Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,123
Wêne
  124,145
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  125,959
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
Mezlûm Ebdî: Divê em destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#Mezlûm Ebdî# : Divê em destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
Reportaj Summay

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji ANHA’yê re axivî û got “Armanca sereke ya dewleta Tirk ew bû ku xaka me dagir bike û bike Tirk. Ev êrişên dagirkeriyê jî bi destê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê pêk anîn ku ji çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê berhev kirine û ew jî di nava lîsteya terorê de ne.” Di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re salek derbas bû. Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku di wê salê de sûcên çeteyan ên dagirkerî, guhertina demografiyê, asîmîlasyon û hwd baş hatine dîtin û bang li sazî û hêzên navneteweyî kir ku divê bikevin nava hewldanan.
Ebdî bal kişand ser peymanên bi DYA û Rûsyayê re yên di pêvajoya dagirkirina herêmên navborî de û diyar kir ku ew dewlet berpirsyariya xwe bi cih naynin û ji DYA û Rûsyayê xwest ku berpirsyariya ji ber garantoriyê dikeve ser milê wan, pêk bînin.

Mezlûm Ebdî der barê dagirkirineke nû ya muhtemel de jî got: “Çi dema ku dewleta Tirk firsend dît, bêguman dê êrişeke dagirkeriyê ya berfireh bide destpêkirin. Lewma jî divê em ji aliye siyasî, leşkerî û têkoşîn û azadiya civakî de amade bin. A niha em xurt in, ew jî qels in. Hem hevsengî û hêzên navneteweyî û herêmî li gel me ne. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk hema wisa li gorî dilê xwe nikare dagir bike. Heke bixwaze vê yekê bike jî, dê fatureya vê ji bo hemû hêzên li vê derê pir giran be.”
Ebdî got yekitiya gelên herêmê roj bi roj xurttir dibe û aliyên ku dixwazin vê têk bibin jî tu encamê bi dest naxin. Ebdî mînaka Dêrazorê da û destnîşan kir ku di encama suîqastên li dijî şêxên eşîran de gel li dor QSD’ê û Rêveberiya Xweser kom bû û got: “Gelên herêmê bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer kir. Di serî de gelê Ereb û gelên herêmê dît ku pêşeroja wan di Rêveberiya Xweser de ye.”
Der barê hevdîtinên PYNK û ENKS’ê de Mezlûm Ebdî got wek QSD garantoriya hevdîtinan dikin û hevdîtin erênî ne û bawer dike ku bi demê re dê yekitiyeke mayînde pêk bê.
Hevpeyvîna me ya bi fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re wiha ye:

