Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,029
Wêne
  124,100
Pirtûk PDF
  22,092
Faylên peywendîdar
  125,870
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
​​​​​​​Zelal Cîger: Heke Kurd di vê qonaxê de çarenûsa xwe diyar nekin, dê nikaribin di pêşerojê de bikin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Zelal Cîger: Heke Kurd di vê qonaxê de çarenûsa xwe diyar nekin, dê nikaribin di pêşerojê de bikin
Reportaj Summay

Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Cîger got: Banga Koma Civakên #Kurdistanê# ya bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzm û dagirkeriyê di demekê de ku xeteriya dewleta Tirk li ser herêmê û bi taybetî li ser gelê Kurd zêde dibe, pêk hat. Her tiştê dikeve ser milê me em ê pêk bînin.Têkildarî hemleya KCK`ê bi navê Bes e ji faşîzm û tecrîdê re, dem dema azadiyê ye dest pê kiriye, ajansa nûçeyan a Hawarê bi Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Zelal Cîger re hevpeyvînek pêk anî.

HEVPEYVÎN WIHA YE:
-Hûn daxuyaniya KCK`ê ya girêdayî êrişên dewleta Tirk a dagirker çawa dinirxînin?
Em daxuyaniya Koma Civakên Kurdistanê ya girêdayî êrişên li ser herêmê, erênî dibînin. Li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêwîstî bi yekrêziya li hemberî dagirkeriya Tirk heye. Wekî her kes dizane, hikumeta Tirk a bi serkêşiya Erdogan hewl dide xewnên Osmaniyan li herêmê vegerîne. Em vê yekê li ser erdê eşkere dibînin. Tirkiye li hemû dewletên Ereban û Kurdan belav dibe.
Dewleta Tirk niha bi awayekî eşkere siyaseta Osmanî dimeşîne. Lîbya mînaka herî berbiçav a wê yekê ye. Li ser vê esasê, di daxuyaniya KCK`ê de xeteriya gavên dewleta Tirk li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê û vegera siyasetên Tirkiyê yên parçekirina dewletên Ereban wekî ku berê Tirkiyê Kurdistanê parçe kir, tê diyarkirin.
Tirkiye bi êrişên xwe hewl dide li herêmê careke din mîsaqê millî pêk bîne, anku hewl dide herêma ji Dêrikê heta Helebê, ji Zaxoyê heta Kerkûk û Mûsilê dagir bike. Ji lewra, wekî Kurdên li Rojava em daxuyaniya KCK`ê erênî dibînin û em ê di vê derbarê de tedbîrên pêwîst bigirin.

-Di daxuyaniyê de behsa hemû parçeyên Kurdistanê û di nav de Rojava hat kirin. Girîngiya vê daxuyaniyê di vê qonaxê de ji bo giştî û Rojava bi taybetî, çi ye?
Wekî hemû dizanin, li herêmên Rojava şerên dijwar di hemû aliyan de pêk hatin. Me di van salan de projeya netewa demokratîk ku xwe dispêre fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêk anî, Rêveberiya Xweser xwe wekî rêveberiyeke ku kar û barên herêmê bi rêve dibe, îspat kir.
Dewleta Tirk bi armanca tunekirina destkeftiyên gel, gelek caran êrişên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ji ber wê yekê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar kir ku nasnameya xwe biparêzin û bersiva dijminên herêmê bidin.
Kurdên Rojava bi awayekî pratîk bi berxwedana lehengî ya li dijî komên terorîst nasnameya xwe îspat kirin û bi hezaran şehîd ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryen da. Her wiha biratiya gelan mayinde kirin, destkeftiyên şoreşê parastin û projeya netewa demokratîk pêk anîn.
Dewleta Tirk îro projeya netewa demokratîk û bi taybetî biratiya gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çi bi alîkariya hin aliyan çi jî bi şerê çapemeniyê yê taybet hedef digire. Ji lewra, dirûşmeya me dem dema parastina şoreşê û tunekirina dagirkeriyê ye. Dê ev dirûşme li Rojava ji me re bingeh be, ji ber ku bi rastî me fikrên Ocalan pêk anî û çi dibe bila bibe em ê li ser vî esasî berxwedanê bidomînin.

