Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,280
Wêne
  123,305
Pirtûk PDF
  22,035
Faylên peywendîdar
  124,529
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Berxwedana Kobanê gelê Kurd bi cîhanê da naskirin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Berxwedana Kobanê gelê Kurd bi cîhanê da naskirin
Reportaj Summay

Hevserokê Meclisa TEV-DEM’ê Ehmed Şêxo têkildarî berxwedana Kobanê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Berxwedana Kobanê roleke mezin di danasîna gelê Kurd li tevahiya cîhanê de lîst.”
Der barê salvegera çaremîn a êrîşa 15`ê Îlonê li ser kantona Kobanê de hevserokê Meclisa TEV-DEM`ê Ehmed Şêxo pirsên ajansa me bersivandin.
Beriya êrîşên li ser Kobanê, hûn rewşa Sûriyeyê û bi taybet herêmên bakurê Sûriyeyê çawa dinirxînin?
Bi destpêkirina şerê Sûriyeyê re, hêzên navneteweyî û herêmî dixwest li Sûriyeyê xwe bi cih bikin. Her dewletekê armancên xwe yên nêz û dûr hebûn. Nemaze hikumeta Tirkiyeyê piştî derbasbûna Sûriyeyê û Iraqê dixwest sînorê xwe fireh bike. Ev yek jî bi destê komên çekdar bi navên cuda (DAIŞ û El-Nusra) dixwest pêk bîne. Her wiha dixwest hêviyên gelê Kurd ku li Bakurê Sûriyeyê rêveberiyên xwe yên xweser ava kirine, têk bibe.
Beriya destpêkirina êrîşa li ser Kobanê, rewşa herêmên Bakurê Sûriyeyê ji rewşa herêmên din ên Sûriyeyê di aliyê ewlekarî û aramî de baştir bû. Herêmên Cizîrê û Kobanê û gundên wê ku ewlekarî lê hebû, bi deh hezaran şêniyên herêmên din ên Sûriyeyê berê xwe da wir.
Di vir de dixwazim tiştekî zelal bikim. Herêmên Bakurê Sûriyeyê ji aliyê şêniyên wê ve dihatin birêveberin. Şêniyên wê şerê komên terorê ku ji aliyê gelek dewletan ve dihatin destekkirin, kir û bersiva wan da. Vê yekê jî tirs xiste nava sîstemên ku li herêmê serwer in. Bi gotineke din, sîstema rêveberiya me ango Rêveberiya Xweser ji bo sîstemên herêmê bi fikar bûn, ji ber Rêveberiya Xweser li ser sîstema navendî ango sîstema yekal xetere ye.
Piştî radestkirina Mûsil û Reqayê ji DAIŞ`ê re, gelo rejîmên Sûriye û Iraqê têkiliya xwe bi êrîşa 15`ê Îlonê ya li ser Kobanê hene, taybet we niha bal kişand ser ku sîstema Rêveberiya Xweser li Bakurê Sûriyeyê ji bo rejîmên li herêmê xetere ye?
Rêbazên ku komên terorê û taybet DAIŞ`ê wekî dorpêçkirina Kobanê bi kar anî, da ku civaka kurdî radestî Tirkiyeyê yan jî rejîma Sûriyeyê bibin, bi ser neket. Lewre pêwîstî bi hêzekê ji bo pêkanîna armancên dewletên ku Kurdistan dagir kirine, hebû. Ev hêz jî di DAIŞ`ê de hate dîtin û DAIŞ`ê bi artêşeke mezin êrîşî Kobanê kir.
Rêveberiya Xweser ku li Herêmên Bakurê Sûriyeyê hate avakirin, ji bo rejîma Sûriyeyê, Iraqê, Tirkiyê û Îranê xetere bû. Mûsil û Reqayê ku bi deh hezaran leşker û polîs tê de hebûn û li Tebqayê balafirgeheke leşkerî hebû, radestî DAIŞ`ê hatin kirin. Di vir de, pêwîst e van tevgeran mirov bi dîqet bişopîne û diyar dibe ku şanoya artêşa Sûriyeyê û Iraqê zemîna êrîşa li ser Kobanê da avakirin.
