Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,069
Wêne
  124,400
Pirtûk PDF
  22,119
Faylên peywendîdar
  126,461
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
'Bi komkujiya Kobanê xwestin derbeyê li şoreşê bidin'
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
'Bi komkujiya Kobanê xwestin derbeyê li şoreşê bidin'
Reportaj Summay
CUMA MIHEMED – ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Ehmed Şêxo diyar kir ku Komkujiya 25'ê Hezîranê li Kobanê û Berxbatan hewldana derbekirina Şoreşa Rojava bû û banga dersgirtina ji vê komkujiyê û xurtkirina sîstema parastinê di hundirê civakê de kir da ku senaryoyên bi vî rengî dubare nebin.
Bi boneya sêyemîn salvegera Komkujiya 25'ê Hezîranê ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê û gundê Berxbatan pêk aniye, hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Kobanê Ehmed Şêxo di hevpeyvînekê de ji ajansa me ANHA'yê re axivî.
Hevpeyvîna bi Ehmed Şêxo re wiha ye:
·Gelek dewlet û sîstemên dîktator di siyasetên xwe de komkujiyan li dijî gelên dijber pêk tînin. Hûn van siyasetan çawa dinirxînin?
Di seranserî dîrokê de gelek komkujî li dijî gelan û bi taybet li dijî gelê kurd pêk hatine. Gelo komkujî çi ne, çawa tên pêkanîn û çima? Eger em li dîrokê vegerin em ê bersivên van pirsan wergirin û em ê gelek mijaran zelal bikin. Bi taybet eger em di welatekî wekî Kurdistanê de bin ku bi berhemên xwe yên sererd û binerd dewlemend e. Dijmin bi hemû hêz û rêbazên xwe hewl dide vê axê dagir bike û rê li pêşiya azadiya gel bigire.
Yek ji van rêbazên herî qirêj komkujî ne. bi taybet piştî ku desthilatdar nikarin bi hin rêbazan hebûna xwe biparêzin, komkujiyan li dijî gelan pêk tînin. Dîroka Kurdistanê bi komkujiyan dagirtî ye. Her çi qas gelê me serê xwe hildaye û bêhna azadiyê kiriye, dijmin komkujî li dijî gel pêk anîne.
Hovîtiya dagirkerên her çar parçeyên Kurdistanê ji serdema Împratoriya Medya û heta serdema faris, osmaniyan û Tirkiyeyê ve û di serdema nûjen a Seddam Hisên de berdewam dike. Di van hemû serdeman de gelek desthilatdar hatin guhertin, lê siyaseta hemûyan qirkirina gel bû.
Li vir gotina rojnamevanê tirk ê bi navê Mehmet Alî Bîrand tê bîra miorvan dema ku dibêje: Eger Tevgera Azadiyê deh salên din li bakurê Kurdistanê dereng bimaya, bêguman armancên Ataturk dê pêk bihatana. Gotina Ataturk jî ev e: Me doza gelê kurd li lûtkeyên çiyayên Dêrsimê binax kir.
·Dewleta tirk herî zêde dijberiya gelê kurd dike. Gelo çima Tirkiye siyaseta komkujiyan li dijî gelê kurd dide meşandin?
Eger em li dîrok û kevneşopiya mîrasa Tirkiyeyê vegerin, ew mîrasekî osmanî ye. Her kes dagirkeriyên osmaniyan nas dike ku bi zora şûr pêk hatine. Şûr alavê komkujiyan e û ji bo şikandina îradeya gelan dihat bikaranîn û li gorî xwe dida meşandin.
