‘Bêdengiya navdewletî destûrê dide
ErdoganErdogan ku hovîtiya xwe bidomîne‘
Reportaj Summay
ŞEHBA
Seroka Weqfeya Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê, endama Yekitiya Jinên Lubnanê û endama Komîteya Parastina Mafên Jinan Henan Osman têkildarî berxwedana jinên Efrînê, binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî jinan, her wiha bêdengiya civaka navdewletî bersivên pirsên me dan.
-Di serdana we ya ji bo Efrînê de, hem di dema êrîşan de û hem jî di dema çûyîna şêniyan a ber bi Şehbayê ve, hûn rewşa şêniyên Efrînê, bi taybet rewşa jinan çawa dibînin?
Di destpêka Adara 2018‘an de şandeyek jinên Lubnanê beşdarî pêngava yekem a ji aliyê Kongreya Star ve bi armanca piştgiriya Efrînê hatibû birêxistinkirin, bû. Li wir berxwedaneke mezin ji aliyê gelê Efrînê, bi taybet jinan ve hate meşandin. Jin efsanên qehrmanî, fedekarî û cesaret ku mîna di dîrokê de çênebûye, dane nîşandan.
Beşdariya me ya meşa jinan a 8‘ê Adarê Roja Jinên Cîhanî ji bo me cihê serfiraziyê ye. Meşê mozayîkeke bedew xêz kir, bi hêz û qehremaniya jinan me konên Efrîna bedew û xweşik derbas kirin, li vir îradeya jinan a li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê derket pêş ku bi yekdengî digotin em dikarin bi derfetên kêm li hemberî we bisekinin. Di wê rojê de Efrîn di çemberê de bû û dihat bombebarankirin, berxwedana li wir hate meşandin balkêş bû.
Di meha Hezîranê de, piştî koçberkirina ji neçarî ya ber bi Şehbayê ve em bi şandeya jinan a hiqûqnasan re hatin Şehbayê da ku piştgiriya şêniyên Efrînê bikin.
Hemû kesên ku me hevdîtin bi wan re kirin, jin û zilamên Efrînê ji me re tekez kir ku ew amade ne ji bo rizgarkirina Efrînê di nava şert û mercên zehmet de berxwedana xwe beredewam bikin û Efrînê ji dagirkeran paqij bikin. Şêniyan diyar dikir ku çadirên wan dê bibin qada berxwedanê heta serkeftin pêk were.
Jinên Efrînê tu carî teslîmkarî qebûl nekirin, li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê sekinîn û disekinîn, berxwedaneke dîrokî dane nîşandan ku dengê wê li tevahî cîhanê belav bû, li Şehbayê jî xeta têkoşînê didomînin.
-Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji destpêka ku Efrîn dagir kiriye, kiryarên neexlaqî der heqê jinan de dikin, gotina we li ser vê yekê çi ye?
Jin li Efrînê xwedî dîrokek ji têkoşîn û îradeyek pola ne. Li Efrînê wekheviyeke di her astan de ku mîna wê li welatên cîhanê yên îdiaya demokrasiyê dikin, pêk nehatiye. Lewre jî serkeftinên ku li Efrînê hatiye qezenckirin Tirkiyeya dagirker aciz dike, ji ber vê yekê di her aliyan de, ragihandin, siyasî û leşkerî de êrîş anîn ser Efrînê. Ji destpêka êrîşan jî diyar bû ku Tirkiyê di serî de jinan hedef digirtin, mînaka vê yekê kiryara derexalqî û destdirêjiya li ser cenazayê şervana jin e.
-Jinên Efrînê li hemberî dagirkeriyê bê deng neman, bi hemû rêbazan li ber xwe da. Di encamê de bûn hedefa dagirkeran, hûn helwesta jinan çawa dinirxînin?
Li Efrînê jin rexmî tundiya fîzîkî û derûnî yên rojane li hemberî wan têne meşandin, tu carî serî ji dagikeran re netewand, teslîm nebû.
Wekî tê zanîn, herî zêde jin û zarok ji van kiryaran para xwe girt. Lê dîsan jî jin ne tenê li çeperên şer di her qadan de têkoşînê dikin ku rastiya jina berxwedêr, azadxwaz û sekna jina Kurd a ji bo parastina xeta demokrasiyê li Rojhilata Navîn de ji cîhanê re diyar kir. Em dikarin bibêjin têkoşîna jinan ne tenê li dijî dagirkeriyê ye, lê di deman demê de li hemberî hişmendiya paşguhkirina jinan e.
-Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 119 jin revandine, heya niha çarenûsa wan ne diyar e. Di nêrîna we de kî ji vê yekê berpirsyar e?
Hemû binpêkirin û kiryarên dagirkeriyê yên der heqê gel de, sûcên şer in, sûcên navdewletî yên li dijî mirovahiyê ne, di serî de civaka navdewletî, rêxistinên têkildarî mafên mirovan ku temaşeya vê felaketê dikin û bê deng in, ji van binpêkirinan berpirsyar in. Bêdengiya wan dihêle ku Erdogan komkujiyên xwe zêde bike.
-Li gel bûyerên revandina jinan, îşkencekirin û destdirêjiya li ser wan, divê jinên li Efrînê û derve çi bikin?
Em di wê baweriyê de ne, ku hevgirtina hemû jinên cîhanê çeka herî bi hêz a li hemberî faşîmzeyê. Li ser vî esasî em bang li hemû jinn dikin, Kurd, hemû netew û pêkhate dikin ku hevgirtina xwe xurt bikin û bi rihê şoreşgerî şoreşa jin biparêzin, ji ber ku binpêkirina li hemberî yek jinê binpêkirina li dijî hemû jinan e.
Pêwîste hemû jinên cîhanê beşarî her çalakiyekî têkidarî rizgarkirinê Efrînê bibin. Her wiha bang me ji civaka navdewletî ku sînorekî binpêkirinên li dijî jinan deynin.
[1]