Ziyad Wetfê: Dosyaya #Sûriye# yê bûye bûyereke herêmî û cîhanî
Reportaj Summay
Ziyad Wetfê destnîşankir ku dosyaya Sûriyeyê êdî ne tenê girêdayî Sûriyeyê ye lê veguheriye dosyayeke herêmî û cîhanî. Di encamê de hêzên bi nakok ên li Sûriyeyê şerê xwe bi dawî nakin. Şerê li dijî DAIŞ‘ê jî bi dawî nabe, heya ku Sûriyeyê di navbera xwe de dabeş nekin, tu çareseriyeke siyasî pêk naynin.
Endamê Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq) Ziyad Wetfê têkildarî civîna Tehranê ya di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de û encamên wê yên li ser rewşa Sûriyeyê û Idlibê bersivên pirsên ajansa me da.
Piştî civîna Tehranê ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de, rewşa Sûriyeyê bi giştî û Idlib bi taybet ber bi ku ve diçe?
Civîna Tehranê ne xala dawî ye û ne jî xaleke ber bi guhertina rewşa Sûriyeyê ve ye. Em dikarin bibêjin ku di encamên bûyerên li Idlibê rû didin de dibe ku bibe xaleke guhertina bûyerên Sûriyeyê.
Îhtîmala serkeftina şoreşa azadî û rûmetê ya gelê Sûriyeyê piştî serkeftina rêjîmê li hemberî hêzên çekdar wê gelekî zehmet be. Em dikarin bibêjin ku xeta giştî xeta çareserkirina siyasî ye. Dosyaya Sûriyeyê êdî ne tenê bûyereke girêdayî Sûriyeyê ye, lê belê bûye dosyayeke herêmî û cîhanî. Di encamê de hêzên binakok ên li Sûriyeyê şerê xwe li Sûriyeyê bi dawî nakin. Beriya ku pasteya Sûriyeyê di navbera xwe de dabeş bikin û şerê li dijî DAIŞ‘ê jî bi dawî nabe tu çareseriyeke siyasî wê pêk nayê.
Em dikarin bibêjin ku civîna Tehranê gelek nakokî derxistin holê ku zehmet e lihevkirin di demeke nêz de li ser wê bê kirin. Lihevkirinên di navbera her sê welatan de bi giştî demkî nei. Bi wateyeke din her sê welat di rewşeke tevlihev de ne. Dibe ku nakokiyên wan biteqin û dirêj bikin ku fersendeke nû ji berdewama şer û felaketa li Sûriyeyê bide ku wê tu berjewendiyên wan di vê şer de pêk neyên. Armanca wan tenê ewe bigihîjin çareseriyekê ku bikarin pê hevdu razî bikin.
Di nêrîna we de armancên her sê welatan li Idlibê çi ne?
Em dikarin bibêjin ku armancên her sê dewletan li Sûriyeyê dişibin hev. Rûsya dixwaze hebûna xwe ya leşkerî, aborî û siyasî heya demeke dirêj li Sûriyeyê mîsoger bike. Armanca wê ew e ku rêjîmê ji nû ve li gorî xwe sererast bike. Bi maneyeke din, hukmê rêjîmê yê ewlehî û desthilatdarî berdewam bike û li gorî berjewendiyên Rûsyayê destûreke nû deyne. Ez nabînim ku nêrîna Rûsyayê ya çareserkirina siyasî li gorî nêrîna rêjîmê ye ku ji nû ve xwe sererast bike.
Nêrîn û berjewendiyên Îranê jî, serkeftina rêjîmê û berdewama hikmê wê ye, ji ber ku dibîne guhertina xwezaya rêjîmê li Sûriyeyê ne li gorî berjewendî û hebûna wê li Sûriyeyê ye.
Tirkiyê jî dixwaza hebûna xwe li Sûriyeyê mîsoger bike da ku nehêle hêzeke kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ava bike û Kurd mafên xwe yên neteweyî bi dest nexin. Li ser vê yekê hemû çareseriyên demokratîk, nûjen, nenavendî li Sûriyeyê dibe ku bibe modêleke ku bihêle kurd daxwaza mafê xwe ji Tirkiyeyê bikin. Tirkiyê jî dibêje ev ne li gorî berjewendiyên wê ne.
Di encamê de, her sê welatên garantor berjewendiyên xwe di çareseriya siyasî de hene, lê ev çareserî ne li gorî nêrînên wê ne. Nîşana vê yekê di nakokiyên civîna Tehranê û beriya wê jî civîna Soçiyê de derkete holê.
Heke her sê aliyan li hev nekir, dê bandora vê yekê li ser Idlibê çawa be?