-Bi nêrîna we, çima KCK`ê di vê qonaxê de daxuyaniyeke bi vî rengî da?
Daxuyaniya KCK`ê di vê demê de hat dayîn ji ber ku xeteriya dewleta Tirk li ser herêmê zêde bûye. Nexasim ew dixwaze Kurdan parçe bike û ji hev bixe. Hemû dizanin ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê hatiye parçekirin, ji lewra Tirkiye dixwaza cudahiyê jî bixe navbera wan.
Em dikarin bêjin ku, li Başûrê Kurdistanê di navbera Behdînan û xeta Soran de parçebûn heye. Di heman demê de di navbera Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de parçebûn heye. Li Rojava jî di navbera Meclisa Niştîmanî ya Kurd a Sûriyê û partiyên din de nakokî hene.
Li Başûrê Kurdistanê jî di navbera gel de nakokî hene. Hinek li kêleka Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK`ê ne, hinek jî li kêleka Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê ne.

Da ku hêzên Kurdî nebin yek, dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide ku hêviyên Kurdan pêk neyên. Em hemû dizanin ku Rêber Ocalan her tim di hevdîtinên xwe de banga yekkirina nêrînên Kurdan dikir.
Hemleya yekkirina refa Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo komkirina belavbûna partiyên Kurdî (Partiyên Yekitiya Netewî û Meclisa Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê) pêk hat. Ji lewra, daxuyaniya KCK`ê ji bo pêkanîna daxwazên Rêber Abdullah Ocalan pêk hat, dema ku Ocalan got divê gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê kongreya netewî ya Kurdî li dar bixin û gelê Kurd li seranserê cîhanê temsîl bike. Niha em li pêşiya qonaxeke çarenûsî ne, bi berxwedanê û bi fedekariyên bi hezaran şehîdan me hebûna gelê Kurd îspat kir. Em tekez dikin ku yekitiya Kurdî ku me ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan girtiye, dê hebûn û nasnameya gelê Kurd mayinde bike.

-Li hemberî banga KCK`ê ya serhildanê, bi giştî ji civaka Kurdistanê û bi taybetî ji gelê Rojava çi tê xwestin?
Bangewaziya KCK`ê di vê demê de ji bo yekkirina gelê Kurd li her derê ye, her wiha da ku zanibin ku dewleta Tirk niha di bin navê şerê cîhanê yê sêyemîn de şer dike. Tirkiyê çiraya kesk girtiye û çi dixwaze dike, ji ber ku ew endama NATO`yê ye û ji ber wê bi xweşiya xwe tevdigere.
Pêwîst e gelê Kurd li dor vê hemleyê kom bibe. Daxuyaniya KCK`ê ji bo hişyarkirina Kurdan e. Ev yek ji bo me destkeftiyeke bi nirx e. Azadiya Ocalan azadiya me ye. Divê hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryen dakevin qadan û em bi yek dengî bêjin Na ji dagirkeriya Tirk re.
Ji lewra, divê em bi çalakiyên xwe piştgiriya vê hemleyê bikin û bi hêz tev lê bibin, çi li Rojava çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Niha ne tenê Kurd, lê belê hemû pêkhateyên herêmê wekî Ereb û Suryen jî bi çalakiyên cuda tev li hemlê bûne. Êdî her kes li dijî dagirkeriya Tirk dengê xwe bilind dike û dibêje Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji azadiya Rêber Apo re, divê em destkeftiyên xwe biparêzin.

Wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker, berpirsiyariyeke mezin û dîrokî dikeve ser milên me.
Ji bo wê, divê em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekdest bin, da ku em dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê tune bikin. Divê ne tenê em Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin, lê belê em ê hemû xaka Sûriyê wekî Cerablus, Bab, Ezaz û Idlibê rizgar bikin û dagirkeriyê jê biqewitînin. Ev yek bi berxwedana gelê hevgirtî pêkan e.