‘DEWLETA TIRK BAJARÊN KU DAGIR KIRINE JI BO DERBASBÛNÊ BI KAR TÎNE’
Di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re salek derbas bû. Bûyerên di vê sala derbasbûyî de pêk hatine, hûn çawa dinirxînin?
Ev sala ku di ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re derbas bûye, nîşan da ku hincetên dagirkirinê pêş in û armanca sereke dagirkirina herêmê ye. Her wiha hate dîtin ku hewl dide polîtîkaya tirkkirinê li herêmê pêk bîne û komên girêdayî xwe çêdike. Ev êrişên dagirkeriyê bi destê bermahiyên çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê ku di lîsteya terorê de ne, pêk ahtin. Dagirkeriya xwe ya li ser van herêman ji bo dagirkirina herêmên din bi kar tîne. Gelek kes birin Lîbyayê da ku di şerê li wê derê de bidin şerkirin. Bi heman armancê birin Azerbêcanê jî. Kurt û kurmancî armancên veşartî yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me hebûn û di vê sala derbasbûyî de ew armancan wê jî derketin holê.
Beriya êrişên dagirkeriyê we bi hêzên navneteweyî re peymanek çêkiribû, çima rîayet li wê peymanenê nehate kirin, çima DYA’yê wê demê tercîheke wisa kir?
Heke mirov vê rewşê wiha binirxîne dê çêtir be; wê demê ji bo astengkirina êrişan hinek hewldan hebûn. Me heman hewldan kirin. Ji bo ku gelê me nebe qurbaniyê êrişeke dagirkirinê hewldanên me yên navneteweyî hebûn. Heta ew hewldan wek tifaqê hatin meşandin. DYA jî di nav de hebû. Hinek pêşketin jî çêbûn. Ji bo ku şerek çênebe, çi ji destê me hat, me kir. Konsensusek jî derkete holê. Her çend têra xwe negihaştibe encamekê jî bi qismî kete meriyete. Me peywira xwe bi cih anî. Lê di dawiyê de dewleta Tirk li ber çavê tevahiya cîhanê di serî de dest bi gefan kir û piştre jî êriş kir.
DYA ku dewleta garantor bû û ji bo peymanên ewlehiyê bûbû navbeynkar, li gorî berpirsyariya xwe tev negeriya. Di serî de hinek hewldanên DYA’yê çêbûn, bi dewleta Tirk re hinek lihevkirin çêkirin. Lê belê dewleta Tirk hemû sozên xwe dan aliyekî û êriş kir. Di vê rewşê de divê helwesteke xurt a DYA û dewletên Koalîsyonê li dijî êrişan hebûya. Qet nebe dibe li hewldanên xwe xwedî derketana, lê ev yek nekirin. Di encamê de berjewendiyên xwe ji xwe re kirin palpişt û li hemberî êrişên dewleta Tirk nesekinîn. Berevajî wê, hêzên xwe ji herêmê kişandin.
Divê DYA li biryara xwe xwedî derketa. Divê pêşî li vê êrişê bigirtana. Divê biryareke cidî têkildarî vê mijarê hebûya. Her wekî mi got; berjewendiyên xwe yên sîstematîk derxistin pêş û pêşî li êrişên dewleta Tirk negirtin. Di wê pêvajoyê de me jî daxuyanî dan û diyar kir ku ew biryar şaş in. Me li ser vê xakê li dijî terorê bi hev re têkoşîn dimeşand. Me got ev biryar derbeyeke giran li têkoşîna li dijî terorê dide. Ev sala ku di ser dagirkeriyê re derbas bûye jî nîşan dide bê ka em çi qas mafdar bûn.

Piştî dagirkirina hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek dan û standin û lihevkirin çêbûn. Lê dîsa jî êrişên dewleta Tirk nesekinîn û di van rojên dawîn de jî zêde bûne. Divê mirov çawa li van êrişan binêre?
Em vê rewşê her tim ji hêzên navneteweyî re jî vedibêjin. Di navbara Tirkiye û dewletên garantor de peyman çêbûn. Jixwe em di van peymanan de tune bûn. Di navbera DYA û Tirkiyê de li Stenbolê di 17’ê Cotmehê de, di 23’yê Cotmehê de jî li Soçîyê bi Rûsyayê re peyman îmze kirin. Li gorî wan peyamana divê her du alî jî li gorî peyamanan tev bigeriyana. Li gorî peymanan divê bi demografiya herêmê nehata lîstin. Divê xwe têkilî gelê herêmê nekin. Divê hebûna gelê herêmê nekeve xetereyê. Divê li hemberî sûcên xwe, bi xwe bisekine. Lê mixabin sûcên çeteyên dewleta Tirk ên li herêmê mubah dibînin. Dewleta Tirk li gorî peymanan divê bi xwe li dijî van sûcan derkeve lê pêşî li van sûcan vedike û teşwîq dike. Heta orgnîzasyona wan sûcan dike. Heke dewleta Tirk bi xwe organîzasyona wan sûcan nekira, ew çeteyên girêdayî wê, nedikarî tiştekî bikin. Ji ber vê yekê di her firsendekê de em tînin ser ziman ku dewleta Tirk li gorî peymanên ku îmze kirine, tev nagere.
Di demên dawîn de ne bi têne li herêmên ku dagir kirine, li ser xeta sînor jî li dijî herêmên me êrişan pêk tînin. Sivîlan digirin, îşkenceyê lê dikin û dikujin. Helbet ev encameke siyaseta giştî ye û pirsgirêkeke cidî ye. Li hemberî vê yekê divê dewletên garantor bibin xwedî helwest û êrişan bisekinînin.
Yanî helwesta wan dewletên navborî dihêle ku dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê pêk bîne?

