Erdogan û Rûsyayê bi kîjan peymanê #Efrîn# dagir kir
ZEKÎ AKIL
Di demeke ku Rusya bi Tirkiyeyê re hatibû asta şerekî çawa dibe ku wiha bûn dostên hev?
Tirkiyeyê ne tenê balafira Rusyayê xistibû, di heman demê de pirsgirêk biribû rojeva NATO'yê û xwestibû ku wan û Rusyayê bîna dijberî hev. Rusyayê di warê aborî de ambargo danîbû ser Tirkiyeyê, têkiliyên Tirkiye û DAIŞ'ê deşîfre kiribûn. Erdogan piştî van geşedanan gelekî tengav bibû, di serî de Îsraîl li hemberî Rusyayê baskên xwe anîbûn xwarê û dest bi lêgerîna rêyên lihevhatinê kiribû. Lê belê dema balafira Rusan xistibû, xwe qurre kiribû û gotibû, Ger pêwîst bike em ê careke din bînin xwarê.
Tirkiyeyê nekarî NATO û Amerîkayê di mijara dijminahiya kurdan de bîne asta ku ew dixwaze. Bi taybetî li Suriyeyê ji bo ku Koalîsyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞ'ê ji #YPG# û kurdan dûr bixe, ket nava hewldanên mezin. Dijminahiya wê ya kurdan derketibû asta herî jor. Li Iraqê statuyek kurdan çêbibû, ger ku li Suriyeyê jî çêbibe wê dinya hilweşe, Tirkiye jî wê di binde bimaya. Ji ber wê yekê, çi dibe bila bibe diviyabû kurd bihatana pêpeskirin û ji dewreyê bihatana derxistin. Ji bo vê yekê bi milyonan penaberên Suriyeyê di kontrola xwe de girtin û li dijî Ewropayê wekî amurek tehdît û şantajê bikar anî. Her wiha çeteyên DAIŞ û El-Nusra yên ku xwe spartibûn Tirkiyeyê, dîsa ji erebên ku li kampan kom kiribûn hêzên çekdar kom kirin û li dijî kurdan amade kirin.
Amerîka û Koalîsyonê têkiliyên Tirkiyeyê yên li Suriyê baş dizanîn. Tirkiyeyê di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de bawerî nedida. Tirkiyeyê dema dît ku li hemberî kurdan ji hêzên Rojavayî (Ewropa, Amerîka) desteka ku dixwaze nagire, giraniya xwe da Rusyayê. Di navbera Rusya û Amerîkayê de li ser herêmê rikberî (rekabet) hebû. Li Suriyeyê di nava têkoşîna avakirina bandora xwe de bûn. Erdogan ji vê yekê feyde girt û bi Rusyayê re peymanên veşartî û eşkere yên ku dê bandorê li ser pêşeroja Tirkiyeyê çêbikin, îmze kirin. Vaye di encama van peymanan de dagirkirina Efrînê derket holê. Eşkereye ku rewşa li Efrînê tenê dagirkerî jî nîn e. Di heman demê de tunekirina qewmî (nîjadî) ye. Yanî li gorî hiqûqa navnetewî qirkirine eşkere ye. Çawa çêdibe ku Rusyayê li ser kurdan ji bo qirkirinê lihevkirin çêkir. Ji Erdogan û rêveberiya wî kîjan berjewendî bidest xistin, gihîştiye peymanek çawa?
wekî tê zanîn Tirkiyeyê diyar kir ku dê ji Rusyayê fuzeyên (moşek) S 400 bikire. Eşkere kirin ku wan li hev kiriye. Ev fûze li gorî sîstema NATO'yê nîn in. Artêşa Tirk artêkeş NATO'yê ye. Tê gotin ku ev fûze zêde bi bandor nabin. Tirkiye bi vê yekê re hem hewl dide ku li ser Rojava (Ewropa-Amerîka) pêkutiyê çêbike, hem jî paketek ruşwetê pêşkêşî Rusyayê dike. Li gorî zanyarî û şîroveyên di destê me de Tirkiye wê ji Rusyayê herî kêm bi buhayê 6-7 mîlyar dolaran çekan bikire. Her wiha wekî dîmen ji NATO'yê dernakeve, lê wê bi Rusyayê re bi awayekî veşartî tifaqekê, peymanekê çêbike. Wekî pêngavên pratîkî yên vê pêngavê Tirkiye wê li Kafkasyayê înîsiyatîfa Rusyayê qebûl bike. Li herêmê pirsgirêkên Ermenîstan û Azerbaycanê ji di nav de wê Rusya têkildarî pirsgirêkan diyarker be. Tirkiye wê li gorî Rusyayê tevbigere.