Lê piştî ku hişmendiya gelên bindest li herêmê bi pêş ket û daxwaza maf û azadiyê zêde bû, dest bi têkçûna osmaniyan bû û gihîşt asta sînorên dewleta Tirk a niha. Li vir hin kes derketin û xwestin mîrasa osmaniyan biparêzin ên wekî Ataturk. Gelek rêbazên qirêj di armancên xwe de dane meşandin. Yek ji van rêbazan xapandina gelê kurd bû û beşdarkirina wan di meclisa rêvebirina dewletê û li gorî kurdan meşiyan heta ku lingên xwe li ser erdê çespandin û piştre dest bi înkarkirina mafên gelê kurd kirin û li dijî kurdan komkujî pêk anîn, ji ber ku wan baş nas dikirin ku gelê kurd li herêmê xwedî hêzeke mezin e û li hemberî hebûna wan metirsiyeke mezin e. Azadiya kurdan dê bibe destpêka azadiya hemû gelên herêmê, ji ber vê yekê kurd armanca destpêkê ya komkujiyên Tirkiyeyê bûn.
Van desthilatdarên tirk li ser şopa bavên xwe yên osmanî man û ji bo desthilatdariya xwe biparêzin hêza xwe di kuştinê de bi kar anîn. Van desthilatdaran xwest peyamekê ji gelên din re jî bi rêya komkujiyên li dijî kurdan bişînin, da ku daxwaza azadiya xwe nekin.
·Eger rewşa siyasî û leşkerî li herêmê di ber çavan re were derbaskirin, gelo armanca Komkujiya 25'ê Hezîranê ya li Kobanê çi ye?
Komkujî ne tenê li Kobanê bû, komkujiya li Kobanê berdewama komkujiya Şengalê bû. Bêguman evan komkujî ji rewşa siyasî ne dûr in. Hêzên tarî ku di bin navê DAIŞ'ê de derbasî Rojhilata Navîn bûne, dibe ku hin alî tenê wekî DAIŞ bi nav bikin, lê me ji destpêkê ve û bi israr diyar kir ku li paş perdeya wê ya reş gelek hêz hene û bi taybet hêzên dagirkeriya Kurdistanê dikin hene.
Wekî me berê aniye ziman evan dewlet bi zora şûr û komkujiyan hatine berfirehkirin. Niha jî careke din hovîtiya xwe ya dîrokî didomîne û bi rêbazekî nû ya DAIŞ'ê di sedsala 21'an de derdikeve holê.
·Mebesta we ew e ku destên Tirkiyeyê di vê komkujiyê de hene?
Ne tenê ev komkujî, eger em rewşa beriya komkujiyê bi bîr bînin… dema ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî herêmê bûn, armancên dewleta Tirkiyeyê û hemû dewletên dagirkeriya Kurdistanê dikin zelal bûn û hewl didin rê li pêşiya hewldanên kurdî yên azadiyê bi rêveberiya Tevgera Azadiyê bigirin. Bi taybet piştî şoreşa Rojava ku gavên mezin ber bi azadiyê ve avêtine û di cîhanê de deng vedaye. Xwestin derbeyeke mezin li şoreşê bidin û rê li pêşiya pêşketina wê bigirin. Di vê çarçoveyê de van hêzên tarî gelek caran komên çete yên wekî Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam di êrîşên li dijî destkeftiyên gelê kurd û hemû pêkhateyên herêmê sor kirin. Lê dîsa jî bi ser neketin û di encamê de rêbaza xwe ya dawî bi destên DAIŞ'ê dane meşandin.
Derketina DAIŞ'ê li herêmê bi vê hêzê û êrîşên wê li dijî herêmên wekî Kobanê û Şengalê ne sudfeyek bû, lê belê siyasetek bû û bi rêya komkujiyên li Şengal û Kobanê hate destpêkirin.
Yek ji faktorên ku alîkariya belavbûna DAIŞ'ê li herêmê kiriye, ew e ku rêbazên herî hov ên wekî serjêkirin, teqandin û kuştina sivîlan dane meşandin. Ev rêbaza DAIŞ'ê gelekî dişibe dîroka osmaniyan. Ev yek piştrast dike ku fikr û bîrdoziya DAIŞ û osmaniyan yek e.
