Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,104
Wêne
  124,409
Pirtûk PDF
  22,120
Faylên peywendîdar
  126,463
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Enwer Muslim: Divê cîhan wekî ji bo Kobanê, ji bo Efrînê jî serî hilde
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Enwer Muslim: Divê cîhan wekî ji bo #Kobanê# , ji bo #Efrînê# jî serî hilde
Reportaj Summay

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim diyar kir ku divê gelên cîhanê tişta ku li Efrînê rû dide bibînin û li hemberî destdirêjiyên hovane bi berpirsyarî tev bigerin. Muslim banga alîkariya bi Efrînê re li seranserî cîhanê kir û ku di Roja Kobanê ya Cîhanê de serî hildin.
Bi boneya salvegera çaremîn a 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim di hevpeyvînekê de ji ajansa me ANHA'yê re axivî û behsa rola berxwedanê di nasandina doza kurdî de û asta sozên ku rêxistinan di çalakiya jinûveavakirinê de pêk anîne, kir. Muslim her wiha behsa tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve piştî serkeftina berxwedana Kobanê û destpêkirina dagirkirina Efrînê kir.
Hevpeyvîna bi Enwer Muslim re wiha ye:
·Civakên bi dehan dewletên li seranserî cîhanê di roja cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re piştgirî da berxwedana Kobanê, gelo rola berxwedanê ji bo nasandina doza kurdî ji cîhanê re çi bû?
Wekî tê zanîn Kurd ji hezaran salan ve beşeke sereke yên pêkhateyên herêmê ne û tu alî nikarin vê yekê înkar bikin. Mixabin Kurd her tim rastî siyasetên qirkirinê tên ku ji aliyê hikumetên ku dagirkeriya Kurdistanê dikin ve pêk tê.
Wek mînak Kurd di Sûriyeyê de nedihatin naskirin û heta di destûra Sûriyeyê de girêdayî gelê Kurd tiştek tune ye. Ev hemû di çarçoveya çalakî û plana van hikumetên desthilatdar a tunekirina neteweya Kurd de bû.
Berxwedana dîrokî ya Kobanê bi roleke mezin di nasandina Kurdan û doza wan de ji giştî cîhanê re rabû û ji ber vê yekê DAIŞ'ê êrîşa xwe li dijî Kobanê gelekî dijwar kir û şervanên berxwedêr jî li hemberî van êrîşan derketin û ji giştî cîhanê re rêya Kurdan ragihand û şaristaniya vî gelî û dîroka wê ya kevnar zelal kirin.
Metirsiya ku komkujiya li Şengalê li Kobanê jî dubare bibe zêde bû, lê giştî cîhan li hemberî berxwedêrên jin ku li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dida matmayî man, nemaze gelek jinan canê xwe di nava çeteyan de teqand da ku Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve neyê dagirkirin. Ji ber vê yekê 1'ê Mijdarê wek roja cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re hate ragihandin û bi sedan bajarên 93 dewletên cîhanê serî hilda û piştgiriya xwe bi berxwedêrên Kobanê re ragihand. Ya rast piştgiriya xwe bi gelê Kurd û projeya neteweya demokratîk re ragihandin.
·Rola kurdên bakurê Kurdistanê di serkeftina berxwedana Kobanê de çi bû?
Dema ku em dibêjin roja cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re, divê em piştgiriya her çar parçeyên Kurdistanê beriya wê bi berxwedana Kobanê re ji bîr nekin. Bi taybet piştgiriya bakurê Kurdistanê. Hemû welatiyên bakurê Kurdistanê piştgiriya xwe bi berxwedêrên Kobanê re nîşan da û jin û zarok daketin kolanan û serî hilda.
Bi hezaran welatiyên bakurê Kurdistanê bi mehan li nêzî sînorê di navbera Kobanê û bakurê Kurdistanê de dîwanek ava kir û sînor parast da ku çeteyên DAIŞ'ê ji Tirkiyeyê derbasî Kobanê nebin.
Em û giştî cîhan xwepêşandanên girseyî ku li seranserî bajarên Kurdan û Tirkiyeyê di dema berxwedanê de hatine lidarxistin, ji bîr nakin. Gel got êdî ji zilmê re bes e, ji komkujiyan re bes e. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî bi hovîtî li hemberî van xwepêşandanan derketin û bi dehan ji xwepêşandêran şehîd bûn. Em dikarin bibêjin ku welatiyên bakurê Kurdistanê roleke mezin di têkşikandina DAIŞ'ê li Kobanê de lîst.
