Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,467
Wêne
  123,323
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,592
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Hedîl Awîs: Hêzên navdewletî û herêmî xwe ji şerê yekser li Sûriyê dûr dixin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hedîl Awîs: Hêzên navdewletî û herêmî xwe ji şerê yekser li Sûriyê dûr dixin
Reportaj Summay

Nivîskar û rojnameger Hedîl Awîs got hêzên navdewletî û herêmî xwe ji şerê yekser li #Sûriyê# dûr dixin. Lewra her êrîşeke ji aliyê Tirkiyê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî helwestên her du aliyan Rûs û Amerîka ye. Hedîl tekez kir rewşa bakur û rohilataê Sûriyê ne mîna ya Efrînê ye.
Ji demekê ve Tirkiyê di bin navê herêma ewle de, gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Lê hinceta Tirkiyê zaîfe bi taybet ji ber ku dixwaze herêmê kontrol bike heta ku planên xwe yên berfirehkirinê li gorî Mîsaqa Milî bîne cih.
Tirkiyê ji bo ku planên xwe pêk bîne, hevdîtinan bi berpirsên Amerîkayê re çêdike. Her wiha têkîliya xwe bi Rûsyayê re di vî warî de didomîne da ku bighêje formeke dawîn bi tevahiya aliyan re ji ber ku hêzên mezin in û bi awayekî yekser li Sûriyê ne. Mirov dibîne ku serokkomarê Tirkiyê ji hemêza Amerîkayê diçe hemêza Rûsyayê û berovajî wê rast e. Girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmê ajansa me hevpeyvînek bi nivîskar û rojnameger Hedîl Awîs re çêkir.
Navaroka hevpeyvînê wiha ye:
-Piştî serdana James Jeffrey a dawîn bo Tirkiyê, asta gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn û gihaşt astekê ku serokkomarê Tirkiyê bêje encama peymana li ser herêma ewle çi bibe bila bibe dê êrîşî herêmê bike. Gelo armanca Erdogan ji van daxuyaniyan çi ye? Gelo hewl dide tawîzên mezintir ji Amerîka li Sûriyê bi dest bixe?
Tirkiyê hewl dide destkeftiyên mezintir li Sûriyê bi dest bixe. Berpirsên Tirkan hertim dibêjin berdewamkirina Tirkiyê kirîna pergala S 400 ji Rûsyayê ew sedema nakokiya Tirkiyê bi Washingtonê re ye. Tirkiyê nêzîkbûna xwe ji Rûsyayê, ji ber ku aliyê Amerîkî berjewendiyên wê li Sûriyê pêk neanîne hincet digire. Her wiha Tirkiyê nabîne ku Amerîka dê daxwazên wê li Sûriyê bîne cih.
Mijara Sûriyê Tirkiyê ditirsîne, ji ber ku tu sozên cidî ji Amerîka di vî warî de nebirine. Ev jî bû sedema ku Tirkiyê berê xwe bide Rûsyayê, ji ber ku bandora Rûsya di Sûriyê de pirtir e û dikare berjewendiyên Tirkiyê pêk bîne. Lê pirsa xwe di vir de dide pêş, gelo helwesta Rûsya ji hemleya leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê çi ye?
Heta niha aliyê amêrkî bi mijara herêma ewle nepejirndiy. Her wiha bi artêşa azad yan jî dê kî li van herêman be ji milîsên ku Tirkiyê dê ji Idlibê bîne wir nerazî ye. Gelo mijar di nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê de diyar bûye yan jî dê pergala wan herêman cuda be. Li ser van tiştan hîna tu lihevkirinek çênebûye. Amerîka jî qebûl nake û bi pêşniyarên Tirkiyê razî nabe. Ne ji ber ku bi Kurdan re li hev kiriye û ew jî tenê hevalbendiyek pîroz e. lê belê Amerîka bi berjewendiyên xwe difikire. Ti rêveberiyek Amêrîkî tune ye dixwaze destkeftiya rizgarkirina herêmê ji hovantirîn rêxistina terorîst winda bike. Ev rêxistin komkujî û êrîş li dewletên rojavayî pêk aniye û heta li Amerîkayê êrîşên bi navên DAIŞ`ê pêk hatin. Yanî ne ji berjewendiya serokê Amerîka Trump e ku vekişe û bi temamî dest ji herêmê berde û rê dîsa li pêşiya vegera terorê û tevliheviyê ji herêmê re vebibe. Di vir de dimîne bê ka Amerîka heta kijan astê amade ye hêzên xwe li wê herêmê bihêle û helwesta Rûsyayê çi ye?
Eger Erdogan êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, çi metirsî li pêşiya wî hene?
Her êrîşek Tirkî ber bi herêmê ve dê bi erêkirina Amerîkayê be. Lê em dibînin ku ev dewlet xwe ji şerê yekser bi hev du re dûr dixin. Amerîka di serdema Obama de ji ber mudexeleya Rûsya, mudexeleya kar û barên Sûriyê nekirin da ku li hev nekevin. Tirkiyê jî naxwaze li hemberî Amerîka bisekine, her wiha naxwaze bi Amerîka re nakok be û niha hewl dide ji cezayên aborî ji ber kirîna S 400 bireve.