Ev rastiyek e; DYA û Rûsyayê berpirsyariyên peymanên li Stenbol û Soçiyê pêk neanîn. Em vê yekê her tim tînin ser ziman û rexne jî dikin. Dewleta Tirk bi domdarî hem li ser sozên xwe nasekine hem jî li gorî peymanan tev nagere. Helwesta her du dewletan a li dijî dewleta Tirk jî bi tene di asta pêşniyaran de dimîne. Lê belê divê ew dewlet helwesteke xurt nîşan bidin û divê vê yekê di pratîkê de jî nîşan bidin. Ji ber ku dewleta Tirk sivîl û siyasetmedarên herêmê dike hedef. Saziyên navneteweyî jî ev yek tespît û belge kir. Ji ber ku li dijî dewleta Tirk helwesteke xurt pêk nayê, dewleta Tirk û çeteyên wê bi domdarî êriş dikin. Bo nimûne, ji ber ku helwesteke xurt tune bû, di pêvajoya karantînaya vîrusa koronayê de dewleta Tirk û çeteyên wê bi ser Hesekê de ku milyonek şêniyên wê hene, av birî. Lê dîsa jî helwesta li dijî dewleta Tirk bi tenê di asta pêşniyaran de dimîne. Lê divê helwesteke hişk hebe û divê çavên dewleta Tirk bitirsîne da ku careke din van sûcan pêk neyne.

‘DEWLETA TIRK DESTKEFTIYÊN KURDAN DIKE HEDEF’
Îhtîmal heye ku êrişeke nû ya dagirkeriyê çêbe? Di rewşeke wisa de li herêmê hevsengiyên çawa dê çêbin û dê rûdanên çawa pêk bên?
Niha du rewş hene, divê em wan ji hev cuda bikin. Her tim armanceke dewleta Tirk heye ku êrişeke mezintir bike. Ne wekî ku propaganadaye wê tê kirin; ji ber ku li vir hin dijminên dewleta Tirk hene, êriş nake. Ev dereweke mezin e. Derdê esas ê dewleta Tirk gelê Kurd e. Bi tu awayî naxwazin Kurd li vir bibin xwedî statu. Dewleta Tirk tehemulî mafekî herî biçûk ê gelê Kurd jî nake. Dewleta Tirk her tim dibêje “Me xetayeke mezin kir ku me hişt Kurd dli Başûrê Kurdistanê bibin xwedî statu, em ê vê xetayê li wê derê dubare nekin.” Hêj di sala 2011’an de ev yek digotin. Bi awayekî aşkera ev gotin. Îro jî di çarçoveya vê siyaeteê de hewldanên xwe dikin. Lewma jî heke ji dest bê dê hema sibê êriş bike. Bi tu awayî dewleta Tirk dev ji armanca xwe ya dagirkirina vê herêmê bernedaye. Dema ku ev der dagir kir, bi tenê pêşî li statuya Kurdan nagire, her wiha ji bo siyaseta xwe ya derve jî bi kar tîne û dê bi kar bîne jî. Çeteyên ku dişîne Lîbya û Azerbêcanê, ji vê derê dişîne. Dagir dike, mirovan bi rêxistin dike û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lewma jî divê haya me ji yekê hebe û em her tim bergiriyên xwe bigirin.
Lê divê ev jî bê zanîn; dewleta Tirk ne xwedî wê hêzê ye ku çi tişta bixwaze, dikare bike. Dibe ku wisa nîşan bidin lê rastî ne wisa ye. Pirsgirêkên wê yên pir giran hene. Di hundir de pirsgirêkên wê yên mezin hene. Heke îro êriş pêk tên jî, ne ji ber xurtbûna wê ye, berevajî wê, ji ber qelsiya wê ye. Dewleta Tirk li vê herêmê hema wisa her tişta ku dixwaze, nikare bike. Hem hevsengiyên herêmî vê yekê nahêlin, hem jî amadehiyên me yên dîplomatîk, siyasî, leşkerî destûrê nadin vê yekê. Heke bê pirsîn ku dewleta Tirk dê dîsa êriş bike yan na; belê, çi dema dewleta Tirk firsend dît, dê êriş bike lê ew qas jî hêsan nabe.
Piştî salekê ji dagirkrina Serêkaniyê û Girê Spî dewleta Tirk êdî ji berê gelekî qelstir e. Di siyaseta derve de jî qels e û êdî gelê Sûriyê jî wekî berê wê qebûl nake. Ji ber ku her kesî dît ku her êrişeke dewleta Tirk bi xwe re karesatên çawa tîne. Herî baş jî gelê Sûriyê dizane ku ji êrişan zirarê dibîne. Ji ber vê yekê jî li gorî berê hêza êrişkirinê ya dewleta Tirk kêm bûye. Teqez dê dewleta Tirk bixwaze êrişeke din li herêmê bike lê belê ev dê ew qas jî hêsan nebe.

