Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,161
Wêne
  124,131
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  126,005
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Ev der Efrîn e, ne Iskenderona ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ev der #Efrîn# e, ne Iskenderona ye
AHÎN BEREKAT

Piştî salên dirêj ji piştgiriya dewleta Tirk ji komên çeteyên DAIŞ û Nusra re, îro projeya bi wan dabû destpêkirin, bi xwe didomîne. Dixwaze bi xwe Efrîn dagir bike û ji bo vê yekê çekên NATO bikar tîne. Rûsiya jî vê gava dewleta Tirk pîroz dike. Lê gotina şervan û gelê Efrînê cûda bû, li ber xwe dan û rê nedan ne komên çete berê û ne Dewleta Tirk niha karibin bikevin Efrînê. Ev berxwedana li Efrînê ku dijî hêza duyemîn a NATO pêk het ji Tirkiyê re got “Bes e ev der Efrîn e, ne Iskenderona ye”
Ev der Efrîn e, ne Iskenderona ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî salên dirêj ji piştgiriya dewleta Tirk ji komên çeteyên DAIŞ û Nusra re, îro projeya bi wan dabû destpêkirin, bi xwe didomîne. Dixwaze bi xwe Efrîn dagir bike û ji bo vê yekê çekên NATO bikar tîne. Rûsiya jî vê gava dewleta Tirk pîroz dike. Lê gotina şervan û gelê Efrînê cûda bû, li ber xwe dan û rê nedan ne komên çete berê û ne Dewleta Tirk niha karibin bikevin Efrînê. Ev berxwedana li Efrînê ku dijî hêza duyemîn a NATO pêk het ji Tirkiyê re got “Bes e ev der Efrîn e, ne Iskenderona ye”
Bi nêzîkbûna qonaxa çareserkirina aloziya Sûriyê û dawîkirina DAIŞ û komên terorist li piraniya herêmên Sûriyê, her wiha di dema ku rola hêzên herêmî û di serî de Tirkiyê di herêmê de kêm bû, Dewleta Tirk vê bi pêkanîna komkujiyan be jî pêk bîne.
Bi rizgarkirina herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê ku bi destê QSD’ê pêk hat, ji Tirkiyê re bû astengiyek ji xewnên wan a pêkanîna serdema Osmaniyan. Lewma xwest projeya Fedraliya Demokratîk ku li herêmên Bakurê Sûriyê pêk tê, têk bibe. Ev projeya ku wê bibe riya çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ku gelekî tevlîhev bûye pêk bîne. Li ser vî esasî Tirkiya ku bi piştgiriya xwe ya bi komên terorist re tê naskirin, bi xwe destwerdan kir. Piştî piştgiriya çenda salan ji komên çete re vê carê bi xwe êrîş pêk anîn.

Ev çend sal in Efrîn ji gelek aliyan ve hatiye çemberkirin û di serî de ji aliyê dewleta Tirk û komên çete ve. Artêşa Tirk roja 20’ê çile bi çeteyên xwe ve êrîşî Efrînê kir. Navê êrîşa xwe jî kirin “Çiqilê Zeytûnan” Armanca wan ew bû ku gelê herêmê bidin koçberkirin û herêm ji niştecihên wê vala bibe, dîmografiya herêmê bidin guhertin û alîgirên xwe li wir bi cih bikin.
Sê hefte di ser êrîşên de derbas bû, gelê Efrînê li kêleka şervanên QSD’ê li dijî êrîşên Artêşa Tirk berxwedanek bê hempa nîşan didin. Artêşa Tirk beramberî vê berxwedanê nikare tu pêşketinan bidest bixe. Ev bersiveke xurt ji daxuyaniyên Erdogan ku digot ew ê êrîşeke bi lez û bi encam pêk bînin. Şêniyên Efrînê hîn jî bi hemû qehremniyê liber xwe didin û herêmên xwe diparêzin.

Çima Tirkiyê dixwaze Efrîn dagir bike?
Efrîn di aliyê cografî de pir girîng e, ji ber wê Dewleta Tirk dixwaze hebûna wê li wir hebe. Efrîn ji wan re dikeve herêmên di navbera Diri El-Firat (Bab, Ezaz û Cerblusê) parêzêgeha idlibê de, Tirkiyê dixwaze wan herêman bighîne hev, bi girtina Efrînê dixwaze çeteyên xwe bighîne hev.
-Girê Qesterê ya li navçeya Şera di ser Deriyê sînor ê Bab El-Selama ye.û di aliyê cografî de herêman dighîne hev, di heman demê de herêmên sînor ji aliyê Cerbalus a rojavayê Firatî û Derya Spî dighîne hev.
– Dewleta Tirk her wiha dixwaze li ser masê ji bo zextê li aliyan bike. Bi girtina Efrînê wê karibe parastina çeteyên xwe bike û hebûna wan li Sûriyê mayînde bike.
-Li aliyê din dixwaze sînaryoya Lîwai Iskenderona pêk bîne û herêmên Cerblus, Bab, Ezaz, Efrîn û heta Idlibê ji Sûriyê qut bike û bi ser xwe ve berde.
Di salên derbasbûyî yên şoreşa Rojava-Bakûrê de Efrîn cihê herî bi ewle bû, hêzên YPG parastina wê dikir û Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi hemû saziyên xwe ew herêm birêve dibir. Tevî hemû çembera ku li ser Efrînê pêk hate û bandora wê ya aborî Efrîn bû wargeha bi sedehazaran koçberên ji herêmên din ên Sûriyê.
Berê jî gelek caran Efrîn rastî êrîşên çeteyan dihat. Ne tenê Cizîr û Kobanê, lê belê Efrînê jî para xwe ji êrîşên çeteyan dît. Ji Ezazê êrîşî Qestelê dikirin û dixwestin bigirin.
Di heman demê de ji aliyê Cindirêsê jî êrîşî hebûn.
Di cotmeha sala 2013’an de komên çete cara yekem êrîşî Efrînê kirin, wê demê êrîş bi serkêşiya çeteyên Lîwai El-Tewhîd pêk hat. Gelê Efrînê liber xwe dan û bersiva êrîşan dan. Pişt re jî her dem êrîşên wan li ser sînorê Efrînê hebû, Artêşa Tirk jî li ser sînorê Efrînê binpêkirin dikirin. Rêxistina Mafê Mirovan 114 rewşên lêdana ku ji wan 9 mirin di sala 2014 û 2015’an de belge kirin.