·Piştî Kobanê rizgar bû, hilweşîna bajêr serwer bû û piştî ku welatiyên Kobanê ji koçberiyê vegeriyan, bi dehan rêxistinên navneteweyî soz da ku dê beşdarî çalakiya jinûveavakirinê bibin. Heta kîjan astê ev rêxistin bi rola xwe di çalakiya jinûveavakirinê de rabûn? Gelo heta astekê sozên xwe pêk anîn an na?
Dema ku em behsa roja cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re dikin, girîng e em civakên ku piştgiriya xwe bi berxwedanê re li dijî terorê ragihandine, bi bîr bînin. Lê ji aliyekî din ve piştî ku bajar hate rizgarkirin, pêwîstî bi çalakiya jinûveavakirina bajêr zêde bû.
Di rastiyê de rêxistinên ku îdia kirin ku dê beşdarî çalakiya jinûveavakirinê bibin, mixabin tiştek li ser erdê pêk neanîn. Tenê sozên bêbingeh bûn. Lê hin sazî û rêxistinan pir hindik sozên xwe pêk anîn.
Ez dikarim bibêjim ku tenê gelê Kobanê êşa xwe hilgirt û bi xwe dest bi çalakiya jinûveavakirinê kir û hevkarî bi Rêveberiya Xweser re kirin û bajarê xwe ji nû ve ava kirin. Lê hê jî gelek deverên hilweşandî hene û heta niha nehatine sererastkirin.
Li vir ez dixwazim behsa şaredariyên gel ên bakurê Kurdistanê bikim ku hemû ji bo Kobanê seferber bûn, çi Tirk û çi jî Kurd ku hezkiriyên aştiyê û azadiyê bûn û li gorî derfetên xwe alîkariya Kobanê kirin.
·Gelo seferberiya ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan bang kiriye bandor li serkeftina berxwedana Kobanê kir? Tecrîdkirina Ocalan û êrîşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê girêdayî vê mijarê ne? Çima cîhan wekî piştgiriya bi Kobanê re ji bo piştgiriya bi Efrînê re ranebû ser pêyan dema ku rastî êrîşa Tirkiyeyê dihat?
Mixabin em di qonaxeke gelekî girêkok de ne û civaka navneteweyî bi zanebûn çavên xwe ji hin mijaran re digire. Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ji çend salan ve hê jî bedewam dike û serdana parêzerên wî hatiye qedexekirin. Tirkiye bi vê yekê rêgezên mafên mirovan binpê dike. Heta niha tu rêxistinan ev tecrîdkirin şermezar nekiriye.
Ji bo ku ev destdirêjiyên dermirovî bêne temamkirin, êrîşeke nenormal li dijî Efrînê ji aliyê gelek dewletan ve hate kirin. Niha jî li demografyaya Efrînê tê guhertin û xwezaya herêmê tê kuştin. Tişta herî kambax çanda gelan li vê herêma dagirkirî tê tunekirin.
Ev mijar bi serê xwe rexneyeke li hemberî civaka navneteweyî û hemû dewletên cîhanê ye. Divê ew tişta ku li Efrînê rû dide û destdirêjiya Tirkiyeyê li Efrînê bibînin. Dewleta Tirk bi salan alîkariya DAIŞ'ê dike ku metirsiya herî mezin li ser cîhanê ye. Divê baş nas bikin ku Efrînê parastina mirovahiyê bi rêya berxwedana xwe li dijî terora dewleta Tirk dikir. Welatiyên Efrînê 58 rojan di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de li ber xwe da. Divê giştî cîhan ji bo alîkariya bi Efrînê re serî hilde.
·Wek gotina dawîn tiştekî ku hûn lê zêde bikin heye?
Ji rêgezên gelan ew e ku li rex hev bisekinin wekî beriya 4 salan, bi rastî tiştekî giranbuha bû. Em ji cîhanê dixwazin ku çavên xwe veke û projeya demokratîk a pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê nas bike. Divê civakên cîhanê her tim alîkariya bindestan bikin û tu carî serê xwe ji siyasetên desthilatdaran re netewînin.
Em hemû gelên cîhanê ku beriya 4 salan ji bo piştgiriya berxwedana dîrokî ya Kobanê daketine kolanan, silavên xwe lê dikin. Em serkeftina berxwedana Kobanê wek serkeftina mirovahiyê dibînin. Em bejna xwe li hemberî rihê şehîdan ditewînin ku canê xwe fedayî mirovahiyê kiriye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 324 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 07-04-2025
Gotarên Girêdayî: 54
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-11-2018 (8 Sal)
Bajêr: Kubanê
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 324 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.391 çirke!