‘QSD Û RÊVEBERIYA XWESER GELEKÎ XURTTIR IN’
Yek jî beriya dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî peymanên navneteweyî tune bûn lê niha hene. Hem hêzên Koalîsyonê hem jî yên Rûsyayê yên li herêmê, ji ber wan peymanan berpirsyariyên xwe hene. Divê van berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Helbet em jî hem ji aliyê leşkerî ve hem jî wek Rêveberiya Xweser ji berê gelekî xurttir in. Îro desteka gelên cîhanê û hêzên navneteweyî ya didin me, ji berê gelekî zêdetir e. Hem gelên cîhanê, hem hêzên navneteweyî hem jî dostên me yên ku têkiliyên me yên xurt pê re hene, gelekî baştir pê dizanin ku doza me mafdar e û bi edalet e. Her wiha wan tevan jî dît ku dê êriş bi xwe re karesatên çawa bînin. Lewma jî em ji berê xurttir lê ew qelstir in. Ev jî derfetên berê yên êrişê kêm dike.
Ya herî girîng jî heke em wek QSD, Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyariyên xwe çêtir pêk bînin û xwe bi rêxistin bikin, wê demê dê qet jî ne hêsan be ku dewleta Tirk êrişî me bike.

‘EM Ê YEKITIYA GELÊN KURD Û EREB BIPARÊZIN’
Em dizanin her tim hewl didin li herêmê tevliheviyê derxin. Carinan heta suîqast jî çêdibin. Ev êriş û helwesta gelê herêmê ya li dijî vê divê çawa bên dîtin?
Ne tenê dewleta Tirk, hemû dewlet û aliyên ku naxwazin em li vê derê bibin xwedî statu û derdorên ku temehulî me nakin, hewl didin di nava gelê herêmê de fitneyê derxin. Nemaze vê yekê dixwazin di nava Kurd Ereban de pêk bînin. Divê mirov aşkera bibêje; rejîma Sûriyê hewl dide gelê Ereb li dijî Kurdan sor bike. Dewleta Tirk ji roja destpêkê ve vê yekê dike. Me ev yek li Reqa, Dêrazor û Hesekê jî dît.
Hem rejîma Sûriyê hem jî dewleta Tirk, dema ku hêviyên xwe yên dagirkirina herêmê bi rêya leşkerî winda kirin, dest bi derxistina van fitneyan kirin. Helbet beriya Kurdan gelê Ereb li dijî vê yekê sekinî û dê bisekine jî. Ji ber ku gelê Ereb û gelên din jî dît ku pêşeroja wan di nava QSD û Rêveberiya Xweser de ye. Ev rastî di dema azadkirian herêmên wan de jî, di xebatên siyasî û leşkerî yên li herêmên xwe de jî dîtin. Ji bo azadkirina vê xakê xwîna gelên Kurd û Ereb tevlihev bû, bi hev re xwîna xwe rijandin.

‘JI BO AZADKIRINA XAKA ME, XWÎNA ME BI HEV RE HERIKÎ’
Di pêvajoya derbasbûyî de di nava QSD’ê de nêzî 4 hezar şervanên Ereb şehîd bûn. Ev hejmareke kêm nîn e. Di têkoşîna li dijî çeteyan de di navbera gelan de têkiliyeke xwînê çêbû. Tu kes nikare bi hêsanî van rûdanan ji bîr bike. Lewma hewldanên derxistina fitneyê di nava gelên herêmê de jî, pûç bûn. Helwesta gelên herêmê ya li hemberî vê yekê têra xwe net bû. Wek QSD û saziyên ewlekariyê jî em li pêş van aliyên ku dixwest vê yekê bikin, sekinîn. Kesên li dijî gel sûc kirine, kesên sivîl kuştine, me ew girtin û ew jî li xwe mikur hatin. Gelê herêmê jî dibîne ku kî li paş bûyerên kuştinê ye û hewldanên fitneyê ji hêla kê ve pêk tên.
Gelên Girê Spî, Serêkanyê û Efrînê tu carî qebûl nekir ku xaka wan di bin dagirkeriyê de bimîne. Nikarin qebûl bikin ku hinekên din xaka wan dagir bikin. Tevahiya gelê Girê Spî îro li Reqayê ye. Ew tu carî qebûl nakin ku xaka wan di destê dagirkeriyê de bimîne. Serêkaniyê jî bi heman şiklî ye. Beriya her kesî, gelê wan herêman dixwaze xaka wan were azadkirin. Em jî, ji destê me çi were ji bo ku ew herêm ji dagirkeriyê bên rizgarkirin û vegerin beriya dagirkeriyê, em ê bikin.

