Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,161
Wêne
  124,131
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  126,005
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
​​​​​​​Xerîb Hiso: Divê Hêzên Kurdî li Zînî Wertê xwedan helwest bin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Xerîb Hiso: Divê #Hêzên Kurdî# li Zînî Wertê xwedan helwest bin
Reportaj Summay

Xerîb Hiso bang li hêz û partiyên kurdî kir ku li dijî planên dewleta Tirk helwestekê nîşan bidin her wiha hişyariya şerê navxweyî kir.
Piştî “Partiya Yekîtiya Demokratî Kurdistanê” bi îdîaya parastina ji vîrusa Koronayê, hêzên xwe li Zînî Wertê ya başûrê Kurdistanê kom kir, rewşa herêmê kirîtîk e. Gelên herêmê û gelên Kurdistanê bertek nîşan dan û Komîteya Têkiliyên diplomatik a Karê Derve ya KCK`ê eşkere kir ku rûdanên diqewimin xizmeta parastina ji Koronavîrusê nake, ev bûyer dikevin xizmeta dewleta Tirk a dagirker de. Komîteyên got ku divê hemû hêzên kurdî xeteriya vê yekê baş bizanin.
ANHA’yê têkildarî rewşa Zînî Wertê, planên dewleta Tirk ên têkbirina tevgera Kurd, hevpeyvînek bi hevsrokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso re çêkir. Hiso di hevpeyvînê de bang li hêzên kurdistanî kir ku helwest nişan bidin.
Naveroka hevpyevîna bi Xerîb Hiso re wiha ye:

JI BER KOMBÛNA HÊZÊN PDK`Ê REWŞA HERÊMA ZÎNÎ WERTÊ KIRÎTÎK E, BI NÊRÎNA WE ARMANCA VÊ YEKÊ ÇI YE?
Belê, ji ber Partiya Yekîtiya Demokratî Kurdistanê hêzên xwe li herêma Zînî Wertê kom kir, rewşa herêmê kîrîtîk bû. Ev alozî jî xizmeta doza kurdî nake û derencamên baş bi xwe re nayîne. Li gel vê yekê xizmeta gelê Kurd bi xwe jî nake. Li gorî çavdêriya me her ku nakokiyên Kurdan li herêmê derkevin ew ê li herêmê şer rû bide, ji ber vê yekê gelên Zînî Wertê piştî PDK`ê hêzên xwe li herêmê kom kir, xeteriya vê yekê baş zanîn. Lewmanî bertek nîşan dan û daketin kolanan.
Li vir mirov dikare bibêje ku dewleta Tirk li pey vê yekê ye û dixwaze bi vê yekê destkeftiyên Kurdan ên di pêvajoya salan de hatine qezençkirin têk bibe. Li ser vî esasî heke destwerdaneke leşkerî çêbibe dê bandorê li destkeftiyên Kurdan ên li Kurdistanê bikin.

