#Tirkiyê# gefê li Şengalê dixwe û çavên wê li Mûsil û Kerkûkê ye
YIHYA HEBÎB
Berpirsyarên dewleta Tirk bi behane û îdayên cûda pîlanên xwe yên firehkirina di xaka Sûriyê û Îraqê de pêk tîn in. Bi îdaya şerê terorê, an jî parstina ewlekariya xwe şerê derdorê dikin. Li pişt van îdayan dixwazin beşekî ji Sûriyê û Îraqê qut bikin. Herêmên ku wekî mîrasa bapîrên xwe yên Osmanî hesab din. Ji wan herêman jî Şengal û Kerkûk ên Îraqê ne.
NAVENDA NÛÇEYAN- Beriya demekê Artêşa Tirk bê agahiyên hikûmeta Îraqê ket xaka Îraqê. Ev gava Tirkiyê rastî ne razîbûna rayedarên Îraqê û cîhanî jî hat. Lê heta niha jî Artêşa Tirk di Beşîqa de ya 60 kîlometreyan dûrî Mûsilê ye dimîn in. hejmara hêzên xw eyên li vir jî zêde dike.
Di wê demê de dewleta Tirk got ku Serokê PDK'ê Msûd Barzanî destûr daye wan ku bikin wê herêmê da ku pêşmergeyan perwerde bikin. Hin aliyan jî Wezîrê parastinê yê Îraqê tewanbara kirin ku itîfaqek veşartî kiriye.
Di rastî de dewleta Tirk ji peymana Sîver a piştî Cenga Cîhanê ya yekem ve çavên xwe berdaya Mûsil û Kerkûkê. Peymana Sîver di sala 1920'an de hate imzekirin û wê demê Serokê Tirkiyê Kemal Ataturk li ser wê imze ne kir.
Tirk dibêjin ku Mûsil berdewamiya Endolya ye û kurd û tirk yên li wê deverê û li Kerkûkê jî bi eslên xwe Tirk in.
Li gorî itîfaqa Lozanê refurandom li ser Eyaleta Mûslê di sala 1924'an de di bin banê NY de pêk hat, di encama refurandumê de Konseya Netewyan di 16'ê kanûna sala 1925'an de biyar hate dayîn ku Mûsil, Kerkûk û Silêmaniyê di nava sînorê Îraqê de bimîn in. ev piştî ku xelkên van bajaran deng dan ku bi îraqê re bin. Malbata Nicueyfî tekane malbat bû ku dixwest herêm tevlî Tirkiyê bibin.
Di sala 1926'an de Tirkiyê encama refurandumê qebûl kir û beranberî ku 10 ji sedî ji nefta herêmên Mûsil û Kerkûkê 25 salan ji dewleta Tirk re were dayîn. Ev yek jî pêk hat.
Çavên dewleta Tirk li ser Wîlayeta Mûsil û Kerkûkê ma, her li benda derfetê bû ku wê vegerîne. Rojnameyên Tirkiyê hikûmetên wê li ser vê mijarê sor dikin û ji wan dixwestin ku zextê li ser Îraqê zêde bike. Di sala 1986'an de û dema di çapemeniyê de hate gotin ku Îraq derbasî xaka Îraqê bû, dewleta Tirk bi îdaya parstina welatiyên turkman hêzên xwe li ser sînorê Îraqê bi cih kirin, wê demê Tirkiyê fikirî ku bikev xaka Îraqê.Di wê demê de perlematoya Tirkiyê biryar da û got ku ew ê beranberî Mûsil û Kerkûkê bê deng ne mîn in.
Di sala 1987'an de dema agahî hatin belavkirin ku Îran dixwaze bikev parêzgeha Bisêra, di dema şerê Îran û Îraqê de rojnameyên Tikriyê di nivîsên xwe de xwestin ku Tirkiyê derbasî Îraqê bibin û Mûsil û Kerkûkê tevî Tirkiyê bikin. Wê demê Serokê Tirkiyê Atatork derbarê mijarê de got ku Tirkiyê ne hewcedare ku guhertinan bike.
Di sala 1990'yî de dema Îraq Kiwêt dagir kir, Serokwezîrê Tirkiyê tekez kir ku pêwîste Tirkiyê bikeve Mûsil û Kerkûkê, ji Serokê Tirkiyê re ev mijar vekir û xwest ku Nefta Mûsil û Kerkûkê wekî bi zorê hatine standin pênase kir.
Ji sala 1991'an û heta sala 2003'an Artêşa Tirk êrîşên berfireh li ser herêmê pêk tanîn. Di sala 1995'an de Serokê Tirkiyê Silêman Dimerîl xwest ku sînorê Îraqê ji nû ve were resimkirin û Kerkûk û Mûsilê ji Tirkiyê re werin hiştin.