‘JÊDERA TEVAHIYA ÇETEYAN HEMAN E’
Divê êdî ev yek bê zanîn; îro yên ku herêmên me dagir kirine û zîhniyeta DAIŞ’ê heman e. Ji ber ku tev jî ji heman çavkaniyê derketine. Yên di serî de ‘Artêşa Azad’ bûn, piştre derbasî El-Nusyarê bûn, niha jî DAIŞ’in in. Dema ku DAIŞ tasfiye bû, dîsa vegeriyan û navê Artêşa Azad hildan. Taybetmendiya wan a hevpar, hêzên paramîlîter in. Lewma jî ji bo wan ferqa xwe tune ye ku li vir, li Azerbêcanê yan jî li Lîbyayê kar bikin. Ji ber ku ji bo pere dikin. Zîhniyeta wan dagirkerî ye, her tişt ji bo wan mubah e. Îro sûcên ku li herêmên dagirkerî pêk tên jî, bi çavdêrî û organîzasyona dewleta Tirk pêk tên. Ne mimkun ku ev yek bê qebûlkirin.
Çareseriya vê rewşê bi du rêyan çêdibe. Yan dê hêzên navneteweyî yên ku tev li dosyaya Sûriyê bûne û li vê derê siyasetê diemeşînin, dê berpirsyariyên xwe pêk bînin û bihêlin ku herêmên dagirkirî ji nû ve li erdnîgariya Sûriyê bên zêdekirin û gelê ku hatiye koçberkirin li xaka xwe vegere û pirsgirêkên herêmê bi rêya siyasetê werin çareserkirin. An jî ew herêmên dagirkirî dê ji aliyê xwediyên wan ve bên azadkirin. Ji van her du rêyan dê yek pêk bê.
Em wek QSD ji bo her du rêyan jî xebatên xwe didomînin. Em hewl didin li gel hêzên navneteweyî yên ku em pê re dixebitin, rêyekê peyda bikin û dagirkeran ji herêmên dagirkirî derxin û gel li herêmên wan vegerînin.

‘TU FERQA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê Û YÊN LI SERÊKANIYÊ TUNE YE’
Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên ku dagir kirine herî zêde jin û zarokan dikin hedef. Di çapemeniyê de jî gelek caran derket ku li wan deveran jin hatine revandin û îşkence lê hatiye kirin. Heman kiryar di dema DAIŞ’ê de li Reqa û herêmên din jî çêbûbûn. Divê mirov vê yekê çawa binirxîne?
Tu ferqa çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên li Serêkaniyê û Girê Spî tune ye. Feraseta wan çeteyên ku ji welatên cuda hatine û ya DAIŞ’ê heman e. Ji wan gelek çeteyên berê yên DAIŞ’yê ne. Çeteyên DAIŞ’ê bûn Artêşa Azad û niha jî navên din bi kar tînin. Dema ku DAIŞ li herêmê qels bû, wan çeteyan ji nû ve navên çeteyên Artêşa Azad hildan. Ji ber ku feraseta wan heman e, ji wan re ne xem e ku navê wan biguhere. Ji bo pere vî karî dikin. Lewma jî êrişên xwe li vir, li Azerbêcanê û li Lîbyayê pêk tînin. Feraseta van çeteyan û yên ku destekê didin wan, feraseteke dagirker e. Çete ji bo berjewendiyên xwe her tiştî mubah dibînin.
Em şaş nabin ku tiştên berê DAIŞ’ê dikirin, niha ew çete dikin. Lê ew sûcên wiha teqez nayên qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de du rê li ber me hene; yan hêzên ku hewl didin pirsgirêka Sûriyê bi rêyên siyasî çareser bikin dê berpirsyariya xwe bi cih bînin û ew herêm dê wek parçeyekî Sûriyê bên nasîn, gelê wê herêmê li xaka xwe vegere. Yan jî ev herêm bi destê kesên ku vê xakê diparêzin, dê werin azadkirin.
Em wek QSD ji bo van her du vebijêrkan jî xebatên xwe dimeşînin. Di vê çarçoveyê de li gel hêzên navneteweyî yên ku em pê re dixebitin, ji bo ku ji wan herêman re çareseriyeke siyasî peyda bibe, hevdîtinên xwe didomînin. Armanca me ew e ku gelê me bi awayekî ewle li herêmên xwe vegere. Ji bo azadkirina van herêman wek QSD em amadehiyên xwe demdirêj didomînin. Êdî li vê xakê hêzên navneteweyî jî aktîf in. Ji bo azadkirina herêmên dagirkirî divê hevsengiyên siyasî çêbin. Dema ku hevsengiyên siyasî jî musaît bûn, em ê wan herêman jî azad bikin û bidin xwediyên wan.