KCK`Ê DIYAR KIR KU KOMBÛNA HÊZÊNN PDK`Ê LI HERÊMA ZÎNÎ WERTÊ TÊ WATEYA DESTPÊKIRINA ŞER Û PLANÊN VEŞARTÎ, BI NÊRÎNA WE ÇI LI PIŞT PERDEYÊ HEYE?
Xalên di daxuyaniyê de hatine diyarkirin rast in, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistan ne bi serê xwe ye, xwedan şirîk e û ew jî dewleta Tirk a dagirker e. Li gelê vê yekê kiryarên ku PDK di halê hazir de li herêma Zînî Wertê dike ne kiryarên nû ne. Beriya niha li Şêladizê jî heman kiryar pêk anî, PDK baragehên dagirkeriya Tirkiyê li wir ava kir û gelên Şêladizê bê deng nema.
Gelê Şêladizê û gelên başûrê Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedaniya xwe tên naskirin, malbatên bê şehîd tune ne. Ji ber xeteriya kiryarên PDK`ê dizanin li hemberî vê yekê serî hildan, qereqol û tankên Tirkiyê şewitandin lê PDK`ê bi darê zorê nuqteyeke dewleta Tirk li wir çêkir. Niha jî dixwaze senaryoya Şêladizê li Zînî Wertê jî dubare bike.
Lewma divê em baş bizanin ku dewleta Tirk xizmeta doza gelên Kurd nake, ew hewl dide hêzên kurdî bixe xizmeta xwe. Dewleta Tirk bi hinceta parastina hin Tirkên li Lîbyayê berê xwe da xaka Lîbyayê û bi rêya Îxwanan destwerdana Yemenê jî kir. Bi rêya çeteyên sûrî û çeteyên DAIŞ`ê parçnî ji xaka Sûriye dagir kir. Bi rêya DAIŞ`ê derbasî Iraqê bû, di vir de divê mirov bipirse dewleta Tirk bi rêya kê derbasî başûrê Kurdistanê bû. Armanca wê ji vê yekê çi ye? Bersiva vê yekê wiha ye; armanca dewleta Tirk xwegihandina Musil, Enbar û Şengalê ye.
Bûyerên ku niha li Zînî Wertê diqewimin xeternak in. Dagirkerî bi xwe ye, lê bi rêbazekî cuda ye. Dê herêmên Kurdan ji hev parçe bike, nuqteyên dewleta Tirk li wir ava bike. Ji ber vê yekê divê hêzên kurdistanî û nexasim başûrê Kurdistanê xeteriya vê yekê baş bizane. Ji ber wekî hin alî îdîa dikin ku parastina Kurdistanê bi rêya Tirkiyê pêkan e, nexêr, divê hêzên kurdî yên li başûrê Kurdistanê nakokiyên xwe deynin milekî û planên dewleta Tirk ên parçekirina herêmên Kurdan ên li başûr û Kurdistanê têk bibin.
Di vir de divê mirov bal bikşîne ser ku dewleta Tirk li Idlibê nuqteyên xwe ava kir, rejîma Sûriyê nekarî Tirkiya dagirker ji wir derxîne. Gelo piştî têkbirina hêzên kurdî dê Partiya Yekîtiya Demokrat bikare Tirkiyê ji nuqteyên li başûr daye avakirin derxîne?!

DAXUYANIYA DAWÎN A SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ NÊÇÎRVAN BARZANÎ ÇAWA DINIRXÎNIN, NÊÇÎRVAN GOT KU HEBÛNA WAN LI ZÎNÎ WERTÊ DEMKÎ YE Û HEBÛNA HÊZÊN PARASTINA GEL NE REWA YE, LÊ BELÊ QALA HEBÛNA 27 QEREQOLÊN DEWLETA TIRK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NEKIR?
Mixabin daxuyaniyên wiha aloziyê kûrtir dikin, hebûna gelên Kurd înkar dikin li gel vê yekê rewabûnê didin dagirkeriya Tirkiyê û baragehên wê, ev bi serê xwe jî pir xeter e û qet xizmeta doza Kurd nake.
Heke mirov bipirse; gelo di sala 2014`an dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêmên başûr kir, PDK çima alîkarî ji Partiya Karkerên Kurdistanê xwest. Wê demê çima hebûna hêzên Kurd li Şengalê, Mexmûr, Celwla, Saadiyê, Dibis, Kerkuk û Hewlêrê rewa didît û niha na?! Wê demê pirsgirêkek realist heye û PDK ku desthilata başûrê Kurdistanê di destê wê de ye di nava vê pirsgirêkê de ye û bi xwe re bi nakok e.
Ma gelo wê demê Mesûd Barzanî yê ku wê demê serokê herêma Kurdistanê bû neçû Mexmûrê û spasiya HPG`ê nekir, ê wê demê ev hêz rewa bû û niha na, ev çi nakok e.
Di vir de mirov diyar bike ku her ku PDK`ê rastî xeteriyê tê bangewaziya Hêzên Parastina Gel û YJA-STAR dike ji ber hêzên fedekar in û di oxira Kurdistanê de canê xwe feda dikin. Li gel vê yekê PDK wan hêzeke rewa û kurdistanî dibine, lê dema mijar dibe siyasî û komployên qirêj van hêzan rewa nabîne. Ev xeteriya ku divê mirov li ser bisekine.
Em wek gelê Kurd, em naxwazin di nava vê qonaxa hesas de bijîn. Niha cîhan pêk ve bi afata Korovavîrusê ve mijûl e û Tirkiyê vê yekê keysbaz dike, her wiha îdaî dike ku PDK ji bo pêşî li belavbûna vîrusa Koronayê bigire berê xwe daye Zînî Wertê. Ev çi ye? Tirkiyê ji beriya sedan salan dixwaze vîrusê derbasî canê Kurdan bike, Tirkiye di jiyana gelê Kurd de ji xeteriya vîrusa COVID-19 xerabtir e.

