JI CEJNÊN ÊZIDIYA “CEJNA BATIZMIYÊ”
Di civaka
ÊzidîÊzidî de hêjmarekî mezin yê Cêjin(cejin) û Helkeftan heye. Ev pir hêjmariya Cejin û Helkeftan di heman demê de kevinbûn û dewlemendiya baweriya Êzidî jî dide diyar kirin. Cejin rê û rismeke serekeye di baweriya Êzidiya de. Her cejnek cihekî xwe yê taybet û girîng heye. Piraniya van Cejnan xwedî Qerekterekî (Felsefî, Olî û Gelêrî) ne. Li gor her Cejnekê Qerekterek an zêdetir li pêş e. Her wisa piranaya Cejnên Êzidiya bi Xweza, Çerix û Felekê(Astronomî) ve girêdayî ne. Ew jî ji ber ku baweriya Êzidiya di cewherê xwe de baweriyeke Xweza perest e. Êzidî her guhartin û veguhartineke ku di Xweza an Çerix û Felekê, Stêrnasî(Astronomî) de çêdibe, bi rê û rismeke taybet pêşwazî dikin. Dîroka hinek Cejna ji vana dizivire beriya çend hezar sal. Di derbarê van Cejnan de gelek nêrînên cur bi cur û ziraviyên kûr û berfireh hene. Lê emê bi kurtasî di derbarê van Cejnan de hinek tiştan bibêjin.
CEJNA BATIZMÎ
Cejna Pîranî an Pîrê Alî(Arî). Li gor baweriya Êzidiya Pîrê Alî Tawisî Melek e. Li ser vê Cejnê gelek çîrok hene. Her wisa ev Cejin xwedî Mîtolojiyeke taybet e. Ev Mîtolojî li derdora Qeraçê Daska û Nisêbînê qewimiye. Em naxwazin bikevin nav ziraviyên Mîtolojiyê de.
Her wisa ev yek ji Cejnên Êzidiye yên herî kevin e. Bi taybet ji aliyê êla Çêlka û her kesekî xwadanê wî Pîrê Alî be ve tê pîroz kirin. Wekî din jî ji malbat, êlên cida bi van rê û risman radibin û Cejnê çêdikin, weke Mamila…hwd. Ev Cejin tevî rê û rismên xwe heftiyekê dewam dikin, ji dawiya kanûna yekê heyanî destpêka Çile dewam dike.
HINEK SEMBOL Û RÊ Û RISMÊN VÊ CEJNÊ
Cilşo ji roja yekê ya vê rê û rismê re tê gotin. Her malbat an kesê ku vê Cejnê bike, divê xwe, mal û derdora xwe hemûyê paqij bike an jî nû bike. Ev jî ji bo berhev kirin û pêşwazî kirina Cejnê ye. Her wisa xelik di vê rojê de serdana malên Çêlka û malbatên din ku vê Cejnê çêdikin dike. Hevîr tirşê Pîrê Alî jê re dibin. Ji ber ku ev malbat di heftiya Cejnê de nanê normal çênakin, tinê Sewikên pîroz çê dikin.
• ÇİRAYÊ PÎRÊ ALÎ : Ku jê re Guhçek jî tê gotin. Ji destpêka Cejnê yanî roja yekem heya roja dawî ev Çira her roj tê vêxist in. Yanî beriya roj hilbê tê vêxistin û pêşwaziya rojê tê kirin, heya roj diçe ava. Hinek heya nîvê şevê vêxistî dihêlin û hinek wê heftiyê yekcar venamirîn in.
ROJÎGİRTIN : Ji bo pîrê Alî an Arî di rojên (dişem, sêşem û çarşem)de Rojî tên girt in.
CEJİN : Rojên pêşem û îniyê jî dikin Cejin. Siharê serdana mizarên miriya tê kirin. Xelik serdana hevdu dikin û diçin Cejnên hev.
SEWİK : Sewikên Pîrê Alî. Nanekî taybet û pîroz e. Bi destê kevaniyên malê tê çêkirin, bi hevîr tirşê ku ji aliyê derdora ve ji wan re hatiye. Heya ku Cejin xelas nebe tinê Sewik tên çêkirin.
SİMAT : Xwarneke Olî ya taybet e. Ji genim, nehik û perçeyên goşt pêk tê. Ev xwarin li roja pêşemê jî weke rê û risman tê çêkirin û li mêhvan û cînarên gund tê belav kirin.
PARÎ : Ji heft perçeyên goşt yên ku tên hilgirtin re, dema ku serbir (pez an golik) tê serjîkirin re tê gotin.
XEWRE : Xewre wata xwe Roj e. Ev nanekî stûr, taybet û pîroz e ji (ar, kuncî û hêkên mirîşka)tê çêkirin. Ew jî girover e ku di wateya Rojê de tê û ew jî tê neqişandin, bi rengekî çargoşe, an çar alî di wateya çar demsalî û tîrêjên rojên…hwd de. Ev Xewre tinê ji aliyê Bûzera ve tê çêkirin li şeva Şevberatê de. Her maleke ku vê Cejnê çêdike pariyê xwe dibe malekê ji yên Bûzera û Xewre ji bo xwe tîne. Bûzera Pîrên Pîra ne.
ŞEVBERATA XEWRA PÎRÊ ALÎ : Di roja pêşemê de Şevberat tê kirin. Di vê şevê de heya sibehî kes na nivê, serdan çêdibin û pêşwazî li mêhvanan tê kirin. Têkist û Du’ayên Olî tên rêz kirin.
KELEK : Ji kesê ku eyarê bizn an golkekî li berxwe dike re tê gotin. Li hinek cihan jê re (Qirdikê Qirdoş) tê gotin û mal bi mal digerê. • BAZİNBER – PASİMBER : Ev nav ji dezîkê ku ji rengên sipî û sor pêk tê re tê gotin. Ev Dezîk ji pembo an hiriyê bi teşiyê tê rîsan, li hev du tê badan. Di dema Cejnê de her kes dike stugra xwe an destê xwe de. Heya sala din demê Cejnê tê nû kirin, hinek kes heya ku ew bi xwe ne qetê ji dest an stugra xwe nakin. Çima rengê sipî û sor bi taybet…? Ji ber ku Êzidî wisa bawer dikin, ku rengê sor wateya Rojê dide û rengê sipî wateya Ronahiyê dide. Dîsa rengê sipî çavkaniya hemû rengaye. Êzidî wisa bawer dikin ku kesê ku vî Dezîkî li stugra xwe, an destê xwe ve girê bide tê parastin ji aliyê Pîrê Alî (Tawisî Melek) ve.
Roja dawî jî weke roja taştiya Şêhşimis tê zanîn, tevî vê rojê bi giştî dibin heşt roj.
ÇAVKANÎ :PIRTÛKA”RÛPELÊN JI DÎROKA ÊZIDYA” YA ARIF ŞINGALÎ
[1]