‘RAPORA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ERÊNÎ YE LÊ KÊM E’
Di pêvajoya dagirkirinê de Neteweyên Yekbûyî li hemberî qirkirin û sûcên şer bê deng ma lê dûre raporek amade kir û bi belgeyan îşaret pê kir ku mal tên talankirin, îşkence li zarokan tê kirin û tecawiz li jinan tê kirin. Ji bo ku ew sûcên di raporê de careke din dubare nebin NY dikare bi roleke çawa rabe?
Rapora ku Neteweyên Yekbûyî (NY) amade kiriye, min jî xwend. Xalên wê raporê bi tene aliyekî rastiyê nîşan didin. Rastî pir ji wê zêdetir e. Lê dîsa jî em vê raporê erênî dibînin. Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin belgekirin. Ev pêngaveke baş e lê bi tena serê xwe kêm e.
Divê hesab ji kesên ev sûc pêk anîne, were pirsîn. Divê helwestek diyar bibe. Divê hesab jê were xwestin û herî kêm bi qasî NY’yê divê dewletên têkildarî pirrsgirêkê jî bibin xwedî helwesteke siyasî. Di vî warî de jî li gorî berê mirov dikare bibêje ku pêşketin hene. Dengên ku siyaseta dewleta Tirk rexne dikin û li dijî sûcên wê derdikevin, êdî xurttir derdikevin. Rapora NY’yê îşaretê bi pêşketinekê dike. Lê ji bo ku hesab jê were pirsîn, divê em û dostên me zêdetir zextê li wan hêzan bikin da ku ev yek pêk bê.

‘WEK QSD LI SER SÎNORÊ BAŞÛR EM LI SER POZÎSYONA XWE YA BERÊ NE’
Li ser herêmên sînor hin baregehên nû tên çêkirin. Armanca ji vê yekê çi ye?
Rast e ku hêzên leşkerî li hin herêman baregehan çêdikin. A rast divê li gorî peymanên heyî wisa nebûya. Lê heke sewqiyata hêzan tê kirin, ev nîşaneya niyetên din e. Di esasê xwe de parçeyekî dagirkeriyê ye. Çêkirina sînoran di nava sînoran de ye. Dixwazin guherîna demografiyê pêk bînin. Hesaban dikin ku li derveyî Sûriyê pergalekê çêkin. Ev yek jî nayê qebûlkirin.
Têkildarî sewqiyata leşkerî ya li ser sînorê Başûr nirxandina we çi ye?
Qet hewce nake ku di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de sînor û baregehên wiha hebin. Em wek QSD beriya 8 salan di kîjan pozîsyonê de bin, îro pozîsyona me heman e. Me tu carî hewcedarî pê nedît ku li ser xeta sînor hêzên xwe û bergiriyan zêde bikin. Carinan dibe ku li dijî qaçaxçîtiyê bergirî hebin. Lê me tu wateyek nedaye wan bergiriyan û ne gaveke rast e. Divê sînorên me yên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de normal bin.