Bi texmîna min mijarên girîng li cem Amerîka hene. Hindek ji wan mijaran, tevî ku Tirkiyê nuqteyên çavdêrkyê bi zorê û beyî lihevkirina Amerîkayê ava kiribin jî, lê ew nikare herêman bi rêbazên cuda mîna Efrîn, Bab û herêmên din ên Sûriyê dagir kirine ava bike.
Tirkiyê ruxmî gefên Amerîkayê di ferzkirina cezayan li ser Anqere de pergala S 400 kirî, lê rêveberiya Trump gefên xwe neanîn cih û tenê zimanek nerm bi kar anî. Gelo çima Amerîka ev ziman bi karî anî? Asta bandora kirîna endamê NATO`yê pergala S 400 li ser NATO û hebûna wê çi ye?
Nêzîkatiyên gelek siyasetmedarên Amerîkayê bi Tirkiyê re tê guhertin. Tirkiyê hevlabendek kevnar, dîrokî, girîng û sereke yê Amerîkayê tê hesibandin. Di dema dawîn de ji ber siyasetên Erdogan têkîliyên di navbera her du dewletan de paşde çûn. Kesên xwedî biryar li Amerîkayê çi yên demokrat yan jî kommarî ji ber ku Tirkiyê pergala S 400 kirî, bilindkirina asta nakokiyê bi Tirkiyê re teşwîq kirin. Lê Trump razî bû ku ji ber ku serokê Amerîka yê berê Obama pergalên balafiran nefort Tirkiyê, hişt ku Tirkiyê S 400 bikire. Ji aliyekî din ve ruxmî hewldanên kongresê ji bo ku Trump çek nefroşe Sûidiyê, lê Trump carek û heta du caran mafê vîto bi kar anî û çek firot Sûidiyê.
Tevî wê jî Trump Tirkiyê wek hevalbendê xwe dibîne. Lê tevî her tiştî teşeya têkîliya Amerîka-Tirkiyê piştî S 400 hate gurtin. Mirov dikare bêje destpêka guhertina demek dirêj e. lê dîsa Amerîka Tirkiyê girîng dibîne, lewra me tu cezayên aborî nedîtin. Tenê wê ji kirîna F35 mehrûm kir.
Her êrîşeke Tirkiyê li dijî herêmê dê bi erêkirina Amerîkayê be. Gelo eger êrîş pêk hat temenê ku dê Tirkiyê bide çi ye û Amerîka dê çi bi dest bixe?
Mîna me berê gotî, ev êrîş ji Amerîka re nerehetî ye. Ne ji ber ku wê piştgiriya herêmê hilbijartiye. Lê ev bi berjewendiyên wê girêdayî ye. Ew jî rêgirtina li pêşiya vegera DAIŞ`ê ye. Dema Trump ragihand ku bi temamî ji Sûriyê vedikişe, me dît ku rêjeyek mezin ji wezareta beravaniyê, berpirs û şandeyên Amerîkî bo Sûriyê derketin û gotin ev li dijî berjewendiya Amerîkayê ye.
Dema DAIŞ`ê rojnameger, biyanî, Amerîkî û Ewropî kuştin Koalîsyona Navdewletî ava bû û DAIŞ`ê bû dijminê sereke yê Amerîka û hîna wisa ye. DAIŞ`ê gelek êrîşên terorîst li dewletên Ewropayê pêk anîn. Vegera rêxistinê, kabûsek siyasî û stratejîk ji aliyên leşkerî û siyasî ji Amerîkayê re ye.
Girêdan û têkiliyên Amerîka li herêmê, isbat dikin ku dixwaze heya demek dirêj li herêmê be û destek ne tenê leşkerî ye. Amerîka desteka avakirina meclisên herêmî li herêmê dike. Amerîka ji bo rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bigire derbasî Sûriyê bû û da ku Sûriyê nebe zemînek ji rêxistinekê mîna DAIŞ`ê re. Her wiha stratejiya Amerîka ya derve li dijî hebûna Îran, milîsên wê û rejîmê li Rojhilatê Firatê ye bi taybet ji ber ku bi berhemên binerd zengîn e û ji Îranê re weke jêderekê ye da ku bandora cezayan sivik bike eger li ser hatin ferzkirin.
Koalîsyona navdewletî û QSD`ê zêdetirî nîvê rûbera Sûriyê ji DAIŞ`ê rizgar kir. Li gel hebûna bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê di nav de biyaniyên xwediyên tecrube di teqemeniyan û kuştinê de gelo êrîşa Tirkiyê li ser herêmê derfetek ji DAIŞ`ê re peyda nake da ku veger?
Mirov nikare hevrûkirinekê di navbera bûyerên li Efrînê rû dane de bi yên ku li rojhilatê Firatê rû didin çêke. DYA`yê ji destpêkê ve eşkere bû. Ji ber rêgirtina li pêşiya DAIŞ`ê li Rojhilatê Firatê derbasî Sûriyê bû û got ew ê van herêman di bin ewlehiyek stratejîk demdirêj de biparêze. Lewar me astengiyek gelek mezin di her lihevkirinekê de di navbera Tirkiyê û Amerîka de dît. Ji ber ku Amerîka di pêşkêşkirina tawîzan de ji Tirkiyê re zehmetiyan dikşîne. Yanî Amerîka bi awayekî cuda li Rojhilatê Firatê dinêre û li cem wê girêdanek mezintir bi hevalbendiyên xwe yên stratejîk li Sûriyê heye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 367 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 14-04-2025
Gotarên Girêdayî: 51
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-08-2019 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 14-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 367 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.531 çirke!