Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,948
Wêne
  124,007
Pirtûk PDF
  22,090
Faylên peywendîdar
  125,810
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
‘Rêveberiya Xweser ji nakokiyên Rojhilata Navîn re bersiv e’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘#Rêveberiya Xweser# ji nakokiyên Rojhilata Navîn re bersiv e’
Reportaj Summay

Hevserokê Meclisa Rêveber ê herêma Firatê Mihemd Şahîn got: “Li Rojhilata Navîn rejîma navendî nakokiyên heyî çareser nake. Lewma pêwîstî bi sîstema Rêveberiya Xweser heye.”
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava di 21, 27 û 29’ê Çileya 2014`an de li Efrînê, Cizîrê û Kobanê hate ragihandin. Armanc ew bû ku desthilatdariya navendî were rakirin û li şûna wî rêveberiya xweser esas were girtin.Rêveberiya Xweser rasterast xwe dispêre meclisên herêmî ji ber ew dendika civakê ye û ji vir biryarên girêdayî gel têne ragihandin.
Ragihandina rêveberiyê di demekê de hate ku gelên cîhanê pêk ve xwe dispartin desthilata navendî û pirrengiya çandî, neteweyî û olî paşguh dikirin. Lê belê Rêveberiya Xweser a Rojava bi beşdariya pêkhateyan hate avakirin.
Di salavegera 6`mîn a Rêveberiya Xweser de, ajansa me derbarê girîngiya Rêveberiya Xweser û girîngiya rola rêveberiyê di çareseriya doza herêma Rojhilata Navîn de, hevpeyvîn bi hevserokê Meclisa Rêveber ê herêma Firatê Mihmed Şahîn re çêkir.
Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

-Ji beriya çend salan ve Rojhilata Navîn nexasim dewletên Ereban bi aloziyê re rû bi rû ne. Li 3 kantonên Bakurê Sûriyê sîstemeke nû hate ragihandin. Ew jî Rêveberiya Xweser bû. Gelo gelên herêmê çawa nêzî projeyê bûn?
Ji ber siyasetên şaş ên rejîmên desthilat li dehên dewletan hêrsa gel rabûbû. Ev jî nîşaneya ku rejîmên heyî ji nakokiyan nema dibin bersiv. Ji ber ew rejîm li ser esasê biryarên derve hatibûn avakirin.
Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, hin dewletên herêmî xwestin li gorî berjewendiyên xwe rejîmekê bidin avakirin. Bi rêya komên terorîstan, bi navên îslamiyetê û fikirên radîkal têkeve hereketê.
Gelê Kurd jî rêyeke din ji xwe re hilbijartin, da ku xwe birêxistin bikin û parastina herêmên bikin. Ji ber vê yekê li her 3 kantonan Efrîn, Cizîr û Kobanê Rêveberiya Xweser ragihandin û bi vê projeyê hem pirsgirêkên gelê Kurd û hem ên Sûriyê û Rojhilata Navîn çareser dibe. Isbata vê projeyê jî di van 6 salan de diyar bû.

-Gelek belgeyên isbata piştgiriya dewletan ji DAIŞ`ê re hene, nexasim dewleta Tirk, gelo di baweriya de te, êrişên Cehbet El-Nusra û paşê yên DAIŞ`ê li dijî Kobanê yên 2014`an plana dewletên herêmî bû projeya heyî dikirin armanc?
Ji ber gelên herêmê bi vîna xwe ber bi demokrasiyê û azadiyê ve diçûn, dewletên dijberî demokrasiyê tehemul nekirin. Nexasim dewleta Tirk û gelek dewletên din jî sîstema Rêveberiya Xweser ji bo dîktatoriyeta xwe xeterî didîtin.
Hewldanên dewleta Tirk û wan dewletan, Rêveberiya Xweser têk nebirin û beriya êrişan gelek caran bi rêya şerê taybet, xebatên diplomatic û çapemeniyan hewldana têkbirina projeyê dikirin. Lê dîsa jî hewldananên wan vala derketin.
Ji ber vê yekê êrişên artêşa Tirk bi navên îslamiyeta zexte bûn û da ku tolê ji projeyên hilînin. Çete ji dewletên cîhanê hatin.Ji ber çeteyan serkeftina projeya Rêveberiya Xweser wekî binketina dîktatoriyetê dibînin.

-Dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê behsa avakirina herêma ewle dike û li ser vî esasî hin herêm dagirkirine. Gefên dagirkeriyê li Kobanê jî dixwe. Di hemû qadan de mirov çawa dikare hevrûkirinê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên Sûriyê yên dagirkirîne de yan jî heta bi yên di bin serweriya rejîma Sûriyê de ne bike?
Proje derbasî sala xwe ya heftemîn bûye, di rastiya xwe de mirov dikare herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hem bi aboriya wê, ewlehkarî û hem jî bi vîna wê heta bi herêmên Sûriyê yên din re jî hevrû bike. Heta ku pêwîst bike tu dikarî vê projeyê bi dewletên din re jî bi pîve. Ka em li rewşa dewleta Tirk, Iraq, Yemen û li rewşa Lîbyayê binêrin? Projeya nû li Rojhilata Navîn demokrasiyê misoger dike.
Gelo gelên Kobanê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî herêmên din dijîn? Ez bawerim na, bi deh hezaran şervanan canê xwe di oxira parastina Rêveberiya Xweser de dan. Li gel vê yekê pêkhateyên herêmê pêk ve beşdarî nava kar û xebatê bûn.