Yek ji lingên herî girîng ên peymanê jî ew e ku Tirkiye wê bi awayekî lezgîn têkiliyên xwe bi Suriyeyê re pêş bixe û di demeke nêz de li Şamê nûnertiya xwe veke. Ya herî girîng jî ew e ku Tirkiye wê xebatên îstîxbaratî yên Amerîkayê li gorî daxwaza Rusyayê sînordar bike. Yanî Amerîka wê li Tirkiyeyê çawa bandorê çêbike, êdî wê Rusya mudaxilî wê bibe. Her wiha xebatên Amerîkayê yên li baregeha Încîrlîkê ya li Tirkiyeyê jî wê dibin kontrola Rusuya de bin. Ji bo ku Rusya li ser Încîrlîkê kontrolê pêk bîne, Tirkiye wê zemînekê çêbike ku Rusya li cihên pêwîst bicîh bibe û xebatên xwe bimeşîne. Her wiha Rusya ji bo ku xebatên Amerîkayê yên li Tirkiyê kontrol bike, wê komîsyonek çavdêriyê ava bike. Vê xebatê jî wê bi hevpariya Tirkiyeyê bimeşîne.
Wekî tê dîtin Efrîn ji bo berjewendiyên tarî yên Tirkiye û Rusyayê kirine qurban. Li hemberî van êrîşên bazar û qirkirinê Amerîka û NATO bêdeng ma. Efrîn a dawî nîn e. Ya rastî ji bo dema nû destpêkek e. Nexasim Tirkiye bi piştgermiya peymana ku bi Rusyayê re çêkiriye, niha Amerîkayê jî tehdît dike. Dibêje Bila Amerîka ji Minbicê derkeve, ezê li Qamişlo jî bixim, heta Dêrikê biçim. Qîr dike û dibêje Bila Amerîka bi temamî ji Suriyeyê derkeve û têkiliyên xwe bi kurdan re qut bike. Ma hêza Tirkiyeyê heye ku bi tena serê xwe vana li ser Amerîkayê fez bike? Na. Niyeta wê zelal e, dixwaze dijminahiya kurdan zêde bike, vê dijminahiyê li tevahiya herêmê belav bike û nehêle ku Kurd bi tu awayî statuyekê bidest bixin. Ji ber vê yekê Tirkiye bi Rusyayê re xistiye nava peymaneke ku dawiya wê nediyar e. Tevlî rekabeta dewletên mezin a li ser herêmê dibe. Teqez wê faturayek vê yekê ji bo Tirkiyeyê hebe. Ma Erdogan û Bahçelî wê hertim li desthilatdariyê bimînin û Tirkiyeyek ku bi Rusyayê re di nava ahengiyê de hebe yan na?
Amerîka û Ewropa li hemberî van têkiliyan wê bêdeng bimînin? Ev rastiyên girîng in ku dê hem bandorê li ser geşedanên girîng ên herêmî û navnetewî çêbikin, hem jî jê bandor bigirin.
Rusyayê nîşan daye ku polîtîkayek hêjayî dewletek mezin neşopandiye. Ji bo ku dewletek qirker û nîjadperest a wekî Tirkiyeyê bikişîne cem xwe, kurd feda kirin. Dikare polîtîka û hevpariyên cuda bimeşîne, lê faturaya qeyrana giran a cîhan û Rojhilata Navîn ji kurdan re derxist, bû hevpar ku kurd ji ser axa xwe bên avêtin. Lê belê bi vî rengî nikare li Rojhilata Navîn bawerî û têkiliyek mayînde jî pêk bîne. Rusya çiqas dixwaze bila demogojî bike, çiqas dixwaze bila kurdan sûcdar bike, lê nikare wekî berpirsyar û hevkara qirkirinê rola xwe veşêre.
Li Suriyeyê hedefa esasî ya Tirkiyê Kurd in. Hedefa Rusyayê jî Amerîka û mutefîkên wê bûn. Bêguman ev peymana ku Rusyayê bi Tirkiyeyê re çêkiriye bi Rojhilata Navîn re sînordar nîn e. Wê bandorê li ser tevahiya geşedanên herêmî û navnetewî bike. Wê her aliyek li gorî vê yekê kozikên xwe çêbikin û têkiliyan pêk bînin.[1]