‘ENCAMÊN HEVDÎTINAN DIKARIN ÇARENÛSA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DIYAR BIKIN’
Pêkhatina yekitiyê li Rojava, dê bandoreke çawa hem li tevahiya Kurdistanê hem jî li Rojava bike û ji bo têkbirina êrişên dagirkeriyê û azadkirina herêmên dagirkeriyê dê bandora wê çawa be?
Em wek QSD garantorên hevdîtinên her du aliyan in. Em hevdîtinên aliyan bi DYA’yê re berdewam dikin. Hevdîtinên PYNK û ENKS’ê heta niha bi awayekî erênî berdewam dikin. Her du aliayn di warê siyasî de li hev kir. Her du alî jî li ser siyaseta ku dê li herêmên dagirkirî bê meşandin, mutabiq in. Ev rewşeke erênî ye. Diyar dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne û wan êrişan qebûl nakin.
Dîsa her du alî jî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin wek herêmên dagirkirî pênase dikin. Ji bo ku ew herêm werin azadkirin û bibin parçeyekî Sûriyê, lihevkirî ne. Em bawer dikin ku dê ew hevdîtin serkeftî bin û encamek jê derkeve. Encama ku ji van hevdîtinan derkeve dê bandoreke baş li azadkirina herêmên dagirkirî bike. Divê helwesta Kurdan a têkildarî vê mijarê yek be û lewma jî bandora wan a li ser hêzên navneteweyî dê xurttir be.

‘DI HEVDÎTINÊN YEKITIYÊ DE GAVÊN DÎROKÎ Û ERÊNÎ TÊN AVÊTIN’
Ji bo hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS’ê de cenabê te jî bi berpirsyariyeke mezin rabû. Ew pêvajo dikare xwe bigihîne peymaneke mayînde? Divê aliyên vê pêvajoyê çi bikin?
Di vê pêvajoyê de pêkhatina hevdîtinên yekitiya neteweyî ya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, girîngiyeke xwe ya dîrokî heye. Wek QSD me jî dît ku ev pêwîstiyek e û me bi aliyan re hevdîtin pêk anîn.
Di vê mijarê de em bi DYA’yê re garantoriya xwe didomînin. Pêvajo erênî ye lê hêdî dimeşe. Di hinek mijaran de hevdîtinên demdirêj çêdibin û nîqaş tên kirin. Ji ber ku her du alî dixwazin ku peymanên ku çêdibin, divê di pratîkê de jî pêk bên. Dixwazin her tiştî net bikin. A rast ev jî rewşeke erênî ye. Em dikarin bibêjin ku heta niha di hin mijarên sereke de lihevkirin çêbûye. Wek aliyên garantor em bawer dikin ku dê ev hevdîtin bi peymaneke dîrokî bi encam bibin. Ev peyman dê demdirêj be û mayînde be. Dê li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser tevahiya Sûriye û Kurdan bandoreke erênî çêke. Dostên me û hêzên navneteweyî û gelê me yê ku destekê didin van hevdîtinan, divê helwesta xwe berpêş bikin. Divê zêdetir destekê bidin vê pêvajoyê da ku encamek jê derkeve.

‘DEWLETA TIRK HEWL DIDE TOLA KOBANÊ JI HDP’Ê HILDE’
Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê têkildarî 82 rêveber, parlamenter û hevşaredarên HDP’ê biryara girtinê derxist. Çima navê “Operasyona Kobanê” li vê êrişê kirin?
Dewleta Tirk baş dizane ku çarenûsa gelê Kurd li her çar parçeyan girêdayî hev e. Dema ku gelê Kurd li cihekî xurt bû, ev serkeftin li parçeyên din jî xwe nîşan dide. Lewma jî li Bakurê Kurdistanê mezinbûna HDP’ê, ji bo şoreşa Rojava jî destekek bû. Di şerê Kobanê de desteka herî mezin ji Bakurê Kurdistanê û linge vê siyasî HDP’ê hat. Lewma em careke din wek şervanên azadiyê yên li Rojavayê Kurdistanê spasiyên xwe pêşkêşî gelê Bakur û nûnerên wan ên siyasî dikin. Di wê pêvajoyê de ji bo serkeftina Kobanê bi roleke girîng rabûn û gelek şehîd jî dan.
Hikumeta AKP’ê dixwaze tolê ji helwesta HDP’ê ya Kobanê hilde. Nedixwestin Kobanê bi ser bikeve û bi vî awayî dixwazin tolê jê hildin. AKP’ê dixwest berxwedana Kobanê têk biçe û ev yek gelek caran di daxuyaniyên xwe de aşkera kir. Gelê her çar parçeyên Kurdistanê û nemaze gelê Bakur ji bo serkeftina berxwedana Kobanê bigihêje serkeftinê, kedeke mezin da. Dewleta Tirk dixwaze tola vê hilde. Em bawer dikin ku heke HDP’ê heta niha gelek caran polîtîkayên dewleta Tirk ên înkar û qirkirinê têk birine, dê dîsa bi berxwedana xwe van êrişan jî têk bibe û xwe xurttir bike.