Çima Kobanê ne wekî herêmên din bû?
Kantona Kobanê ji bo gelê Kurd xwedî semboleke mezin e. Şoreşa rojavayê Kurdistanê ji Kobanê dest pê kir. Her wiha Kobanê ji bo doza Kurd bi roleke mezin rabû û bi sedan ji ciwanên xwe ji bo doza kurdî canê xwe feda kirin.
Wekî tê zanîn ku li Kobanê ne petrol ne jî kargehên mezin hebûn, berovajî wê gelê Kobanê ji ber dorpêçê di rewşeke tengav re derbas dibe.
Çeteyên DAIŞ`ê dixwest rûpareke mezin ji sînorê Sûriye-Tirkiyeyê dagir bike, ji ber vê yekê jî Kobanê û gundên wê li hemberî hêviya çeteyên DAIŞ`ê dibû asteng. Ji ber vê yekê jî çeteyan dest bi êrîşa Kobanê kir.
Hûn rewşa gel di wê demê de çawa dibînin, bi taybet valakirina gundan ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve da ku jiyana wan nekeve xetereyê, çawa dinirxînin?
Rêbaza ku şervanên YPG û YPJ`ê ji bo parastina sivîlan bi kar anî, valakirina gundan bû ku beriya çeteyên DAIŞ`ê bikevin gundan, serkeftineke mezin bû.
DAIŞ bi hovîtiya xwe ya kuştin û îşkencekirina zarokan tê naskirin. Em jî ditirisyan ku çeteyên DAIŞ`ê komkujiyan der heqê gelê me de pêk bîne, em dibînin ku serkeftin çawa di şerekî de bi ziyaneke kêm derkeve.
Berxwedana Kobanê çawa hişt cîhan tevahî li doza kurdî binêre?
Şerê Kobanê, ne tenê şerê Kurdan bû. Hezkiriyên aştiyê ji tevahiya dinyayê hatin û li rex şervanên YPG û YPJ`ê parastina hemû cîhanê kirin. Ji ber vê yekê jî şerê Kobanê wekî “Şerê Parastina Mirovahiyê” hate binavkirin.
Ji aliyekî din ve jî, cîhanê tevahî gelê Kurd nas kir û ji bo çi gelê Kurd şer dike. Tunekirina rastiya gelê Kurd û dîroka wî, yek ji siyasetên dewletên ku Kurdistan dagir kirine. Berxwedana Kobanê roleke mezin di danasîna gelê Kurd de hebû.
Girêdana pêşeroja Sûriyeyê bi berxwedana Kobanê ve çi ye?
Em baş bizanin, ger DAIŞ`ê Kobanê kontrol bikira dê aloziya Sûriyeyê kûrtir bibûya. Dewletên ku DAIŞ`ê ava kirin û destek da DAIŞ`ê, hewl dan tevahiya axa Sûriyeyê tarî bikin û di bin vê ala reş de armancên xwe pêk bînin.
Berxwedana li dijî DAIŞ û şikandina wê piştî ku zêdetirî 6 hezar çete li Kobanê hatin kuştin, serkeftinek ji bo tevahiya Sûriyeyê bû. Têkbirina DAIŞ`ê destpêka dawiya komên ku bi rêya ragihandinê propagandaya wan dikirin qaşo tu carî nayên têkbirin bû.
Serkeftina li Kobanê ji bo tevahiya cîhanê û aştîxwazan, moraleke mezin bû.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 586 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 07-04-2025
Gotarên Girêdayî: 12
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 16-09-2018 (7 Sal)
Bajêr: Kubanê
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 586 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.781 çirke!