Tevî vê yekê, gelê Kurd bi hêza ciwanên xwe di rizgarkirina Kobanê û Şengalê de bi israr bû. Çarçoveya rizgariyê roj bi roj firehtir dibû û hêviyên mezin bi Kobanê ve hatin girêdan. Dema ku dewleta Tirkiyeyê dîtin ku planên ji Kobanê re danîne têk diçin û dît ku êdî Kobanê vediguhere kaniya belavkirina fikra demokratîk li giştî Sûriyeyê, careke din rêbazên xwe yên qirêjî dane meşandin û yek ji van rêbazan komkujiya li Kobanê bû.
Em napirsin ku destên Tirkiyeyê di vê komkujiyê de hene yan na, ji ber ku em piştrast in ku Tirkiyeyê komkujî plan kiriye û bi destên çeteyan pêk aniye. Nemaze gelek çete bi rêya Tirkiyeyê derbasî Kobanê bûne.
Aliyên ku destên wan di komkujiyê de hene û alîkariya çeteyan kirine aşkera ne û em van aliyan baş nas dikin.
· Bi mebesta we ew alî kî ne?
Wekî dewleta Tirkiyeyê, beriya êrîşa çeteyan li dijî Kobanê Erdogan derdiket ser ekranên telefîzyonan û radigihand ku Kobanê ket an li ber ketinê ye. Berjewendiya hemû hêzên dagirkeriya Kurdistanê dikin di binkeftina Kobanê de heye. Lawazbûna kurdan û rêgirtina li pêşiya destkeftiyên wan di berjewendiyên wan de ye. Ev komkujî bi destên hemû van aliyan pêk hatiye, dibe ku alîkariya hin aliyan di komkujiyê de ji hin aliyên din kêmtir be, lê hemû di komkujiyê de hevkar in û di serê wê de dewleta Tirkiyeyê ye ku heta roja me ya îro çeteyên DAIŞ'ê dihewîne û ber bi herêmên Rojava ve dişîne.
·Piştî komkujiyê, gelo bandora komkujiyê li ser civaka Kobanê çawa bû?
Em bixwazin an nexwazin, bandora komkujiyê mezin bû, hin bandor neyînî bûn û hin jî erênî bûn. Di aliyê bandorên neyînî de, armanca dijmin ne tenê kuştina 250 kesan bû, lê belê armanca wê ew bû ku Kobanê vala bike û îradeya gel têk bişkîne. Di encamê de nikaribe gavekê ber bi azadiya xwe ve biavêje. Armanca duyemîn jî derbeyeke giran li hêza herêmê bide û rê li pêşiya pêşveçûna hemleyên wê bigire.
Gelek malbat rastî ziyanên giran hatin û gelek kes jî sêwî man. Jiyan çend rojan li Kobanê rawestiya û gelek kesên bêguneh şehîd bûn. Heta roja me ya îro gelek malbat hê jî di bin bandora komkujiyê de ne, ku ne di bala tu kesî de bû.
Aliyê komkujiyê yê erênî ew bû ku gel li derdora hev û du civiyan û rê li pêşiya berfirehbûna komkujiyê girtin. A herî girîng jî armancên dewleta tirk wekî ku dixwest pêk nehatin. Dewleta tirk xwest careke din êrîşekê li dijî Kobanê plan bike, lê berovajî wê pêk hat.
·Îcar hûn dibêjin ku komkujiyê armancên xwe bi temamî pêk neanîn?
Rast e, armancên komkujiyê bi temamî pêk nehatin. Berovajî wê komkujî veguherî destpêka tolhildana ji bo şehîdên komkujiyê. Tola şehîdan heta roja me ya îro berdewam tê hilanîn.
·Gelo faktorên ku hiştine armancên komkujiyê pêk neyên çi ne?
Eger em hinekî paşve vegerin û bi taybet dema destpêkirina şoreşa Rojava, perspektîfên Rêber Apo hebûn û têde dibêje ku civaka nehatiye birêxistinkirin nikare parastina xwe bike. Ji ber vê yekê me dît ku pêwîstiya herî mezin birêxistinkirina civakê ye.
