Salih Muslim:
TirkiyeTirkiye binketiya herî mezin e
Reportaj Summay
Salih Muslim got bidawîbûna peymanên Astana û Soçiyê û derketina nakokiyan di navbera Rûsya û Tirkiyê de li Sûriyê de tiştek xwezayî bû û dihat payîn ku ev bibe jî. Ji aliyekî din ve bal kişand ser hebûna Îranê li Suriyê û got ger ev xetereyek li ser hebûna Îsraîlê neke wê Amerîka jî hebûna Îranê li Sûriyê qebûl bike.
Berpirsê Têkiliyên Karên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim şerê ku li Sûriyê bi taybet jî li Idlibê diqewime, nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de, rola Îranê û bandora Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku li ser têkiliyên hêzên li Sûriyê nirxandin.
Mislim, siyasetên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dide meşandin, wek siyaseteke şaş pênase kir û got ev siyaset li Sûriyê û Lîbyayê dibe sedema gelek windahiyan.
* Hûn pêşveçûna şerê li Idlib û bejahiya rojavayê Heleb, li gel vê yekê zêdebûna êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa dinirxînin?
Aloziya Sûriyê derbasî qonaxeke nû bûye. Ew jî palpiştiya dewletên ku destwerdana aloziya Sûriyê dikin wekî Amerîka, Rûsya, Tirkiye, Îranê û rejîma ku parastina hebûna xwe dike. Ji ber vê yekê nakokî di navbera van aliyan de rû dide û her kes jî dixwaze armancên xwe li Sûriyê bi dest bixe. Di encama vê de jî şerekî dijwar li Sûriyê diqewime.
Di halê hazir de hêzên sereke yên ku destwerdana aloziya Sûriyê dikin, Koalîsyona Navdewletî ku hê jî xwedan bandor e û Rûsya ne. Lê di rastiya xwe de her du jî dixwazin berjewendiyên xwe bi dest bixin. Di milekî din de jî Rûsya dixwaze rejîm xaka Sûriyê serwer bike û li ser desthilatê bimîne. Li gel vê yekê dewleta Tirk domdar dixwest sûdê ji ‘Bihara Erebî’ wergire da ku projeyên xwe mîsoger bike. Lê belê îro Tirkiye derbasî qonaxeke nû bû ku berjewendiyên wê li gorî berjewendiyên hêzên hegemon ên ku destê wan di aloziya Sûriyê de heye, nehat. Di heman demê de bi derketina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li ser xaka Sûriyê re ku hêzên desthilat hesabê vê yekê nekiribûn, guhartin û veguhartinên nû bi xwe re anîn û encamên wê jî îro li ber çavan in. Nakokî di navbera dewlet û berjewendiyan de derketin.
Têkildarî şerê li herêma Idlibê jî ez dikarim vê bejim; jixwe ji destpêka lidarxistina civînên Astanayê ve dihat pêşbînkirin ku rewşeke wiha derkeve. Astana heta gera 14`mîn gaveke taktîkî yên hin aliyên vê qonaxê bi rê ve dibin, bû. Anku wekî Rûsya armanca wê ew bû ku di encamê de hêzên tundraw, cîhadî û selefî jî derbasî herêmeke diyarkirî bike. Di rastiyê de jî pêk hat û rewşa Idlibê ya îro derket holê. Lewma dê têkoşîna li dijî van komên terorîst berdewam be ta ku careke din herêm bikeve bin serweriya rejîma Sûriyê. Ji ber cîhan pêk ve hebûna komên terorîst red dike.
*Hûn guhartinên di siyasetên dewletên destwerdana Sûriyê dikin de, nexasim nakokiyên berjewendiyên Rûsya û Tirkiyê çawa dinirxînin?
Ji destpêkê ve nakokî hebûn. Tirkan hewldana gelek lîstokan dikir. Têkiliyên Tirkiyê bi hêzên desthilat ên ku hewldana guhartina Sûriyê dikirin re hebû. Berjewendiyên xwe yên taybet berfireh kirin. Mînaka wê jî hedefkirina Mîsaqî Millî bû. Lê hêzên Koalîsyonê, rejîma Sûriyê û heta Rûsya jî ev berjewendî red kirin. Di milekî din de em ji bîr nekin ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiyê dest bi şantajan kir û proseya koçberiyê da meşandin. Lewma derî ji sivîlan re vekir ku li hundirê dewleta Tirk bi cih bibin. Lê hîn berfirehtir mirov binirxîne; Tirkiyê hewldana qezenckirina berjewendiyên xwe li herêmên dîtir jî dikir. Mînaka wê jî îro li ber çavan e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesên tundraw bi cih dike da ku ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û tişta ku rjîma Baas di projeya Kembera Erebî de nedikarî pêk bîne, ew pêk bîne.
Lê aktora nû ya derketî; pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sîstem û projeya xwe ya ku hevsengiyên siyasî guhertin, bingehên sîstema neteweya demokratîk a ku tevahî pêkhateyên Sûriyê di nav xwe de digire, danî. Vê jî bi berxwdana xwe siyasetên Tirkiyê têk birin. Îsbata vê yekê jî berxwedana gelên Efrîn, Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê ye. Di heman demê de siyaseta cîhanê, nexasim siyaseta Amerîkayê guhart. Êdî daxwaza gelên Sûriyê ev proje ye. Lê dewleta Tirk vê projeyê dike hedefa êrîşên xwe. Di encamê de divê heqîqet derkeve holê, nexasim piştî hêzên hegemonîk ber bi rejîma nû ve diçin.