HEKE REWŞ KAMBAXTIR BIBE EW Ê TENÊ DI NAVA HERÊMEKE DIYARKIRÎ DE BIMÎNE YAN EW Ê PLAN KURDISTANÊ PÊK VE BIDE BER XWE?
Nexêr ew ê di çarçoveya herêmekê de nemîne, dê hemû deveran bide ber xwe. Ev jî li ser tevahî Kurdistanê xeteriye. Ji ber herêmên Parastina Medya ji bo tevahiya parçeyên Kurdistanê girîng in û hedefgiritina vê herêmê tê wateya hedefgirtina Kurdistanê bi giştî. Di vir de divê em diyar bikin ku dijim li cem herêmekê namîne, par Şêladizê bû û îsal Zînî Wertê ye û piştî demekê muhteml e Çiyayê Raniyayê yan Çiyayê Carqorna, Qendîl an jî Senkeserê be.
Em baş dizanin ku dewleta Tirk hewldana zindîkirina xewana Osmaniyan dike. Lê PDK dixwaze xewna kê zindî bike yan jî piştgiriya kê dike.
Hevakriya PDK`ê bi dijmin re ne durist e, ji ber dewleta Tirk hewldana qirkirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike û ev partî jî temsîla îradeya gelên Kurd dike. Li gel vê yekê xwedan giranî ye û li her deverê heye. Li kîjan deverê xeterî li ser gelê Kurd hebe ew li wir in. Anku tevgereke neteweyî ye û li ku derê binpêkirinên mirovî û nirxên civakî hebe yên ji aliyên dewletên sermeyadar hebin, tevger ji bo parastinê dibe mertal. Her wiha planên Tevgera Rizgariya Kurdistan dikin armanca di heman demê de jî îradeya gelê Kurd û nirxên mirovahiyê û PDK`ê jî dikin armanc. Ji ber dijmin dixwaze Kurdistanê parçe parçe bike û bi rê ve bibe.

GELO DI HALÊ HAZIR DE ÇI JI PDK`Ê, HÊZ Û GELÊ KURD TÊ XWESTIN?
Divê hemû partiyên Kurdan helwest nîşan bidin. Nabe ku ev helwest tenê li ser daxuyaniyê be. Beriya niha me gelek caran qala yekitiya neteweyî kiribû û heke ew yekitî misoger biba niha em ev nîqaş nedikir lê belê menê behsa yekitiyê kiribûna. Ya herî baş jî ew bû ku niha me nîqaşa mijara yekitiya neteweyî bikira.
Divê hemû partiyên Kurdan û Kurdistanê, rûspiyên eşîrên Kurdan, kesayetên welatparêz, kesayetên xwedan giranî, rêxistin û sazî nehêlin rûdanên li Zînî Wertê qewimînin bibin bingeha şerê navxweyî û ciwanên ku bi dehan sal li çiyayan parastina îradeya gelên Kurd û pêkhateyên li Kurdistanê dikin nekin qurban.
Hêzên Paratina Gel, Pêşmerge û hemû hêzên Kurdan ên ku niha li herêma Zînî Wertê li ser esasê parastina gelê Kurd û gelên Kurdistanê hatine avakirin. Ne ku şerê birakujî bikin.
Divê hemû partî û Hêzên Kurdan baldar bin, Zînî Wertê ji qirkirinê biparêzin, yekîtiya xwe ava bikin, nehêlin baragehên dewleta Tirk li wir werin avakirin. Divê baş bizanin ku heke hejmara baragehên dewleta Tirk li başûrê Kuristanê zêde bibe, ew ê yekîtiya Kurdan têk bibe. Gelên başûrê Kurdistanê yên ku zilma Seddam Hisên dîtine û niha jî wê zilma Erdogan bibinin. Divê ev baş bê zanîn.
Em jî wek Tevgera Civaka Demokratîk banga helwesteke neteweyî dikin û destekê didin însiyatîfên yekrêziya kurdî.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 464 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 19-04-2025
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-04-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 30-11-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 464 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!