Birêxistinkirina civakê li Kobanê wekî avakirina meclîs û komîteyên tax û gundan di asteke jor de bû. Ev rêxistin dikare di rewşên herî dijwar de bixebite. Tevî hemû kêmasiyan û ziyanên mezin, lê di encamê de bingeheke rêxistinî hebû û hişt ku armancên komkujiyê pêk neyên.
·Bêyî ku hewldanên dijmin ên li dijî gelê kurd di ber çavan re bêne derbaskirin, hin çavdêr diyar dikin ku lawazbûna aliyê ewlehiyê hişt ku kujer komkujiyê pêk bînin. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?
Kêmasî gelek bûn. Lê bi taybet di wê şevê de û rêbaza ku dijmin pê êrîş kiriye, kiryarên bi vî rengî li Ewropa, Amerîka û li gelek dewletên din ku bi milyaran di xurtkirina hêzên ewlehî de xerc dikin, rûdidin. Di van demên dawîn de gelek kiryarên terorîst ên bi vî rengî li Ewropayê jî pêk hatin.
Tîma Asayîşê ku li pey kujerên DAIŞ'ê çû, eger lawazbûnek hebe ew tîm dê tune bûya û 6 endamên wê şehîd nedibûn. Eger asayîş tune bûna hejmara qurbaniyên komkujiyê dê du qatan zêde bibûya. Lê dîsa jî di wê demê de hin xemsarî ji aliyê hin komîteyên parastina taxên bajêr ve hebû, ji ber ku êrîşeke bi vî rengî guman nedikirin. Lê di encamê de lawazbûna ewlehiyê hişt ku komkujî pêk were, bi nêrîna min ev yek dûrî rastiyê ye.
Gelo tu yê li hemberî kesên xwe ji kuştinê re amade kirine çi bikî? Dibe ku tu karibî berfirehbûna wê sînordar bikî. Lê tu nikarî li hemberî wî derkevî. Di encamê de divê em sîstema xwe ya parastinê bêtir xurt bikin.
·Ji bo ku senaryoyeke wekî komkujiya 25'ê Hezîranê neyê dubarekirin, çi tê xwestin?
Piştî komkujiyê me gelek gav avêtin. Me berê xwe da meclis û komînan û me komîteyên xweparastinê aktîf kirin û me hêza parastina cewherî ava kir û heta niha parastina taxên xwe dikin. Her wiha me pirsgirêka kêmbûna çekan û amêrên bêtêl çareser kir.
Tevî hemû keda hatiye dayîn ji bo rêgirtina li pêşiya kiryarên wekî komkujiyê, lê dîsa jî kar û xebat ji sedî 100 pêk nehatine. Bêguman hin kêmasî di hin aliyan de hêjî hene. Lê bi giştî em dikarin bêjin ku gavên nû ber bi parastinê vehatine avêtin û gelek tedbîrên ewlehiyê hatine wergirtin. A herî girîng ew ku gelê me êdî van rêbazên êrîşên dijmin nas dike, nemaze ji ber ku komkujiyeke bi vî rengî bi serê welatiyên Kobanê de di demên borî de nehatiye.
Hevkariya di navbera hêzên ewlehiyê û welatiyan de piştrast dike ku dijmin nikare komkujiyên xwe li dijî welatiyan dubare bike.
·Bi boneya salvegera komkujiyê, hûn di dawiya axaftina xwe de dixwazin ji civaka Kobanê re çi bibêjin?
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên komkujiyê re dixwazin. Em piştrast dikin ku em ê tola van hemû şehîdan hilînin. Pêwîst e em derseke xwe ji komkujiyê wergirin û sîstema xwe ya xweparastinê bêtir xurt bikin. Divê her kesekî ji me endamekî ewlehiyê be. Divê dema em tiştekî bi guman dibînin, tavilê em hêzên ewlehiyê agahdar bikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 343 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 07-04-2025
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 25-06-2018 (8 Sal)
Bajêr: Kubanê
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 343 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.391 çirke!