_Civaka sûrî wekî civakên din ên Rojhilata Navîn bi pirsgirêkên civakî yên wekî zayendperestî û netewperestî û heta bi nakokiyên olperestî hate naskirin. Gelo Rêveberiya Xweser çawa nêzî van keleman dibû?
Gelên me ew nakokî derbaskirine û li herêman pêk ve wekheviya her du zayendan çêbûye. Gel vê yekê wekheviya olan, pêkhateyan çêbûye û isbata vê yekê heft salên derbasbûyî ne.
Lê tevî vê yekê hin aliyên derve hewldana derxistina nakokiyan didin. Lê hewldanên wan vala derketin û gelên herêmê di vîna xwe de bi israr in.

-Tevî hevdîtinên li ser asta bilind ên di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şamê de, hûn wekî beşekî ji vê rêveberiyê agahiyên we derbarê xwendina rejîma Sûriyê ya ji vê tecrûbeyê çi ye?
Rejîma Sûriyê bi salan rêgeza rêveberiya navendî di fikrê xwe de pêş xist, dibîne ku Rêveberiya Xweser tecrûbeyek li hemberî wê ye. Lê tevî ku vê rêgeza demokratîk ji bingeh ve qebul nake, me ji bo vê rêveberiyê îsrar kir ku çareserî ji bo tevahî herêmên Sûriyê ye. Lê rejîma Sûriyê heta vê kêliyê tu gav di vê çarçoveyê de neavêtiye. Ew bi israr e ku Sûriyê vegerîne nakokiyê mezhebi, qewmewî û pirsgirêkên civakî bi afirîne. Dîktatoriya xwe li ser welat ferz bike. Bi kurtasî ez dikarim bêjim ku rejîma Sûriyê heta niha ji bo demokrasiyê ne amade ye.

-Îro Tirkiye hewl dide herêmên din di nav de Kobanê dagir bike. Gelo berpirsyartiya ku dikeve ser milê civaka navdewletî çi ye? Çawa em dikarin xeteriya Tirkiyê ya ku tevahî cîhanê dixe xeteriyê wesif bikin?
Ez dikarim bêjim ku şervanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û li Kobanê bi taybbet şerê xelasiya gelên cîhanê ji DAIŞ‘ê kirin. Di oxira parastina parastina tevahî cîhanê de, 12 hezar şehîd hatin dayîn. DAIŞ a ku desteka xwe ji Tirkiyê digire xeteriyeke mezin e ku dikire cîhan ber bi talukeyê ve bibira. Gelan piştgirî dan berxwedana Kobanê, ev yek fişar li ser hikûmetan kir da ku piştgiriya Kobanê bikin. Lewra hêviyên me bi hêviyên gelên demokrasîxwaz, aştîxwaz û azadîxwaz hene. Hêviya me ya tekane dimîne gelê me û hêza me ya xweser e ku em di parastina vê xakê de pişta xwe didin wê. Her xeteriyek e li ser Rêveberiya Xweser a Kobanê dê Rojhilata Navîn veguherîne aloziyeke bê dawî. Dibe ku ev alozî ji kontrolê derkeve û teror li cîhanê belav bibe. Ji ber ku Tirkiyê ji bo vê armancê dixebite û divê civaka navnetewî ji vê xeteriyê hişyar be.

-Gelek şandeyên rojavayê di salên dawî de serdana kantona Kobanê kirin. Hûn sîstema nû ya li herêmê çawa dinirxnin, nexasim ku şer û nakokiyên herêmî û navdewletî gûr dibe?
Belê, şandeyên siyasî yên ewropî û lêkolînerên di warê civakê de serdana kantona Kobanê kirin. Hemû li ser xakeke hevbeş li hev dikin ku ev tecûrebe guncaw e û dibînin ku rengê vê rêveberiyê li Ewropayê jî heye lê tenê wekî metodekê ye. Şandeyên serdan kirin gotin ew di dixwazin ev tecrub li welatên wan jî were rûniştandin. Ji xebatên ku di bin bane Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê tê kirin matmayî man, tevî ku derdora dîtkator in û şer li welat rû didin. Şandeyan dest bi lêkolînên xwe yên li ser sîstema nû ya li Rojhilata Navîn kirin. Hin ji wan bi mehan li vir, hin bi salan da ku di bin bane vî sîstemê de bijîn ku xewna wan a salan bû.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 651 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 14-04-2025
Gotarên Girêdayî: 12
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 27-01-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 14-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 651 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.297 çirke!