Hemdan El-Ebid: #Neteweya demokratîk# civak bi pêş xist
Reportaj Summay
Hevserokê berê yê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid diyar kir ku Girê Spî piştî 3 salan ji rizgarkirinê, rêveberiya xwe ya hevkar di navbera hemû pêkhateyan de ava kiriye û êdî bûye nimûneya tevahiya Sûriyeyê û da zanîn ku projeya neteweya demokratîk û di hevgirtin û pêşxistina civakê de bi roleke mezin rabûye.
MEED SELOM / GIRÊ SPÎ
Bi boneya sêyemîn salvegera rizgarkirina Girê Spî ji destên çeteyên DAIŞ'ê ku ji aliyê YPG û YPJ‘ê ve di 15'ê Hezîrana 2015'an de pêk hat. Hevserokê berê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid ji ajansa me re, behsa guhertinên ji dema rizgarkirinê û hate niha pêk hatine kir. El-Ebid behsa rola projeya neteweya demokratîk di hevgirtina civakê de kir. Ebid derbarê mijarê de pirsên me bersivandin.
· Çeteyên DAIŞ'ê çawa Girê Spî dagir kir?
Sedema sereke ya dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê li Girê Spî ew e ku hişmendiya gel li paş bû û ev yek ji aliyê sîstemên navneteweyî ve dihat xwestin da ku karibin serweriya xwe li tevahiya Rojhilata Navîn ferz bikin û welatiyên herêmê di nava nezaniyê de bihêlin. Van sîsteman hewl da welatiyên Rojhilata Navîn tenê bi xwarin û vexwarinê mijûl bibin û ji hişmendiya siyasî dûr bikevin. Ji ber vê yekê komên çekdar û çeteyên DAIŞ'ê bi hêsanî û bi alîkariya dewletên herêmî yên wekî Tirkiyeyê karibû dagirkeriya herêmê bikin.
· Di serdema dagirkeriya çeteyan de li Girê Spî bandora wan li ser jiyana welatiyên Girê Spî di çi astê de bû?
Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hemû komên çekdar heman rêbaza talankirina welatiyan meşand. Van komên çekdar û çete binesaziya herêmê hilweşand û zordariyeke hişk li ser welatiyan dida meşandin. Welatiyên herêmê di bin hincetên cuda de rastî îşkence û kuştinê dihatin.
Hebûna DAIŞ'ê li herêmê wek serdemeke tarî di ser welatiyên Girê Spî re derbas bû.
· Hûn yek ji kesayetên destpêkê yên beşdarî avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûne, gelo mijara we ya sereke piştî rizgarkirinê çi bû û di wê demê de we xwe dispart çi?
Bajarê Girê Spî ji aliyê Yekîneyên Parstina Gel/Jin û Odeya Volkana Firatê ve di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Rizgarkirina bajarê Girê Spî berbanga azadiyê û riya ber bi jiyana hevbeş û hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê ve bû.
Piştî ku bajar hate rizgarkirin me tavilê Meclisa Rûspiyan ava kir ku ji kesayetên navdar û xwedî bandor ên herêmê pêk dihat. Piştre li ser pêşniyara Meclisa Rûspiyan me Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kir da ku hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di rêveberiya herêma xwe de bigirin. Ev rêbaza rêveberiyê ku hatiye avakirin, ji çanda welatiyên herêmê ne dûr e û êdî dikarin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21'ê Cotmeha 2015'an de hate damezirandin û dest bi xebatên xwe yên xizmetguzariyê kir.
· Girê Spî yek ji herêmên destpêkê ku têde rêveberiyeke xweser ji aliyê hemû pêkhateyên wê ve hate avakirin û veguherî nimûneya Sûriyeyê. Tişta ku ev rêveberî pêşxistiye û di van 3 salan de hevgirtina xwe parastiye çi ye?
Ji ber ku rêveberî ji aliyê welatiyên Girê Spî ve hatiye avakirin û ji aliyê wan ve bi awayekî hevkar hatiye birêvebirin, di baweriya hemû pêkhateyên herêmê de bû ku dê karibe hemû pirsgirêkên wan çareser bike û dê karibe ewlehî û aramiya wan biparêze.
Serkeftin û pêşketina vê rêveberiyê jî bi saya hevgirtina pêkhateyan bû û hişt ku ji bo giştî Sûriyeyê bibe nimûneya herî guncaw.
· Niha piştî 3 salan ji rizgariyê hûn rewşa Girê Spî bi giştî çawa dinirxînin?
Bêguman di van 3 salan de tevî hemû astengiyên rastî me hatine kedeke siyasî û rêveberî hate dayîn. Lê em hêvî dikin ku rêveberiya xwe bêtir bi pêş bixin û piştrast bikin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareseriya herî guncaw e ji aloziya Sûriyeyê re û dikare hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.
Di van 3 salan de rewşa xizmetguzarî, aborî, hişmendiya gel û hevgirtina di navbera pêkhateyan de bi saya Rêveberiya Xweser gelekî pêşve çû û di encamê de aramî û ewlehî li herêmê pêk hat û hate parastin.
· Rola projeya neteweya demokratîk di pêşxistina rewşa Girê Spî de çi bû?
Aramiya ku niha tê de dijîn, bi saya fedakariya şehîdan pêk hatiye. Hin aliyan xwest projeya neteweya demokratîk reş bikin û îdia dikirin ku ew welat parçe dike, lê berovajî wê fikra neteweya demokratîk hevgirtina di navbera pêkhateyan de xurttir dike û bi roleke mirovahî û exlaqî radibe. Bi saya vê projeyê jiyana hevbeş û biratiya gelan li Girê Spî hate çespandin. Nemaze hebûna pêkhateyan li gorî çand û kevneşopiyên wan bi awayekî azad û bi rûmet hate parastin.
· Di aliyên siyasî, xizmetguzarî û civakî de li Girê Spî çi di plansaziya we de heye?
Der barê mijara siyasî de her kes nas dike ku siyaseta ku niha tê meşandin girêdayî guhertinên hevsengiyan e, her wiha girêdayî berjewendiyên di navbera dewletan de ne.
Em beşekî ji axa Sûriyeyê ne û armanca me parastina yekitiya civak û axa Sûriyeyê ye. Daxwaza me ew e ku ‘diyaloga Sûrî – Sûrî’ were destpêkirin û destûreke nû ku tê de mafên hemû pêkhateyan werin parastinî were amadekirin. Ev mijar jî Meclisa Sûriya Demokratîk di belgenameya xwe ya siyasî de îspat kiriye û niha jî Partiya Sûriyê ya Pêşerojê banga parastina civak û axa Sûriyeyê dike û hewl dide diyalogê bi hemû aliyên Sûriyeyê re pêk bîne da ku şerê di Sûriyeyê de were bidawîkirin û rê li pêşiya destwerdanên derve bigire.
Der barê rewşa civakî de bajarê Girê Spî ji mozayîkeke pêkhateyan pêk tê û hevgirtina van pêkhateyan bi saya projeya neteweya demokratîk hatiye xurtkirin.[1]