Di sala 2016’an de jî êrîş dewam kir, li ser xeta sînor bi sedan darên zeytûnan hatin rakirin, her wiha leşkerên Tirk bi zanebûn welatiyên gundên sînor qetil dikirin.
Di sala 2017’an de jî Artêşa tirk 576 caran êrîşî xaka Efrînê kiriye û 204 hîktar zeviyên wan ên çandiniyê şewitand û 11 hezar û 337 darên zeytûnan hilkirin. Di heman demê de parçeyên ji xaka wê ya sînor qut kirin.
Dixwazin demografiya Efrînê biguherine
Dewleta Tirk ji bo şêniyên resen jê derbixe bi tang û leşkerên xwe li ser sînor bi cih kirin. Çeteyên xwe ji Idlibê û bermahiyên DAIŞ û El-Nusra ku ji her derê kom kirin, anîn sînorê Efrînê.

Di 20’ê Çile de êrîşî dan destpêkirin. Hemû cûreyên çekan bikaranîn, tan û çekên NATO, balafirên şer û hêzeke pir mezin xistin dewrê û bi hevkariya Cebhet El-Nusra û çeteyên wên yên li Keleha Semanê û Darit Izê bi cih bûne, êrîş pêk anîn.
Dewleta Tirk îdîa dike ku ew ê herêmeke bi ewle çêbike û derdora milyonek û nîv koçberên Sûriyê li wan herêman bi cih bike, Erdogan derbarê vê mijarê de daxuyaniyên vekirî da û da zanîn ku ew dixwaze sê milyon koçberên Sûriyê li Efrînê bi cih bike û şêniyên wê yên resen ji derbixe.
Êrîşa li ser Kobanê li Efrînê didomin
Êrîşa li ser Efrînê beşa duyemîn a êrîşa komên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê ye. Li Kobanê bi navê DAIŞ’ê êrîş pêk anîn û welatî dan koçberkirin û xwestin demogirafiya herêmê bidin guhertin. Siyaseta wan rastî berxwedana şervanan hat.

Niha jî di çarçoveya beşê duyemîn a êrîşa Kobanê Dewleta Tirk di encama hevkariya bi Rûsiya re êrîş pêk anîn û bi hezaran çeteyên xwe xistin dewrê. Beramberî wê rêjîm li Idlibê pêş ket û çeteyên girêdayî Erdogan herê Idlibê ji rêjîmê re berdan.
Wezîrê karê Derve yê Tirkiyê jî da zanîn ku welatî wî şêwran bi Rûsiya û Îranê re pêk tîne. Da ku ezmanê Sûriyê bikar bîne.
Lê berxwedana şervanên QSD’ê ku xeta parastinê ava kirin û rê nedan dewleta Tirk di Efrînê de pêş bikeve, şervanên ku berê Minbic, Reqa û herêmên din ji DAIŞ’ê rizgar kirin, îro li Efrînê di asta herî jor de li dijî êrîşan derketin û tekoşînek bê hempa dane meşandin. Gotin ku ew ê Efrînê ji Dewleta Tirk a êrîşkar û çeteyên wê re bikin goristan.
Efrîn bi ser dikeve
Hêzên QSD’ê diparastina Efrînê de bê dengnema û li dijî êrîşên Artêşa Tirk bûne mertalên ji hesin. JI xwe şêniyên Efrînê jî malên xwe derneketin û di nava hemû şert û mercan de cihê xwe bernedan.
Tevlî hemû cûreyên çekan dewleta Tirk û çeteyên wê nikarin di Efrînê de pêş bikevin, ji ber wê êrîşî sivîlan dikin û di encamê de heta niha bi sedan welatiyên sivîl qetil kirin, her wiha mal û milkên welatiyan ruxandin. Dewleta Tirk ku li ber berxwerdana welatiyên Efrînê bê çar ma, çekên qedexekirî jî bikar anîn.
Di êrîşa DewletaTirk de heta niha bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûne û birîndar bûne. Ema her kesî nas kir ku Efrîn wê ne wekî Iskenderona be û wê nekeve destê Dewleta Tirk.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 272 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 20-04-2025
Gotarên Girêdayî: 51
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 11-08-2018 (7 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Welat- Herêm: Kurdistan
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 20-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 272 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.281 çirke!