-Hin aliyên Kurdî nazikbûn û xeteriya qonaxê paşguh dikin, hinekî jî li dijî gelê xwe hevkariya dijmin dikin. Bi nêrîna we sedema van helwestan çi ye û divê civaka Kurdistanê çawa pê re bide û bistîne?
Helwesta gelek aliyên siyasî yên hikumeta Başûrê Kurdistanê û di nav de PDK`ê ya li hemberî kiryarên li dijî gelê Kurd pêk tên, cihê şermezariyê ye. Divê helwesta hikumeta Başûr ji vê bihêztir be. Azarên gelê Kurd di roja îro de ji ber helwesta wan partiyan e û bi taybetî helwesta PDK`ê.
Em dibînin, dagirkeriya Tirk îro bi behane şerê li dijî PKK`ê li pêş çavên hemû aliyan xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK`ê piştgiriyê dide vê dagirkeriyê û heman tiştên Tirkiyê dubare dibêje.
Di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, wan aliyan bi daxuyaniyên xwe piştgiriya heman behaneyan Tirkiyê kir. Bêdengiya wan aliyan li hemberî kiryarên li dijî gelê Kurd li herêmê û hevkariya wan bi dagirkeran re, îxanet e û hevkariyeke bazirganiyê li ser hesabê xwîna gel e. Divê bi taybetî partiyên Başûrê Kurdistanê dev ji van kiryaran berdin.
Her wiha divê hemû aliyên siyasî li Bakur, Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk helwesta xwe bikin yek û li hemberî kiryarên Tirkiyê der heqê gelên Kurdistanê helwesteke cidî bigirin.

Em li Başûrê Kurdistanê dibînin ku dema gel radibe serhildanê, hêzên ewlekariyê bi perspektîfên hikumeta Başûr destwerdanê dikin da ku serhildana gel rawestînin. Her kesê ku xwepêşandanan bi rêxistin dike û her rojnamevanekî ku hewl dide rastiyê eskere bike, tê girtin.

-Heke bersiva bangewaziyê nehat dayîn û li hemberî kiryarên dagirkeran li çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bêdengiyê dewam kir, gelo dê çarenûsa Kurdan di sedsala bê û pêşerojê de çawa be?
Hikumetên Iraqê û Sûriyê û raya giştî ya cîhanê li hemberî binpêkirin û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, bêdeng in. Ev yek nîşan dide ku heke gelê Kurd hebûna xwe îspat nekir, dê piştgiriya raya giştî ya cîhanê negire.
Ez dikarim bêjim ku, li hemberî rewşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedana Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî me heta astekê karîbû raya giştî ya cîhanê bikişandina aliyê xwe. Me ji cîhanê re îspat kir ku dê gelê Kurd gavan paşde navêje. Em hewl didin destkeftiyên me bi dest xistine, mayînde bikin.
Lê belê li hemberî êrişên li dijî Heftenînê û gundên Başûrê Kurdistanê, bêdengî heye. Dewleta Tirk a dagirker bêyî ku hikumeta Iraqê û hikumeta Başûr sînorekî jê re deynin, bi dehan baregehên leşkerî ava kir.

Li Sûriyê jî, di demekê de ku divê hikumeta Sûriyê li hemberî binpêkirin û dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re helwesteke cidî bigire, li dijî gelê Kurd lîstokan pêk tîne û wekî hikumeta Iraqê hewl dide peymanan bi dewletên dagirker re îmze bike.
Sedsala 21`emîn sedsala azadiya gelan e. Lê belê di heman demê de zihniyeta baviksalar di kesayeta dewleta Tirk de dixwaze desthilata xwe li ser hesabê milk û destkeftiyên gelan ava bike.

Ji lewra, heke Kurd çarenûsa xwe di vê qonaxê de diyar nekin, dê di pêşerojê de nikaribin wê yekê bikin. Divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt xwe bi rêxistin bikin û li dor yekitiya netewî kom bibin. Bi yekitiyê em karibin dagirkeriya Tirk ku xeteriyê li ser hebûna gelê Kurd ava dike, tune bikin.
Bi navê gelên Rojava û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê em ê ji bo azadiya Rêber Ocalan û parastina destkeftiyên xwe li Rojava, her tiştê dikeve ser milê me bikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 189 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 19-04-2025
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-09-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 30-11-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 189 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.625 çirke!