‘DIJMINÊN ME JI BER KU QELS IN, ÊRIŞ DIKIN’
Çavê tevahiya gelên cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Wek fermandarê giştî yê QSD’ê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya gelên cîhanê peyameke cenabê te heye?
Beriya her tiştî em dixwazin ji gelê xwe re bibêjin; em di gelek qonaxên dijwar re derbsa bûn û heta niha me nêzî 12 hezar şehîd dan. Ji 25 hezarî zêdetir birîndarên me hene. Me li hemberî her kesî li ber xwe da, em tê koşiyan. Me li hemberî siyaseta şovenîst û faşîst a rejîma Sûriyê li ber xwe da, li dijî çeteyên dewleta Tirk li ber xwe da. Dîsa li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re me têkoşîneke mezin meşand. Em têkoşîna li dijî êrişên dagirkeriyê berdewam dikin.
Di demên pêş de dibe ku em bi zehmetiyên mezintir re jî rû bi rû bimînin. Lê em ji berê gelekî xurttir in. Dijminên me ji berê qelstir in. Heke êrişên dijminan îro jî dewam dikin, ev ne ji ber xurtbûna wan e, ji ber qelsbûna wan e.
Hêzên ku di şerê Sûriyê de cih digirin di pêvajoya dawîn de ji bo ku destkeftiyên xwe mayînde bikin, hemleyan pêk tînin. Em jî wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketin pêvajoyeke nû. Meh û salên li pêş me ji bo me dîrokî ne. Em ê encama têkoşîna xwe ya 9 salan a li Sûriyê bi dest bixin. Ji bo gelê Kurd jî ev dê bibe encama têkoşîna 40 salan. Dema vê hatiye û ji bo vê hêviya me jî divê xurt be. Divê em di vê pêvajoyê de xebatên xwe xurttir bikin da ku em xwe bigihînin armancên xwe. Em bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û bi hêzên xwe yên leşkerî û bi gelên vê erdnîgariyê re xwedî projeyên girîng in. Em ne bê siyaset in. Projeyên me yên leşkerî û siyasî hene. Divê ev proje bi cih werin. Dema ku me ew proje pêk anîn jî em ê bi ser bikevin.

‘DIVÊ EM DESTKEFTIYÊN XWE BI SERKEFTINÊ TACÎDAR BIKIN’
Hevdîtinên yekitiyê yên Kurdan ên li Rojava, her wiha xebatên ku em ji bo pêkvejiyana gelan li herêmê dimeşînin û ya herî girîng jî yekrêziya gelên Kurd û Ereb û destkeftiyên aborî, başkirina pergala me ya rêveberiyê û pêşvebirina wê û plan û projeyên me hene. Divê em vê bi pêş bixin. Divê gelên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî destekeke zêdetir bidin projeyên me. Divê gelê me li destkeftiyên me xwedî derkeve û destkeftiyên xwe yên 9 salan bi serkeftinê tacîdar bike.
Hêzên ku em pê re li dijî terorê têkoşînê dimeşînin, dikarin ji niha ve desteka xwe zêdetir bikin. Em dikarin pozîsyona xwe ya tifaqê jî xurt bikin. Divê em bizanin ku teror hê jî xilas nebûye û têkoşîna me dewam dike. Divê dostên me di vê têkoşînê de desteka xwe bidomînin û zêdetir bikin. Xebatên me yên leşkerî û siyasî yên li ser vê xakê dimeşînin, heke bigihêjin serkeftinê, dê feydeya xwe ji wan re jî hebe. Lê belê heke bi paş bikevin, zirara herî mezin jî dê li wan bibe. Ji ber vê yekê jî divê zêdetir destekê bidin têkoşîna li herêmê.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 373 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 19-04-2025
Gotarên Girêdayî: 8
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 14-10-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 373 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 2.266 çirke!