*Gelo piştî gerên Astana û Soçiyê bi dawî bûn, meqseda Erdogan ji daxuyaniyan çi ye?
Belê, me ji destpêkê ve texmîn dikir ku rêgehên Astana û Soçiyê û hevpeymanên wekî van dê bi dawî bibin û encaman bi xwe re neynin. Ji ber taktîkî bûn û gihaştin armancên xwe. Armanca Astanayê ew bû ku komên cîhadî û terorîst li herêmeke diyar, kom bike û paşê têk bibe. Jixwe me ji destpêkê ve gotibû ku ev plana Rûsyayê ye. Li ser vî esasî rola Astanayê pêk hat û komên terorîst li herêma Idlibê kom bûn. Di encamê de geşedanên îro diqewimin nîşana qonaxa têkbirina koman in. Lê ev jî li xweşiya Tirkiyê nayê û di vî alî de dema Erdogan got, rola Astana û Soçiyê bi dawî bû, parvekirinên wî di cih de bûn.
Di milekî din de Erdogan dixwest bibêje, hevkariya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî bi dawî bû. Ji ber Rûsyayê hin armancên xwe pêk anîn. Ji wan serweriya rejîmê li rûbereke baş ji xaka Sûriyê, da ku di nava dewletên navdewletî de bibe xwedan hebûn û hêz. Di milê dîtir de rojevên wekî rakirina Beşar El-Esed îro kêm bûne û ji ber Tirkiyê nekarî projeyên xwe li Sûriyê pêk bîne. Di vî alî de bi bin ket û Rûsya li ser hesabê NATO`yê gelek destkeftiyên din qezenc kirin.
Rûsya bi derxistina nakokiyên di navbera dewleta Tirk û NATO`yê de bi ser ket. Ji ber boriyên gazê bi rêya Tirkiyê derbas kir. Bi vê yekê hevgirêdana Tirkiyê û Rûsyayê çêkir û hişt ku Rûsya destwerdana gelek kar û barên Tirkiyê bike. Lewma Tirkiye nema dikare xwe dûrî Rûsyayê bike û tecrîdeke cîhanî li ser Tirkiyê ferz kir.
*Hûn daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî girîngiya tercîha Rûsyayê ji Sûriyê re yan ji Tirkiyê re çawa dixwînin?
Şêwazê ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan dide meşandin, şêwaza şantajêye. Bi zîhniyeta kevneperest nêzî siyasetên navdewletî û siyasetên hundirîn dibe. Di zîhniyeta wî de tenê spî û an reş hene.
Erdogan gelekî Ewropa bi mijara penaberan şantaj kir da ku berjewendiyên xwe di Sûriyê de bi cih bîne. Lê ev siyaset ziyaneke mezin da Tirkiyê. Niha dema dibêje ku divê Rûsya yan rejîma Sûriyê yan jî Tirkiyê hilbijêre dîsa jî Tirkiye dê têk biçe. Ji ber ku dibe Erdogan hesabê ku Rûsya li Sûriyê xwedan rewabûn e û ser banga rejîmê derbasî Sûriyê bûye, dike. Texmîn dikim ku Tirkiye dê vê yekê jî winda bike. Serokê Tirkiyê nikare bi aqilane nêzî daneyên nû bibe. Lewma siyaseta Tirkiyê tu dixwazî li Lîbyayê be û tu dixwazî li Yewnanistan an Qibrisê be dê gelek windahiyan bi xwe re bîne. Serokkomarê Tirkiyê hebûna xwe bi hêza ku ji NATO`yê digire xurt dike, lê ne wekî ku texmîn dike.
*Piştî kuştina Qasim Suleymanî careke din Îran li qada Sûriyê ye, gelo sedema vê yekê çi ye?
Îran hêzeke herêmî ye û hewldana berfirehkirina serweriya xwe dike. Li gel vê yekê ji destpêka şoreşa îslamî ya li Îranê ve bi rejîma Sûriyê re xwedan dîrokeke kevn e. Lê xetereya Îranê li ser Îsraîlê dihêle DYA bi fikar be. Amerîka jî hewla ku Îran xetereyê li ser Îsraîlê çêneke, cezayên li dijî Îranê hatine ferzkirin, kuştina Qasim Suleymanî û hin xalên din hiştin ku hêza Îranê lawaz bibin. Di milê dîtir de Amerîka dê hebûna Îranê li baregehên dûrî Îsraîlê yên wekî hin gundewarên Helebê asteng neke. Mînaka van nuqteyan jî Nibil û Zehra û hin cihên din e. Dîsa jî şerê li Iraqê dê bisekine. Hêzên Îranê li Sûriyê hebe lê divê ev hêz zirarê negihîne hêzên Amerîka û Îsraîlê.
Hêzên desthilat ên li Sûriyê anku Amerîka û Rûsya nekarîn şer di navbera dewleta Tirk û Îranê de derxin. Lê Amerîka û Rûsya dê nakokiyên Osmanî û Safewiyan bi kar bînin. Tirkiye û Îran dê rasterast nekevin şer û welatên xwe wêran nekin, lê belê her aliyek dê hewl bide ku yekalî li dijî hev bi kar bîne.
[1]