Piştî sala 2003'an Tirkiyê bi PDK'ê re kar kir û peyman pê re tanîn, her wiha peymanên neftê bi wan re imze kirin, beranberî dolarek ji her bermîlek ê re. berhemên wê jî bikevin daraya Tirkiyê de, her wiha di herêma Başûrê Kurdistanê de jî hezar û 23 şirketên Tirkiyê kar dikin.
Dewleta Tirk piştgiriya terorê kir û bi wan ket liv û tevgerê. Bi van komên terorist re pîlan kir ku Mûsil vegerîne. Itîfaqa qunislisê Tirkiyê yên Mûsilê ku bi destpêka derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê ya Mûsilê re, diyar bû, her wiha xebatkarên qunisiliyê ku bi awayekî vekirî hatin berdan. Tevî ku kiriyarên DAIŞ bi kuştin û wêrankiriya di nava Mûsilê de pêk anîn tê zanîn. Ev gavek ji hevkariya Tirkiyê û Teroristan eşkere dike ye.
Ne tenê wiha, lê belê Tirkiyê nefta ku çeteyan ji Îraqê didizî bi erzanî ji çeteyan dikirîn. Istixbaratên Rûsiya detayên van bazarên kirîn û firotinê eşkere kirin.ji bilî riya ku Tirkiyê ji çeteyan re vekiribû, bi hêsanî di navbera îRa û Sûriyê de diçûn û dihatin.
Tiştê dewleta Tirk dike jî ew ku pirsgirêka dîrokî ya Mûsilê ya di navbera salên 1918 û 1926'an dûbare bike. Vê yekê bi rengekî din û bi navên din pêk bîne.
Lê dema di navbera dewletan de sînor nîn bûn, rêveberiya serokatiya dewletan jî di wê navberê de nîn bû. wê demê yê bi hêz serwer dibû. Wê demê Arêtşa osmaniyan berê xwe dan gelek deran û dagir kirin. Îro Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyp Erdogan jî serê xwe bi wê dîrokê mezin dike û daxuyaniya wî ya dawî jî di salvegera şerê Cenan Kele de pêk hat. Ev şer beriya ses salî pêk hatibû.
Erdogan di wê xîtaba xwe de got ku êrîşa wî ya li ser dewletên herêmê wê dewam bikin û got ku ew ê guh li serokatiya dewletan û sînoran nekin. Her wiha da zanîn ku ew ê guh li qanûnên navdewletî û rewşên mirovî jî nekin. Erdogan her wiha da zanîn ku ewê bi ketina Sûriyê tenê bes nekin, lê belê wê hêzên wan derbasî xaka Îraqê jî bibin.
Gefa dagirkerina Şengalê
Her dem Tirkiyê li Mûsilê dinere wekî beşekî xaka Tirkiyê ye û bi zorê jê hatiye qutkirin. Dema dereft pêk were, wê vegerî in. Rêveberên Tirkiyê dema behsa Şengalê dikin, ew behsa Mûsil û Kerkûkê dikin. Çapemeniya Tirkiyê got ku armanca wan ji êrîşa li ser Şengalê ew e ku Mûsil ji aliyê Bakur ve çember bikin, wiha jî riya Ofa Koy ewle bikin.Ev derî jî wê bibe anternatîfê Fîş Xabûr.
Sêkoşeya Şengal di nava dîrokê de herêmeke stratejîk bû, her dem çavên dagirkeran li ser wêherêmê bû. herêm her dem bû meydanên şer. DI navbera Roman û Sasniyan jî xeta şer bû.
Sêkoşeya Şengalê her wiha bû armanca êrîşa çeteyên DAIŞ, piştî ku pêşmergeyên PDK'ê xwe jê vekişandin û rê ji DAIŞ'ê re vekirin. Li dijî gelê Şengalê komkujî pêk anîn. Lê PKK, bi destwerdana xwe gelê herêmê ji komkujiyên daha mestir rizgar kirin.
Piştî Şengal bi ewle bû, gelê Şengalê bi xwe rêxistinên xwe sax kir, her wiha hêza xwe ya leşkerî ava kir. Êzîdiyên Şengalê rêveberiya xwe ya xwesr ragîhandin. Ev sîstem ji Bakurê Sûriyê û ezmûna li vir girtin, lê ev sîstem ne li gorî xweşiya hêzên desthiladar û di serî de Tirkiê hat. Ji ber wê dest bi êrîşa li ser Efrînê kirin.
Niha ji Erdogan gefa ku êrîşî Şengalê bike dixwe, lê hikûmeta Îraqê û li ser zimanê berpirsyarên xwe dibêje ku ew ê bersiva êrîşa Tirkiyê bidin. Gotin ku ew ê beranberî êrîşan bê deng nemîn in. Di vir de pirsa xwe beriz dike, gelo wê hikûmeta ÎRaqê wekî ya Sûiryê di tenê di asta daxuyaniyan de sînordar bimîne. Yan wê bersiva Tirkiyê bide, evê wê di rojên pêş de diyar bibe.[1]