‘Îxwan Misilîmîn amûrê
ErdoganErdogan e’
Reportaj Summay
Lêkolînera akademîk û çalakvana hiqûqî ya Yemenê Erwa El-Xetabî got: Îxwan Misilîmîn li Yemenê amûreke pêkanîna planên Erdogan û projeya wî ya vejandina dewleta Osmanî ye.
Bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li dewletên ku ji bo ferzkirina qanûn û ola Îslamê li gorî xwe Îslamê wekî behane bi kar tînin, jin hatine paşguhkirin.
ANHA’yê hevpeyvînek taybet bi lêkolînera akademîk û çalakvana hiqûqî ya Yemenê Erwa El-Xetabî re çêkir. Erwa got: “Tevî avakirina hevbendî û saziyên şoreşger ên jinên Yemenê jî, lê belê rola jinên Yemenê di pêkanîna aşîtiyê de hîna pir lawaz e. Ji ber ku beşdariya jinan di partiyên siyasî de tune ye. Erwa destnîşan kir ku hikumeta Şeriî ya Yemenê bi piranî ji rêxistina Îxwan Misilîmîn pêk tê û ne amade ne ku derfetê bidin jinan da ku beşdarî dan û standinên aşîtiyê bibin.”
HEVPEYVÎN WIHA YE:
HÛN BÛYER Û ŞERÊ ÎRO LI YEMENÊ DIQEWIME Û ÇAVNEBARIYÊN DEWLETA TIRK ÇAWA DINIRXÎNIN?
Şerê Yemenê demeke dirêj e berdewam dike. Têkildarî çavnebariyên Tirkiyê di Yemenê de, piştî têkçûna Tirkan di şerê cîhanê yê yekemîn de sala 1918`an, ew ji Yemenê derketin. Ew neçar man ku ji hemû erdên li welatên Ereban û parzemîna Ewropayê dagir kirbûn, derkevin.
Piştî derketina Tirkan ji Yemenê, ji salan 1918`an ve heta şoreşa 26`ê Îlonê jina bi navê Îmama Zeydiyê rêveberiya welat kir. Ji ber şer û rewşa siyasî ya tevlîhev di dema hikumê Îmama de, Yemen ji aliyê aborî û civakî ve têk çû û gendelî, xizanî, birçîbûn û nexweşî belav bûn. Her wiha hejmareke mezin ji welatiyên Yemenê koçber bûn.
Bi têkçûna Îmama ya şoreşa 26`ê Îlona 1962`an re, hikumetên cuda yên komarê hewl dan rewşa siyasî û aborî ya welatiyan baş bikin. Lê belê ji ber berdewamkirina pirsgirêk û şerên hundirîn di navbera welatiyên Yemenê bi xwe de, serkeftina wan sînordar bû. Bi destpêkirina salên 90`yî re, di 22`ê Gulana 1990`yî de peymana Yektiya Yemenê hate îmzekirin.
Ji ber rewşa welatên Ereban a xerab û şerê kendavê yê yekemîn, yekitî ji hev ket. Di sala 1994`an de di navbera aliyên yekitiyê de şerekî mezin rû da û refa netewî hat parçekirin, ku em heta roja îro ji ber azaran dikişînin. Lewra gendeliyê û têkçûna siyasî û aborî belav û komên olî yên şerker derketin. Li herêma Erebî şerê li ser serweriyê û belavbûna fînansekarên partiyên olî û mîlîsên Îslamî, derket. Ji ber wê yekê dewlet ji hundir ve têk çû û ji destpêkên 90`yî ve koma Hûsî derket holê. Hûsiyan di navbera 2004-2010`an de beşdarî 6 şerên ku welat têk birin, bû. Her wiha li Girava Ereban, El-Qayîde derket û bi kuştina fermandarên artêşê û ewlekariyê, dewlet careke din têk bir. Vê dawiyê jî çeteyên DAIŞ`ê derketin û gelek cihên pîroz ên Yemenê rûxandin.
Di 2011`an de şoreşên buhara Erebî dest pê kirin, hevalbendî hatin guherandin û berjewendiyên navdewletî derketin holê.
