajêr rewa bike. Gelo rastiya van îdîayên Tirkiyeyê çi ye. Gelo leşkerên Kurd an rêveberiyeke Kurdî li Minbicê heye?
Dema ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate avakirin, li rex wê Meclîsa Sivîl a Minbicê jî hate avakirin. Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê banga têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê kir, Yekîneyên Parastina Gel/Jin û gelek tabûrên di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de banga Meclîsê bersivandin û berê xwe dan eniyên berxwedanê yên bajarê Minbicê û li rex ciwanên Minbicê beşdarî berxwedana rizgarkirinê bûn.
Piştî ku van hêzan bajar rizgar kirin, di serî de YPG'ê û YPJ'ê bi awayekî fermî ji bajarê Minbicê vekişiyan û ewlehiya bajêr bi temamî radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Niha jî şêwermendên girêdayî YPG'ê ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê perwerde dikirin, ji Minbicê vekişiyan.
Lê ajîtasyona çapemeniya Tirkiyeyê her tim hewl dide teliheviyan li Minbicê derbixîne. Lê welatiyên Minbicê pilanên Tirkiyeyê baş nas kirine, nemaze dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê li herêma Efrînê li ber çavên hemû welatiyan e.
· Hûn civîna Tirkî – Emerîkî ya girêdayî çarenûsa Minbicê çawa dinirxînin?
Şêwra di navbera Koalîsyona Navnetewî û Rêveberiya Minbicê de her tim berdewam e. Koalîsyona Navnetewî gelek caran di van demên dawî de serdana bajarê Minbicê kir. Dijminahiya me bi dewleta Tirkiyeyê re tune ye, lê belê em li dijî siyasetên AKP'ê û serkêşê wê Erdogan in, ku her tim gefan li bajarê Minbicê dixwe.
Welatiyên Minbicê geşedanên li herêmê baş nas dikin û baş dizanin ku ya rast çi ye. Ji ber vê yekê em bang li dewletên navnetewî dikin ku rewşa Minbicê di ber çavan re derbas bikin û li hemberî komployên dewleta Tirk derbikevin. Her çiqas hevpeyman pêk werin jî Tirkiye dê welatiyên Minbicê armanc bigire.
· Banga we ji welatiyên Minbicê re çi ye?
Civaka Minbicê ji mozayîkeke pêkhateyan pêk tê. Ka tişta ku çeteyên DAIŞ'ê hilweşandiye em ji nû ve ava bikin. Hêviya me bi ciwanên Sûriyeyê û bi taybet bi ciwanên Minbicê mezin e. Bajarê Minbicê beşekî ji Sûriya hevgirtî ye. Em hewl didin lehiya xwîna welatiyên Sûriyeyê rawestînin. Em bang li hemû welatparêzan dikin ku beşdarî xebatên rawestandina lehiya xwînê li Sûriyeyê bibin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 381 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 07-04-2025
Gotarên Girêdayî: 19
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 07-06-2018 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 381 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.406 çirke!