Lîna Berekat: Kiryarên têkildarî jinan li #Efrînê# serdema cahiliyetê tînin bîra mirov
Reportaj Summay
Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat diyar kir ku komên terorîst her tim li kesên di civakê de aktîf didin, ew kes jî jin in, DAIŞ û dewleta Tirk vê yekê dikin. Lîna Berekat tekez kir ku kiryarên bi vî rengî serdema cahiliyetê tîne bîra mirov.
Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat di hevpeyvîneke xwe li gel ajansa me de li ser binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên der heqê jinên Efrînê de axivî.
-Destpêkê, hûn binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê çawa dinirxînin?
6 meh di ser dagirkirina Tirkiyeyê li Efrînê re derbas bû, Tirkiye tu binpêkirinên nemirovî û neexlaqî neman ku li dijî gelê Efrînê pêk neanîn. Ne tenê Kurd, hemû kesên li Efrînê dijîn, para xwe ji van binpêkirinan girt, ji ber ku derdora 5 hezar koçberên Sûriyeyê jî li kantonê diman.
Li Efrînê sûcên mirovî, wêrankirina malan û deverên dîrokî, vekirina goran, dizî, destdirêjî, her wiha êrîşên bi çekên qedexekirî hatin pêk anîn. Ev kiryar li pêşberî civaka navdewletî hatin kirin, lê kesekî deng der nexist.
Li vir pirsa derdikeve pêş, di vê rewşê de kî ye yê terorîst, yên êrîşkar an jî yên li ser erdê xwe parastinê dikin? Şêniyên Efrînê çalakiyên leşkerî li hemberî Tirkiyeyê nekir, lê belê Tirkiyêyê ku bi hincetên cuda Efrîn dagir kir da ku li hemberî projeya demokratîk bisekine.
-Di nêrîna we de sedem û armancên hedefgirtina jinan bi taybet ên li bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve çi ye?
Helbet, komên tundraw ên xwedî fikirên paşverû, di serî de kesên herî aktîf di civakî de ku jin in, dikin hedef, ev yek me di kiryarên DAIŞ‘ê de hate dîtin, çeteyan li her herêmên ku dagir kiribûn êrîşî jinan dikir, ne tenê DAIŞ‘ê, ev yek di heman demê de li gel Tirkiyeyê hate dîtin. Leşkerên dewleta Tirk li Efrînê bi armanca şikandina îradeya gel destdirêjiyê jinan dikin, wan direvînin û digirin, lê ev nêzîkatî tu encam negirtin, ji ber ku berxwedana jinan berdewam e.
- Li hemberî jinên Efrînê, kuştin, koçberkirin, revandin û îşkencekirin têne meşandin, ev yek li pêşberî civaka navdewletî pêk tê, lê heya niha tu helwest ji aliyê wan ve derneketiye, em dikarin bibêjin civaka navdewletî bi bêdengiya xwe Tirkiyeyê diparêze?
Em nikarin bi giştî bibêjin ku rêxistinên mirovî dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê diparêzin, ji ber ku hin rêxistin alîkarî ji bo mirovên Efrînê şandin, hejmara wan 10 bû. Li Efrînê her kes rastî kuştin û binpêkirinan tê. Civaka navdewletî jî bê deng e ji ber ku Tirkiye şerê li dijî terorê û ewlekariya Tirkiyeyê dike hincet. Hin dewletên herêmî û navdewletî hene bi Tirkiyeyê re şirîk in, ji ber ku dagirkirina Efrînê bi însyatîfa Erdogan tenê pêk nehat, Efrîn di encama lihevkirinên navdewletî de hate dagirkirin û bêdengiya navdewletî xaleke reş li rûyê civaka navdewletî ye.
-Leşkerên artêşa Tirk a agirker û çeteyên wê li Efrînê bi heman hişmendiya DAIŞ‘ê tev digerin, nêrîna we li ser binpêkirinên der heqê jinan de çi ye?
Hêzên dagirker an jî komên terorîst dema bixwazin civakekê bihelînin, destpêkê berê xwe didin jinan. Me hemûyan binkirinên DAIŞ‘ê yên li hemberî jinan dîtin, ji cîhada bi navê zewacê, firotina li bazaran, her wiha ferzkirina cilê reş. Kiryarên DAIŞ’ê di heman demê de yên Tirkiyeyê serdemên cahiliyetê tîne bîra mirov. Mînakên vê yekê destdirêjiya li ser jinên Êzidî û destdirêjiya li ser cenazeyê şervana YPJ‘ê. Ev kiryar wekî peyamek ji bo jinan e, naveroka xwe ew e ku em ê hêz û îradeya wan tune bikin û şoreşa we bi bin bixin. Texmîn dikim ku ev peyam temsîla hişmendiya baviksalar a qirêjî dike.
-Rexmî hemû tiştên ku we li jor bîr xistin jî, jinên Efrînê li Şehbayê rêxistina xwe ji nû ve saz kirin, xwendina we li ser vê yekê çi ye?
Jin, hêvî û jiyanê dide, di heman demê de mîrateya çand û şaristaniya Sûriyeyê, ji wan re dayikên şaristanî têne gotin. Rexmî hemû binpêkirinên DAIŞ û dewleta Tirk ên der heqê jinan de, jinan li ber xwe da û rêxistina xwe xurt kir. Jin bi pêşengtiya YPJ‘ê li hemberî hêzên tundraw sekinîn û îsbat kir ku ew naşikên ji ber ku giyanê jiyanê ne, jin bi îrade û zanebûna xwe dikarin û xwe bi rêxistin bikin û rih bidin civakê, ji ber ku doza jinan ne tenê girêdayî wê ye, lê belê girêdayî tevahî civakê ye, dema em bixwazin civakekê azad bikin di serî de divê jin werin azadkirin, ji ber ku jin bingeha rizgarkirina civakê ye.
Herî dawî, bang li hemû jinên Sûriyeyê dikim ku bi bila bi hêz bin, da ku karibin xwe bi rêxistin bikin û li hemberî hemû astengiyan xeta têkoşînê berdewam bikin, ji ber ku berxwedan jiyan e.[1]