ARMANCÊN BERFIREHKIRINA PROJEYA OSMANÎ YA DAGIRKERIYÊ YA NÛ LI YEMENÊ ÇI NE?
Bi belavbûna Îxwan Misilîmîn bi serkêşiya Erdogan li Tirkiyê û destpêkirina şoreşên buhara Erebî ku Qeterê ya nêzî Tirkiyê ew fînanse dikir, êdî xewnên Erdogan ên vejandina serdema Osmaniyan nêzî rastiyê bûn.
Di destpêka şoreşê de zilamê olî yê navdar Ebdulmecîd El-Zendanî li qada Guhertinê ku cihê xwepêşandanan bû derket û mizgîniya Xîlafeta Îslamê ya 2020`an da. Xuya ye ku vê zilamî fikr û nîqaşên civînên girtî yên Îxwan Misilîmîn eşkere dikir.
Bi rastî jî, gelek bûyerên ku belavbûna projeya Osmaniya nû li herêmê û bi taybetî li Yemenê piştrast dikin, derketin. Qeterê bi rêya fînansekirinû û Yemenê jî bi rêya teşwqîkirina xîlafeta Îslamê, piştgiriya berfirehbûna Tirkiyê li herêmê kirin. Lidarxistina rêxistina Îxwan Mislimîn ên Yemenî li Tirkiyê vê yekê piştrast dike, ku di serî de fermandarê qebîleyê û karsazê Îxwanî Hemîd El-Ehmar di kongreyeke mezin li Tirkiyê de banga ragihandina xîlafeta Îslamê û vegerandina serweriya Osmanî li herêmê kir.
Tevî ku hikumeta Tirkiyê çavnebariyên xwe li herêmê venaşêre jî, lê belê wê demê tu daxuyanî neda. Tiştê beriya çend rojan qewmiye û veguherandina mûzexaniya Aya Sofiya wekî mizgef, di çarçoveya hewldanên vegerandina xîlafeta Îslamê li herêmê de, pêk hat. Ev karekî ku çavnebariyên Tirkiyê li herêma Erebî û nexasim Yemenê eşkere dike ye. Her wiha li dijî civaka navnetewî û Ewropa ye ku tevlêbûna Tirkiyê ji dewletên YE`yê de red dike.
HÛN ROLA JINÊN YEMENÊ DI PÊŞXISTINA AŞÎTIYÊ DE ÇAWA DIBÎNIN?
Tevî hebûna hin çalakiyên jinan jî ku bi şandeyê navnetewî yê çareserkirina doza Yemenê Martin Griffitht re peywendîdar e jî, lê belê bi gitşî rola jinan pir lawaz e. Ev bloka jinan dem dem bi Griffitht re dicive û pêşinyaran pêşkêş dike. Lê belê ev yek tenê wekî xebatên şêwirmendiyê yên dîkorî dimîne.
Partiyên siyasî rê nedan beşdariya jinan ji qada siyasî re û Îxwan Misilîmîn jî ne amade ne ku derfetê bidin rola jinan di dan û standinên aşîtiyê de.
XWEPÊŞANDANÊN KU JINÊN YEMENÊ BI RÊXISTIN DIKIN BI ÇI RENGÎ NE?
Xwepêşandanên jinan cur bi cur in. Mînak; gelek çalakî ji bo berdana jinên girtî tên lidarxistin. Her wiha komeleya dayikên hatine revandin û bi zorê hatine veşartin heye. Rêxistineke din a hevgirtina jinan ji bo piştevaniya aşîtiyê heye. Ev rêxistin hemû hewl didin ku mafên jinan û mafên mirovan biparêzin. Di meha Adarê de me li Cinêvê bloka 8`ê Adarê ji bo jinên Yemenê ava kir da ku parastina mafên jin û zarokan bike û beşdarî dan û standinên aşîtiyê bibe. Çalakvana hiqûqî ya navdar Dr. Wîsam Basendiew serokatiya vê blokê dike. Em ji hemû aliyan hêvî dikin ku jinan dûrî dan û standinên aşîtiyê nexin.
Ez dixwazin îşaretê bi vê yekê bikim ku wekî jinên Yemenê pêwîstiya me bi piştevaniyeke zêde di qadên siyasî û hiqûqî de, heye.
[1]