Çareserkirina doza Idlibê girêdayî gelek xalan e, yek jê zeftkirina hebûna Tirkiyeyê li Idlibê. Heger Tirk li Idlibê bêne zeftkirin, dibe ku li Efrîn û bakurê rojava jî werin zeftkirin. Binkeftina Tirkiyeyê di şerê Idlibê de dibe ku rola wê di Sûriyeyê de kêm bibe. Ji wê zêdetir jî aloziya hundirîn a Tirkiyeyê dê mezintir bibe û partiya AKP'ê di hukim de bi bin bikeve. Ne hêsan e ku Tirkiye di mijara Idlibê de nerm be. Xala duyemîn jî ne nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê li ser çarenûsa Idlibê ye, lê belê nakokî di navbera hêzên binakok in, hêza yekem Rûsya û hevalbendên wê û hêza duyemîn Amerîka, Kendava Erebî û hevalbendên wê ne. Ez texmîn dikim berjewendiyên Amerîka û Ewropayê ew in ku Tirkiye li Idlibê nemîne. Ji ber ku bibe, kaxezeke destekê dide nêrînên wan ên çareseriya siyasî û rêgirtina li ber siyasetên Rûsyayê yên di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de.
Ji ber van sedeman dibînim ku îhtîmalên çareserkirina pirsgirêka Idlibê heya niha lewaz in. Rengê herî li pêş ku hefsengiyên hêzên aktîf biguhere ew e ku Rûsya destûr bide rêjîmê ku herêmên di bin serweriya Nusrayê de bigire. Tirkiyê amade ye ku Nusra li Idlibê têk bibe, nemaze ku wê xistiye lîsteya terorê. Lê wê nehêle ku artêşa Sûriyeyê êrîşî herêmên di bin serweriya çekdarên opozîsyonê yên girêdayî wê de bike. Texmîn nakim ku Rûsya amade ye Tirkiye ji dest xwe berde, ji ber ku ditirse careke din bibe hevalbendê Amerîkayê û bargehên hêzên rojavayî. Ya herî zêde li pêş hilbijêre leşkerî û şerê li herêmên di bin serweriya El-Nusra de ye.
Projeyên Tirkiyeyê ji bo pêşeroja Idlibê çi ne û çima dixwaze li Idlibê bimîne?
Texmîn nakim ku tu projeyên wan ên diyar li Idlibê û Bakurê Sûriyeyê hebin. Helwesta Sûriyeyê hevsengiyên li ser erdê biguhere. Ji destpêka bûyeran helwesta Tirkiyeyê bi rêjîmê re diyar bû ku destekê bide tevgera gelan, paşê jî bû dijberî tevgerê, paşê destek da komên çekdar û daxwaza hilweşandina rêjîma Esad kir. Di aliyê siyasî de, destek dida tevgera tirkî ya îslamî ya Îxwan El-Muslimîn ku digot dibe ku Îxwan El-Muslimîn bibe alternatîfa sîstemên hikmê dîktator li herêmê. Di heman demê de ev jî nêrîna Amerîkayê bû ku sîstemeke demokratîk ku siyasetên wê pêk bîne ava bikin, ango, sîstemeke demokratîk, niştimanî, serbixwe biryar bide, ne Tirkiye û ne jî welatên rojavayî û ne jî Kendav karibin mudaxeleyê bikin
Lê Piştî ku Amerîka desteka xwe ya bi Îxwanê re kêm kir, Tirkiyeyê hê jî destek dida, di navbera helwesta Tirkiye, Erebistana Siûdî û dewletên Kendavê de dûrbûnek çêbû. Piştî ku Rûsya 30'ê Îlona 2015'an de, ku destek da rêjîmê li hemberî komên çekdar, Tirkiyeyê desteka xwe ya bi komên çekdar re berdewam kir, xîtaba wê ya siyasî veguherî şerê li hemberî gelê Kurd û nema qala çûyîna Esed kir.
Berê, planeke Tirkiyeyê hebû, nedixwest çareseriyeke siyasî di Cinêvê de pêk were, heman tişt ji bo Astanayê derbasdar bû. Bi rastî di danûstandinên Astanayê de, Tirkiyeyê tiştên girîng bi dest xistin. Her kes dizane ku Rûsya Efrînê radestî Tirkiyeyê kir û hêza wê li Idlibê zêde kir. Niha Tirkiyê li pêşberî têkçûyîna encamên Astanayê rû bi rû maye. Destkeftiyên ku li Efrîn û Idlibê qezenc kirine di xetereyê de. Niha jî tazîmatên girêdayî Idlibê ji bo wê tê wateya ku projeya wê li Efrînê li beramberî doza kurd têne temirandin. Di nêrîna min de, pilaneke Tirkiyeyê hene ew ku rê li ber avabûna welatekî Kurdan bigire, di heman demê de hebûna xwe di çareseriya siyasî de mîsoger bike, ku nehêle rêjêmeke li hemberî berjewendiyên wê yên siyasî û aborî li sûriyeyê were avakirin.
Heke şerê Idlibê dest pê bike, çarenûsa şêniyan dê ber bi ku ve biçe?
Bûyerên ku li Sûriyeyê rû didin diyar dike ku gel ne hesabên hêzên binakok in, ji ber berjewendiyên wan li ser xwîna mirovan in. Texmîn dikin ku dewletên cîran tenê Tirkiyeyê, nikarim bibêjim Tirkiye dê karibe hejmareke din ji koçberên şer pêşwazî bike, ji ber ku hin herêmên Sûriyeyê bê şer hene, baştir e ku ew koçber li wir bimînin.[1]